Fiŗîneka sernișîv Di zimané (çarînên) Baba Tahirê Hemedanî da

Dr. EH‌BDULREH‌HMAN Mizûri

 

Derok:

Gengeșe li ser nifșê Hozanvan Baba Tahirê Hemedanî heye. Hozanvanekê Kurde, Loŗe, Farise, Tirke.. Ewî çarînên Xwe) ruba’iyatên Xwe), bi çi ziman vehandine? Ew çarîn çawan hatine nivîsîn û çapkirin, eger bi Kurdî bin, ew çi Kurdî ye û Zaravê kîș Kurdaye..? Ev vekolîne li pey ber û minên Xwe, dê bersiva van pirsan bide.

Kurtîya jîyana Hozanvanî:

Hozanvan di çarînên Xwe da basî Hemedan, çîyayê Elwend, bajêŗkê Tûserkan, Şîraz, Mîmend.. krîye. çîyayê Elwend di kevîte Jêrîya bajêŗê Hemedan û Hozanvanî gelek bîrhatin di gel da hene) Hemîdî,1376ș, b12). Tûserkan di kevîte Jêrîya astana Hemedan, robarê Gamasîab li Jêrîya astanê ye û ber bi rojhelat diçît. Gamasîab çîyayên) girîn) dizêt û Bajêŗkê Nehawend li sere, di ŗêjîte robarê Seymire û Kerxe)Müller, 2004, p. 109). bila dlber j çîyayê ) Elwend) rondikên min li gișt dnê, belavket:

Eșkî xwenîn pașim, ez rahê Elwend

Ta   kî  dilber  bi payeș  berfișanî

(Meqsud, 1354ș, b13)

Gelek bajêŗk Bi navê (Mîmend) li Îranê û derveî Îranê hene wek: Mîmenda Kerman, Mîmenda Yasuc, Mîmenda Faris, Mîmenda feyruzabad, Mîmenda Babik.. Mîmenda Xezne li Efxansitan. ji Ber navdêrîya Hesenê Mîmendî, serokwezîrên dewleta Xeznewî di Serdemê soltan Mehmûd û kuŗê wî Mesod da, di Sedsalî yên dehê û heta dwazdê zayînî da, lewan ew (Mîmend) ji hemîyan bejinbilnidtir û navdartire )Yarshater, 1985, Vol. 1, p. 650 – 652).

Gîrem berser nehî (Elwend û Mîmend)

Ne mîwazem  xuda zunî, te zunî/zanî

   (Heron – Allen, 1902, p. 51)

 

 Mu  an  (Espîde  bazim  Hemedanî)

Lane  der   kuh  dîrem  der  nîhanî

Bi balî Xod piŗim (fiŗim) kuhan be kuhan

Bi çengê   Xod   kirim   nexçîrewanî

          (Heron – Allen, 1902, p. 66)

Sofîyatî ya hozanvanî ji çarînên wî dîyare. ew dibêjê:

Bi sehra Bingerem  sehra te bînem

Bi derîya   Bingerem  derîya  te bînem

Bi herca bingerem kuh û der û deșt

Nîșan ez qametî Reinay te bînem

(Meqsud, 1354ș, bi 130  dehmen: 3)

 

Li deștan û çîya, bîyaban û vîyapan û kêrîya, erdî û Esmanî û derîya.. temașakim û Binêŗim, li gișt cihan her te dibînim, te! )eînma tulua fsm ûce alle. albqre: 115).

Hozanvan dibêjê:

Bi her (elfê) (elîf) qeddê berayed

(elîf) qeddim kî der (elîf) amedestim

     (‌‌Heron – Allen, 1902, p. 39)

Her hizar Salan bejin bilindek (elîf qeddê) peyda dibît, Di vê (elf)ê da, di vê hizarê da ezê peydabîm !

