Xwenasîn: Li xwe geryan di cîhana aloz de

Berhevkirin û Wergerandin:   Solîn Lewend

 

Di nav dilê dîroka mirovatiyê de, herdem ev pirsyara bê bersiv hebûye “Ez kîme?” û çima  ev pirsyare herdem di hizira mirovî de dihête azirandin? Dibe ji ber ku jiyana mirovî, bi hemû aloziyên xwe ve, bûye geryanek bo dîtina nasnameya xwe û ramana rasteqîne. Mirov her li demên kevin de, di lêgeryana nasîneke kûrtir ya xwe de bûne û ev lêgeryane ne tenê di felsefê de, belkî di hemû çand û şaristaniyên mirovatiyê de diyar bûye. Li peristgeha (Delfî) li Yonana kevin, ku li ser dîwarê wê gotina “Xwe binase” hatiye nivîsîn.

Belê çima  Xwenasîn hinde girînge? Bersiva vê pirsyarê, kilîla têgihîştina kûrtir ya mirovî û peywendiya wî li gel cîhana dewrûberê wî ye. Gelek ji me di rojaneya jiyanê de nuqim dibin û di vê rêkê de, xwe ji bîr dikin. Nasnameyên civakî, ew rolên ku civak dide me û heta rewşên malbatî û çandî, dikarin me ji têgihîştina rasteqîne ya xwe dûr bikin. Di vê navberê de, xwe nasîn wek çirayekê rêka me rohin dike, harîkariya me dike da ji çînên jiyanê derbaz bibin û bigehîne kûratiya hebûna xwe.

Xwenasîn ne bi tenê piroseyeke takekesî ye, belkî êk ji bingehên serekî yên jiyaneke bi raman û saxleme. Demê em xwe bi şêweyekê rasteqîne dinasîn, em dikarîn biryarên hişyartir bidin, peywendiyên baştir dirust bikin û di dawiyê de, jiyaneke bi armanc û aramiyeke pitir peyda bikin. Lê ev rêke bo her kesekî ne ya hêsane. Xwenasîn pêdivî bi wêrekî, rastgoyî li gel xwe û carna rû bi rûbûna rastiyane ye, ku Dibe di nexweş û zivir bin.

Xwenasîn di dîrokê da

Rehên bineretî yên xwe nasînê

Xwenasîn wek çemkek, vedigere bo demên gelek kevin, demê mirov bo cara êkê karî xwe ji jîngeha dewrûberê xwe cuda bike û wek hebûneke serbixwe hizir bike. Ev karîne ku pitiriya caran dibêjnê “xwehişyarî”, xala cudaker ya miroviye ji giyanewerên din. Nîşanên destpêkî yên xwenasînê dikarîn di nexşên dîwarî û hunerê şikeftên kevin de bibînîn; cihê ku mirovên destpêkê, xwe bi rêya wêneyan ve diyar dikirin û bo cara êkê dest bi tomarkirina ezmûnên navxweyî û derveyî yên xwe kirin.

Yonana Kevin: “Xwe binase”

Di serdemê Yonana kevin de, çemkê xwenasînê kete qonaxeke felsefî. Navdartirîn gotin di vî warî de ya Peristgeha Delfî ye, cihê ku risteya navdar “Xwe binase” (Gnothi Seauton) hatiye kolandin. Ev riste di bineret de hişyarî dida mirovan, ku li şûna geryana rastiyê di derve de, berê xwe bidin nav xweya xwe.

Feylesofên Yonanî, bi taybet (Sokrat), girîngî dida xwenasînê. Ew li ser wê bawerê bû, ku xwenasîn, bingehê hemû zanînane. Sokrat bi rêka diyalêktîkî ya xwe, ji qutabî û xelkî dipirsî: “Hûn çi dizanin?” Ew neçar dikirin ku li ser bawerî û pêşgirîmanên xwe hizir bikin. Bo Sokratî, xwenasîn ne bi tenê pêdiviyeke takekesî bû, belku erkekê rewiştî bû ku mirov ber bi jiyaneke dirust ve dibir.

 (Eflaton), qutabiyê Sokratî, ev hizir berfireh kir û girîngî da nasîna giyan û peywendiya wê li gel cîhanê. Wî bawer dikir, ku mirov bi tenê li wî demî dikarin bigehne rastiyê demê siruştê xwe yê rasteqîne bizanin.

