REXNE Û RASTÎ

Nivîsîn: Şîrînduxt Deqîqiyan

Wergêran ji Farisî: Mesûd Xalid Gulî

Destpêk:

Nivîserê Çîkî (Firans Kafka: Franz Kafka)yî nivîsî: “Nivîsîn derketine ji saloxê miriyan”.. Herdem gotar malê zindiyane û bêdengî malê miriyane.. Di navbera gotar û bêdengiyê de livînek heye; nivîsîn, bêdengî nîne; çunkî dengek heye wê dixûne, nivîsîn jî ne gotare; çunkî kesên amade li hemberî xwe nînin, ku di gel wan baxive. (Bêdengî û gotar); (mirî û zindî): nivîsîn derketine ji saloxê miriyan. Piştî (nivîsîn) ji cîhana miriyan derdikeve û digehe cîhana zindiyan, digehe xwandevanan. Livîna xwandinê ruhê dide nivîsînê.

Ji mêje boçûnên weku “nivîsarî ragihandineke bê ruhe” yan “nivîsar axiftineke gêje” li Rojavayî yên heyn, lewma felsefeya Rojavayî di hemû axiftinan de bi (tewer) tête hijmartin; çunkî ew (gotara zindî) bi baştir dibînin ji (nivîsar)ê. Herweha ew gumana, ku dibêje “ramaneke yekane û gewherî ya di gotarê de hey” di gel wê boçûna serî hevdu ya girtî û li serdemê zalbûna (selmandingerayiyê: positivism)(1) ya bihêz bûy. Tiyora wêjeyî ya wî serdemî hebûna çend ramanên ji hev cuda di yek deqî de red dike.

(Gotar) ya bê perdeye; tenê heger têgihîştina wê ya zimanevanî bi zehmet jî be, herweku feylesof û rexnegirê Firensî (Rolan Bart: Roland Barthes) dibêje: “Çunkî hem bêjer berheve û hem guhdar û hokarên harîkar bo gehandina ramana gotarê li berdestin”. Hinek amajên reftarî, weku livîna çavan, livîna serî, livîna destan yan amajên bê axiftin û bîrhatinên hevpişkên du kesan li du aliyên giftugoyê, dikare berê (raman)ê bo wî alî araste bike, ku (bêjer) hez jê dike. Weha her (tewerekê axiftinê) (tewerekê ramanê) jî bi dûv xwe de tîne. Lê (nivîsar) ji (gotar)ê cudaye û herweku zimanzan û rexnegirê Rûsî (Roman Yakobson: Roman Jakobson) gotî; têgihîştineke bi zehmet ya di navê (nivîsar)ê de heye.. (Zehmet têgihîştin) xudê(zatê) nivîsarê ye û rengvedanên cor bi wor dide (deq)î. Wate her deqek hindî (nivîsar) be dê deqekê vekirî be bi hizrên cuda cuda.

Destnîşankirina peywendiya (xwandinê di gel deqî), (xwandinê di gel xwandevanî), (nivîserî di gel deqî) û (deqî di gel hizrên cuda cuda) ji babetên bingehînên tiyoriya wêjeyiya hevçerxin û (Rolan Bart) yek ji tiyordanerên vî warî ye.

 

Xwandevanek bi navê Rexnegir:

Bi boçûna Rolan Bartî wêje zincîreyeke di navbera (gêwlê xwandinê) û (gêwlê nivîsnê) de. Di vê zincîreyê de, pêgehê nivîserî ji pêgehê wî yê kultûrî cudaye. Herçende Bart bi xwe di pirtûka (Sebaret Rasînî) de behsê jiyannameya şanonivîs û helbestvanê diyarê Firensiyê çerxê hevdê (Jan Rasîn: Jean Racine)î dike, lê ew yê li wê bawerê, ku mirov nikare di rêya jiyanname û taybetmendiyên derûnî yên nivîseran ra rûbirûyî nivîsînên wan bibe. Sebaret vê çendê nivîserê navdarê Belçîkî (Jorj Polet: Georges Poulet) dibêje: Demek di xwandinê de tête pêş, ku tê de nivîsîn hemû qeyd û zincîran diqetîne û bêy ku peywendiyek bi nivîserî yan hokarekê lawekî hebe, li ser pên xwe radiweste. Rolan Bart di (Xweşiya Deqî) de, ku corekê nivîsîna (rexnegirane/hunermendane) ya postmodernîzmê ye, amajê bi feylesof û rexnegirekê Firensiyê serdemê xwe bi navê (Gaston Başlar: Gaston Bachelard) dike. Başlar di girankirina layê tiraziyê bi qazanca xwandevanî ta wî cihî pêş ve diçe, ku Bart di pirtûka xwe (Le Plaisir du texte) de dinivîse: “Herweku bi boçûna Başlarî nivîseran tu car nenivîsîne, ew piştî şeqbûneke kûr bi tenê ew yên hatine xwandin.”(2)