Li gor jêderan, Baba Tahir di Sedsalîya dehê da jîyaye, lê dehê zayînî! neber eqle sofyekê musilman jîyê Xwe bi Salên zayînî (ne yên mșextî!) dîyarket û binvîsît. lewan ev çarîna dawî yê, bereqil ne Ji Vehandina Baba Tahirî ye!. piștî mirna Hozanvanî kesekê nêzî wî,  kesekê șarezayê jîyana wî, bo vehandî ye. raste hozanvan di Sedsalîya dehê zayînî da, di nêvbera 345  410 mșextî da/956  1019Zayînî da jîyaye û ew mîna mêjûvan Hîdaye‌tî Qulîxan nivîsî sala 410k/1019z çûye ber dilovanîya Xudê (Hîdayet, 1381ș, c1 q2 b1198). Lewan çîroka çavpêketina wî ) anko Tahirî), ligel Soltan Tuxril kuŗê Mîkaîlê Selcoqî di salên 447  450 mișextî da, mîna di hinek jêderan da hatî (Ebdillahî, 1362ș, bi neh . qimșeay, 1377ș, b13) çi rastîya mêjûyî, bonîne!

Di Jêderan da Elî Muhemed Azad Hemedanî nivêsîye: Baba Tahir șevekê li mizgefta mezina Hemedané nivistîye, sipêdê gutîye: Emsît’ Kurdîya û esbeht’ Erbîya (dstgirdî, 1369ș, b74). Anko ez êvarî Kurdekê sade bûm, sipêdê di zimané Eerebî da șereza bûm! ev axiftnejîj rastîyê valaye, ji ber:

  1. A) Mueîn aldîn cnîd bin mhmudê Şérazî, sala 791z mirîye ,çîrokeka hosa vedigêŗê û di dete pal șêx Ebdillahê Baboyî (camî, 1858, c1 b392). anko ev çîroke ji (Baba Tahir) kevintire.
  2. Altadfî Muhemed bin Yehya lhelebî, xudanê pertûka: Qilad alciwahir.., ev çîroke daye pal sofîyê Kurd Ebu alwefay AlKurdî (Bercesê kuŗê Kakeweîs). Ebu alwefay sala 1107z mirîye, anko di Sedsalîya yazdê zayînî da jîyaye (altadfî, 1956, b80 81).
  • Hozanvanê navdêr Celal Aladînê Belxiyê Romî (1207 1273z) jî, di pêșehîya pișka êkê ya (mesnewî) da, vê çîrokê didete Pal murîdê xwe yê Kurdê Ormîyê Hisamaldîn Hesen bin Mihemed Alarmwî.

Anko bi diristî xudanê vê hevukê nahête nîyasîn. Babet pêdivî pêtir peyçûn û vekolînê ye.

Ziman û zaravê Baba Tahir:

Bi hizira dr. cewad Meqsud, Xudanê pertûka: șerih û ehual û asar û dubîthay Baba Tahir Orîyan, zaravê Baba Tahir zaravê devera wî ye, Hemedanê ye, zaravê Loŗî ye (Meqsud, 1354ș, b38). Seeîd xanê Kurdstanî dibêjê zaravê wî, zaravê tîreya Ehlêheq e /Eelîallhî ye, zaravê Guranî ye (Kurdstanî, 1927, b40). Baba Tahir (dîr) li șûna) dûr), (mîkero) li șûna (mîkuned), (dîrem) li șûna (darem), wacî, wago, bigo … nivêsîne, pêtir zaravê Guranîye. di rêzkên dahatî da dê pêtir șerezayî zaravê Guranî yê Kurdî bîn.