Xwenasîn di fêrkirnên Rojhelatê da

Li Rojhelatê, xwenasîn ji destpêkê ve li gel wure û têgihîştina cîhana hebûnê ya girêdayî bû.

Hindistan: Di felsefên Vêdayî de, bi taybet di Hindûyîzm û Yoga de, çemkê “Atman” (xudê navxweyî) cihekê navendî heye. Atman wek gewherê serekî yê hebûna mirovî dihête pênasekirin, ku bi nasîna wê, mirov dikare bigehe rastiya reha. Deqên Upanîşadan gelek caran tekez kirîne, ku nasîna Atman rêka rizgarbûnê ye ji bazneya ji dayikbûn û mirinê. Bûda jî di felsefa xwe de vê pirsê şirove dike, lê bi dîtineke cuda. Amaje bi nemana hemû tiştan kir û fêr kir, ku rizgarbûn ji êşê, tenê bi rêya nasîna vê rastiyê ya guncaye.

Çîn: Di felsefa Çîna kevin de, bi taybet di Taoyîzm û Konfuşyosîzmê de, xwe nasîn wek beşek ji hevahengiyê li gel siruşt û civakî hate pêşkêşkirin. Laotse, damezrînerê Taoyîzmê, bawer dikir ku xwenasîn harîkariya mirovî dike da li gel rewta siruştî ya jiyanê hevaheng be.

 

Xwenasîn di derûnnasiyê da: Firoyd û vedîtina eqlê ne hişyar

Zîgmond Firoyd, babê derûnşikariyê, rêkeke cuda bo vekolîna xwenasînê pêşkêş kir. Ew di wê bawerê de bû, ku beşekê mezin ji reftar û hestên mirovî ji hêza eqlê nehişyar dihên. Beşek ji mêjî, ku ji hişyariyê vedere û di heman dem de kartêkirneke kûr li ser jiyana me dike.

Firoyd pêkhateyên derûnî yên mirovî dabeşî sê beşên serekî dike:

  1. Îd (Id): Jêderê xerîze û xwastên seretayî ye, ku li dûv tam û xweşiyê digere.
  2. Îgo (Ego): Navbeynkare di navbera Îd û Superîgo de, ku bizavê dike hevsengiyeke lojîkî pêk bîne.
  3. Superîgo (Superego): Wîjdanê û rewiştî (exlaqî) û behayên çandî ye, ku reftara kesî li ser bingehê pirensîpên exlaqî rêk dixe.

Firoydî diyar kir xwenasîn bi tenê bi rêya vekolîna beşên hişyar yên mêjî ne ya guncaye. Wî tekez li wê çendê dikir bo xwenasîna temam, divê mirov bigehe nehişyariyê û wan hêzên veşartî yên ku reftar û kesayetiya mirovî pêk tînin, vekolînê li ser bike.

Çima  xwenasîn ya girînge?

Xwenasîn êk ji bingehên serekî yên jiyana miroviye, ku ne bi tenê harîkariya mirovî dike, ku xwe baştir têbigehe, belku rêka jiyana wî rohintir û bi armanctir lê dike. Ev piroseya hişyar, kartêkirneke kûr li ser biryardan, peywendî, heta saxlemiya derûnî û leşî ya mirovî heye. Di dirêjahiyê de, egerên serekî yên girîngiya xwenasînê dê şirove keyn:

1- Xwenasîn û biryardana hişyar

Êk ji mezintirîn mifayên xwenasînê, karîna biryardanên hişyar û lojîkî ye. Demê mirov ji beha, armanc û hestên rasteqîne yên xwe haydar be, dikare wan helbijartinan bike, ku li gel xwast û pêdiviyên navxweyî yên wî hevguncay bin. Bêy xwenasînê, gelek biryar dibe ji egerê kartêkirna fakterên derve yan çaverê yên xelkî bên wergirtin, ku di dawiyê de dibe bibine egerê nerazîbûn û peşêmaniyê.

2- Baştirkirina peywendiyên kesî û civakî

Xwenasîn harîkariya mirovî dike da hest, reftar û palderên xwe binase. Ev nasîn, bineretê peywendiyên saxlemtir û kûrtire li gel kesanên din, demê mirov bikare xalên bihêz û lawaz yên xwe bizane. Ji layekê din, nasîna nimûnên reftarî yên nerênî yan baweriyên sinûrdar di şiyan de ye bibine egerê dirustkirin û baştirkirina peywendiyan li gel kesên din.