Di nav van hemû xwandevanan de, xwandevanek heye bi navê (rexnegir). Bi boçûna Rolan Bartî rexnegir jî weku hemû xwandevanan, xwandevane, lê xwandina wî xwandineke kûre. Rexnegir nikare bêje ez nivîsînê bo xwandevanên din şirove dikim yan bo wan rohintir dikim; çunkî di rastî de tu tiştek rohintir ji nivîsînê bi xwe nîne, belku rexnegir bi tenê boçûna xwe sebaret nivîsînê diyar dike.

Berî noke, rexnegir bi xwandevanekê baştir û hemû tiştzan dihate li qelemdan, ku xwe dê bêjî ew ji layê hemû xwandevanan ve hatiye helbijartin, da ramana yekane û dirusta nivîsînê bîne der û bi harîkariya pîverên xwe yên rexnegiriyê, ku xwandevanên din ji hebûna wan bê behrin, nihêniyekê vebînit, da bi vedîtina wî, ronahiyeke timam bi nivîsînê bikeve. Evî pêgehê fermiyê dadvaniyê hinek caran rexnegir dikir dadwer, hinek caran dikir polîsê xwedî hêza wêjeyî û hinek caran jî dikir kesekê şerker. Li dûv van pêgehan ewî dikarî nivîserî yan nivîsînê bibe ber esmana yan li binê bide, yan dikarî tuwancan li nivîserî yan nivîsînê bide yan jî axiftinên şkestî bêje wan.

Rolan Bart wê boçûna, ku rexnegirî bi dadwer li qelem dide red dike û di pirtûka xwe (Rexne û Rastî) de dîtina (Rexneya Nû) li hember wî datîne. Li dûv pênasa nû ya rexneyê, ku daxbare bi (sazgerayiyê: Constructivism); rexne corekê (bilindeziman: Meta language)ane; ankû zimaneke, ku derbarey zimanên din diaxive.

(Rexneya Nû) zaravek nîne, ku Rolan Bartî bi tenê di pirtûka xwe (Rexne û Rastî)yê de bi kar înabe, belku ewî di nivîsînên xwe yên berî vê pirtûkê de jî bi kar anîne, bo nimûne di pirtûka xwe (Komele Gotarên Rexneyî: Qu’est ce que la critique) de (Rexneya Kevin) bi rexneya kultûrî yan rexneya girêdayî koçk û civatên kevneperêsên zankoyê nav dike, lê (Rexneya Nû) bi rexneya firehizir li qelem dide. Ew di gotareke xwe de ji vê pirtûkê bi navê (Rexne çiye?) de dinivîse: “Cîhan heye û nivîser jî diaxive.. Eveye wêje.. Babetê rexneyê hinekî ciyawaze. Ev babete (cîhan) nîne, belku ew (axiftin)e, axiftina kesekê din. Rexne axiftineke li ser axiftineke din.. Ew zimanê duwê ye yan li dûv hinek lojîkzanan, ew bilindezimaneke, ku li ser zimanê destpêkê (zimanê babetî) yê hatiye avakirin. Pêdiviye di rexneyê de du cor peywendî li ber çav bêne wergirtin; peywendiya zimanê rexneyê di gel zimanê nivîserî, peywendiya vî (ziman – babet)î di gel cîhanê. Peywendî û lêknêzikiya van du zimanan ji taybetmendiyên (rexne)yê ne û çêdibe wan wekheviyeke gelek zêde di gel çalakiyeke hizrî ya din wate (lojîk)ê hebe; çunkî lojîk jî bi şêweyekê rasterast ya li ser binyatê cudahiya di navbera (ziman – babet)î û (bilindeziman)î de ava bûyî. Bilindezimanbûna rexneyê bi wê watayê ye, ku bi tu rengekî armanca rexneyê ew nîne, ku rastiyan ber çav bike, belku bi tenê wê peywendî bi bayexdariyê ve heye. Tu ziman bi tenaserê xwe dirust yan nedirust nînin, belku ew bayexdar yan bê bayexin.”(3)

Bi boçûna Rolan Bartî armanca rexneyê bi şêweyekê rasterast dikeve di qelemrewê ruxsarî de. Rexne li dûv hindê naçe, ku tiştekê nihênî di naverokê nivîsînê de yan di jiyan û derûnê nivîserî de vebîne. Rexne jî corekê boçûnê û têhizrînê ye ji layê xwandevanekî ve, ku xaleke giring dizane, ew jî ewe, ku bo vegerandina nivîsînê bo (xudê nivîsînê) sereta divê ewê vegerînin jêr qelemrewê felsefê, mêjûwê, derûnnasîyê, tiyora wêjeyî û…hwd.

