Amadekirin û wergêran: Şemal Akreyî
Romana Pêl (The Waves) ya nivîsera Birîtanî Virginia Woolf, ku li sala 1931ê belavbûyî, heta noke gelek caran hatiye çapkirin û bi sedan têz û name û vekolînên akademî li ser hatîne nivîsîn. Romana Pêl dihête hejmartin yek ji şakarên edebê nûxwaz, ku pexşana helbestkî li gel ezmûngeriya edebî têkhel dike. Ev romane jînenîgara şeş kesayetiyên serekî li ser şêwazê zincîreyeke monologên navxweyî vedgêre. Ev monologe bi rengekî hatîne darêştin, ku hizir û dengên wan kesayetiyan di geşteke pêkhatî ji qonaxên jiyê mirovî de (zarokînî, gencatî, pêgehiştin û mirnê) têkhel dibin.
Roman kirareke yanku (hibke)yeke kilasîk tê de nîne, belku komeke têramanên kûr li dor demî, nasnamê û hevbendiyên mirovayetî bi şêweyê vegêraneke nimûneyî pêşkeş dike. Ew pêlên gelek di pesinkirinê de dûbare dibin, nûneratiya paşxaneyeke çevengî bo siruştê jiyanê, ku hertim di guherînê daye dikin.
Ev romane ne bi tinê karekê edebî yê cudaye, belku dîtineke felsefî û derûnî ye bo hebûna mirovî. Têda hizrên nepen û navxweyî yên kesayetiyên romanê yanku karêkteran li gel hest û nestên helbestkî yên kûr bi rêka diyalogên kilasîk û kirareke êkser tevlȋhev dibin.
Her kesayetiyeke romanê, nûneratiya dîtineke cuda bo jiyanê dike, ev çende sebaret bi ezmûngeriya mirovî bi rengekê giştî, romanê dike di bazineyekê têramana civakî de.
Kesayetiyên serekî, milmilanê li ser nasnameya takekesî û hevbendiya li gel hevdu dikin û bi vî rengî:
– Bêrnard: Nivîser û hizirmende, ku li dûv raman û çîrokan digere.
– Sozan: Jineke gundiye, ku ramana jiyanê di suruşt û xêzanê de dibîne.
– Roda: Kesayetiyeke gelek lawaze, ku arîşeya hestkirinê bi vederbûn û tirsî heye.
– Nîvîl: Helbestvanekê hevregezbaze, ku li evîniyeke nimûneyî digere.
– Cêynî: Kiçeke gence, ku şeydaya ciwanî û modeyane.
– Loyîs: Zelameke, ku arîşeya havîbûn û jiyatiyê heye; çunkî ne xelkê resenê Birîtanya ye.
Roman bi ser (9) neh çapteran hatiye parvekirin, her çapterek qonaxeke jiyanê ye ji zarokîniyê destpêdike heta digehe sinêleyiyê û pêgehiştinê û pîriyê. Di van çapteran de, Woolf pesneke helbestkî dide livîna pêlên deryayê li demê rojhilatinê û avabûnê, ev çende xwaze û mîtafore bo xula jiyanê û demî.
Xalên serekî yên romana (Pêl) berçav dikin:
– Nasnameyê takî û komê: Her kesayetiyeke di romanê de, bizava hindê dike da ku di çarçovêyê hevbendiyên xwe de li gel yên din, xwe nas bike.
– Borîna demî: Roman serederiyê li gel demî dike weku pêvajoyeke berdewam di guherînê de û karîgeriyê li ser kesayetiyan dike.
– Goşegîrî û hevbendî: Roman diyar dike ka çewa kesayetî, li ser ji nêzȋkbûna wan ya serveyî li gel hevdu, di cîhanên xwe yên navxweyî de dorpêçkirî dimînin.
Çeveng di vê romanê de:
– Pêl: Sîmbol yanku çevengê ewî suruştê hertim di guherînê de ye, dîsan amajaye bo xola jiyanê, ji dayikbûnê heta mirinê.
– Roj: Rengvedane bo derbazbûna demî, ji elindê (zarokînî) heta avabûnê (pîrbûn).
Giringiya romanê:
Romana Pêl, dihête hejmartin weku girîngtirîn karên Virgîniya Wolf; çunkî hemû rêbazên kilasîk yên vegêranê dişkîne û şêwazekê helbestkî bikar tîne daku biçe nav kûratiya naxê mirovî de. Pêl karekê felsefî ye ji çîroka tiradîsyonal û berbelav derdikeve daku behsê ezmûneke mirovayetiya giştgîr bike.