Geŗukê Ferensî Du Gobineau di pertûka xwe da (sêSalan li asîya) nivêsîye: Ji Sofyên navdêrên ehlêheq* Baba Tahirê Hemedanî û xweha wî bîbî fatme bûn (Du Gobineauu, 1383ș, b167). Mixabin xelkî gelek (çarîn/ruba’iyat) bo Baba Tahirî vehandîne û çêkrîne! Tahirê sofiyê rê ya Ehlêheq, nivêserekî kirîye șîe ji Tîra (diwazde Îmaman) dibêjê:

ez an ruzî ke mara afrîdî

Bixîr ez mesyet çîzî nedîdî

Xudawenda Biheq (heșt û çar)t

Zimu biguzer șitir dîdî ne dîdî

     (Meqsud, 1354ș, b61)

 

Xelkekî peyvên wî yên Kurdî, kirîne: Farisî, Erebî, Tirkî, Loŗî … hindî çapên (çarînên) wî, kevntrbin rasttrn! anko peyvén Kurdyên )çarînên) wî, dreng hatîne guhoŗîn û Farisîkrn.Nhu )pênc) çapên cudayên ûan li berdestê minn. kesekêXweberpeŗekê sêuyê destnivîsên )çarînêNûî) Di gel da BelavnekrYye!lewan bereql nahez û XudaN kîn, bi keîfaXwe, di Nav da leîztîne. di Ser Hndê ra ji ziman (Hemedanî) Kurdî difiŗît! Mîna dê bome ji vekolînê Xweya Bît.

Madem me basî destnivîsên çarînên (Hemedanî) kir, delîveye bêjim tinê (du) berpeŗ ji destnivîseka çarînên wî, li ba vekolerê Englîz Edward Heron Allen dest me ketîye. ne navê nivêserî û ne Sala nivîsînê li sere. mînakê wan herdu berpeŗan hêja Micitbî Mînewî di kovara: danișkedey adebîyat Tehran da, hijmar: 2,sala: 4, 1335ș belavkirîne. Dê careka din, bo weyên hêja di gel vê gutarê da, belavkîn.

Du) berpeŗ ji (çarînên) Hemedanî, desnvîsa Edward H., Allen

Hizirke ji (pênc) Pertûkên çarînên wî yên çapkirî yên niho li ber destê min, (sê) yan nasnavê Hozanvanî danaye (Urîyan!) bê (Hemedanî)! Hozanvanî bi Devê Xwe gotîye: Muan Espîde bazim Hemedanî! Ez ew bazê sipî yê Hemedanim. Boçî wan (sê)yan Xwe ji navê (Hemedanî) parastî ye û Ji navê (Hemedanî) revîne? Çimkî (Hemedan) bajêŗekê mêjûî yê Kurda bû û yê Kurdaye, paîtextê dewleta Mîdîya Kurdî bû, evro jî Kurd têda maîne. Ewan divê Baba Tahir bikine (urîyan), bikine (Loŗ), bikine (Efxan)! … giring ewe Kurd nebît.

Ji Vekolînê dîyar dibît zaravê Baba Tahirê Hemedanî Kurdî ye, zaravê Loŗî jî bît, her Kurdî ye, çewan? mêjûvan û cugirafînasê navdêr Mesodî, Elî bin Alhuseyn (896  957z) di sedsalîya dehê Zayînî da, Berî peydabûna hizira netewayetî! di pertûka Xwe: Altenbiye û alîșraf da, Loŗ bi Kurd li qelem dayne, (allurîye, allurîye. b89 , 89  dehmen:A). Navê wan di gel xêlên dinên Kurd wek: Curqan, Gawan, Celalî, Kîkî, Hezbanî, Sebzan, Îgarî û .. gelekên din anîye. Deverên zomên wan Jî wîlayetên Faris, Kerman, Sîstan, Xurésan, Esfehan, devera Alcibal, Hemedan, Şehrezor, Derabad .. h9jmartîne (Mesudî, 1893, b89 .Almeseudî, 1365ș, b84  85).

Cugrafînas Ebin Hewqelê Nisêbînî, her di sedsalîya dehê Zayînî da jîyaye (912  977z) hevçaxê (Mesodî) û Hinek bi Jîyê Xwe, biçûktir. Dîsan Berî peydabûna hizira Netewayetî! ewî jî(Loŗ) bi Kurd li qelem dayne. Basé çîyayên Kurdan jî dikit û dibêjê: ew çîya tijî Kurdên Hemîdî, Loŗî/larî, Hezbanî, Şehrezûrî û Suhrewerdî ne.. (Ebin Huqil, 1939, c2 b370  371).

