Romana Mêjûnivîs, dawî berhemê romankiyê nivîserê hêja û afirinde (Fazil Omer) e (1). Di vê romanê da, nivîserî qonaxeka dîrokiya milletên vê devera em li ser dijîn wergirtiye, kiriye di kuwara mejiyê xwe da û di nav aşopa wî da hatiye buhjandin, paşî ji têkheleyê aşopê û tepkên ji mergî veristî, çîroka Mîtaniyan dikete dîrok yan dîroka dewleta Mîtanî dikete çîrok.
Ev serederîkirina di gel dîrokê yan çîrokê xurrkumaniyek e di naxê nivîserî da û dibêjîte xwe: “Boçî xelkekî mafê çêkirinê hebit û min nebit? Boçî ew du rêzên neyarekî yan gerrîdeyekî yan bihisayekî rastî bin?.. Ma hemî çîroknivîs ne mêjûnivîs in? Ma hemî mêjûnivîs ne çîroknivîs in?… b.p 7 – 8”.
Romana dîrokî berhemekê têkhele ye ji belgeyên dîrokî û aşopa nivîserî ku çîrokeka dîrokî-hunerî jê dihête afirandin. Piraniya vekolerên vî janrê wêjeyî, li ser wê çendê pêk dihên ku romana dîrokî dîrokeka aşopkirî ye di nav bûyerên dîrokeka rasteqîne da.
Pênaseya wê di ferhenga têrmên wêjeyî yên hevçerx da; «vegêraneka çîrokiya hindek bûyerên dîrokî ye, hindek nivîsînên nûjen li dor dihêne raçandin ku hindek rehendên îhayî û rewşenbîrî ji bo çêkirina erkekê fêrkirin û perwerdekirinê bi xwe ve bigirit»2
di ferhenga têrmên ziman û wêjeya Erebî da hatiye; «vegêraneka çîrokî ye ji bo hindek bûyerên dîrokî yên bi rastî rûdayîn, hewldanek e ji bo vejaandina serdemekê dîrokî bi hindek karakterên rasteqîne yan aşopî, yan bi herdukan».3
George Lukács (1885- 1971) pitir dakokiyê li ser serdemê niha yê romanê diket ji bûyerên dîrokî, dibêjit; «vegêrana dîrokeka rasteqîne ye serdemê niha di-azirînit, kesên serdemê nivîsîna romanê wesa serederiyê digel dikin herweku dîroka wan ya dêrîn e».4
Anku nivîser piştbestinê bi hindek belge û bûyerên dîrokî diket ji bo raçandina romaneka bi kêr vî serdemî bihêt. Giyanê rabirdûyî vedijînit ji bo xwandineka henokeyî û pêşbînkirina hindek seredavên paşerojeka li ser renc û keda niha dihête danan. Kewate ne nivîsîna dîrokê ye, belku «dubare dariştina rabirdû ye bi şêweyekê ciwantir, piştbestinê bi deqekê dîrokî diket, lê we hizir diket ku nehatiye temamkirin».5
Anku nivîser bûyerên dîrokê weku maddeyekê xam werdigirit, lê pitir terkîzê di-êxite ser têgehiştin û dîtinên xwe ji bûyerên dîrokî, dibit serborên xwe û civakê xwe di nav çarçoveyekê dîrokî da biazirînit yan vegêrît.
