Musediq tovî
Berahiyek kurt
Ber dîwarê pirtûkxanê, dê derokekê nû bit, di vî derokî da dê hindek ji bîrhatinên xwe vegêrim, her bîrhatinek dê peywendî bi kitêbekêve hebît. Ji despêkêve pirtûkê cihek girîng di jiyana minda girtiye, ez dişêm bêjim hêj min ne dizanî pirtûkê bixwînim yan zimanê wê têbigehim, min hevalîniya pirtûkê kiriye, ew pirtûk ji kesekîve bo min mabît yan min kiṟî bît yan êkî bi diyarî dabîte min, hosan bûyme xwedî pirtûkxane, belê çi pirtûkxane bû..? Êk du kartûn yan sindûqên fêqî jêr textekî yan qulaçkeka take mezelka me hey. Di hindek kawdananda min şiyanên parastina wê pirtûkxaneyê nebûn, belê şêredayka min (Gulbehar Kerem 1/6/2009 wĝera dawiyê kiriye) di her rewşekê da bît ew pirtûke di parastin. Wê bihayê pirtûkê ne dizanî, lê dizanî pirtûk li cem min çend bihadarin, heman dilovaniya wê bo min hey bo pirtûkên min jî hebû, lewma di gelek rewşên sext da yên ez dûrî malê, wê şêredaykê serûsamanê min ku tinê ew pirtûke bûn di parastin, ji dewlet serê wê roj li dûv rojê pirtûkxaneya min dewlemendtir lêhat, niha li şûna yek yan du kartûnan xwediyê pirtûkxaneyeka dewlemendim, hindek pirtûkan hembêz diket ew pirtûk dibine pişkek ji bîrhatinên min û serborên min li gel pirtûkê vedgêrin, bi baş dizanim wan bîrhatinan bo xwendevanî vegêrim.
Pirtûka (خلاصة تاریخ الكرد و كردستان من اقدم العصور التاریخیة حتى الآن)
Dê bi pirtûka (خلاصة تاریخ الكرد و كردستان من اقدم العصور التاریخیة حتى الآن), الجزء الأول, ji nivîsîna Mihemed Emîn Zekî, ev pirtûke li sala 1931ê bi zimanê kurdî nivîsiye û Mihemed Elî Ewnî li sala 1936ê wergêraye erebî û sala 1939ê li Qahîre – Misrê çap kiriye, çapa duyê ya vê pirtûkê sala 1961ê li çapxaneya (Selaheddîn) – Beĝda hatiye çapkirin û di pirtûkxaneya min da parastiye û dê mjara êkê ji vî derokî bît.
Wek min bi xwe li ser nivîsî li 10/10/1968ê min ev pirtûke kiriye, dibît ev mêjûye û temenê min û astê min yê xwendewarî li gel hev neguncin, belê wek min gotî ji despêka jiyê xwe ve ez û pirtûk heval bûyin, bi taybetî li dehsalên duyê ji temenê xwe, wî demî astê minê xwendewariyê neyê xwandina van pirtûkan bû, herwesan wî demî min hind erebî ne dizanî vê pirtûkê bixwînim ji ber ku qonaĝa seretayiya xwandina xwe min li Silêmaniyê bi kurdî desitpêkirbû, belê eşqa min bo pirtûkan ev pirtûke bi min da niyasîn.
Wek min gotî eşqa min bo kitêbê eşqeka xoristî ya sade bû, bêy ku senga pirtûkê bizanim. Dawiya salên şêstan, qonaĝa piştî pêkhatina 29 Xizîrana 1966ê bû, renge vebûneka rewşenbîrî li Silêmaniyê peyda bibû, kiteka kitêb û kovar û rojnameyên kurdî derdikeftin, gencan her berhemekê kurdî yan erebî peywendî bi kurdan ve heba dikṟî, kitêbfiroşek bi navê Meḥmûd Xakî li cadeyya nêzîkî (Berderki Sera) hebû, li ser cadeyê pirtûk di firoştin, ew bi xwe jî kesek rewşenbîr û camêr bû, handana her kesekî dikir pirtûkan bikṟît. Wek wî bi xwe digot di salên despêkê û naverastê şêstanda hindek pirtûkên girîng veşartibûn, di wê sale da ew pirtûk înaneder û firoştin, pirtûka (خلاصة تاریخ الكرد و كردستان من اقدم العصور التاریخیة حتى الآن) yek ji wan pirtûkan bû, ku heta niha li cem min parastiye.