Ji Bîr nekîn (Loŗ) navekê giștîye û dara serekîye: xêlên Bextîyarî, Kuhgîloye, Mamsinî, Biwêr Ehmedî, Lekî, Feylî, Birucerdî, Nehawendî … Gișt tak û çiqên wê darêne (ruz, 1373ș, b35. biharund, 1393ș, b52). Cihên van xêlan ji Jêrîya astanên Kirmanșah û Hemedan beref Jêr dibin, heta di Gehne Jêrîya Ebadan û benderê delam/Delem li serkendavê Erebî (biharund, 1393ș, 85).

Şerefxanê Bedlîsî di sedsalîya șazdê zayînî da (1543  1599z), Farisîzan û şarezayê huner, ax û avedanîya Farisî bû. Dîsan berî peydabûna hizira netewayetî!

Loŗ bi Kurd li qelem dayne, sinûrên Kurdstanê jî heta derbendê Hurmiz kêșayne (Albedlîsî, 1958, c1 b12). bedlîsî ron û așkera nivêsîye: ebtidaî wîlaît Kurdstan ez Hirmzast (bdlîsî, 1840, b13).

Geŗokê Osmanlî Ewlîya Çelebî di Sedsalîya hevdê da (1611  1682z) li Kurdstanê geŗîyaye, di Pertûka Xwe da (Sîyahetnamesî), dîsan berî peydabûna hizira Netewayetî! hosa basî Kurdstanê dike: dirêjîya Kurdstanê ji wîlayeta Erzeŗomê, Wanê (Hekarî), Cizîra Botan, Mûsil, Herîr, Şehrezûr, Erdelan (Rojhelatê Bexda), Derne, Derteng, heta kendavê Besra (anko kendavê Erebî) pêkdihêt, bi heftê qûnaxan dhête Biŗîn (Chelebi, 2001, Cilt. 4, p. 56). dr. E‌bdulla Xefûr li pey gotina Ewlîya Çelebî, xerîta Kurdstanê kêșaye û belavkrîye (Xefûr, 2005, b52).

Me gotî berî peydabûna hizira netewayetî. çimkî pêtirîya vekoleran li wê hizirê ne, hizira netewayetî piștî șoŗeșa ferensî Sala 1789z, anko di sedsalîya hejdê Zayînî da peyda bûye) Baycroft, 1998, p. 56).

Li pey vekolîna dr. Fuad He‌meXurșîd, zimané Kurdî krîye (çar) pișk, hosa:

  1. kirmancîya jorî: zaravên Hekarî, Bayezîdî, Botanî, Şemdînanî, Behdînanî, rojava .. vedigirît.
  2. kirmancîya naverast: zaravên Mukrîyanî, Soranî, Erdelanî, Silêmanî, Germîyanî ..Vedgirît.

C .kirmancîya jêrî: zaravîn Loŗî, Bextîyarî, Mamsanî, Kuhgîloye, Lekî, Kelhoŗî ..Vedgirît.

  1. Goranî: zaravîn Hewramî, Bacilanî, Şebekî, Zazayî ..Vedgirît. (Xurșîd, 2005, b17). Bereqil vekolîna dr. Fwad geleka zanistî û ketwarî ye/ waqieî ye.

Devera zaravê Goranî dikevîte di nav devera kirmancî ya naverast da, her ji jêrîya xîça xeyalî ya robarê Sîrwan (Dîyala) û rojhelatê Kermanșah pêkve girêdidit. heta dûmahîya hebûna Hewramîyan li Iraqê û Iranê, ji alîyê Jorîve. Ji rojavayê robarê Sîrwan dirêj dibît, heta dumahîya rojHelatê astana Kermanșah. zaravê Zaza, ew jî zaravekê Goranî ye, devera dersîm digirît )XweRșîd, 2005, b30).