3- Kêmkirina stirês û dudiliyê

Jiyana nûxwaz li gel gelek givaştinên derûnî û dudiliyan hevale. Xwenasîn amrazekê bi hêze bo birêvebirina van stirêsan. Demê mirov ji hokarên stirêsê û çewaniya karvedana xwe li hember wan haydar bibe, dikare stiratejiyan bo berevanȋkirinê ji van rewşan dîzayn bike. Herwesa, xwenasîn harîkariya mirovî dike da armancên rasteqîne yên xwe binase û xwe ji hewildana bicihînana çaverêyiyên nerast yên xelkên din dûr bike.

4- Gehiştin bi razîbûn û ramana jiyanê

Êk ji mezintirîn astengên jiyanê, dîtina raman û armancêye. Xwenasîn harîkariya mirovî dike da behayên kesî yên xwe peyda bike û li şûna dûvçûna rêkên diyarkirî ji layê civakî yan xelkên din ve, rêkekê helbijêre, ku bo wî bi raman be. Ev çende dikare bibe egerê zêdebûna razîbûna derûnî û hestê bexteweriyê.

5- Nasîna xalên bi hêz û lawaz

Xwenasîn vê derfetê dide mirovî, ku şiyan û jêhatiyên xwe bi dirustî helsengîne. Nasîna xalên bi hêz harîkariya wî dikin da ji potansiyelên xwe mifay wergire. Di demekî de, ku haydarbûn ji xalên lawaz, mirov dikare kar li ser baştirkirina wan bike yan ji kesên, ku karîna cîbicîkirina van lawaziyan hey harîkariyê wergire.

6- Kêmkirina nakokiyên navxweyî

Xwenasîn harîkariya kesî dike vê valahiyê pir bike, li gel xwe di aştiyê de be û li şûna gazinde yan înkarkirnê, bi şêweyekê çalak kar li ser guhorînên pêdivî bike.

7- Zêdekirina bawerî bi xwe bûnê

Demê mirov xwe baştir dinase, hest hêz û baweriya zêdetir bi şiyanên xwe peyda dike. Ev xwebawerî ji nasîna rasteqîne û ne bi tenê ji pesnên xelkên din tê. Di heman dem de harîkariya mirovî dike da li hember asteng û alingariyan, bi hêztir kar bike.

8- Gehiştin bi geşepêdana xwe

Îbrahîm Mazlo, derûnnasê navdar, di teoriya herema pêdiviyên xwe de, xwenasînê wek pêşmerc bo gehiştina geşepêdana xwe (Self-Actualization) dibîne. Geşepêdana xwe bi ramana gehiştina pitirîn şiyanên takekesî û cîbicîkirina jêhatiyane. Ev qonaxa geşepêdana mirovatî, tenê li wî demî de ya guncayî ye, ku mirov ji xwehişyariyeke kûr mifay wergire û bi şêweyekê çalak kar li ser geşepêdana xwe bike.

9- Amrazê serekî bo guhorîn û guhartinê

Jiyan herdem di guhorînê daye û rewşên nû dikarin astengên neçaverêkirî bînin. Xwenasîn harîkariya mirovî dike, ku nerm be û li şûna şerkirin li hember guhorînê, li gel wê hevaheng be. Kesê ku xwe dinase, baştir dikare xalên lawaz û tirsên xwe birêve bibe û ji guhorînan bo geşepêdan û pêşketinê mifay wergire.

10- Saxlemiya derûnî û mînevî

Xwenasîn kartêkirneke kûr li ser saxlemiya derûnî û mîneviya mirovî heye. Ew kesên ku xwe dinasin, kêmtir tûşî hestê valahî yan diltengiyê dibin; çunkȋ jiyana wan ji raman û armancan pêk hatiye. Serbarî vê, xwenasîn dikare harîkariya mirovî bike da peywendiyeke kûrtir li gel layenên mîneviyên jiyana xwe peyda bike, çi ev mîneviyete di çarçoveya dîn û olê de be yan bi şêweyekê din yê geryana wateyê be.

