EŞQ DI DASTANÊN KURDÎ DA

Kirmancê Çalî

Îrfan ew bizava lêgeryan û dûvçûna hizrî û îmanî ye, ku kesên arif, hewil ji bo nasîna bûn û nebûnê diden.

Ji bo bi destxistina zanîn û penyên bûn û nebûnê, mirov bi du rêyan digеhin hindek ji heqîqetê(rastiyê) yan encam û heqîqetê bi xwe, ew jî bi rêya nasînê (îrfan) û zanistê (Ilim).

Lewma eger em binêrin cîhan parve bûye bi ser van du rêyan, û hewil û xebitîn jî berdewamin ji bo zêdetir nasîn û zanînê.

Eger em bibêjin herdu (nasîn û zanîn) yekin, şaşiyeke ji ber ku bi du rengên ji yek cuda hewila zêdetir diden ji bo gehiştin bi encam yan rastiyê (heqîqetê), herçend çi nasîn be yan zanîn be, wek timamkarên yek ji bo bi encam gehiştina hizrê û gehiştin bi heqîqetê tên dîtin, û encamê wan jî dibe yek, ku nasandin û danezana babetekî ye, yan dahênan û diyarkirina kedekê ye.

Bi dîtina min rastî rastî ye û rehaye, lê astê têgehiştin û pey pêbirina mirovî ji bo rastiyê (heqîqetê) rêjeyî ye, lewma jî bi nasîn û zanîna ber dest mirov nikare bigehe heqîqeta reha û tenê peybirineka rêjeyî bi dest mirovî dikeve, lewma jî firеhizrî û fire bawerî di nav mirovan de çêbûye.

Îrfan hewil dide bigehe heqîqeta reha, wek tê gotin, mirovên kamil digehin heqîqetê, lê nikarin bi ziman bibînin, lewma bi rengê wekandin bi tiştekê madî û hêma û penî û sîmbolîk derbiřînê ji wê heqîqetê dikin ku gehistînê, yan Xwedê pêbexşî; çunkî di îmandariyê da, bexşîna zanîn û nasîna Xwedayî ji bo mirovî, bi sê rengane, ew jî:

– Wehî: ji bo pêxemberan hatiye û di dînê me musilmanan da dawî bi pêxemberatiyê û hatina pêxemberan hatî ye, êdî wehî ji bo hîç kesekî nayê.

– Wecid: ji bo kesên pak û çak û Xwedayî û arif tê bi rêka ku dibêjin kerema Xwedayî, lê kêm caran mirovê arif wê wecdê berçav û aşkira diket, rêjeya herî mezin bi nihênî dihêlin.

– Îlham: ji bo kesên zana û şa’îr û feylesofan zêdetir tê, lê ger kesekê asayî jî di cîhana fikrî de bixebite, dê îlhamê ji encamê wê xebitînê wergire.

Ev sê xal ji bilî xebitîna hizrî û fikrî û eqliyê mirovî, ku her mirovek lê behrеdare, yan jî ew hewil û xebitîna mirovî ji bo bi destxistina encamekî yan jî heqîqeta tiştek yan gişt bûnê dimîne li ser wê xebatê, ku mirov ji bo bi destxistinê bi pakî û çakî û ciwanî hewil ji bo dide, wî demî Xwedê jî dê bi dilovanî û rehim û kerema xwe ji nûra zanînê darête ser bêdera wê xebatê.

Lewma ji bo nasîna me‘rîfеya îrfanê, divêt çend xal bihêne ronkirin, beriya ku behis bihête ser îrfana kurdî, ew jî, ev xalên ferin ku bêne pejirandin:

– Pitriya destewajeyên dîndariyê û tesewufê û îrfanê bi yek şikil tên gotin û nivîsîn, lê di wateya xwe ya dîndarî de  digel tesewufê û îrfanê gelek ji yek cudane, ji ber ku dinyaya dîndarî ew dinyaye ku em dibînîn hem dinyagerî û hem îbadetgeriyê li xwe digre, û dinyaya sofîgeriyê jî ew dinyaye ku dest li cîhana madî û dinyageriyê berdaye û tenê bi peristiş û xwesipartina Xwedê ye, lê cîhana îrfanî cîhaneke ku îman û eqil pêk ve dixebitin ku bigehin rastiya bûnê, yan heqîqeta Xwedayî, wate karkirineka rewa û pak û çak û ciwan, ku hem xizmeta gişt xulqiyetê bike û hem Xwedayê xwe ji xwe razî bike û bihеge dîwana Xwedê, yanî wateyên wan destewajeyan ji bo derbiřîneka dîndarî di gel derbiřîneka sofîgeriyê yan derbiřîneka sofîgeriyê di gel derbiřîneka îrfanî li hev di cudane, ji bo mînak fena di dîndariyê de mirine, di sofîgeriyê de xwebijûjandine ji bo gehiştin bi Xwedê, di îrfanê de gehiştine bi heqîqeta Xwedayî.

– Xala duyê ku arifên diyar û heyî, li cih û demên li yek cuda derbiřînek ji peyvekê yan destewajeyekê kiribe, divê bizanîn di çi goşe û rehendê fikrî û îmanî de ew gotin kirî ye, ji ber ku bi zimanînana peyvê yan destewajeyê wê çendê nagehîne ku yek wate û mena daye, yan ew kesê yekê ye gehiştî wî encamî û yên din wek şophilgirên wî ne, ji bo mînak destewajeya eşq, dema arifek behsê eşqê dike, çend cor jê xeberdan hene, ku di vê nivîsînê de û li xwartir me ronahî daye ser.

– Divê bizanîn ku hîç arifekê cîhana Îslamê, hêmayên neteweyî di derbiřîn ji îrfana xwe bi ziman ne înaye ku di dînê Îslamê de ew hêma bikar nehatbe, lê arif û şa‘îrê mezinê kurd Melayê Cizîrî ew rêçke şikandî ye û sîmbolên neteweyî bi kar birine ji bo derbiřîn ji eşqê, û derbiřînên arifa yan şa‘îrên pêş xwe bi rengekî ladane û nûderbiřînek jê kirî ye.

Li van sê xalên serî ji bo me diyar dibe ku Melayê Cizîrî, bi îrfana xweya kurdane şiyaye dergehekê mezintir û payeka bilindtir ji îrfanê bêxe ber destê me, ku ew jî eşqsenterî ye, bi rengê sêkuçkeya (eşq, îman, eqil).

Ji bo îrfanê, dabeşkariyek îrfanî hatî ye di rojeva îrfanê de û her çî rêbazên îrfanî yan arifên navdar pê dihênev nasîn û li yek cuda kirin, ji wan jî:

Îrfana aşiqaneyî îmanî: wek jê xeberdana Ibin Erebî û Mewlanayê Romî û Hafizê Şîrazî.

Îrfana zuhdî îmanî: wek jê xeberdana şêxên terîqetên Qadirî û Neqşebendî.

Îrfana zewqî îmanî: wek jê xeberdana terîqetên ku sema û mozîkê bikar tînin.

Îrfana eqlî: wek jê xeberdana Ibin Sînay.

Erê îrfana kurdî bûneka xweser heye?

Ji bo bersivdana vê pirsê divê vegerîn ji bo Melayê Cizîrî, ku bersiveka rast û dirust bi dest me bikeve.

Eger em binêrin dê bînîn ku Melayê Cizîrî îrfaneka kurdane bi ziman înaye û hêma û bûneka îrfaniya kurdane di helbestên xwe de vehandî ye. Lê xala giringa ku Cizîrî ji îrfana ku di dêrên helbestên xwe de bi ziman tîne pêk tê ji îrfaneka (îmanî – eqlî) ku li ser binemayê verêja nûra Xwedayî serrêj dibe bi (ciwaniyê, pakiyê, çakiyê) û wek eşq di ruha mirovê Xwedayî de berceste dibe, ku dibe tîorîya sêkuçkeya (eşq, îman, eqil). Heremê vê sêkuçkeyê eşqe û girêdayî ye bi hemû bûn û nebûnê ve, ji bo mirovê arif û Xwedayî, ji ber ku Melayê Cizîrî eşqê (=viyanê) dabeşî ser sê rengên eşqê dike:

Eşqa pûçgerayî: ku hemû ew hez û viyanên madî û dunyayî ne, ku jiyaneka bê mifa û wirc, ji bo jîngeha civakî û siruştî (xulqiyetê) hey.