Boçî devera zaravê Goranî? çimkî Hemedan, Tûserkan, çîyayê Elwend, Robarê Gamasî, Melaîr, Nehawend .. ew deverin Baba Tahir têda jîyayî û Navên zorbeyan di çarînên wî da hatîne. Lewŗa bereqil (Hemedanî) çarînên Xwe di esil da, bi zaravê Goranyê Kurdî vehandîne.

Peyvén Kurdî di çarînên Hozanvanî da:

  1. Me bizav krîye bizanîn peyva Kurdî ya me (ji çarînan) helbijartî, ji kîș zaravê Kurdî ye. beramber zaravan me ev (pîte) danaîne: Hewramî (H) ,Soranî (S), Feylî (F), Şebekî (ș), peyva me nezanî ji kîș zaravî ye, me amaje daye dîwanên peyv têda hatî, dîwan (D).
  2. Her peyveka Kurdîya hevpșk di gel Farisî da, ku mișe û gelekin, me piștguhve havêtîye, da nebêjn Farisî ye.
  3. me bizavkirîye peyvan li goŗ elîf bêtkên Erebî rêzbend, bikeîn.
  4. peyv di dîwanê da ducarî û Sêcarî bûyne, me xwastîye carekê yan duyan .. ne zêdetr, destnîșan bikîn.

Evên jêrî ew peyvin, ewên me helbijartîn, herçend di Heman malkên me bijartîn da, hê peyvén Kurdî hene, mebi piștguhve havêtin. Kurd dibêjin: (Miștê nimûNney xerwarêkin).

Awe(s): li șûna (ab) ya Farisî (șewanim awe ez çeșman Birîcî. Meqsud, 1354ș, b165. Ebdallahî, 1362ș, b67).

Acirîn (d): Agirîn, li șûna azirîn û atșîn ya Farisî. (mu an acrîn murxê kî fî alhal, Bisucim/bisojim alemê ger ber zenim bal. Meqsud, 1354ș, b165).

Birîcî (d): biŗêjî.(șewanim awe ez çeșman Birîcî. ya ez dêwanegî bu ya zigêcî/jgêjî. Meqsud, 1354ș, b165.- Allen, 1902, p. 39  Heron).

Bisucî, bisucim, bisucîm (d): bisojî, bisojim, bisojîm (çe fermaî bisucî ya bisucim, felek ra cumle sertapa bisucim. Meqsud, 1354ș, b121, Meqsud/aștîyanî b920 . bure yekdem binalêm û bisucîm, ez an rwê kî herdu tire rucîm, Meqsud, b133).

Bișim(d): biçim. (bișim ez hacîyanî hec bipeyim, kî în dîrî bese ya dîrtir șim? Heron – Allen, 1902, p. 61).

Bwer(k): were. (Biwer ruzê kî dîdarî te wînem, gul û Sunbul zi dîdarî te çînem. Meqsud, 1354ș, b131  dehmen: 2).

Biwre(ș,d): bi cihgoŗka peyvan metathesis ankoya wê her: biwer, were. (Biwer yekdem binalîm û bisucîm, nebu cuz derd û xem yek emirê Rucîm. Meqsud, 1354ș, b133).

Bînem(k): te dibînm (bi sehra bingerem sehra te bînem, bi derîya bingerem derîya te bînem. Meqsud, 1354ș, b130  dehmen: 2. Ebdallahî, 1362ș, b21).

Te(k): tu (Xwe dazano kî cuz te der serim neyî, bi cuz zikrê te neyî wer Zuanim. Meqsud/aștîyanî, 1354ș, b922).

Teyî(k): tuyî (alale kuhsaranim teyî, binefșe cu kinaranim teyî, omêdî ruzgaranim teyî. Ebdallahî, 1362ș, b10).

Te wînem, te wînen(d): te dibînim, te dibînin (xeyalî xet û Xalit der șebê tar, kî te wînem cemalit der șebê tar. Meqsud/aștîyanî, 1354ș, b918.Xweșa anan kî her șaman te wînen, suxen wa tekirin wate nișînen, Meqsud, 1354ș, b107. Ebdallahî, 1362ș, b7).