Pirtûk û Dîroknivîs:
Baş e berî dest bi pirtûka amajepêkirî bikeyn, bi kurtî Mihemed Emîn Zekî, ku (bi kurdî bi Emîn Zekî hatiye niyasîn) bideyne niyasîn: Sala 1880ê li taxê (Goyîje)yê Silêmaniyê hatiye ser dinyayê, despêkê li xwendingehên ayînî xwendiye, paştir li sala 1892ê li take xwendingeha resmî ya bajêrî xwendiye, sala paştir li xwendingeha ruşdiye ya leşkerî hatiye wergirtin, paştir amadeyiya leşkerî li Beĝda û xwendingeha cengî û xwendingeha (Erkan) li Stenbolê xwendine û sala 1902ê bi pila (Reîs Mumtaz) li leşkerê şeşê yê Osmanî li Beĝda hatiye damezirandin.
Berdewamî bi erkên xwe wek efserekê Osmanî li cihên cudayên sinorê dewleta Osmanî daye û di salên şerê cîhaniyê êkê (1914-1918)da di gelek berokên şerî da pişkdarî kiriye. Bi dawîhatina şerê cîhanî hatiye veguhestin bo hobeya dîroka şerî (Tarîx Herb), heta li 24 Tîrmeha 1924 (dûv gotina Dr. Kemal Mezher dawiya sala 1923ê) bi yekcarî dizivṟîte ve Îraqê.
Li Îraqê jî wek mamosta li xwendingeha leşkerî û paştir fermandarê wê xwendingehê li Beĝda, wezîr li çend kabîneyên wezîran, nûnerê Silêmaniyê li civata nûnerên Îraqê kar diket. Li 9 Tîrmeha 1948ê weĝera dawiyê diket û di rêw û resmekê hejî xizmet û dilsoziya wî li goristana (Girdî Seywan)a Silêmaniyê dihête veşartin.)1)
Ya fere li vêrê bêjîn li 26 Tebaxa 1948ê rêw û resmên bîranîn û yadeweryê li Silêmaniyê bo hatine gêran û çendîn kesayetî û rewşenbîr û nivîskarên Kurdistan û Îraqê bi peyv û gotar û helbest û birûskeyan pişkdarî di rêw û resmên amaje pêkirî da kirin. Elaedîn Sicadî yê deqên van rêw û resman li ser erkê xwe her di wê sale da di pirtûkekê da çapkirin, di peyva berahiyê ya pirtûkê da dibêjît: “Emîn Zekî Beg take kesêk bû ke ême lenaw alemî îlm û tarîx û edeb da pêwey binazîn..”(2).
Hejiye di jiyannameya wî da têbîniya çend xalekan bikeyn:
1- Di sala duyê ya xwendinê da li xwendingeha ruşdiye ya serbazî hatiye wergirtin û ji wêrê berdewamî bi xwendinên leşkerî daye. Hindî peywendî bi vê xwendingehê ve hey, ev xwendingehe êk ji wan xwendingehên kêm bû yên li serdemê waliyê Beĝda Medhet Paşay (1879-1882) li Îraqê hatîne vekirin. Gelek ji kesayetiyên rewşenbîr û karakterên çalak yên qonaĝên paştir û diwarên cuda cuda da yên Îraqê derçûyên van xwendingehane, her bi vî rengî kesayetên paştir rolek girîng gêray ji xelkê Silêmaniyê wek Mihemed Emîn Zekî, Tofîq Wehbî, Salih Qeftan derçûyên vê xwendingehê bûn(3).
