بابەت

Sergotar

Li gel nêzîkbûna bi dawîhatina salekê û hatina saleka nû, ew hestên bi raman û hîviyan têkel di naxê me da û li gel pêdaçûneka lojîkî bo rojên sala 2025ê ku dê nêzîk li nav me bar ket û bi omêd ve dê pêşwaziyê li sala 2026ê keyn. Her careka em malavahiyê ji saleka jiyana xwe dikin, em li gel xwe wan tiştên me encam dayîn û yên me neşiyayî encam bidîn li bîra xwe tînin, lê em îradeya xwe ji dest nadin û ne jî destan ji xewnên xwe berdidîn.

Pêşwazîkirna saleka nû herdem bo me ramana delîve û pencereka dî ye bo ronahiyê, da ku hîviyên biceh nehatî yan pirojeyên paşêxistî temam bikîn. Bi xoşhalî ve di sala 2025ê da, parêzgeh ya çalak bûye û livîneka berçav û taybet ji çalakiyên rewşenbîrî, zanistî, edebî û hunerî bi xwe ve dîtin. Gelek fêstîval, korên akademî, dîdarên edebî, rêwresmên îmzakirina pertûkan û pêşangehên hunerî yên cudacuda hatine gêran. Ev bizave ne bi tenê rêkxistina çalakiyên demkî nîşa didet, belku giyanê bajareki derdibirrît ku bawerî bi wê çendê heye ku rewşenbîrî kiriyareka berxwedanê ye û edeb û huner û zanîn amrazên avakirinê ne û giringiya wan ji çu kertên dî kêmtir nîne.

Di nav vê geşeya rewşenbîrî da, em bi hîviyeka mezin ve li benda wê çendê ne ku ev çalakî di sala nû da di berdewam bin û pitir lê bihên, çunku rewşenbîrî ne bi tenê xoşî û keyf e, belku pêdivî û pirek e ku demê borî bi nuke û nasnamê bi nifşên nû ve girêdidet. Lewra em hîvîdar in ku biyavê rewşenbîrî û edebî giringiyeka pitir pê bête dan û piştevaniyeka ji hejî bo helbestvan, nivîser, hunermend û wergêran bête kirin, da ku di berhemînan û dahênana xwe da berdewam bin.

Li Duhokê û li seranserî Kurdistanê, hejmareka baş ya edîb û dahêneran hene ku xudî projeyên edebî yên giring in, ji destnivîsên amade bo çapê ji roman û dîwanên helbestan û komên çîrokan û vekolîn, heta wergêranên berhemên cîhanî û wergêrana edeb û hunerê Kurdî bo ser zamanên zindî ku li hiviya dîtina ronahiyê ne. Lê ji ber ku rewşa jiyara gelek ji wan ya zehmet e û ev çende jî kaniya xewnên wan çik û hişk diket, gehiştina wan bo xewn û hîviyan paş diêxit; çunku edeb û dahênan û efrandinê pêdivî bi aramiya derûnî û piştevaniya madî û me’newî heye, da ku bîroke bibît kiryar, xewn bibin şûnwar.

Li vêre, rola damezraweyên rewşenbîrî û rojname û govaran diyar dibit ku herdem piştevanên dîmenê rewşenbîrî ne.

Di vî çarçoveyî da, em hez dikin li ser govara Metîn rawestîn ku li deverê êk ji giringtrîn mînberên rewşenbîrî ye. Govara Metîn di salên borî da şiyaye parêzgariyê li ser berhevbûna xwe biket û naverokeka rijd pêşkêş biket û biyavên rewşenbîriya giştî û gelek nivîser û akademîstên navdar û xudan şiyan li dor xwe kom biket.

Em hîvîdar in ku govar bi heman kualîtiya xwe ya nuke derçûna wê ya berdewam bît, daku bikarîn di sala nû da (Metîn)ê bi herdu şêwazên kaxezî û elektronî pêşbêxîn. Çunku cîhana evro bi lez ya ber bi belavkirna dîjîtal ve diçît û ew naveroka ku bi rêka sekoyên elektronî yên berdest yên bûyne pêdiviyek û kes neşêt piştguh biavêjit; lewra em dixwazin sekoyên xwe yên elektronî nû bikîn, baznê belavbûna govarê berfirehtir lê bikîn, da ku bigehît rêjeyeka pitir ya xwendevanên navxwe û dervey Kurdistanê.

Herwesa em dixwazin ku govara Metîn bibîte sekoyeka rastî û zindî bo nivîser, akademî û vekoleran, û em laperên wê bo her qelemekê cidî û dengekê dahêner vekin. Çunku jîngeha rewşenbîrî bi tenê demê dergeh li hember hemûyan dihêne vekirin, û demê nivîser hest diket ku layenek heye rêzê li bizavên wî digrit û deqê wî di hembêza xwe digrit, geş dibît. Em jî ji aliyê xwe ve di piştevankirina wan û belavkirina berhemên wan yên bi qîmet da kêmasiyê nakin, ji baweriya me bi wê çendê ku berdewamiya tevgera rewşenbîrî li devera me berpirsyariyeka civakî ye.

Rewşenbîriya Kurdî ya resen hejî wê çendê ye ku bête parastin û belavkirin û çendîn dergehan bo xwe bibînit, da ku ciwanî û dewlemendiya xwe bo cîhanê diyar biket. Govara Metîn, bi wê dîroka xwe ya zengîn û bi seng, hîvîxwaz in – wek herdem – êk ji wan ronahiyên ku rêkê li hember dahêneran rohn diket ya berdewam bît û kar li ser çespandina nasnameya rewşenbîrî bi rêka peyv, gotar, vekolîn û deqên edebî biket.

Li dumahiya vê salê û destpêka saleka nû, çu nîne bêjin ji bilî arastekirina supasiyan bo hemû nivîserên ku bi babet û mijarên xwe Metîn xemilandî, daku bi hevra vê xizmetê pêşkêşî xwendevanên hêja yên govarê bikîn, bi hîviya hindê ku sala nû saleka tijî ji nûbûn û serkeftinan bît, salek bît ku têda proje û xewnên bicehnehatî rojê bibînin.

Her sal hûn bi xêr û şadî bin û rewşenbîriya Kurdî pitir geşê biket.

ڤان بابەتان ببینە

Romana Mêjûnivîs, dawî berhemê romankiyê nivîserê hêja û afirinde (Fazil Omer) e (1). Di vê …