Sebaret navê Eşkaniyan di mêjûyê da bi çend şêweyekan hatiye, bo nimûne (Part, Firs, Eşkan). Navê ewan di jêderên Exmînî û Yûnanî da bi şêwê Part hatiye. Hindek vekoler diyar dikin ku navê malbata Eşkaniyan ji devera (Ersak) hatiye ewa noke bi (Qûçan) dihête niyasîn daku nejadê xo bigehînine Erşakê Duwê.
Artaxşta: 404-358 B.Z şahê dewleta Exmînî (550-330 B.Z), paşî ev peyve hatiye guhorîn bo Eşkan. Hindekên dî dibêjin ku şahên dewleta Eşkanî bi (Erşaqîş) dihêne niyasîn, ev çende jî dizivrit bo (Erşaq)î ku mezintirîn serkirdê şoreşê bû dijî Silûqiyan û wî dewleta Eşkanî damezrandibû (247 B.Z – 224 Z).
Nejadê Eşkaniyan bo hozeka Hindo-Ewrûbî bi navê (Parnî) dizivrit, ew jî pişkek bûn ji hoza (Dahîn) ku êk ji hozên Eskîsî bû, ewên jiber têkçûna navxoya ewan koçber bûn û li devera Hîrkanya akincî bûyn. Lê piştî peydabûna şer û aloziyan di navbera Silûqiyan (312-247 B.Z) û Betalîsan da (305-30 B.Z) li Misrê, û giringî nedana ewan bi deverên dûr, Eşkaniyan ev çende bi derfet zanî ku di navbera salên (250-247 B.Z) û bi serkirdayetiya (Erşaq)î û birayê wî (Trîdates)î li herêmên li bin desthelatdariya Silûqiyan (herêma Parswa) serbexoyiya xo rabgehînin.
Piştî kuştina Erşaqî di şerekî da, Trîdatsî berdewamî da şerî dijî Silûqiyan û şiya sinûrên desthelata xo berfireh biket û paytextek bi navê xo (Erşaq) bo xo dana û şiya berev rojavayî ve biçît û bajarê E’rîqan (Hêkatombîlos) kire paytextê dewleta xo, paşî Eşkaniyan bajarê Ekbetana yê kevin helbijart wek paytext û li dumahiyê bajarê Teysefon bûye paytext.
Şah Erşaqê Duyê (173-138 B.Z) dihête niyasîn damezrênerê rasteqîne yê dewleta Eşkanî û parêzerê serbexoyiya wê û şiyaye bergriyê ji êrîşên Silûqiyan biket û çendîn herêm êxistine di bin desthelata xo ve, wekî (Babil, Belx, Ehwaz, Mîdya û Fars) û hosa şiya dewleta xo berfireh biket û sinûrên wê ji derya Qezwîn heta kendavê Erebî bi xove girtin.
Dewleta Eşkanî dihête hijmartin êk ji bihêztrîn û berfirehtrîn dewletên Farsî piştî dewleta Exmînî, çunku sinûrên wê gelek berfireh bûn ku pişkek mezin ji bakurên Mîzopotamya (Aşûr, Babil û başûrê Besre) bi xo ve girtibû û nêzîkî (470) salan desthelatdarî kir û (360) şahan desthelat lê kiriye.
Li serdemê dewleta Eşkanî desthelatdariya wê ya kargêrî li ser herêman hatibû dabeşkirin, her herêmek ji layê şahên ewan herêman bi xo ve dihatine birêvebirin bi taybetî deverên li ser sinûrê dewleta Eşkanî û împratoriya Romanî û ewan herêman ta radeyekî serbexoyiya xo wergirtibû, belê li dumahiya sedê duyê û destpêka sedê êkê berî zayînî jiber evan egerên li xwarê zincîreka şer û hevrkiyan di navbera împratoriya Romanî û dewleta Eşkanî da destpêkir:
- Piştî bihêzbûn û berfirehbûna desthelata Romaniyan, Romaniyan hewl dan berev deverên îstratîjî li rojhelatî ve bihên bi taybetî deverên Îranê û Îraqê û Şamê daku rêkên bazirganî kontrol biken nexasme rêka Armûyşî ewa di nav bajarên Kurdistanê ra diborî.
- Ji layekê dî ve bihêzbûna dewleta Eşkanî ewa li dumahiya hezara êkê berî zayînî gehiştiye gupîtka hêzê.
- Egerê rastewxo yê ewê hevrikiyê ew bû ku li sala (92 B.Z) serkirdê Romanî (Sulla) berev deverên Furatî ve hat. Eşkaniyan diviyan peymaneka hevalîniyê digel Romaniyan girêden belê serkirdê Romanî sivkatî bi şandê Eşkanî kir û ew derêxistin, lewra ev kiryara ewan bû eger ku Eşkanî bi rêka hêza leşkerî bersiva ewan biden û şiyan di şerekî da di heman sal da leşkerê Romanî bişkênin.
Hevrikiyeka çendîn şerên mezin di navbera herdu layenan da dirust bûn û çendîn peyman jî di navbera wan da hatine girêdan ku hem wan şeran û hem wan peymanan kartêkirineka nerêniya mezin li ser deverên Kurdistanê û Îraqê û Ermenya hebûn û ev devere bibûne gorepana hevrikiyê di navbera ewan da. Ev şer û hevrikiye bû egerê gehandina ziyaneka mezin û peydabûna ne-aramiyê û wêrankariyeka berdewam li deverê bi taybetî li herêma Kurduênî û Edyabînî.