2- Di sala duyê j jiyana xwe ya efseriyê da bi pila (Endazyar) hatiye veguhestin bo fermangeha (Îdaret el-Emlak el-Seniye) û heta ragehendina destûrê Osmanî li sala 1908ê maye li wî cihî. Demê gehştiye Stenbolê bûye endamê komîteya (Danana Nexşeyan) û sala 1907ê li gel komeka nexşekêşan hatîne raspardin û bo danana nexşeyê Stenbolê û dewruberên wê. Salekê piştî wê wek efserê topografî li gel komîteyên desnîşankirina sinorê navbera Tirkiya û Bulgariya kar kiriye. Piştî vî karî pişkdarî di komîteyên diyarkirina sinorê navbera dewleta Osmanî û Rusya li deverên Qefqas kiriye. Di demê mana wî li vî erkî demekî li Fransa jiyaye û seredana Rusya û çend welatên dî yên Ewropî kiriye(4).
3- Di qonaĝa piştî dawîhatina şerî li Stenbolê hatiye veguhestin bo hobeya (Dîroka Şerî)(5). Hindî peywendî bi vê mjarê ve hey, Mihemed Emîn Zekî di salên berahiyê da ji jiyê xwe yê efseriyê dest bi nivîsînê bi zimanê Tirkiya Osmanî kiriye û yekemîn pirtûka wî jêr navê (Osmanli Ordusu) sala 1324 m.ş – 1906 z. li Beĝda çapkiriye. Di qonaĝên paştir berî bizviṟîte ve Îraqê heft pirtûkên dîtir taybet bi leşkerê Osmanî di salên şerê cîhanî da nivîsîne û li Stenbolê hatîne çapkirin. Çend pirtûkên dîtir hebûne, ku çi jêderan amaje bi çapkirina wan nekiriye(6). Pêwîste wê çendê jî berçavkeyn Emîn Zekî hêj xwîndkar li qonaĝa xwendingeha ruşdiya leşkerî serederî li gel nivîsînê kiriye û çend helbestek nivîsîne. Piştî bo xwendina leşkerê çûye Stenbolê mjarên leşkerî di rojnameyên (Tenîn, Teswîr el-Efkar û Weqt) yên wî serdemî da belav kirine. Zêdebarî vê çendê şarezayiyeka baş di zanistên zimanên Tirkî û Farisî û Erebî da hebûye û zimanên Înglîzî û Frensî bi başî dizanîn(7). Ez dibînim ev çalakiyên wî di warê rewşenbîriya leşkerî da hokar bûne, ku piştî şerî bête veguhestin bo hobeya (Dîroka Şerî).
Diyare her sê xalên çûyî bandora xwe di avakirina kesayetiya efser Emîn Zekî wek rewşenbîrek û dîroknivîsek kiriye û ew berhev kiriye demê hest bi jêyatiya xwe ya neteweyî diket berev nivîsîna dîroka gelê xwe biçit û yekemîn berhemê xwe ku şakare berheme bi kurdî bi navê (Xulaseyekî Mêjûyî Kurd û Kurdistan) binivîsît û çend berhemên dîtir bidete di gel da.
Palderên Nivîsîna Pirtûkê:
Çend pesnek di vê pirtûkê da hene û girîngiyek taybet didenê, ew pesn di pirtûkên dîtir da nînin. Berî her tiştekî yekemîn pirtûke (piştî Şerefnameya Şerefxanê Betlîsî ya bergê wê yê êkê li sala 1597ê hatiye nivîsîn(8)) li ser dîroka Kurd û Kurdistanê hatibîte nivîsîn. Di heman dem da qonaĝ qonaĝa nivîsîn û girîngîdanê bû bi dîroka neteweyî.
Wek Mihemed Emîn Zekî di pêşekiya pirtûkê da û di pesna salên dawiyê ji desthelata Osmanî dibêjît: Demê peyva (Osmanî) ya giştî li Tirkiya nemaye di meydanê da û peyvên Tirkî û Toranî cihê wê girtî, wek hemû kesên ji regezên Osmaniyên ne Tirk hesteka neteweyî li cem min dirust bû, ku ez ser bi netewekê serbixwe û cudame ji Tirkan. Vê çendê ez handam hesteka neteweyiya berçav û hevsûziyeka welatîniya bihêz derbiṟim. Belê min tiştek ji binyatê xwe yê neteweyî ne dizanî, heta wî demî rojekê ji roja kesekî vekolînek yan dûvçûnek li dor wê mjarê berçav nekirbû, ne di qonaĝên xwendinê da û ne jî piştî wan, tinê peyva Osmanî wek peyveka seranserî mêşk û hizra heryek ji me kurên neteweyên dî vegirtibû(9).