Bart di gotara xwe (Wêje û Bilindeziman), ku ya di pirtûka xwe (Komele Gotarên Rexneyî) de belav kirî, dinivîse: “Çendîn çerxan tenanet nivîserên me guman jî nedibirin, ku bikarin (wêjeyî) weku zimanên din ji layê boçûna lojîkiya zimanî ve cuda li qelem bidin. Tu car (wêje)yî derbarey xwe hizir nedikir û tu caran di yek dem de wî xwe wek bûnewerekê (bîner) û (bîser) nedidît. Bi kurtî ew diaxivî, lê behsê xwe nedikir û paşî di gel diyarbûna yekemîn livîn di niyasîna burjuwaziyê de, wêjeyî duwaneyiya xwe niyasî, wate di yek dem de bûnewer bû û di heman dem de bînerê wî bûnewerî bû.. Hem gotar bû û hem gotarek bû li dor wê gotarê.. Hem (wêje bûnewer) bû û hem (bilindewêje) bû.(4)

Ev (bilindewêje) heman (rexne)ye, ku milê wê yê bi milê (wêje)yî ve û ew bi xwe dikare wek corekê nivîsîna wêjeyî bête hijmartin. Wate zimanbabetek bo bilindezimaniyeke din, daku rexnegirekê din rexneyê li axiftina rexnegirê berî xwe bigire û ev rêkare bo heta hetayê berdevam be.

Rolan Bart bi encamekê şa’îrane (wêjeyî) dişibîne wê qaremana jina tirajîdî ya Rasînî (Erîfîl)ê ku dijiya daku xwe binase, lê bi nasîna xwe dimire.(5)

 

Bart û Qutabxanên Rexneyî:

Bart di gotara xwe (Du Rexne) de, ku ya di pirtûka xwe (Komele Gotarên Rexneyî) de belav kirî, bi hûrî û kûrî behsê rûdanên roja rexneyê li Firensa dike. Navê yekê ji ber sadeyiya wê dike (Rexneya Kultûrî) ku ya ji şêwazê selmandingerayiyê hatiye wergirtin û (Gostav Lanson: Gustave Lanson) yek ji nûnerên bercesteyên wê tête hijmartin.. Navê ya din dike (Rexneya Firehizrî), ku nûnerên wê yên hingê li Firensa xwedî boçûnên ciyawaz û hinek caran jî xwedî qutabxanên rexneyiyên dijî hevdu bûn, lê hemû li ser hindê hevra bûn, ku (Rexneya Kevin) ya pêtû û nesiruştî bûyî. (Jan Pol Sarter – Gaston Başlar – Lusiyen Goldmen – Jorj Polêt – J. Strabînskî – J. P. Weber – Jîrar – J. P. Rîçard û…hwd) di buwarê rexneya hizrî de layengirên Rolan Bartî bûn.

Bartî (Rexneya Firehizrî) girêdayî tiyorên giringên wî serdemî, weku (Êgzîstansiyalîzm, Marksîzm, Derûnşikarî û Diyardezanî)(6) dihijmart, lewma bi boçûna wî (Rexne)yê peywendî di gel qutabxanên felsefî heye. Helbet cihê rexneya (Fêmînîzmî) di fehresta Bartî de valaye û hinek caran demê mirov nivîsînên Bartî dixûnit, bo mirovî guman çêdibe, ku ew rexneya Bartî merem pê hey rexneyeke (mêrane)ye û axiftinên rexneya fêmînîzmî cihê xwe di wê fehrestê de nekiriye, lê li salên heftêyan bi şêwekê rasterast ev axiftine ketine jêr karîgeriya boçûnên Bartî û damezrênerên din yên (Bunyadgerayiyê: Structuralism), ku herdu nivîserên navdarên Firensî (Julya Kirîstîva: Julia Kristeva) û (Margirêt Duras: Marguerite Duras) ji bercestetirîn nûnerên wê têne hijmartin. Di wî serdemê rexneyî de li Firensa, Jan Pol Sarterî berê xwe dabû felsefeya êgzîstansîalîzmê, Lusiyen Goldmenî berê xwe dabû rexneya civaknasiyê û Jorj Polêtî jî berê xwe dabû rexneya diyardezaniyê.

