Newzad Amêdî
Berî demekê ne yê dûr, me lêkolînek kurt li govara Metîn derbareyî pirsa netewî û nîştimanî belavkir. Di wê lêkolînê de, me çend xal û asteng û girêk, ku bûyne asteng beramber lawaziya hesta netewî û nîştimanî û ragehandina dewleta Kurdî li Kurdistanê hijmartin.
Yek ji wan xalên giring, ewên bi rengekê berçav hatîne gengeşekirin, asteng yan xala kartêkirina olî bû li ser hesta netewî û nîştimanî li cem Kurdan. Ji ber giringiya vê xalê û vî babetî me bi fer dît, nivîsînek taybet wek destpêk li ser vê xalê binivîsîn, da pêtir dergeh li beramber lêkoler û xwandevan û rewşenbîrên me, derbareyî kartêkirina vê xalê û ladana perdê li ser çend veşartiyên giring di vî buwarî de bê vekirin.
Gelek ji nivîser û da’iyên Musilmanan û bi taybet partên Îslamî û berdevkên wan, hewil didin vî babetî li pêş çavên Musilmanan berze û şêlû kin û çend ayetan bo şêlandina hizra kesî beramber vê pirsê bi kar tînin. Lê ew pirsiyara pêdivî, ku em li vir, di vê nivêsînê de ron bikin û bersivê li ser bidin ewe, ku boçî ev kese û layene, bi taybet li Kurdistanê hewil didin wek nihênî serederiyê di gel vê çendê bikin? Dê zêdetir hêbetî mînîn, demê bizanîn, ku ev pirse gelek bi ronî ji layê zanayên dînê Îslamê û muftî û layenên peywendîdar ve hatiye bersivdan!
Bahra pêtir ji van zana û muftiyan çend ayet û hedîsan bo diyarkirina wê çendê bi kar tînin, ko Xwedê em wek netewe û millet û eşîretên cêwaz çêkirine, başê me li def Xwedê ew kese, ewê ji hemûyan bawerdartir û baştir be. Her wesa pêdiviye Musilman hemû li ser rêya Xwedê kom bin û jêkve nebın*, gelek ayetên din yên bi vî rengî, ku bi rengekê yekser behsê pirsa netewî û nîştimanî nakin, lê li ser wê pirsê têne pîvan.
Her wesa çend fermûdek jî hene, ku bo ronkirina vê pirsê têne bikaranîn. Bo nimûne Pêxember di fermûdekê de dibêje: Ewê bostekê ji cema’etê dûr dikeve, ew ji Îslamê dûr keft. Her wesa eger kesekî bangewaziya wextê nezanan(cahiliyê) kir, dê cehnemî be, eger xwe ew nivêja bike û rojiya jî bigire.(1) Gelek zana û muftiyên Musilmanan evê fermûdê li ser gonehkariya pirsa netewî û berawurdkirina wê di gel daxwaziya nezanên berî Îslamê, wek baştirîn û diyartirîn belge bi kar tînin. Herwesa me çend fermûdên din hene, wek ewa dibêje: Ewê li bin sîbera alayê qebîlê(netewê) şerî bike yan xwe bo qebîlê nerazî bike yan piştevanya qebîlê bike, ew dê bi mirina nezanên berî Îslamê mire(2) yan demê gotî bihêlin ew tiştek geniye(xirabe/fasde)(3). Herwesa demê gotî ewê daxwaza şerî li ser esebiyeta kevin û qebîlê bike û bê kuştin ji me nîne(4). Eve çend ayet û fermûde wek nimûne, lê eger li dûv bigerî û gotar û fetawiyan bixwînî, dê gelek fermûde û ayetên din bînî, ku hewil didin bêxin di qalibê dijatiya pirsa netewî de.