Astengên rêka xwenasînê

Xwenasîn geşteke, ku herçende encamên wê girîng û pêdivî ne, lê di gelek astengan ra diçe. Ev rêke pêdivî bi bizavên berdewam, sebir û azayetiyê ye bo rûberî bûna wan pişkên di nav me de ku dibe em hez bikin jê birevin. Li xwarê, em dê girîngtirîn astengên vê rêkê şirove kin:

1- Berhingarbûna rastiyên nexweş, êk ji dijwartirîn pişkên xwenasînê, qebûlkirina wan rastiyane yên ku dibe nexweş bin. Gelek kes xwe ji nasîna lawazî, şaşî yan tirsên xwe dûr dikin; çunkȋ ev zanîne dibe bi êş yan şermizar be. Lê xwenasînê pêdivî bi wê ye, ku mirov azayetiya rûberî bûna van pişkên nexweş yên xwe hebe.

2- Serketin li ser bergiriyên derûnî, hizra mirovî bi şêweyekê siruştî mîkanîzmên bergiriyê dirust dike da xwe ji ziyanên derûnî biparêze. Mandelkirin, behane wergirtin yan havêtina gunehan li ser yên din, nimûne ne ji van mîkanîzman. Di rêka xwenasînê de, divê em van astengan la bidin û bi rastî li gel xwe rûberî bibin. Ev kare dibe hestê lawaziyê peyda bike û pêdivî rahênana berdewame bo derbaz bûn ji van astengan.

3- Tirsa ji helsengandina xelkî, gelek kes di pirosêsa xwenasînê de nîgeranin ka dê xelk çewa wan bînin. Ev tirse dibe bibe asteng li ber derbirîna rastiya navxweyî yan qebûlkirina hestên rasteqîne. Serketin li ser vê tirsê pêdivî rahênanê ye bo qebûlkirina xwe û rijdbûn li ser behayên kesî li şûna pesendkirina derve.

4- Nebûna amraz û jêderên guncay, xwenasîn pêdivî bi amraz û jêderên taybete, wek pertûkên derûnnasî, xolên fêrkirinê, rawêjkarî li gel pisporan yan rahênanên wek mêdîteyşin û nivîsîna bîreweriyan. Nezanîna van jêderan yan nekarîna gehiştina wan, dibe rêka xwenasînê dijwartir bike.

5- Dem û wuzeya vejana sinûrdar, jiyana rojane li gel gelek serêşiyan diçe û gelek kes hest dikin, ku demê wan bo xwenasînê nîne. Pirosêsa xwenasînê pêdivî dem û wuzeyê ye; çunkȋ tê de hizirkirina kûr, şirovekirina reftar û hestan, encamdana guhorînên navxweyî hene. Pilandanana guncay û girîngîdan bi vê pirosêsê, êk ji rêkên serketinê ye li ser vê astengê.

6- Tirsa ji guhorînê, xwenasîn pitiriya caran dibe egerê guhorînan di jiyana mirovî de. Ev guhorîn dibe ji destdana xweyên kevin, jinû helsengandin peywendiyan yan heta helbijartina rêkeke nû di jiyanê de bin. Lê guhorîn herdem li gel corekê şerî yan tirsê diçe. Gelek kes hez dikin di nav devera aramiya xwe de bimînin, herçende ev rewş bibe egerê nerazîbûnê jî.

7- Rûbirûbûna dijayetiyên navxweyî di rêka xwenasînê de, dibe mirov rûberî dijayetiyan di bawerî, beha yan armancên xwe de bibe. Ev dijayetî dibin egerê têkçûyîn yan heta qeyrana nasnameyê. Bo nimûne, dibe mirov bigehe wê encamê, ku ew rêka heta niho di jiyanê de helbijartî, li gel beha yan xwastên wî yên rasteqîne ne guncaye. Çareserkirina van dijayetiyan pêdivî bi şirovekirina kûr û biryarên dijware.

8- Berawirdkirin li gel xelkê din di cîhana evro de, berawirdkirin li gel xelkê din, bi taybet di torên civakî de, yek ji mezintirîn astengên xwenasînê ye. Xelk pitriya caran bizavê dikin xwe li gel xelkê din berawird bikin û bigehin armancên nerasteqîne, ku ev yek dibe bibe egerê kêmbûna baweriya bi xwe û dûrketin ji rêka rasteqîne ya xwenasînê.

9- Rûberîbûyna rabirdûyê xwenasînê, dibe pêdivî şirovekirina ezmûnên rabirdûyê be, ji wan jî têkçûyîn, birîn yan biryarên ku bûne egerê poşmaniyê. Ev kar dibe bibe egerê vegerȋna hestên veşartî yan bîrhatinên nexweş. Rêvebirina van hestan û fêrbûyîn ji wan yek ji mezintirîn astengên vê rêkê ye.