Çiŗa?(k): çima, boçî? (Buaçî çiŗa te bê qerarî? meger perwerdeyê badî biharî? Meqsud, 1354ș, b167).

Rîçe(d), Rîje(k): rêjtin, diŗêje (dilê așiq mîsalê çubî teŗbê, serê suce serê Xûna be rîçe. Heron – Allen, 1902, p. 45. , Qmșeaî, 1377ș, b46. Zi çeșmanit ez an Xûna be rîje,  mebu kî zi Xûnî dil Sîlawe Rîje. Meqsud, 1354ș, b921).

Ziwanim, zune, zunî(h, f): zimanim, zubanim. dizane. zanî (Xuda zanu kî cuz te serim neyî, bi cuz zikrê te neyî werd ziwanim. Meqsud/aștîyanî, 1354ș, 922.Xuda zune kî der dunyayî fanî, bixeîrî eșiqê te, karê nedarem. Ebdallahî, 1362ș, b83 .te zunî bimu çare bîyamuz, kî în tîre șewan (tarî șevan) bakêkirim roj. Meqsud, 1354ș, b115  dehmen: 3. Ebdallahî, 1362ș, b14).

Sote(k): sotin. Bi Farisî: suze, suzandin (mu ez sote dilanim çun nenalim?, mu kî dûr ez gulanim çun nenalim?. Qmșeaî, 1377ș, b44. Meqsud, 1354ș, b127  dehmen: 5).

Suce(d): soje, bi Farisî suze (dilit ey sengdil berma ne suce, der ateș çupî teŗ tenha ne suce! Hern – Allen, 1902, p. 44 . Qmșeaî, 1377ș, b32).

Sîlawe(s): sulav , li șûna (sîlab) ya Farisî (dilê darem zișewqit penceyê Xûn, mebu kîze Xûnî dil sîlawe rîje. Meqsud/aștîyanî 1354ș, b921).

Şew, șew û roj (s): li șûna șeb û șeb û ruz bi Farisî (șew û roj ez fîraqit naleyî mu, çu ahê bênewayan bê eser bê. Meqsud, 1354ș, b156  dehmen: 2. Ebdallahî, 1362ș, b59).

Şewanim, șew û roc, șew û rocim .. Di Dîwanê da mișene, bi hizira min ev nimûne besin.

Gur(k): li șûna (Gurg) ya Farisî, me gurk jî heye û (gur) saf Kurdî ya Bakor û Rojavaye (eger șîrê eger bebirê eger Gur, serencamit biwed cayê der te gur. Qimșeaî, 1377ș, b66. Ebdallahî, 1362ș, b78).

Gunehkero (ș, k): gunehker, gunehkar (guneh çeșmun keru dil mubtelaye, çe zanu/ çi zane dl kî Xuban der kucaye? Meqsud, 1354ș, b155  dehmen: 1).

Gîrem(s): migirtî (gîrem ranî gîrem Xu anî te zanî, Gîrem axir bisucanî/ bisojanî te zanî. gîrem ber sernehî Elwend û Mîmend, hemî waçem/ dibêjim Xuda zanî, te zanî. Meqsud, 1354ș, b169  dehmen: 6, 7. Ebdallahî, 1362ș, b51).

nezanend/ nezanend, nezunstem/ nezunistem, nezunî/ nezunî(d): nizanin, nezanin, nezanî (Xușa anan kî ten ez can nezanend, ji Canan can ji Can canan nezanend. Meqsud, 1354ș, b107  dehmen: 1, 3 . Nezunî ey felek kî mustemendim, çun rșteê mu bi samant bbendm. Ebdallahî, 1362ș, b29. Nezunistim kî șertî bendegî çîst? herze burem bi meydanî cîhanest. Meqsud, 1354ș, b105).