Pirsa netewî di Îslamê de bi reng û têgihîştina wê ya evro nebûye, lê herdem ev pirse bi du tiştan hatiye berawurdkirin. Ya yekê li ser demê Pêxemberê Îslamê Muhemmedî û li piştî wî, bi hizra nezanên berî Îslamê û qebîlê dihate berawurdkirin. Lê demê netewe wek pirsek siyasî û felsefî li dinyaya Rojava û bi taybet piştî şoreşa Firensî derketî, zanayên Musilmanan bi giştî, wek pirseke Rojavayî û dijî Îslametiyê serederî di gel vê pirsê kir û careke din hate tekfîrkirin; çunkî ev hizre li ser binemayê xûnê û zimanî û dîrokê hatiye avakirin, ev hersê binemaye dê bine cîgirên binemayên Îslamî.
Her li ser vê rêyê, muftiyê Su’ûdiyê Ebdulezîz bin Baz (1912-1999z) dibêje: ku pirs/hizra netewî, pirseke kufrê ye û têkdana here mezine dijî Îslamê; çunkî mirovên netewî dijî hindêne, ku hukim bo Qur’anê û şerî’etî be, wan divê yasayên çêkirî bi kar bînin, da yeksaniyê di nav komelgehê de peyda bikin. Lê her dewletek bi hukmê Îslamê razî nebe, ew dewleteke kafire bi deqê ayetan, pêdiviye Musilman dijatiya wê bikin(5). Kurê Bazî berdevam dibe û dibêje: Muhemmed bin Ebdulwehhabî gotiye, her kesê hizir bike, ku rêya wî baştire yan hizra wî baştire yan hukmê wî baştire, ji yê Pêxemberê Îslamê ew kafire yan eger kesek hizir bike yan kar bike, ku karê şerî’etê Îslamê rabiwestîne, li dûv vê ayetê: {وَمَنْ يَبْتَغِ غَيْرَ الْإِسْلَامِ دِينًا فَلَنْ يُقْبَلَ مِنْهُ وَهُوَ فِي الْآخِرَةِ مِنَ الْخَاسِرِينَ} [آل عمران: 85] ew kafire. Lewma kurê Bazî wê dibêje û li ser vê axiftinê berdewam dibe, mana wê; her kesê bêje, ku yasa û sîstemên çêkirî ji şerî’etê Îslamê baştirin yan beramberî wêne yan şerî’etê Îslamê bikêr vî wextî nayê yan biřîna destan û recimandina zinakaran bi kêr vî serdemî nayê…, dikeve bin heman gotinê, ewa li serî û kafire. Di berdewamiya nama xwe de dibêje: De’wa pirsa netewî, de’weteke pûçe û tu binemayên hizrî û nivîskî (eql û neql) piştevaniyê lê nakin, belku ev çende de’weka nezana ye û ya îlhadê ye û hatiye da dijî Îslamê rabiweste(6).
Herwesa kuřê Teymiyeyî dibêje: Her kesê bi navê eşîretê, regezî, rêbazê, mezhebî.. ji rêya Îslamê derkeve, ew li ser rêya nezana(cahiliyetê)ye(7), anku kafire.
Digel vê çendê, fetwayên heyn, bi kufirkirina wan kesan, ewên piştevanyî yan hez ji wan kesan dikin yan hizra netewî û dîmukratiyetê û heta perlemantaran bike, çunkî hizr û bîrên wan dijî Îslamê ne(8).
Anku bi kurtî, zana û kesayetiyên navdarên Musilmanan bi giştî û berî derketina Îslama siyasî û modernîsta (الحداثيين), hemû bi yek deng û reng dijî pirs û hizra netewî ne û wek pirsek nezan û dijî Îslamê û pirsek îlhadî û kufir dihjmêrin. Herçende her yekî navek yan wesfek bo van kesan û vê hizrê bi kar aniye.
