Ebdûlla Kovilî
Şareza di biyavê Asayîşê’da
Hevrikîya dewlet û pêkhatên siyasî kevnare, ew ligel peydabûna jîyanê durust bûyne û dê ya berdew jî be, çend mirovî hez û viyan û arezûyên kontrolkirnê hebin, alavên heviîkîyê jî, ji demekî bo demekî di hête guhorîn. Herwisa ji cihekî bo cihekê dî, Anku; bo her qonağekê; bername û alavên guncayî hene. Ew ailyê şarezabît di birêvebirin û kontrolkirna ewan bername û alavan da û bizanît serederyeke baş li gel biket, dê yê serkeftî bît û gehîte armancên xwe.
Navçeya Rojhilata Navin, Navçeyeke cografî ya sitratejî ya giringe li cîhanê, wê roleke mezin û berçav di dariştina bername û sîmayên sîyaseta navdewletî û herêmayetî ji alîyên cuda cuda heye, loma ew bi xwe hevrikîyê li gel hevdû dikin, zêdebarî; hez û bernamên dewletên zilhêz bo kontrolkirna evê navçeyê û bi rêvebirna wê li gor berjewendîyên xwe, wekû hevrikîya Safevî û Romanî li berî hizaran salan û hevrikîya Îranî û Osmanî, kû heya niha ji dewam dike.
Di dema bihorî’de, vê navçeyê çendîn guhorîn û rûdan bi xwe’ve dîtîne, wek; guhorîna hijmareke rijêmên siyasî yên desthilatdar û peydabûna girup û hêzên radîkal û guhorînên bineretî di şengiste û dîtin û têgehştina xelkê navçeyê’da, zêdebarî ew pêşkeftina zanistî û teknolojî ewa harîkar bo evan guhorîna û cihbicihkirna pirojeyên heyî.
Xwandineka bilez bo dîmenê sîyasî yê niha, dê gehîne wê çendê di şîyan da bît çend pirojeyên hevrik li navçeyê destnîşan bikeyn, ku bandoreka mezin li ser rewşê bi giştî heye û xudanên her Pirojeyakî bizavê dikin kontrola bêtir biken û berjewendîyên xwe bi parêzin û metirsîyan ji xwe dwûr bixen, hebûna xalên hevpişk di nêvbera evan pirojeyan da, wê ramanê nagehînît, ku nêzîkî hevin yan alayê spî bo hevdû biliind kirîye, belkû armancên ewan dixwazin nêzîkî hev bbin, ev piroje evene:
Pirojeya Îranî: Pirojeyake kevnare û piştbestinê li ser çend alavan diket. Gringtirîn alav tayfegerîya mezhebîye, ku bi rêka bikar anîna hêza zivir û nerm cihbicê diketn, di evan bîst salên bihorî’da, taybet piştî azadîya Îraqê li sala 2003ê, karî bi awayekê berçav berfireh bibît û kontrola Sûrîya, Lubnan, Îraq û Yemenê biket. Di bernama wan de bû li pêşerojê pitir berfireh bibît, belê ev Pirojeya toşî çendîn alingarîya bû, ku ji kuştina Qasim Sliêmanî û Mehdî Muhendis destpê dike, paşî kuştina çendîn serkirdeyên din û topbarankirna cihê milîşyatên ser bi Îranê ve, bi awayekê piraktîkî ev piroje kefte di kuneka tarî da piştî Tevgera Hemas wek hêzeka nêzîkî Îranê hêriş kirîye ser Îsraîlê li 7î Oktobera 2023ê û hijmareke kesan kuştin û hindek jî weku barmite girtin û şerî destpêkir, paşî rûdanên mezin durist bûn û Hizbullah şer li dijî Îsraîlê ragehand. Li gor pilaneka dariştî Îsmaîl Henîye li Îranê hat kuştin û Hesen Nesrullah Emîndarê Hizbullah li Lubnanê hate kuşti û roj bi roj sitêra vî pirojeyî ber bi avabûnêve çû, taybet piştî nemana rijêma Beşar Esedî li Sûrîyê li 8î Kanûna Êkê ya 2024ê.
Niha Îran ya hemî bizava diket hindira xwe bi parêzît û rijêma wê bimînît û nûke ya amadaye desta ji hemî guropên nêzîkî xwe berdet. Herwisa duristkirna çekê Etomî paş bêxît yan bi êkcarî desta jê berdet, rewşa vî pirojeyî ber bi xirabtir diçît, taybet piştî gef li Îraqê hatîne kirn Bereyê Muqawema Îslamî û Heşda Şe’bî ne hêlît û xwe ji bin kontrola sîyaseta Îranê qurtal bike, rewşa pirojeyî ber bi lawazbûnê’ve di çît, belê dûr nîne di demekê nêzîk’da careka din ber bi bihêzbûnêve bi çît, dema berjewedîyên navdewletî bixwazin.