Eger eve rewşa Mihemed Emîn Zekî, ku kesek efser û derçûyê bilindtirîn astên xwendinê yên wî serdemî bît, bê goman xelkekê dî yê bi sedan salan tiştek ji rîhûrîşalên xwe yên neteweyî nezaniye û lewma jî hizra neteweyî heta wî demî li cem wan pênegehştibû. Anku berî şerê cîhanî yê êkê bi demekî bi taybet piştî şoreşa sala 1908ê li Tirkiya û ew gohartnên piştî şoreşê li Tirkiya rûdayn, pişka here zora rewşenbîrên gelên jêrdestê Osmanî hest bi jêyatiya xwe ya neteweyî kir, ku Emîn Zekî jî yek j wan bû(10).
Karesat û bê hîvîbûn û serjinûdespêkirneve:
Li vêrê pirsiyek li cem Emîn Zekî û yên wek wî dirust dibit: Erê kurd ji kîj pêkhateyê neteweyane? Çi mêjû û serfirazî hene? Ev pirsyare ji gelekan kiriye, belê bersiveka dirust destve neînaye. Qûnaxa vemana xwe li Stenbolê paytextê dewleta Osmanî bi delîve dizanit û ji sala (1328mş – 1910z) dest bi lêgeryan û vekolînê li ser dîroka gelê xwe diket, kerestekê baş kom diket û jêderên bihagiran destvediînit û dest bi nivîsîna xwe diket nêzîkî dused berperekan berhev diket, gelek pêvenaçit karesatek bi serda dihêt û li (1337mş – 1919z) agir berdibite wî taxê Stenbolê yê ew lê dijît û mala wî û hertişitê heyî jêder û berhemê wî yê şeş sala jnav diçin. Wek Dr. Kemal dibêjit: Bi sotina mala wî ew bo xoy de sal û êmeş bo xoman sed salî rebeqman lekîs çû. Heta sala 1929ê Emîn Zekî nehateve ser xwe.
Di vê sale da berhemê navdarê Minoroskî ku derbareyî kurdane û di Ensîklopedya Îslamî da hatiye belavkirin dikevite desta û eşqa wî ya caran di hizir û derûna wî da zindû diketeve û gelek pêvenaçit yekemîn berhemê vê eşqê pertûka (Xulaseyekî tarîxî kurd û Kurdistan)e dihête ser dinyayê.
Emîn Zekî bi xwe li dor karesata sotina mala xwe dibêjit: Bi rastî vê karesata ji nişkekêve hîviyên min ji navbirin, ez êxistme di nava deryayeka xem û bêhîvîbûnê da, ez naçar kirm dest ji bicihînana hîviya xwe berdem, piştî deh salekan rojekê ji rojên sala 1929ê li pertûkxaneya civata nûneran (Meclis el-Nuwab) li Bexda pertûka (Dairet el-Mearif el-Îslamiye) kete berdestê min, min dît berhemekê bihadare ji sala 1905ê ve ji aliyê komeka zanayên taybetmend hatiye berhevkirin û hêj bi dawî nehatiye. Di bergê duyê yê vê ensîklopedyayê da vekolîna bihadara rojhelatinasê navdar (Viladimêr Minorskî) dikevite berçavan û çend carkî bi hûrî dixwînit. Ev çende hîviya wî ya berê divejînteve û bîra wî li projê wî yê berî deh salan dihêteve û çendîn jêderên dî dikevne berdestan û mifayekê baş ji rênmayî û têbîniyên (Sir Sidney Smith) rêveberê şûnewarên Îraqê yê wî serdemî werdigirit, her ev zanaye çendîn pertûk û jêderên zanayên dîtir bo vê meremê di êxîte berdestên wî, piştî têra pêdvî jêder dikevne berdestan kitkite wan jêderan dixwînit û di helsengînît, ku di pişka jêderan da amaje pê hatiyekirin li despêka 1930ê û bi eşqeka nû dest bi karê nivîsînê diket, piştî salekê ji karê berdevam bergê êkê ji (Xulaseyekî mêjûyî kurd û Kurdistan) û pişkekê ji bergê duyê amade diket, herwek ew bi xwe dibêjit: Dûrketina wî di wê sale da ji karên fermî harîkarbûye tev şiyanên xwe bo berhevkirina pertûkê terxanket.