Belê li destpêka sede ya bîstê, hizrên nû peyda bûn û Îslama siyasî wek livînek beramber pirsa netewî, li dûv hizir û bi destên kesên wek Cemaleddînê Efxanî (1838-1897z) û Muhemmedê Ebdey(1849-1905zz) û Muhemmed Reşîdê Rizay(1865-1935z) û Hesenê Benay(1906-1949z) û Seyid Qutbî(1906-1966z) hate gorepanê. Herçende hemûyan bo dewletek/xîlafeke Îslamî ya mezin û çespandina şerî’etê Îslamî kar dikir, bes paradoksa wan di hindê de bû, wan diviya pirojekê Îslamî netewî bo saxkirin û damezirandina xîlafa Îslamî pêşkêş bikin, ku hemû welatên Musilman li bin hukmê wê bin(9).
Bahra pêtir ji van modernîst û bîrmendên Îslamî, dijî pirsa netewî bûn û hizir dikirin, ku dê netewayetî bibe egerê parçekirina welatên Musilmanan. Herwesa di heman dem de diviyan xîlafeteke Îslamî rabigehînin, lê bi baweriya min ciywaziya wan di gel zanayên Îslamê, yên kevin ew bû, zimanê tekfîrê bikar nedîna, hewildan bi zimanekê sadetir û moderntir û şehrezatir vê rastiyê veşêrin yan wê hizrê bo damezrandina xîlafeta Îslamî bi kar bînin. Ev paradokse û netêgihîştine, heta evro jî ya berdewame. Em dikarin evê çendê, li cem guropên weku Hemasa Felestînî yan Netewayetiya Pakistaniyan, ewa li ser olê Îslamî hatiye avakirin û Îslam senterê wê ye, gelek bi cuwanî bibînin. Li ser vê çendê kuřê Bazî, demê behsê van core kesan dike axiftineke cuwan dibêje, wek koma bangewazên netewayetiyê bi dînî ve girê didin. Evan mirovan bi direwîn li qelem dide û dibêje binyatên netewayetiyê û dînî hevdu nagirin. Ji ber hindê dê bînî, ku ev kese dikevin di dûriyatiyê de, hinek caran olî û netewê pêkve girê didin û hinek caran jê dûr dikin.
Musilman behsê du core netewayetiyan dikin. Ya yekê ew hezjêkirina sade, ewa mirovî bo regez û zimanê xwe yê dayik hey. Ya duyê, tundrewiya netewî wek hizr û pirsek nêgêtîf û xirab. Îslam dijî ya yekê nîne, belê dijî ya duyê ye(10). Di heman dem de, ew dibêjin, ku pirsa netewî pirsek nezanaye û dijî Îslamê ye û ji Rojava bo têkdana Îslametiyê û parçekirina welatên Musilmanan hatiye. Herwesa ev aydiyolojiye birayetiya xûnê û regezî û cihî û rengî û…, anku netewî li pêş birayîniya Musilmanetiyê didanin, ev çende dijî binyatên Îslametiyê ne.
Bahra pêtir ji lêkoleran dibînin, ku ev têkeliya hizr û aydiyolojiya welatên nû û modern, digel hizra Îslamê, bû egerê peydabûna Îslama siyasî(11). Li dûv dîtina min ev pirse li ser destê van modernîstan û livînên Îslama siyasî û bîrmendên wan, wek şepolên deryayê lêhatî ye, ji vî berî bo berê hanê, Îslam jî şêlû kir û hizra neteweyî jî herimand. Herçende di pirsên hizrî û aydiyolojî de ev du gurope gelek ji hev dûrin, lê dijatiya wan bo Rojava, ew nêzîkî yek kirin.
Herwesa dê bînî, bahra pêtir ji van bîrmendên Îslamiyên modernîst, dibînin, ku Îslam bo hemû arîşe û pirsên çivakî û abûrî û siyasî çareseriya yekane û dawiyê ye. Bahra pêtir ya lêkoleran wesa hizir dikin, ku têgehê dewleta Îslamî ya nû, wek bersiv/kardaneweyeke, li ser têgeh/çemkê dewleta netewî li Rojava û derketina Sehyoniyetê, wek pirojek Rojavayî dijî Îslamê(12).