Nûnerên rexneya nû boçûnên hizrî yên xwe naveşêrin û eve dirust berevajî wî karî ye, yê ku nûnerên rexneya kevin li Firensa dikirin. Bart di pirtûka xwe (Çîvanoknasî: Mythologies)yê(7) de, ku li sala (1957z) ya çap bûyî, demê hêrişê dike ser rexneya kevin, perdê ji ser vê nepenkirina hizrî ladide. Ew di pişka (Rexneya Lal û Kore) de ji vê pirtûkê dibêje: Ev rexnegire li hember boçûnên felsefî yên berheman xwe dixapînin û dibêjin: “Heger em ev rexnegirên zana di van berheman negehin pa çewa dê xwandevan tê gehin? Madem em rexnegir têngehin, kewate hema xwandevan heblene!” Li dawiyê berhemî bi bê raman û xirş li qelem didin. Lê ewên ku hebûna boçûnên felsefî bo nivîseran bi guneh li qelem didin, ew bi xwe xwedî aydiyolojiyên ziyanbexşin; bi tenê cudahî ya di veşartin yan neveşartina boçûnan de hey. Bart di vê pirtûka xwe de rexneyê li van rexnegirên kevin digire û dibêje: “Heger kesekî ta vî radeyî kerb ji qutabxaneyên felsefî vebibin û heger hindî ew bête xwe çi di babetî negehe û çi nebêje, pa boçî karê xwe kiriye rexnegirî? Bi rastî têgihîştin û têgehandin karê we ye. Helbet hûn dikarin bi navê hestê giştî û hestkirin bi felsefê dadweriyê bikin; arîşe ya di wêrê de, ku heger hestên giştî tiştekî ji felsefê nezanin, felsefe bi xwe baş di wan digehit. Hûn dûvçûna feylesûfan nekin, lê ew dê dûvçûna we ken”.(8)

Herweha Bart di pişka (Rexneya Nî Nî: La critique Ni-Ni)(9) de ji vê pirtûkê tiyora rexneya kevin bi (tiyora tirazoyî) nav dike. Di sêniyeke tiraziyê de hinek peyvên gunehkar û tawanbar, weku (regez, gêwl û…hwd) datîne û di sêniya din de hinek peyvan datîne, ku xwe yên dayne ber penaya direwan, weku (rûdan, sewda, mezinahî, cuwamêrî û resenî).(10) Bi boçûna Bartî taybetmendiya rexneya kevin ya di dadweriya helsengandina wê de û ya serincrakêş ewe, ku ev dadweriye herdem wesa diyar dikin, ku ew girêdayî sîstemekê diyarkirî nînin, lê ew bi xwe girêdayî sîstemekê gelek diyarin, ku ew jî komeleke rengawreng û bikêrnehatîne ji aydiyolojiyeke burjuwazî.(11) Bart azadiya rexneyê ne di redkirina girêdanê de, belku di ragehandin yan ranegehandina wê de dizane.

Bi boçûna Bartî hemû corên rengvedana şebenga rexneya nû, giringin. Ew di gotara (Rexne çiye?)(12) de, ku ya di pirtûka xwe (Komele Gotarên Rexneyî) de belav kirî, careke din behsê boçûnên vê şebengê li çerxê bîstê û bi taybetî li Firensa dike. Bart di gotarê de berhemên rexneyên Markisiyên Ertodoksî bi nezok û stewir û yên (Georg Lukach – Lucien Goldmann – Henri Lefebvre)î bi biha li qelem dide. Rexneya Markisiya Ertodoksî pêşkeftineke tundrewane dida deqî û li serdemê Stalinî, xudanê her core boçûnekê li dor şêwe û avahiyê nivîsînê, ku bêhna burjuwaziyê ji nivîsînên wî hatiba, dihate hukimkirin. Lê destkeftê berçavê zimannasiyê ewe, ku raman ne bi tinê di zimanî de diyar dibe, belku ew berhemê zimanî ye. Ziman yê zale li ser wan ramanan, yên ku em dadirêjin. Bart di pirtûka xwe (Rexne û Rastî) de dinivîse: “Nivîser ne bi hjmara nivîsînan, belku bi çewaniya haydariya wî li ser gotarê tête destnîşankirin. Nivîser ew kese, yê ku babetê wî ziman be û di zimanî de ew li kûratiyan bigere, neku li bihanegirtin û cuwaniyan”.(13)