Hejiye li vêrê bêjin piştî vê pertûkê Emîn Zekî heta rojên dawiyê ji jiyê xwe berdevamî bi nivîsînê di warê dîrokê da daye û pertûkên jêrî nivîsîne û di jiyê xwe da çapkirine:
Xulaseyek ji Dîroka Kurd û Kurdistanê, berga duyê taybete bi mîr û mîrgehên kurdan.
– Meşahîrê Kurd, di du berganda.
– Dîroka Lîwaya Silêmanî.
– Namîlkeyek bi navê (Muhasebey Nîyabet) 1928.
– Du Teqelayên Bêsûd, 1935.
Herdu namîlkeyên dawiyê girêdayî karê wî ne di Civata Nûneran û Civata Wezîrên Iraqê da, lê girîngiya xwe bo dîroka hevçerxa Kurdistanê heye. Zêdebarî van berheman di kovar û rojnameyên kurdî yên wî çaxî da bi dehan berhem di warên cuda da belavkirîne.
Çawan ev berheme û xwediyê wî hatine helsengandin?
Karên Emîn Zekî di warê dîroka Kurdistanê da encamdayîn, serinca tevayî rewşenbîr û dilsozên kurd bo xwe rakêşaye û bi meznî pesna wan karan kiriye. Belê ya pirtir ji hemiyan serinca min rakêşayî pesna (Elaedîn Sicadî) demê bi rêw û resmên mirina wî da li Silêmaniyê li 26ê tebaxa 1948ê gotî: Emîn Zekî Beg take kesek bû ku em di nav alemê îlm û dîrok û edebê da pê binazîn, mirina wî ziyaneke wisa bû ku pir nabe.
Bo selmandina vê boçûna Elaedîn Sicadî, dê pirsiyar bikin erê kesek hebûye ji salên sihan berev jor di warê dîroka kurdanda kar kiribe û pena nebiribe ber pertûka (Xulaseyek ji Dîroka Kurd û Kurdistanê) yan wergêrana wê ya erebî û pertûkên din yên Emîn Zekî?
(Mihemed Elî Ewnî/ 1897-1952)yê, li sala 1936ê ev pertûke wergêraye ser zimanê erebî amaje bi serbora xwe li gel wergêrana vê pertûkê diket û dibêjît: Di warê tomarkirina dîroka gelên musilman da kêmatiyek mezin di pertûkxaneya erebî da heye, taybet hindî peywendî bi kurdanve hey. Min hest bi vê kêmatiyê kir demê min di navbera 1929-1930ê erkê nivîsîna pêşekiyeka zanistî bo pertûka (Şerefname) bi xweve girtî. Ev pertûke bi zimanê farsî derbareyî dîroka dewlet û mîrgehên kurdan hatiye nivîsîn. Min diviya nûtirîn boçûn û vekolîn derbareyî binyatê kurdan û sinorên wan yên neteweyî bideme digelda, belê ez mame sersûrmayî demê min pertûkeka taybet bi dîroka kurd û Kurdistanê di nava pertûkxaneya erebî ya kevn û nû da nedîtî, sererayî geryanên min di pertûkxaneyên rojhelat û rojava da û pirs û sehûsûyên min li gel kesên şareza û xwedî pêzanînan di jêderan da.