Ev tirsa mezin ya bîrmendên Musilmanan beramber Rojava, bi taybetî li sedsala bîstê, tirsek û nebaweriyek yekcar zor li welatên Îslamî dirust kiriye, ku her guhorînek yan hizrek nû, dijî Îslamê ye û dijî welatên Musilmana ye û pêdiviye Musilman beramber wê rawestin. Evê dîtinê/hizrê Musilman bi tenê hêlan û berê wan bi çîrokên bab û kalan û rabirdûyî û xewna saxkirina xîlafeta Îslamî didan. Li wî demê dunya, bi taybet Rojava mijûlî xwe nûkirinê û bi berîkanên hizrî û teknelojiyayêve di mijûlin. Lewma deverên me feqîr û hejar û cahêl û bindest man û Rojava rûgeha zanist û zanîn û pêşketinê ma.
Li dûv pirtûka “El-Cemaet el-Mutexeyîle” ya Bindikt Endirsinî, herdem aydiyolojiya netewî, wek bedîlek û dijî dînî hatiye danan; çunkî wek binemayê sîkolarîzmê serederî digel tête kirin, ji ber hindê bo nasnme û desthilata dînî asteng û rikabere. Pîter Mandavîl dibêje: Ev aydiyolojiye, ewa di navbera desthilatê û xelkê de yeksaniyê peyda dike, dijberî û nakokiyê di gel bîr û bawerên Îslamê peyda dike, ewa dibêje desthilat bo Xwedê ye “el-hukm lillah” û hemû tişt bo Xwedê ne û di destê wî de ne(13).
Pirsa olî li ser milletê Kurd, berevajî milletên din yên deverê ye, ew karî bibe amîrek xirab bo lawaziya hesta netewî, Kurd kirine şagirdên welatên Îslamî. Herdem ew Musilmanên sade yan ewên tundrew berevaniyê ji olê Îslamê dikin û pirsiyar dikin, çima Kurd bi tenê bûn ew amîre û bûne şagirdên xelkê din û bo damezirandina welatekê (Kurdî, Îslamî, Serbixwe) nekarîn mifayî ji Îslametiyê wergirin?
Di baweriya min de û bi kurtî, ev çende ji egerê zalbûna perwerda olî ye li ser perwerda netewî û nîştimanî li Kurdistanê, pûtedan bi hizra yekê û hêzkirina hesta dînî li ser hisaba hizra duyê û lawazkirina hesta netewî û nîştimanî. Ev corê perwerde bû hewînkerê du asteng/arîşên mezin.
Asteng/arîşa yekê, ji egerê perwerdekirineke netewî û nîştimanî ya seqet û zalbûna perwerda olî(14), girêdana me û viyana me li şûna netewe û nîştimanê me, hestên me bo Îslamê radikêşe. Ev çende bi rengekê cuwan li cem gelek serkirde û mezinên Kurd diyar dibe, demê hewil didin xwe ji netewe û nîştimanê xwe bişon û rihên xwe bi pêxemberê Îslamê yan hevalekê wî yan qebîlên Erebî bigehînin, da cihê xwe bi hêz bikin yan da xwe li ber dilê Erebên dagîrker şirîn bikin. Bi mixabnî ve; heta evro jî bi rengên cêwaz ev çende ya berdewame.
Asteng/arîşa duyê, ev corê perwerde bû egerê nebûna wan zelam û serkirde û zanayên dînî, yên şiyanên hindê hebin, ku xizmeta dînî û netewî pêkve girêden û her wesa nekevne di bin bandora zanayên dînî, yên Ereb û Turk û Farisan de. Ev egere li ser milletê Kurd karesatek berdewame û heta evro jî em yê baca wê çendê didin, bi taybet li ser destên partên Îslamî, ewên bi ecindayên abûrê wan bi welatên dagîrker ve yan bi welatên Îslamî ve girêdayî(15).