Bi vê çendê jî, gelek corên romana dîrokî hene, mîna: Romana dîroki ya siyasî, civakî, ewa dakokiyê li ser şaşiyên serdemekê borî diket ku xwe jê bidene paş, ewa terkîzê li ser rastvekirina şaşî û şaştêgehiştina hindek babetan diket, ewa dikevîte di xizmeta îdyolojiyeka diyarkirî da, mîna romanên ayînî û ewên serederiyê digel mejvekirina rojavayî û azadiya kesokî diken, ewa piştbestinê bi aşopa nivîserî diket bêyî hebûna hîç bûyereka dîrokiya rasteqîne…. H.t.d.6
Di hemî corên jêgotî da, nivîser bi du şêweyan serederiyê digel maddeyekê dîrokê diket; nivîser bi hemî ayîrde û têr û teseliya bûyerî diçite di nav cergê dîrokê da, herweku wergirî dibete di nav fezayekê borî da û li wêrê dihêlît, hetaku roman bi dawî dihêt. Yan dê amaje bi gotareka dîrokî det û dê serederiyê digel seqayê hindek bûyerên borî ket, bi çendatiyeka azadiya rêjeyî ku bişêt destêwerdana bûyeran biket, anku êk romana dîrokî ye û ya dî dîrokê bikar di-înit (ne dûr e jî herdû şêwaz di yek roman da bihêne bikarînan). Cudahiyya di navbera romana dîrokî û ewa dîrokê bikar di-înit ew e ku romana dîrokî keșekê dîrokî bi hemî saxletên wê ve wesf diket.
Lê ewa dîrokê bikar di-înit dikevite di bin gotareka dîrokiya zal da, nivîser bi şêweyekê nû dixwîniteve ku digel serdemê niha yê gotarê biguncit.7
Eger romana dîrokî vegerandina serdemekê borî bit û dîrok bi xwe jî serederiyê digel wî serdemê borî biket, pa romana dîrokî dê çi li ser babetên dîrokê zêde ket?
Em dikarin bi awayê xweyîtîniyê û babettîniyê serederiyê digel romannivîs û dîroknivîsî bikeyn. Xweyîtî yan xwebûn gewher û kesiniya tiştî ye ku bi hizir û hoşî dihête derbirandin. Babetînî yan babetî tiştekê xweser e ji vîn û hişyariya miroviniyê, yan her tiştekê di cîhana derveyî da berhest bit. Evca «romana dîrokî karlêkirineka hoşmendane ye û romannivîs karlêkkirinê digel xweyiyê xwe diket.
Lê dîrok hestpêkirineka berhest e û dîroknivîs karlêkkirinê digel babetî diket. Herdû serederiyê digel avahiyekê sêgoşe diken (Mirov, Serdem, Cih), herdû li rehendê pêvegirêdana bi bûyerê dêrîn di cih û serdemekê diyarkirî ve ji hev nêzîk in, lê cudahî di serederiya tewerê mirovayetiyê da ye».8
Dîroknivîs mirovî di siyaqê wî yê civakî û dîrokî da dibînit weku bikerekê karîger di babetekî da ku bûyereka dîrokî jê peyda dibit. Mirov li dev wî tenê hokarekê rût e ji palênerên wijdanê û ji bilî bersiva (çewa?) çi tiştekê dî nîne. Lê romannivîs mirovî di siyaqê wî yê babetî da nabînît, lê bi rêka aşopa xwe ya hunerî-wêjeyî hindekê ji xweyîtiya xwe didanîte ser ku di romanê da miştî dilînî û wijdan bibît daku ew kêmasiya di deqê dîrokê da pir biket, anku rehendekê wê yê dilînî û wijdanê ye, ewa jêderên dîrokî negotî, herweku dibîte bersiva wê (boçî?)yê, ewa dîrok jibîr diket.
Lewa em dişên bêjin; romannivîs dîrokê li gorey hest û helwesteyên xwe li ser bûyeran dixwînit û pê daxbar dibit, evca dê mînakekê rastgo li ser xwe û hizra xwe dete wê bûyera pêşkêşkirî. Lê sererayî vê çendê û sererayî karakterê afirandî û kirara aşopkirî, «fer e yê emîn û rastgo bît di vegêrana bûyera dîrokî da»(9).
Eger li pêvajoya werara romana dîrokî bigeriyîn, dê bînîn ku «romana dîrokiya rojavayî pîçekê piştî şikestina Napolyonî destpêkiriye»(10).