10- Nebûna piştevanya civakî, xwenasîn dibe bibe eger ku mirov hest bike ew êdî li gel dewrûberê xwe ne guncaye. Ew guhorînên ku ji encamê xwenasînê dirust dibin, dibe bibin egerê dirustbûna dûratiyê di peywendiyan de yan heta nerazîbûna xelkê din. Di evan rewşan de, piştevaniya kesekî yan komeke ji kesên hevhizir dibe gelek ya harîkar be.

11- Nezanîna armanca gelek caran, xelk nizanin ka dê xwenasînê çi encam hebin yan çima  divêt ew vê rêkê bigirin. Ev nerohniye, dibe bibe egerê têkçûn yan bêhêvîbûnê. Bo bersivdana vê astengê, baştire mirov armancên biçûk û gehiştî bo xwenasînê diyar bike û hêdî hêdî ber bi armancên mezintir ve biçe.

12- Qebûlkirina netemamiya rêkê, yek ji mezintirîn astengên xwenasînê ewe, ku carna ev rêk ne temam dibe. Mirov herdem di guhorîn û geşekirnê daye û xwenasîn ne bi mana gehiştina dawîya rêkê ye, belkû pirosêseke berdewame. Qebûlkirina vê rastiyê, ku herdem tiştên nû hene bo dîtinê, dibe bibe asteng.

Verêj:

Xwenasîn wek geştekê ye, geşteke ku rêka wê girȋngtire ji merema wê. Di vê geştê de, di cih û cadên derve, di kolan û paşkolên navxweyî de diçin. Hinek dem hene, ku em rû bi rû beşên tariyên hebûna xwe dibin; cihên ku dibe herdem me hez kiriye jê birevin. Lê her ev deme, xalên werçerxana geştê ne, cihê ku em wêrekiyê peyda dikin da rastiya xwe bibînin.

Xwenasîn anku dîtina hestên veşartî, baweriyên nehişyar û egerên wan reftarên, ku carna em bi xwe jî, jê mendehoş dimînin. Anku têgihîştina wê çendê ka çima hinek tişt me xweşhal yan dilteng dikin û çawa em dikarin li cihê karvedanê, helbijartinê bikin. Xwenasîn harîkariya me dike da em çîn bi çîn perdeyên kesayetî û hizra xwe rakȋn, dirust wek vekirina diyariyekê, ku her car tiştekê nû jê derdikeve.

Belê ev nasîne bi tinê di navxweya mirovî de sinordar nabe; demê em xwe baştir dinasîn, peywendiyên me li gel xelkê din jî kûrtir û rasttir dibin; çunkȋ demê em dizanin em kîne û me çi divêt, êdî pêdivî nake em xwe biguhorîn da bêyne qebûlkirin. Di vê rê de, rêzgirtin bo sinor û behayên kesî pêk tê, her ev çende dibe eger ku peywendî ji corê rastgoyî û hevsoziyê bin.

Xwenasîn wekî fêrbûna zimanekê nûye; zimanê ruh û hizrê. Li gel her peyveke ku em fêr dibin, peywendiya me li gel xwe bihêztir dibe. Ev geşte, geşteke bê dawiye, tijî vedîtin, carna dijwar, carna şirîn, lê herdem bi beha. Ewa di dawiyê de jî dimîne, hişyarî, aramî, peywendiyeke kûrtire li gel jiyanê.

Jêder:

  1. https://positivepsychology.com/self-knowledge
  2. https://plato.stanford.edu/entries/self-knowledge
  3. https://www.mcgill.ca/skillsets/framework/self-knowledge
  4. https://www.psychowellnesscenter.com/Blog/what-is-self-knowledge-in-psychology
  5. https://farnazghoorchian.com/self-knowledge
  6. https://www.banikandishan.com
  7. https://arameshyar.com/blog/what-is-self-knowledge
  8. https://pendarclinic.com/blog
  9. https://motamem.org
  10. https://mehrbodcenter.ir

ڤان بابەتان ببینە

REXNE Û RASTÎ

Nivîsîn: Şîrînduxt Deqîqiyan Wergêran ji Farisî: Mesûd Xalid Gulî Destpêk: Nivîserê Çîkî (Firans Kafka: Franz …