Ji ber ku ev girêdane, ne girêdaneka berjewendiyê ye, belku girêdaneka aydiyolojiyê ye, ji bo xizmeta wan ne ya me. Ev nimûne bi başî li ser destê Selaheddînê Eyûbî diyar dibe, ka çawa wî ew hêz û desthilatdariya mezin, ya ku wî bi dest xwe ve anîbû, hemû kire di xizmeta Îslamê û neteweya Ereban û welatên wek Misir û Sûriyê de. Zêdebarî wê çendê, ku Selaheddîn tu hewil nedan, ku xîlafeteke Îslamî li Kurdistanê ava bike an jî paytextê xwe li Kurdistanê dane, belku kesên zîrek û bi hêz û navdar jî di gel xwe birin welatên Ereban, wek leşker an serleleşker an jî ji bo karên din ên cuda ji Kurdistanê dûr xistin. Piştî hingê, pirraniya van Kurdan man li wan welatan û bûn Ereb an Kurdîniya xwe ji dest dan. Herçiqas di wextê Selaheddîn de tiyoriyên neteweyî û nîştimanî belav nebûn jî, lê her di wextê Babilî û Aşûrî û Fera’inan û Yûnanî û Faris û Osmaniyan û vêra here jorê de û jêhel, serkirdên neteweyên cuda xizmeta milletê xwe dikir, li ser axa bav û kalên xwe û bi navê miletên xwe û welatên xwe damezrandin. Anku bi zimanekî sadetir; her di kevin de, xelkê xizmeta millet û nîştiman û axa xwe dikirin, bêyî ji bo vê çendê, ku wan pêdivî bi tu tiyoriyên nivîskî hebe.
Herdem pirsên cêwaz di Îslametiyê de, boçûn û şirovekirnên cuda hene, her yek li dûv hizra xwe û berjewendiyên parta xwe û weɫatê xwe şirove dike. Ḧalê pirsa netewî jî di destê zana û partên Îslama siyasî de gelek baştir nine, çunkî Îslamî bi sanahî bîr û bawerên xwe diguhorin, da bi meremên xwe yên serekî bigehin û ji nû dêmê xwe yê dirust nîşa didin. Anku bi zimanekê sadetir, li destpêkê partên Îslamî Qur’ana Mekî pêş çav dikin, demê ser dikevin û bi hêz dikevin, Qur’ana Medînê bi kar tînin û pêşve tên.
Kurtiya vê çendê, bahra pêtir ji zanayên selefiyan û weɫatên Musilmanan û fetwayan û nivîseran û şehrezayan di buwarê Îslamê de, dibêjin Îslam dijî hizra netewiye û zanayên Musilmanan û fetwaya teḧrîmê kiriye û bi kufir li qelem dane. Piştî hatina modernîstên Musilman, careke din ev pirse şêlande ve, wan diviya bo serêxistina Îslamê mifay ji hêzên netewî wergirin û tetbîqa şerî’etî û mifay ji Musilmanên netewe û regezên cuda wergirin. Her wesa wan hewiɫ da bi hemû rengan diyar kin, ku ev pirse pirsek rojavayî ye û bo têkdana weɫatên Musilmanan û jêkvekirina ummeta Îslamê ya hatiye dîtin. Di gel hindê dê bînîn partên Îslama siyasî û bi taybet li weɫatên bindest wek Kurdistanê, hesta netewî bi kar tînin, çi bi gotin yan ḧeta gelek cara bi nvîsîn, daku kurdên xwedî hestek netewî berev partên xwe rakêşin bo dijatiya roj’ava û xizmeta weɫatên zilhêzên Musilman mifay jê wergirin. Herçende ew bi xwe û serkirde û bîrmendên wan dijî vê pirsê ne. Bo nimûne Hesen elbena derbarey van hizran dibêje: Pêtiviye van hizran bêxîne ser mîzana Îslamê, her tiştek di gel gunca, ew bi xêr bihêt û eger ne, em dijî wê ne. Di dirêjiya gotnên xwe de diyar diket, ku ew jî dijî wê netewa (nezan/cahilî)ne, ewa li ser binyatê netewî daxwaza weɫatekî dike(16).