Waç, waçem(h): axiftin, gotin, wajem (qeza peyweste der gușim biwaç, kî în derdê dilî tu nîst elac. Ebdallahî, 1362ș, b6. Elîf waçem/ wajem beyadî qametî tu, ez an ruzê kî Xwandim dersî ebced. Meqsud/aștîyanî, 1354ș, b918. Ebdallahî, 1362ș, b14).

Waçî/wajî(h): dibêjî, waje: peyv (hemî waçî kî canî mu fîdaît, çe wajî așiqan ra can nemî bû. Meqsud/aștîyanî, 1354ș, b920).

Weŗîjim(d): deŗêjim, li șûna (rîzem) ya Farijî) eger destim resed Xûnit weŗîjm, biwînem/ bibînem taçe rengî ey dil ey dil. Meqsud, 1354ș, b118  dehmen: 1).

 

Serbêjk

Gengeșeyeka nîhanî li ser ziman (çarînên) Hozanvan Baba Tahirê Hemedanî heye, kanê ew çarîn bi çi ziman: Farisî, Loŗî, Kurdî, Taçîkî .. hatîne tehandin? Di vekolînê da piștŗast û belî dibît, (çarîn) bi zaravê Goranîyê Kurdî, zaravê kevnar û resenê deverên Hemedan, Tûserkan, Bihar, Melaîr, Nehawend û Esedabad… hatîne nivîsîn. Ev rastîye di çapên kevnên çarînên (Hemedanî) da, berî têkdana wan ji Layê kerbvan û nahezan ve, geleka dîyar û așkeraye.

* Ehlê heq: Dibêjnê Yarsan, Kakeîy, Goran, Elî Allahî, Sarlî … Htd.  Rêyeka nîhanîya dînî ye, bi hizra Mînorskî. Minorsky  Rengekê șîeeyên rikune/ Tundŗewn (Mînurskî, 1378ș, b38), di sedsalîya nehê mișextî/ pazdê Zayînî da li serdestê Sofîyekê bi navê Soltan Sihak) Ishaq) Peydabûye. Li rojavayê Îranê û rojhelatê Iraqê, deverên Kirmanșah, Serpul Zehab, Dînewer, Esedabad, Luristan, Hemedan, Tûserkan, Xanqîn .. Dijîn.

Jéder û serekanî

 

  • ژێدەرێن کوردی و عەرەبی:

١. ابن حوقل، محمد بن علي النصیبیني، ١٩٣٩، صورة الأرض، تحقیق: دی جویە، مطابع بریل، لایدن، هولندا.

٢. البدلیسي، شرفخان، ١٩٥٨، شرفنامة، ترجمة: محمد علي عوني، مطبعة عیسی البابي الحلبي وشرکاؤە، القاهرة، جـ١.

٣. التادفي، محمد بن یحیی الحلبي، ١٩٥٦، قلائد الجواهر في مناقب الشیخ عبدالقادر، مطبعة عبدالحمید احمد حنفي، القاهرة.

٤. جامي، عبدالرحمن بن احمد، ١٨٥٨، نفحات الأنس من حضرات القدس، بإهتمام وتصحیح: ولیم ناسولیس وآخرون، مطبعة لیسي، کلکتا، الهند، جـ١.

٥. خۆرشید، فؤاد حمە، ٢٠٠٥، اللغة واللهجات الکوردیة ــ دراسة جغرافیة، مطبوعات دار الثقافة والنشر الکوردیة، بغداد.

٦. غفور، عبداللە، ٢٠٠٥، سنووری کوردستان، دەزگای چاپ و بڵاوکردنەوەی موکریانی، هەولێر.

٧. المسعودي، علي بن الحسین،  ١٨٩٣، التنبیە والإشراف، مطابع بریل، لایدن، هولندا.

  • ژێدەرێن فارسی:

٨ . آشتیانی، میرزا یوسف نورائی، ١٣٥٤ش، دوبیتی های بابا طاهر، چاپخانەء میهن، تهران. هێژا د. جواد مقصود ئەڤ چارینێن بابا طاهر د گەل پەرتووکا خۆ، دبەرپەڕین ٩٠٩ ــ ٩٣٧ دا، چاپکرینە. لەوان ددەستنیشانێن مندا دبیتە: مقصود/آشتیانی.