Mihemed Elî Ewnî di berdewamiya vê mijarê da diyar diket, ev kêmatiye ne tenê di pertûkxaneya erebî da heye, belkî di pertûkxaneya tirkî û farsî da rewş bi heman şêweye û pertûkên taybet bi kurdan û welatê wan têda nînin. Di encamp da digihîte wê baweriyê bi her tiştekê di jêderên cuda da derbareyî dîroka kurdan û cografya û neteweyê wan hatiye nivîsîn kom biket û têbînî û boçûnên xwe bidete digel da bi pertûkxaneya kurdî (El-mektebe el-kurdiye) nav biket û berhevîyan bo vî projeyî biket.
Demê Ewnî mijûlî berhevîyan bo karê amajepêkirî diket, ji nişkekêve li sala 1933ê kesek pertûkekê bi zimanê kurdî dîalêkta başûrê rojhelat bo dikete diyarî, ew pertûk (Xulaseyek ji Dîroka Kurd û Kurdistanê) bû. Demê pertûkê dixwînit pêve sersormayî dibît û bi ser wê çendê heldibit û ewa wî li ber bû encambidet, lewma dest ji projê xwe ber didet û kar di wergêrana pertûkê da diket û berî wergêranê jî kar di şarezabûnê di zimanê pertûkê, anku dîalêkta berbelav li bakûrê Iraqê (Kurdistana başûr) diket û di encamê hewl û bizaveka zorda di navbera 1935-1936ê pertûka (Xulaseyek ji Dîroka Kurd û Kurdistanê) werdigêrîte ser zimanê erebî û li sala 1939ê li jêr navê (خلاصة تاریخ الكرد و كردستان من اقدم العصور التاریخیة حتى الآن) li Qahîre çap diket. Eva di pertûkxaneya minda çapa duyê ya wê wergêranêye û sala 1961ê hatiye çapkirin.
Her di warê helsengandinê vê pertûkê ya fere penayê bibeyne ber helsengandina Dr Kemal Mezher demê di pesna (Xulaseyek ji Dîroka Kurd û Kurdistanê) da dibêjit: Di bergê êkê yê vî şakarê dîrokî da rûdanên here girîngên Kurdistanê ji kevintirîn serdemve bo me vedigêrit, boçûna zanayan û ya xwe jî li dor binyat û ziman û hijmar û welatê kurdan bo me şirove diket. Di vî berhemî da Emîn Zekî sitêrka xwe li gelek nîşanan girtiye û bi diurustî li nîşanê daye. Tenê bo nimûne bese li vêrê bêjim Emîn Zekî yekem kurd bûye merama rast û durusta peymana Sîver û armancên veşartiyên pişt wê peymanê desnîşankirîn. Ew peymana heta nivîsîna van peyvan jî gelek rewşenbîrên romantîk yên me bi bejna wê dibêjin. Guman têda nîne girîngtiirîn destkeftê vî berhemê mamosta Emîn Zekî şrovekirin û selmandina baweriya Minorskî ye derbareyî binyatê kurdan, roj li dûv rojê ew baweriya vî rojhelatinasê navdar pitir cihê xwe digirît.
Piştî 94 salan ji çap û belavkirina vê pertûkê bi zimanê kurdî, şeş carên dî li cihên cuda hatiye çapkirin, zêdebarî çapeka dîtir bi pîtên latînî li Stenbolê hatiye çapkirin. Çapa heftê ya vê pertûkê bi kurdî herdu bergên wê bi xweve digirît bi pêdaçûn û perawîz nivîsîna Dr. Husameddîn Neqşebendî, Dr. Zirar Sedîq Tofîq, Dr. Kozad Mihemed Ehmed û Sedîq Salih li sala 2020ê li Silêmaniyê hatiye çapkirin. Wergêrana erebiya pertûkê gelek carên dî li cihên cuda cuda hatiye çapkirin û li dûv zaniyariyên me pertûk hatiye wergêran bo herdu zimanên farsî û tirkî jî.
Li dawiyê herwek kiça wî (Sanihe Mihemed Emîn Zekî) di pesna wî da gotî, em jî dê bêjin: Jiyê xwe bo xizmeta gel û welatê xwe terxankirbû, mirovek bû bi hemû ramanên mirovayetiyê, di hemû deman da aram û xweragirtî bû, dijminê here sextê demarîgiriyê bû, bawerî bi wê çendê hebû ku zanist û zanîn çaktirîn rêke bo hişyarkirina gelan û destveanîna mafên wan(19).