Pirojeya Tirkî: Pirojeyakê kevn û berdewam di hevrîkiyê daye, taybet li gel pirojeyê Îranî û xewna bi serdemê dewleta Osmanî ve di bîne û bizavê dike bi rêkên zivir û nerim kontirola navçeyê bike û hejmûna xwe bi sepînît û bername û sitratîjîyên domddar hene bo bi gehştina evê armancê. Li heyva 11,ya 2024ê lawazbûna rijêma Esedî li Sûrîyê bi delîve dît û di demekê kurt da bi hemî rêka piştevanîya guropên nêzîkî xwe kir, Anku çend roja evan guropa kontirola Dîmeşqa paytext kir û hukûmeteka demkî damezrandin û dûmahîk bi hejmûna Îranê û Rûsya li Sûryayê îna. Demê bajêrê Helebê ji layê ewan guropa ve hatîye kontirolkirin, ragehandina Tirkî dîyar kir piştî Helebê; geha Mûsil û Kerkûkê ye.
Rewşa vê pirojeyî ber bi baştir di çît û roja wî geştir di bît, taybet wesa di hête hizirkirin, ku nêzîkîyeka baş hebît li gel pirojeyê Emrîkî û piştevanîya hevdû diken, belê xala cihê rawestîyanê di vî pirojey’da, ewe ku hizra wî Îslameka Îxwanî ye bi hevpişkî li gel dewleta Qeter bi dîtina Rojava, eve cihê metirsîyê’ye û nuke bizav di hête kirin ku giringîyê bi Erebistana Siûdiyê, Îmarat û Misrê bi den bo sinurdarkirna pirojeyê Tirkî, anku ev piroje negehîte hemî armancên wan bo xwe dariştîn.
Pirojeya Îsraîlî: Pirojeyakê girêdayî duristbûna dewleta Îsraîlê’ye li sala 1948ê, ku ji Nîlî heta Firatî ye, berdewam li gel dewletên derdor û Îranê di hevrikîyê daye, ji berku ev dewlete wî bi kîyanekê havî li qelem di den û peywendîyên aşkira li gel nînin û di ragehandinên xweda berdewam hêrişî Îsraîliê diken, raste hizra berfrehbûnê heye, belê eve çend sal bûn, bi tinê di qonaxa bergirîyê da bû, bizav dikirin bi rêka givaştinên nêvdewletî; bi taybet Emrîka û Ewropa, peywendîyên xwe asayî biket li gel van dewletan û bi tinê sinorên xwe li gel Lubnan û Xeze di parastin, belê piştî rûdanên 7î Oktobera 2023ê, ev bîrukeye hate guhorîn bo berfrehbûnê û dest bi hêrişkirnê kir li Xeze û Lubnanê, bi harîkarîya pêzanînên hewalgêrî şîya armancên mezin bi cih bînît û bizava Hamas û Hizbullah pir lawaz biket û mercên xwe bisepînît bo ragehandina agirbestê. Piştî keftina Beşar Esedî, şîya robereke mezin kontrol biket û gef û metirsîya ji xwe dûr biket û navçeyka aram li pişt sinurê xwe durist biket û Emrîka û Ewropa piştevanên bi hêzn bo evî pirojeyî û geşekirna wî û bergirîyeka kêm wêne jê diken.
Pirojeya Emrîkî: Pirojeyakê nêvdewletî û karîger û bihêze, pirojeyê parastina berjewendîyên Emrîkane, ji berku berovajî pirojeyên dî yê bê erde li navçeyê û bi tinê dewlet û guropên nêzîkî xwe hene, belku bihêztirîn Pirojeya li deverê û piraniya pirojeyên navçeyê hêza xwe ji vî pirojey werdigrin demê berjewendîyên herdû pirojeyan cot di bin. Ev piroje alavên zivir û nerm bikar dî nît, belê pitir piştbestnê li ser hêzê diket û weku hêza êkanê li cîhanê xwe dîyar diket. Pirojeya Emrîkî hijmareka hêlên sor hene, nabît çi kes û alî nêzîk bibin yan bi bine gef û metirsî li ser evan hêlan û ji ewan jî:
Ewlehîya Dewleta Îsraîlê: Ya xuya ye ku Emrîka, Îsraîlê bi dewleteka pir nêzîkî xwe di danît li navçeyê û bi kûratîya xwe ya sitratîjî ji alîyê sîyasî û leşkirî û abûrîve di zanît û hemî dema ya amadeye bergirîyê jê biket b rêkên yasayî û leşkirî û sîyasî û bizavê diket bi rêka asayîkirna peywendîyên wê li gel dewletên Erebî, gef û metirsîya li ser ne hêliît. Dîyare demê pirojeyê Îranî bûye gefeka rasteqîne li ser Îsraîlê, hizir li sinordarkirin û lawazkirna wê hate kirin û hate cêbecêkirin, bi kurtî her dewletek yan grûp bibîte metirsî li ser êwlehîya Îsraîlê, dê bo Emrîka bîte armanc.