Kesayetiyeke din jî bi navê (Percival) di romanê de heye, herçende me bi rengekê êkser guh ji dengê wî nabe; çunkî amadebûna wî kesayeî û mirina wî di rûdanekê de, gelek ya bi lez û zûye, belê vî kesayetî karîgeriyeke bi hêz heye li ser hemû kesayetiyên din.
Roman, bi dahênaneke cuda û bi teknîkeke nû hatiye nivîsîn, ku rewt yanku baskê hişyariyê û karîna wî bo efrandina dengan bo her kesayetiyeke romanê bi ciwanî dide xuyakirin û ev çende li wî serdemî karekê zêde nûxwaz bûye.
Şrovekirina romanê:
1- Her şeş kesayetiyên romanê û rolên wan yên çevengî
Her kesayetiyek, nûneratiya aliyê derûnê mirovî dike, her weku hemû kesayetî parçeyên êk mirov bin:
– Bêrnard: Wek vegêr û lêgerê ramanê ye bi rêka peyv û çîrokan.
– Sozan: Wek hevbenda suruştî û dayikîniyê û dilsoziyê ye di jiyana gund û gundewariyê de.
– Roda: Rengvedana aliyê soz û tingijînê ye, ku herdem li evînê digere.
– Nîvîl: Kesayetiyekê helbestvan e, nûneratiya vederbûn û lêgeryanê ye li ciwaniya nimûneyî.
– Cêynî: Nûneratiya rindî û ciwaniya serveyî ye, ku herdem dûv sîma yên ji derve digere.
– Loyîs: Wek kesekê havîbûyî û dudil, ku ji hebûna xwe yê bêzar di romanê de xuya dibe.
2- Mirin weku hebûneke misoger
Mirina (Percival)î tewerê sozê ye di romanê de. Mirina wî ne bi tinê rûdaneke diltezîne, belku bîrhatine bi lawaziya jiyanê û bandora ji destdanê (mirinê) li ser yên din.
3- Şêwazê vegêranê
– Baskê hişyariyê: Roman hemû, ser monologa navxweyî ya kesayetiyan radiweste, ku xwandevanî paldide daku bi kûrî biçe di nav hizir û hestên wan da.
– Dûbarebûn û rîtm: Pêl, wekû çevengên xola jiyanê û mirinê û nûbûnê hatîne bikaranîn, saloxdana dûbare û çend barekirî ya suruştî, hestê berdewambûnê bihêz dike.
4- Tewerên serekî
– Nasname û nax: Roman behsê lêgeryanê ji naxî dike, ka çewa nasname li gel borîna demî dihêne guherîn.
– Dem: Roman suruştê guherîna demî û karîgeriya wî li ser kesayetiyan bi rengekê berçav diyar dike.
– Vederbûn û hevbendî: Zêdebarî ku kesayetiyên romanê di hevgirtîne, belê di heman dem de her êk yê vedere û di goşegîriyeke navxweyî ya kûr de dijî.
Nameyên felsefî yên vê romanê
– Ezmûna mirovayetî ya hevpişk: Zêdebarî kesayetiyên cuda, belê hemûyan heman alengariyên hebûnê hene.
– Ziman wekû rêka derbirînê: Peyvan karîna girtekirina gavên ku derbaz dibin heye û ramanê jêra dibexşin.
– Rêk ji guherînan nahête girtin: Roman behsê wan guherîn û xweguncadinan dike, ku li gel bûyeran di kesayetiya de dirust dibin û kes nekare rêgiriyê lê bike.
Verêja romanê
Romana (Pêl) ne bi tinê karekê edebî, belku ezmûneke felsefî û helbestkiye serederiyê li gel kûratiya naxê mirovî dike. Pêl geşteke li gel demî û guherînên jiyanê bi rêka şeş zomên dengdarên di nav êkira, ku xwandevanekê bi hedar û xudan têraman pêdivê daku di nameyên romanê yên kûr bigehe.
Eger tu girngiyê bi karên edebî yên bi şêweyekê dahênerane derbirînê ji hizir û hestan dikin, divê tu romana (Pêl) bixwînî daku ezmûneke nimûneyî û cuda bibînî. Li dawiyê Virginiya Wolf xwendevanî bi dîtineke nû bo jiyan û hebûnê padaşt dike.