Eşqa mecazî: ew hemû viyan û hezên madî û dunyayî ne ku jiyaneka bi rûmet û pak û çak û ciwan ji bo jîngeha civakî û siruştî hey.

Eşqa heqîqî (rastîn): ew eşqe ku bi ciwanî û pakî û çakî ji bo jîngeha civakî û siruştî û Xwedê hey.

Bi vî rengî mirov wê bikare vê diyar bike ka çewa Melayê Cizîrî kariye îrfaneka (eşq, îman, eqil) biafirîne û eşqsenteriyê ava bike, wek tîoriyeka kurdî di îrfanê û cîhana hizrî û xwedênasiyê de, çunkî Melayê Cizîrî viyaye bi vê eşqsenteriyê sêkuçkeya (xwenasiyê, xwedênasiyê, xulqiyetnasiyê) di kuçkeyê îmanî de wek rêbazek bide pêşiya me, herwesa di kuçkeyê eqlî de (xobûn, bûn, nebûn)ê wek bizavek xwenasiyane ji bo (xwenasiyê, xwedênasiyê, xulqiyetnasiyê) bike tîoriya xwevedîtin û dûvçûn û lêkolîn li heqîqeta bûnê.

Şiroveyek ji bo vî beşê hêlkariyê

Eşq ji verêja nûra Xwedê bi rengê (ciwanî, pakî, çakî) dadirêje naxên ciwan û pak û pakij.

Jiyan bi aşiqane, bi hebûna îmaneka rast û dirust û xebitîneka aqilane, dibe cihê pênasîn û bexteweriya mirovan.

Çunkî eşq bê îman, mirovî li cîhana rohî dadibirîne û berev eşqa pûçgerayî dibe, û li eşqa heqîqî dûr dike, herwesa eşq bê eqil dîsan mirovî li eşqa mecazî dûr dike û berev eşqa pûçgerayî dibe, herwesa îman bê eqil tundkariyê û xwesepandinê berhem tîne ku mirovî larê dike ji eşqa îlahî û tenê hestên wek eşq bi Xwedê ji mirovî diyar dibe, herwesa eqlê bê îman mirovî berev gumrahî û xweperêsiyê dibe û dibe egerê berev larê bûnê.

Di kuçkeya îmanê de mirov berev sêkuçkeya pey birin bi mezinahiya afirandinê dibe û hewil dide xwe ava bike û xwe binase, di xwenasînê de pey bi nasîna Xwedê û xulqiyetê dibe û êdî dibe serêjbûna nasîneka me‘rîfî ji bo bûnê, di vê sêkuçkeyê jî de, diyar dike ku eger mirov xwe nas neke, xwedayê xwe jî nas nake, û eger xwedayê xwe nas neke, pey bi nasîna xulqiyetê û mafdarî di nav xulqiyetê û erkdarî ji bo parastina xulqiyetê nake û nikare Xwedê ji xwe razî bike.

Herwesa di kuçkeyê eqil jî de mirov pey bi xwebûna xwe dibe û xwenasîyek wicûdî peyda dibe ku bûn û nebûn ji bo mirovî xweya dibe ku di eslê xwe de heye û nîneye, ku bûn û nebûn wek yek tên dîtin di cîhana bûn û xulqiyetê de wek îrfan, di vê xwebûnê de xweperîsî ya tak di riha mirovî de namîne û dibe mirovekê ciwan û pak û çak.

Têbînî: Babet dom dike.

ڤان بابەتان ببینە

REXNE Û RASTÎ

Nivîsîn: Şîrînduxt Deqîqiyan Wergêran ji Farisî: Mesûd Xalid Gulî Destpêk: Nivîserê Çîkî (Firans Kafka: Franz …