٩. بدلیسی، شرفخان بن شمس الدین، ١٨٤٠، کتاب شرفنامە، بإهتمام: فلیامینوف زیرینوف، بطرسبورک.

١٠. بهاروند، سکندر أمان اللهی، ١٣٩٣ش، قوم لر ــ پژوهشی دربارەء پیوستگی قومی وپراکندگی جغرافیایی لرها در ایران، نشر آگە، تهران.

١١. حسن پور، عطا، ٢٠٢٤، آستان لورستان ــ خبرگزاری میهر، تاریخ نشر ١٢/١١/٢٠٢٤ ، لورستان.

١٢. حمیدی، محمد وحمیدی، جواد، ١٣٧٦ش، برفراز قلەهای ألوند، انتشارات مفتون همدانی، همدان.

١٣. قمشەای، مهدی الهی، ١٣٧٧ش، دوبیتی های بابا طاهر عریان، انتشارات گنجینەء ناصر خسرو، تهران.

١٤. دستگردی، وحید، ١٣٦٩ش، دیوان بابا طاهر عریان همدانی، نشر البرز، تهران.

١٥. دو گوبینو، ج. ئارتور، ١٣٨٣ش، سە ساڵ در آسیا، سفرنامەء کونت دو گوبینو ١٨٥٥ ــ ١٨٥٨ز، نشر قطرة، تهران.

١٦. روز، إلیزابث مکبن، ١٣٧٣ش، با من بە سرزمین بختیاری بیائید، ترجمەء: مهراب أمیری، چاپ وانتشارات سعدی، تهران.

١٧. عبداللهی، علی اصغر، ١٣٦٢ش، رباعیات بابا طاهر عریان، انتشارات دنیای کتاب، تهران.

١٨. کوردستانی، سعید خان، ١٩٢٧، عالم اسلام، شرکت چاپخانەء شهاب، تهران.

١٩. مسعودی، علی بن الحسین، ١٣٦٥ش، التنبیە والإشراف، ترجمەء: ابو القاسم پایندە، شرکت انتشارات علمی وفرهنگی، تهران.

٢٠. مقصود، جواد، ١٣٥٤ش، شرح أحوال وآثار بابا طاهر عریان، سلسلەء انتشارات أنجمن آثار ملی، چاپخانەء میهن، تهران.

٢١. مینورسکی، فلادیمیر ودیگران، ١٣٧٨ش، سە گفتار تحقیقی در آیین أهل حق، ترجمەء: محمد علی سلطانی ومریم بانو رزازیان، مؤسسەء فرهنگی ونشر سها، تهران.

٢٢. هیدایت، رضا قلی خان، ١٣٨١ش، مجمع الفصحاء، بە کوشش: مظاهر مصفا، مؤسسەء انتشارات امیر کبیر، تهران، ٢ جلد.

جـ . ژێدەرێن ئەورپی:

  1. Baycroft, Timothy, 1998, Nationalisim in Europe 1789 – 1945, Cambridge University Press, London.
  2. Chelebi, Evliya, 2001, Seyahetnamesi, Hazilyanler: Seyit Ali Kahraman, ve Yücel Dagli, Sanat ve El sanatleri Okulu Basin, Istanbul, Cilt: 4.
  3. Heron – Allen, Edward, 1902, The Lament of Baba Tahir, Being the Rubaiyat of Baba Tahir Hamadani, The Persian Text, Printed by: Gilbert and Rivington, LTD., London.
  4. Yarshater, Ehsan (Edited by), 1985, Encyclopaedia Iranica , Routledge and Kegan publishing house, London, Vol. 1.

ڤان بابەتان ببینە

REXNE Û RASTÎ

Nivîsîn: Şîrînduxt Deqîqiyan Wergêran ji Farisî: Mesûd Xalid Gulî Destpêk: Nivîserê Çîkî (Firans Kafka: Franz …