Netewe li cem (Îxwanên Musilman)an ‘eqîde û Îslame, nek ‘erd û regezname ye. Netewe bê Îslam û bes li ser binyatê regezî û nîştimanî û axê tiştek şaşe û gunehe û piştevanî lê nayê kirin. Herwesa (Seyid elqutb) li ser netewayetiyê dibêje: Ne neseb û ne ‘erd û ne regez û ne qebîle û ‘eşîret, belku bes ‘eqîde ye, regezê xwedî baweran diyar dike. Ewên dijî rêya Xwedê bin, li ser rêya netewê diçin, çi regez yan ‘erd be, ew dujimnên mirovayetiyê ne(17).
Lewma di kevin de û noke jî zana û bîrmendên Musilmanan dijî netewayetiyê û nîştimanperweryê ne, eger li ser binemayê regezî û ‘erdî be. Ev çende ya ron û aşkira ye û pêdivî bi tu belge û gengeşa zêdetir nîne. Musilmanên modernîst û bîrmendên Îxwanan hewil dan bi rengekê şehrzatir serederyê di gel vê pirsê bikin. Vê hizrê û wan kesên bawerî bi vê çendê heyn, bêxine di bin kuntirola xwe ve û di xizmeta Îslama siyasî da û şerê wan di gel roj’ava û saxkirina xîlafeteke Îslamî de be. Bîrmendên Musilmanan (ji bilî bîrmendên kurdên Musilman) bi sanahî, bo xizmeta netewe û nîştimanên xwe yariya bi van pirsa dikin. Herwesa dê bînî, evên van gotnan dikin, hemû xwedî weɫatên netewî û nîştimanî ne û şerî bo bindesitkirina regezên din dikin. Ḧeta noke şerê turk û ‘ereb û farsan di gel kurdan li ser ‘erd û ziman û regezê kurdan bûye. Di heman dem de, dê partên Îslamî, yên kurdî û şêx û meɫayên kurdan han din, ku dijî weɫatekê serbixwe yê kurdî rawestin; çunkî dijî binemayên Îslametiyê ye. Herçende di ragehandinê de gelek ji siyasiyên kurdên modernîstên Îslamî, hewiɫ didin xelkê bi navê netewê bixapînin; çunkî ew dizanin dûvçûn nîne û kes nawêre gotinên li ser devê wan destvedin, lê bi dengek bilind dikarim bêjim, ku hemû partên Îslamî wek kurd (regez) û wek kurdistan (‘erd), dijî pirsa netewî û nîştimanî ne.
Perawêz:
*(Soret El-ḧucrat:13) (Al ‘Umran:102, 103). Ev şirovekirine, ne wergêrane bo ayetan yan fermûdeyan, belku harîkariyeke bo têgehiştina wan têkistan bi rengekê sade.
١- ناصرالدین الالبانی، صحیح الجامع الصغیر، نسخة الکترونیە، ج ١، ح ١٧٢٤، ص ٣٥٤.
٢- الامام ابی الحسین مسلم بن الحجاج النیسابوری، صحیح مسلم، ج ١، ط ١، دار الحدیث، القاهرة/١٩٩١، ح ٢٥٨٤، ص ١٩٩٤.
٣- صحیح مسلم، حدیث ٢٥٨٤.
٤- صحیح مسلم، حدیث ١٨٠٥.
٥- الشیخ ابن باز، نقد القومیە العربیە علن ضوء الاسلام والواقع، کتاب الکترونی ب.ت،ب.م. ص ٧.
6- Heman jêder û heman laper û li dûv ra dikarî seredana vî maɫperî bikey: www.binbaz.org.sa
٧- د. عبدللە أبوبكر أحمد النيجيري ،القومية وحكمها في الشريعة الإسلامية، أستاذ مساعد كلية الشريعة والقانون بالجامعة الإسلامية العالمية إسلام آباد – باكستان، ٢٠٠٢م.