Ewlehîya Petrolê: Goman têda nîne, ku hjmareka kompanîyên Emrîka yên taybet bi derêxistin û veguhastina petrolê di navçeyê’da hene, bo bihêzkirna pirojeyê Emrîkî û abûrê wê kar diken, her kes û layenê bibîte gef li ser babetê petrolê û kompanîyên Emrîkî, dê bo Emrîka bîte armanc û dê hêzê bi dijî wan bikar înît.
Şerê Tîrorê: Egerê serekî û aşkira bo hebûna Emrîka li deverê, şerê dijî tîrorê ye û bi taybet Daîş. Loma bi çi şêwaza rêkê nadet ev grûpên tîrorî geşê biken taybet piştî êrişa tîrorî li ser Emrîka li 11ê Îlona 2001ê, armanc girtina tewerên bazirganîya cîhanî. Emrîka pilanek darişt li bin navê bo parastina ewlehîya hundir li Emrîka, pêdvîye şerê tîrorê li derveyî Emrîka bihête kirin û li Efganîstan û Îraqê destpêkir û her layenekê piştevanyîya grûpên tîrorî biket li navçeyê, dê bîte armanc bo Emrîka, berovajî evê çendê her layenekê şerî dijî tîrorê biket bi hevalbend û nêzîkî xwe di danît, bê goman ev prensîpe li dûv berjewedîyên Emrîka dihête guhorîn.
Ewlehîya Bazirganîya Cîhanî di Deryay’da: Anku pêdvîye çi metirsî li ser bazirganîya cîhanî nebin û bi azadane hatinûçûna barhelgira li derya bi hête kirin, her grûpekê bi bîte gef li ser bizava bazirganî, dê bîte armanca Emrîka bi hevpişkî li gel layenên dî bi taybet Berîtanîya.
Sinordarkirna Çînê: Dîyare hevrikîyeka ne ragehandî di navbera Emrîka û Çînê da heye, taybet di layê abûrî da, her êk bizavê diketn hejmona xwe pitir bi sepînît li ser navçeyê û her layenekê xwe nîzîkî Çînê biket û girêbestên abûrî û zanistî l gel mor biketin, dê bîte armanc bo Emrîka û rêkê nadet Çîn şûn pên xwe li navçeyê biket.
Pirojeyê Berîtanîya: Her çende Berîtanîya û Emrîka gelek di nêzîkin di pirojên xwe da li navçeyê, belkû Berîtanîya bi pilan darêjerê pirojeyî dihête nîyasîn, Emrîka cîbecêkare, belê Berîtanîya jî pirojeyê xwe heye û taybet xwe bi xudana navçeyê dizanît, nexasme piştî şerê cîhanî yê êkê û navçeya parçekirî li gel Firensa, weku hêzeka serekî xwe di hevpeymanan da di bînît bo şerê tîrorê û karîgerîyeka mezin heye bo parastina berjewendîyên xwe, evî pirojeyî sîyaseteka negor heye li gel dewletên navçeyê.
Pirojeya Çînî: Weku hêzeka abûrî û zanistî hatîye meydana hevrîkîyê li gel pirojeyên dî, pitir j layenê leşkirî û bi rêka kompanîyan û morkirna girêbestên domdirêj, hewil didet kontrola navçeyê biket û hejmona xwe bi sepînît û navçeyê wek bazarekê serekî bo berhemên xwe dirust biket, ev piroje yê nûye li navçeyê, her çende hevrikîya wî ya kevne li gel pirojeyên dî, belê li navçeyên dî ne li navçeya me.
Pirojeya Êketîya Ewropî: Hijmareka dewletên mezin û karîgerin, bi taybet Frensa û Elmanya xudan piroje û bername ne di navçeyê’da , sîyaseta xwe heye bo kontrolkirna navçeyê û amrazên xwe hene û di çarçûvê hevpeymanan’da rolê xwe di gêrin.