Êkemîn romana dîrokî li sala 1814ê bi navê «Waverley – Wêyverlî» ji layê Walter Scott (1771- 1832 Z) ve hatiye nivîsîn û belavekirin. Paşî Leo Tolstoy (1828- 1910 Z) bi zimanê Rûsî û Alexandre Dumas (1802- 1870 Z) bi zimanê Frensî, navûdengê xwe bi vî corê romanê derêxist.
Li dev Ereban, sê boçûn ji bo destpêka peydabûna romana dîrokî hene; «hindek dibêjin eve werareka sirûştiya çîrok û serhatiyên keltorî ne û her ji serdemê berî Îslamê hebûyîne. Cuwînekê dî dibêjin eve janrekê nû ye ji edebiyatên rojavayî hatiye wergirtin. Cuwînê siyê jî we hizir diken ku têkheleyek e ji keltorê kevin û biha û binemayên wergirtî»(11).
Her çewa bit, komeka nivîserên vî janrê romanê li Libnanê peyda bûn weku; Selîm el-Bustanî (1848- 1884), Curcî Zêdan (1861- 1914 Z)…, paşî li Misrê jî Elî Ehmed Baktîr (1910- 1969) û Necîb Mehfoz (1911- 2006)…h.t.d.
ji romannivîsên destpêkî yên vî corê wêjeyî bûn. Ne dûr e ev corê nivîsînê êk ji sedemên navdariya nivîseran bûye; çunku wergir pêşwaziyeka dilxwazane digel romana dîrokî diken, bi nemazeyî wergirên Kurd û Ereb; çunku eqlê rabirdûyî li ser hizirkirina wan zal e û hez ji bûyerên vegêrayî diken.
Weku her corekê dî yê wêjeyî, werar kiriye û komeka guhorînan li ser şêwazên vegêranê û naverokê û peyama rewşenbîriya romanê peyda bûyîne. Li gorey hindek rexnegirên romana dîrokî, ev corê romanê di sê qonaxan ra boriye hetaku gehiştiye vê semta niha ku berhemekê huneriyê kamilan û serincrakêş e(12):
1- Rivêştê êkê: Bûyerên dîrokî bêyî hîç destêwerdaneka hunerî, bi rûtî werdigirtin û ji leqteyekê diçûne leqteyeka dî, piraniya wan li ser bûyerên dîroka ayînî bûn û çîrokeka evîndariyê dikirine di nav da ku zewq û teşwîqekê bidene vegêrana bûyeran. Herwesa hemî karakter bi hevsarê nivîserî ve digirêdayî bûn û li gorey têgehiştin û têgehê nivîserî ji bo bûyeran dihatine hajotin. Merema serekiya van core romanan fêrkirin bû, ku hindek pêzanînên dîrokî yên barkirî bi reftarên başiyê nîşa xwandevanan bidet û hindek çîrok û bûyerên ji bo xoşî û demborandinê jî di-êxistine di nav da.
2- Rivêştê duyê: Giringî bi vejanindina rabirdûyî, hesta netewayetî û welatîniyê didan, herwesa giringîpêdaneka pitir bi hunerê kirarê (الحبکە) hate dan û rengvedana bûyeran li ser karekteran resm dikirin, anku hewldidan qeyran û pêdiviyên mirovê wî serdemî hemberî pêdiviyên vî serdemî biken.