8- Bo zêdetir li ser van coře fetwayan binêre Islam wib.
9- Andrew M. Bennitt, Islamic History& Al-Qaeda, Pace university School of loW, spring 2013.
١٠- عبدالله النیجیری، المرجع السابق؛ د.حسین عبدالهادي، موقف الاسلام من الظاهرة القومیة، المجلس الاسلامی السوری. نسخة الکترونیة.
١١- هشام جعفر، جذور الاسلام السیاسی و مستقبله، الجزیرة نت، ٦/٣/٢٠٢٣.
١٢- هل الاسلام السیاسي و القومیة وجهان لعملة واحدة، صحیفة الجامعة، جامعة الملکة آروی، ٤/١٠/٢٠١٨.
13- www.qau.edu.ye/journal/11015
14- Bizivre lêkolîna me: Govara Metîn, Newzad Amêdî, Kurd û pirsa netewî û nîştimanî, hijmara 242, kanûna yekê 2023.
15- Lê di heman dem da me nimûnek cuwan heye li ser vê çendê û bo cara yekê destpê dike, geşe diki û bi coř’et Îslamê têxe di xizmeta netewê de, ew jî mamosta Murişd Me’şoq El-xeznewî ye.
16- Her wesa tû dişêy seḧkeye: www.ikihwan.wiki
17- Bo zanîn eve heman boçûna îxwanên Musiɫmana ye. herwesa binêre: (منهج حرکة الاخوان المسلمین و روئاها الفکریة، الجزیرة نت، ٣/١٠/٢٠٠٤).
Jêder
1- Qur’ana pîroz
٢- الامام ابی الحسین مسلم بن الحجاج النیسابوری، صحیح مسلم، ج ١، ط ١، دار الحدیث، القاهرة/١٩٩١.
٣- ناصرالدین الالبانی، صحیح الجامع الصغیر، نسخة الکترونیە، ج ١.
٤- حسن البنا، رسائل الامام حسن البنا (١٩٠٦-١٩٤٩)، نسخة الکترونیة.
٥- سید قطب، معالم في الطریق، ط ٦، دار الشروق، بیروت/١٩٧٩م.
٦- الشیخ ابن باز، نقد القومیە العربیە علی ضوء الاسلام والواقع، کتاب الکترونی ب.ت،ب.م.
٧- الندوة العالمیة للشباب الاسلامی، الموسوعة المیسرة فی الادیان و المذاهب والاحزاب المعاصرة، مراجعة د. مناع بن حماد الجهنی، دار الندوة، ط ٤، ١٤٢٠ هـ، جزءان. کتاب الکترونی.
٨- د. عبدللە أبوبكر أحمد النيجيري ،القومية وحكمها في الشريعة الإسلامية، أستاذ مساعد كلية الشريعة والقانون بالجامعة الإسلامية العالمية إسلام آباد – باكستان، ٢٠٠٢م.
٩- بندکت اندرسن، الجماعات المتخیلة، تاملات فی اصل القومیة و انتشارها، ترجمة ثائر دیب، شرکة قدمس، دمشق/٢٠٠٩.
١٠- هل الاسلام السیاسي و القومیة وجهان لعملة واحدة، صحیفة الجامعة، جامعت الملکة آروی، ٤/١٠/٢٠١٨.
١١- د.حسین عبدالهادي، موقف الاسلام من الظاهرة القومیة، المجلس الاسلامی السوری. نسخة الکترونیة.
12- Andrew M. Bennitt, Islamic History& Al-Qaeda, Pace university School of loW, spring 2013
13- Govara Metîn, Newzad Amêdî, kurd û pirsa netewî û nîştimanî, hijmara 242, kanuna yekê 2023.
١٤- هشام جعفر، جذور الاسلام السیاسی و مستقبله، الجزیرة نت، ٦/٣/٢٠٢٣.
14- www.bnbaz.org.sa
15- www.ikhwan.wiki
16- www.islamweb.net