Pirojeyê Rûsî: Ev Pirojeyê dîrokîye li cîhanî û berdewamîya pirojeyê Êketîya Sovyêta berê ye û kartêkirna xwe hebû wek piştevanek û hevalbendekê serekî bo pirojeyê Îranî, belê piştî nemana rijêma Beşar Esedî li Sûryê û lawazbûna Îranê li navçeyê û mijûlbûna Rûsya bi şerê Ukrayna ve, rol û pêgehê evî pirojeyî pir lawaz bûye, belê pitir karîgerîya xwe li ser Ewropa heye, bi taybet ji layê abûrî û tehnê ve.
Pirojeya Kurdistanî: Pirojeya avakirina dewleta Kurdistanê ye, Pirojeyake dîrokî û mafê çarenivîse’ye, ji ber ku hemî mercên pêdvî wekû; ax, gel û desthilat hene, çend caran bizav hatine kirin û dewlet hatiye ragihandin, belê ji ber lawaziya piştvaniya derve û ne guncaniya avakirina dewleta Kurdistanî li gel berjewendiyên dewletên serdest, pilan hatine dariştin û rêkeftin hatine kirin bo helweşandin û jinavbirinê, zêdebarî ne êkrêziya navxwe, belê gelê Kurdistanê xudan îradeka bi hêze û çi caran dest ji mafên xwe yên rewa bernedaye û alayê spî bilind nekiriye û bilind naketin, hemî dema li delîvên guncayî diger hît bo bidestve înana mafên xwe yên yasayî û grîntî biket.
Bi dîtina me; pêdvîye serkirdaretiya siyasiya gelê Kurdistanê, evan guhorînên li navçeyê dirust bûyn û çend piroje bi hêz keftin û hindek lawaz bûyn, bi delîveyeka zêrîn bizanit û bizavê bidet destvala ji evê kêş û vekêşî dernekevît û mafên xwe misoger biketın, ev çende dê bi evan xala hête kirin:
Xala Êkê: Êkrêziya xelkê Kurdistanê, ku bi hemî bîrûboçûn û rengan û navçeyan, bibine êk helwîst û êk biryar, di noke da pêngav û destpêşxeriyên cenabê serok Mesûd Barzanî bo êkrêziya mala Kurdistanî, cihê dilxoşî û şanaziya her kurdekî ye li cîhanê û kombûna cenabê wî li gel Mezlûm Ebdî Kobanî li Hewlêra paytext li 16î Kanûna Dûwê ya 2025ê rengvedan û dengvedaneka mezin li dûv xwe hêlaye û bûye cihê omêda xelkî, ku em li ber derazînka paşerojeka geşin bo gelê Kurdistanê.
Xala dûyê: Serkirdaretiya sîyasiya Kurdistanê, xwandineka kûr û hûr û jîrane bo evro û subehî hebit û helsengandineka zanistî û dirust bo belansa hêzên lii navçeyê biket li dûv berjewendiyên xwe yên guncayî biryarê biden, neku li dûv hez û viyana, ji ber ku cîhana evro cîhana parastina berjewendaye û her nêzîkbûnek ji her pirojekî li dûv rêkeftineka mukûm bît û dê çend berjewendiyên Kurdistanê parêzin, ji ber ku roli û pêgehê Kurdistanê yê diyar û berçave û çi piroje neşên desta jê berden.
Xala Siyê: Li Herêma Kurdistanê liez lii pêkînana hikumetê bihêne kirin lii dûv encamên helibijartinên 20/10/2024ê hatine kirin û rêkeftin lii ser bername û stratîjiyeteka bi hêz û guncayî bihête kirin û dabeşkirina postên wezarî nebine egerê gîrobûnê ji ber ku rûdan biliezin û çaverêy me nabin.
Pirojeya Kurdistanî, Pirojeyakê grîng û bi senge, delîveka zêrîne, herwesa lawazbûna Pirojeyekî; evroke ewê çendê nagehînit, ku dê berdevam yê lawaz bît û bo yê bi hêz jî heman bîrokeye. Raste; her Pirojeyek dê bizavê ket pitir mana xwe bi parêzît û destkefta bi dest bêxît çi rastewxwe yan nerastewxwe
Hîviyên me di geşin û nêzîke dê roja Kurdistanê helît û gelê me dê bi maf û dewleta serbixweya Kurdistanê şad bît û rolê xwe yê sirûştî di avakirina şaristanîyetê û xizmeta mirovayetiyê da gêrît.