Jêder û perawêz:
*Mehmûd Xakî: Kitêbfiroşekê hejar bû, nêzîkî berderikê seraya Silêmaniyê ber dîwarê berîda kevn pertûk difrotin, cihê wî cihê xirvebûn û dîdarên nivîskarên bajêrî bû. Sala 1947 li gundê Ebabeyilê yê Helebce ji malbatek hejar hatiye ser dinyayê, piştî çend salekan digel dayka xwe hatine Silêmaniyê dest bi xwendinê li hucreyan paşan li xwendingeha êvaran kiriye. Ji ber hejariyê dest bi kirêkariyê diket û paştir wek firoşiyarekê gerokê kovar û rojname û pertûkan kar diket, her di wî serdemî da naznava (Xakî) bo xwe jêdigirit. Paştir li ber dîwarê amajepêkirî cihê xwe diket û dest bi firotina pertûkan diket, digel karê firotina pertûkan gelek pertûkên kevn û belgenameyên siyasî û civakî yên nihênî parastibûn. Li dumahiya salên heştêyan li otêla Mîrza Hesen cihê niha yê çayxaney Şe’b qulaçkek bo kitêbfiroşiya xwe destketibû, mixabin di rûdaneka diltezn da li dawiya 1989 ji aliyê hindek kesên tundrevve dihête tîrorkirin û dezgehên emniyên Be’siyan dest bi ser kitêbxane û erşîfê wî da digirin disojin û talan dikin. Zaniyarî ji kak Ehmed Husên Ehmed 30-31/12/2024 bo min hinartine.
- محمد علی عونى، ترجمه حیاة العلامة محمد امین زكی، مقدمه خلاصة تاریخ الكرد و كردستان، الطبعه الثانیة، (یغداد – 1961)، ص Iv – x؛ دكتۆر كهمال مهزههر ئهحمهد، مێژوو، (یهغدا – 1983)، بپ 153 – 154.
- عهلائهدین سیجادى، سهرجهمى بهرههمى محهمهد ئهمین زهكى، ئامادهكردنى رهفیق سالح، (سلێمانى – 2005)، بپ 269.
- موسهدهق تۆڤى، دیرۆكا پهروهرده و فێركرنێ ل پارێزگهها دهۆكێ، بهرگێ ئێكێ، – 2022، بپ 42 – 47.
- ههردو ژێدهرێن ئێكێ
- دارا جمال غفور، محمد امین زكی و دوره السیاسی و الاداری فی العراق1924 – 1948، (السلیمانیه – 2008) ؛ عهلائهدین سیجادى، سهرجهمى بهرههمى محهمهد ئهمین زهكى، ئامادهكردنى رهفیق سالح، (سلێمانى – 2005)، بپ 271
- مجمد علی عونی، ههمان ژێدهر، بپ VIII
- عهلائهدین سیجادى، ژێدهرێ بهرێ، بپ 273.
- دكتۆر كهمال مهزههر، ژێدهرێ بهرێ، بپ 109
- محمد امین زكى، خلاصة تاریخ الكرد و كردستان، الطبعه الثانیة، (یغداد – 1961)، ص ح.
- دكتۆر كهمال مهزههر، ژێدهرێ بهرێ، بپ 160.
- محمد امین زكى، بپ ی.
- دكتۆر كهمال مهزههر، ژێدهرێ بهرێ، بپ 161.
- محمد امین زكى، ژێدهرێ بهرێ، بپ ی یا
- دارا جمال غفور، ژێدهرێ بهرێ، بپ 31 – 33.
- عهلائهدین سیجادى، ژێدهرێ بهرێ، بپ 269.
- مجمد علی عونی، ژێدهرێ بهرێ، بپ، ب
- مجمد علی عونی، ههمان ژێدهر، بپ ب – ج
- دكتۆر كهمال مهزههر، ژێدهرێ بهرێ، 162.
- الدكتور محمد علی الصویركی، معجم اعلام الكرد..، (السلیمانیه – 2005)، ص 585.