3- Rivêştê siyê: Romannivîs bûyereka dîrokî weku xame werdigirît û bi têgehiştina xwe dinijîniteve, pitir bersivdana hizrên bê bersiv in ji azirandina pirsiyaran, piroseyа vekolanekа berdewam e ku mirov ji ezatî û xweyiyê xwe vedibît û danûstandinê li gel tiştên bi xwe ve girêdayî diket, serdemê borî li ser şengisteyê berdewambûnê bi awayekî dişkênite ser serdemê noke ku bûyera dîrokî berhemê karlêkkirin û têkhelkêşana di navbera vegêraneka xurtkirî bi aşopê û belgeyên dîrokî herduyan bit.
bi vê çendê jî roman ji merema fêrkirinê ber bi merema mfadarî û têgehiştineka helsengandineyî ve diçît ku çalakiyên soltan û serkeftiyan dokyomênt naket, belku hindek bûyerên dîrokî yên nexuyakirî yan veşartî li ser zarê karakterên perawêzkirî dubare dinivîsîteve û digel helweste û têgehiştina henokeyî diguncînit. Bi dîtina min, romana Mêjûnivîs dikevîte di rivêştê siyê da.
Ew bi xwe, li gorey dîtinên hindek rexnevanên mîna Hayden White (1928- 2018), babetê dîrokê li ser sê pişkan polîn diken; Salname (Annals) ku tomara bûyeran e li gorey sinsileya demî bêyî hebûna tuxmê çîrokê. Noçe yan Kironîkil (Chronicle) bûyeran bi şêweyekê mîna çîrokê vedigêrit û li serdemekê diyarkirî dihêlît, anku mîna çîrokeka netevavbûye.
Dîrok (History) çîroka serdem û cihekî ye bi hemî têr û teseliya bûyeran ve. Evca digehite wê baweriyê ku «çi dîrok bêyî çîrok nînin, anku çi rêgirî nînin ku binyatê çîrokê pavêyîne ser vegêran û tomarkirina bûyerên dîrokî».13
Eger dîrok salname û kironîkil bit, çîrok jî çêkiriya aşopa nivîserî bit, nivîser neçar e bikevîte di nav babetên dîrokê û dîrokiyê da, «dîrok weku rêkxistokeka bûyer û derbirînan ji bo ketwarekê heyî û dîrokiyî weku rêkxistokeka bûyer û derbirînan ji bo ketwarekê mumkin û girînkeyî ber bi paşerojê ve».14
Di vê vavartinê da nivîser aşop û paşxana xwe ya rewşenbîrî bikar di-înit ji bo xwandine û vegêrana boçî û çewa qewimîna bûyerên kironîklê, anku maddeyê dîrokî weku xamekê dûvçûn û lêkolînê bikar di-înit daku layenên veşartî yên bûyeran xuya biket, yan tiştekê dî jê çêket. Nê hevbendiyeka heme reng û pirmerem di navbera romana dîrokî û aşopkirina dîrokê da heye, bi hevra têkheleyekî dirust diken ku yê têkres û pêkvenûsyayî bit.
Eger dîrok weku salname û kironîklê bihête vegêran, dê babetekê hişk û bêyî hest û palênerên mirovê mejîvekirî û pêşkeftinxwaz bit. Lê di vegêrana romanê da; «serederiyê digel hebûn û hemî tiştê hevbend bi mirovayetiya mirovî ve diket, lewa wergir jî bistehtir û bi sanahîtir serederiyê digel babetên dîrokî yên romankî diken».(15) û «mafê nivîserî ye ku li gorey dîtin û têgehiştina xwe di nav dîrokê da bigeriyet û belîket û dubare binijîniteve; çunku binemayê wê aşop e berî salname û kironîkil bin»(16).
Romannivîs kesekê azad e di hizirkirin û derbirînên xwe da, aşopeka berfreh û îdyolojiyeka firejêder û hizirkirineka firerehend heye, evca heku xwe dihavête di nav rûbarê babetên dîrokî da, dê li gorey têgehiştin û derdor û rewşenbîrî û dîtinên paşerojî melevaniya têda ket.
Fazilê Omerî jî, gelek bizav kirîne xwe li vî rûbarî bidet û dîrokekê çêket, paşî binivîsit!, navê vî berhemî kire Mêjûnivîs; «daku xwe bikeme di nav romanê da û wekî min çîrok fehm kirî, bibêjim, ne weku hatiye çêkirin û heman tawana çêkerên dêrîn dihêne dehbare kirin… b.p 7».