Hejayî gotinê ye şer û hevirkiya di navbera Eşkaniyan û Ermeniyan kartêkirineka mezin li ser xelkê herêma Edyabîn kiriye, û bo mawê deh salan Ermeniyan desthelat li herêma Edyabîn kir li serdemê şahê Ermenî (Tîkran)î.
Li sala 69 B.Z supayê Romanî bi serkirdayetiya (Lûkûllos)î şiyan bajarê Tîkranokerta (Miyafarqîn)ê dagîr biken û bi harîkariya herêma Kurduênî û Ermen neçarkirin xo ji bajarî vekêşin û kire senterê xo yê leşkerî û fermana veşartina termê şahê Kurduênî (Zarbyon)î da ewê bi fermana şahê Ermenî û bi behaneya harîkariya wî bo supayê Romaniyan digel xêzana xo hatiye kuştin, herwesa pare li ser nêzîkên wî dabeşkirin û peykerekê mezin bo hate danan.
Mark Antony di êrîşekê da li sala (36 B.Z) berev Kurdistanê ve hat lê li beramber Eşkaniyan şikestin îna, lewra li sala (43 B.Z) êrîşa xo dubare kireve û Ermenya dagîr kir û li dûv peymana ku di navbera herdu layenên (Eşkanî û Romanî) da hatiye girêdan li sala 1 B.Z dewleta Eşkanî dest ji Ermenya û Kurduênî berda bo Roma.
Ji hejayî gotinê ye bo mawekî Kurduênî kete di bin desthelatdariya Edyabînê ve. Sererayî ewan hemî rûydana temaiya Romaniyan li Edyabînê bi dumahî nehatin û piştî bi dumahîhatina aştiyê di navbera herdu dewletan da li serdemê împrator Trajan (98-117 B.Z) rabûye bi encamdana hewên leşkerî li ser devera rojhelatî li salên (114-117 B.Z) û êkem êrîşa wî bo ser (Entakya) li sala 114 B.Z destpêkir ku şiya ji rûybarê Dîcle derbaz bibit û supayê wî şiya Mûsilê dagîr biket.
Bi vê serkeftinê Edyabîn kete di destê împratoriya Romanî da herwesa desthelatdariya ewan li rojhelatî berfireh bû û bakur û başûrê Mîzopotamya kontrol kir.
Demê hatina Hidiryanî bo ser desthelatê hemî deverên Eşkaniyan bo zivrandin ku wî pitir diviya siyaseta aştiyê bikar bînit, belê li serdemê serkirdên li dûv da careka dî şer û hevrikî peyda bûn her ji hatina Kasosî bo Teysefonê û dagîrkirina wê û paşî hatina Sefîrosî li salên (196 û 197 Z) şiya serkeftinê li ser şahê Eşkanî Ligaşî tomar biket û Edyabîn kire pişkek ji împratoriya Romanî û nasnavê (Edyabînos) anku şahê Edyabînê li navê xo zêdekir.
Li serdemê Karaklay û heta hatina Mekrînosî şahê Eşkanî Ertebanê Pêncê (106-147 B.Z) dumahîk şer di navbera herdu layenan da li nêzîk Nisêbînê rûyda û di encam da xelkekê zor têda hatine kuştin belê bi girêdana peymana aştiyê dumahîk bi ewan şeran hat.
Hosa bo me diyar dibit ku hevirkiya di navbera herdu dewletan da ji egerê temaiya ewana bû ji bo kontrolkirna deverên rojhelatî û rêkên bazirganî. Herwesa zêdebarî şerên berdewam di hindek deman da şer dihate rawestandin û aramî û aştî berqerar dibû, bo nimûne serdemê Oktafyosî. Ewan şeran kartêkirin li ser deverê kiriye bi şêweyekî giştî û li ser Kurdistanê bi şêweyekê taybetî û ewa bûye gorepana vê milmilanê ji layenê siyasî û abûrî û civakî ve. Herwesa derfet bo hindek herêmên wê çêbûye ku serbexoyiya xo werbigirin heta bo mawekê kêm jî bit wekî herêmên Edyabîn û Kurduênî.
Ev şerên berdewam egerekê serekî bûn bo lawaziya dewleta Eşkanî û handana mîrên herêmên wê bo heldana şoreşan dijî dewletê ku dumahîk şoreş ya herêma Fars bû bi serkirdayetiya Erdeşîrê Êkê (224-242 Z) ewê şiyayî serbexoyiya xo rabgehînit û dewleteka nû bi navê dewleta Sasanî (224-651 Z) damezrînit.
Jêder:
١– هیڤی صبری جمیل البرواری، الحروب الفرثیە-الرومانیە علی اقلیم الجزیرە الفراتیە(٩٢-٢٢٦م)، (دمشق،٢٠٢١).
٢– سامی سعید احمد و رضا جواد الهاشمی، تاریخ الشرق الادنی القدیم (ایران و اناضول)(بغداد، د.ت).
٣– جمال رشید احمد و فوزی رشید، تاریخ الکرد القدیم، (اربیل،١٩٩٠).
٤– حسن بیرنیا، تاریخ ایران منذ البدایە حتی نهایة العهد الساسانی، ترجمة: محمد نورالدین عبدالمنعم و السباعی محمد السباعی.
5- رضا جواد الهاشمی، الصراع فی زمن حکم الفرثیین و الساسانیین (الصراع العراقی الفارسی) (بغداد، ١٩٨٣).
٦– ابراهیم نصحی، تاریخ الرومان من أقدم العصور حتی عام ١٣٣ق.م، (القاهرە، ٢٠٠٤)، ج١.
٧– خسرو کوران، کوردستان منذ أزمنة التاریخ(١٠٠ق.م-٤٠٠م) (ستوکهولم، ١٩٩٢).
گۆڤارا مەتین گۆڤارا مەتین