Lewa, nivîser weku hîkayetxwanekê bêlayen serederiyê digel karekteran û rêrewa bûyeran naket, belku diçite di nav kakilka babetî da û dibîte pişkek ji raçandina piraniya bûyeran û hemî raman û peyam û meremên li pişt her leqteyekê, ji hizir û aşopa wî derdikevin.
Dehmen:
(١) فاضل عمر (٢٠٢٤). مێژوونفیس؛ تەپکێن ژ مەرگى ڤەڕەستین. ڕۆمان. ژ وەشانێن دەزگەهێ پاڵۆ ژبۆ پەخش و وەشانێ. چ١، چاپخانا تەهران- ئیران.
(٢) ابراهیم فتحي (١٩٨٦). معجم المصطلحات الادبیة المعاصرة. المؤسسة العربية للناشرين المتحدين. تونس؛ ص١٠٣.
(٣) سعید عبیدي (٢٠٢٤). الروایة التاریخیة إحیاء للماضي واستشراف للمستقبل. مقالة من موقع: (https://arrafid.ae)
(٤) جورج لوکاتش (١٩٨٦). الروایة التاریخیة، ترجمة: د. صالح جواد الکاظم. ط٢، دار الشؤون الثقافية العامة، بغداد- العراق؛ ص٨٩.
(٥) نضال الشمالي (٢٠٠٦). الروایة والتاریخ: بحث في مستویات الخطاب في الروایة التاریخیة العربیة. منشورات عالم الکتب الحدیث. ط١، الاردن.
(٦) منة حمدی (٢٠٢٤). الروایە التاریخیة؛ حدیث في المفهوم والانماط والاهمیة. مقالة من موقع: (https://blog.samawy.com).
(٧) محمد ریاض وتارة (٢٠٠٢). توظیف التراث في الروایة العربیة المعاصرة. منشورات إتحاد الکتاب العرب، دمشق؛ ص ١٠٧- ١٠٩.
(٨) سامح عودة (٢٠١٧). الروایة التاریخیة… أداة لإحیاء التفاصیل المنسیة. مقالة من موقع: (www.aljazeera.net).
(٩) عبدالله الخطیب (٢٠٢٤). مدخل الى الروایة التاریخیة. مقالة من موقع (https://www.odabasham.net).
(١٠) جورج لوکاتش (١٩٨٦). الروایة التاریخیة، ترجمة: د. صالح جواد الکاظم. ط٢، دار الشؤون الثقافية العامة، بغداد- العراق؛ ص١١.
(١١) عذرا بارفین (٢٠٢٢). الروایة التاریخیة والعصور الادبیة. بحث أکادیمی من موقع: (https://alhidayah.wum.edu.pk).
(١٢) الصادق قسومة (٢٠٠٠). الروایة، مقوماتها، و نشأتها فی الادب العربی الحدیث. منشورات مرکز النشر الجامعی. تونس.
(١٣) فریال جبوری غزول (١٩٨٢). الدوریات الانجلیزیة: الروایة والتاریخ. مجلة فصول العد (٢)، مجلد (٢). القاهرة؛ ص ٢٩٣- ٢٩٤. من موقع (https://archieve.alsharekh.org).
(١٤)عبدالله الخطیب (٢٠٢٤). مدخل الى الروایة التاریخیة. مقالة من موقع (https://www.odabasham.net).
(١٥) ابراهیم عبدالله (٢٠١١). التخییل التاریخی، السرد، والامبراطوریة والتجربة الاستعماریة. منشورات المؤسسة العربیة للدراسات والنشر. ط١، بیروت؛ ص٧.
(١٦) عبدالکریم القادری (٢٠٢٢). الروایة التاریخیة بین التخیل والتوثیق. مقالة من موقع: (https://diffa.alaraby.co.uk).
گۆڤارا مەتین گۆڤارا مەتین