Eve di demekî de yê, ku Bart di berhemên xwe de nêzîkî qutabxanên felsefî û şirovekariyên, (mêjûyî – civakî) dibe û ew di pirtûka xwe (Rexne û Rastî) de gazinan ji wan rexnegiran dike ku destkeftên kesanên weku (Nîçe, Firoyd û Markis)î bi tune li qelem didin. Aştî qebûlnekrina Bartî di gel rexneyê, daxwaziyeke Markisî ye. Bo nimûne em vê vêkkeftinê di gotara (Hejar û Pirolîtarya) de dibînin, ku rexneyeke li ser fîlmê (Çerxê Nû) yê (Çarlî Çaplin)î. Bart yê li wê bawerê, ku fîlmî hêvênekê pirolîtarî yê hey, lê tu car wî nake destebendiyeke siyasî û encamên amade nadane ber destê aliyê beramber (wate xwandevan yan bîneran). Çarlî (pirolîtariyaya kore û tilismbûnê) bi niyazên seretayî û havîbûneke kûr nîşan dide, wesa diyar dike, ku hêşta mirov pitir yê birsiye ji hindê, ku mirov yê haydar be. Çarlî wesa diyar dike; ku pirolîtariya giriftarî şer û şorên çalak û qehremananeye, lê Bart berevajî wî hizir dike û pirolîtariyayê bê hêz dibîne û li wê bawerê ye, ku “tu berhemekê sosyalîstî hêj nikariye rewşa nalebara kargeran bi vê rastgoyî û qebeyiyê nîşan bide”.(14)

Rêbaza din ya rexneyê derûnnasî ye û Bart amajê bi rexnegirê Firensiyê hingê (Şarl Moron: Charles Maurran)î dike, ku ew alîgirê rexneya Firoydî ye. Bart di biyavê rexneya helweşêner(tefkîki) de Başelarî bi hokarê geşatiya rexneya Firensa dizane, ku karên (Georges Poulet – J. Starobinski û J. P. Richard)î yê li jêr karîgeriya wî. Başelarî qutabxaneya xwe ya rexneyê li ser binyatê helweşandina wêneyan di helbestên helbestvanan de ava kir û ew li wê bawerê bû, ku divê babetê rexneyê li dor (helweşandina wêneyî) be, neku li dor (wêne)y bi xwe .

Pirtûka Rexne û Rastî:

Rolan Bartî pirtûka xwe (Rexne û Rastî) li sala 1966ê çap û belav kir, ku di wî demî de gengeşên germ di navbera herdu balên (Rexneya Nû) û (Rexneya Kevin) de li Firensa hebû. Yek ji rexnegirên alîgirên rexneya kevin bi navê (Raymond Picard) rexneyek li ser pirtûka Bartî (Sebaret Rastiyê), ku li sala 1963ê çap bibû, nivîsî. Alîgirên rexneya kevin bi şêweyê kom kome li vêderê û dera han pesna (Picard)î didan û destxweşî lê dikirin û axiftinên (Bart)î û rexneya wî bi bizaveke xirş û bê biha û bê mifa li qelem didan. Bartî jî pirtûka (Rexne û Rastî) wek bersivek bo axiftinên wan nivîsî. Ewî piştevanî li azadiya rexneyê kir û got, ku divê em bi nêrîneke nû çavxişandinekê di berhemên kilasîk de bikin û ev çende bi yek ji kiryarên rêkxistî di edebiyatê de li qelem da; çunkî zimanê çevengiyê berheman zimanê firewatayiyê ye, lewma rexnegir dikarin di serdemên ji hev cuda de û ji goşenîgayên ciyawaz ra sebaret berheman baxivin.

(Rexne û Rastî) di pirtûknasiya berhemên Bartî de cihekê taybet yê hey. Bart di vî berhemî de ji (Bunyadgerayiyê: Structuralism) bo (Post bunyadgerayiyê: Post-construction) û (Ravekariyê: Hermeneutics) nêzîk dibe û dikarîn bêjîn, ku eve di berhemên din de werçerxaneke di navbera van herdu arasteyan de. Bi boçûna Bartî livîn ji bunyadgerayiyê bo post bunyadgerayiyê heman livîn e ji berhemî bo deqî, bi boçûna post bunyadgerayiyê jî, ewê ku di deqî de axiftina destpêkê dike (valatiya babetî, nebûna şefafiyetê û ramana xirş)e.

Bart dibêje: “Heger bi rast berhemê edebî ji ber pêkhatê xwe ramaneke cuda bide, pa divê cihê du axiftinên jêkcuda di nav xwe de bike. Ji layekî ve di şiyan dayê, ku di berhemekê edebî de; yan hemû ramanên nihênî bihêne vedîtin yan jî dê wê ramana vala vebînin, ya ku hemû ramanên din di nav xwe de hembêz kirîn, ku ev herduwe ji hev cudane. Ji layekê din jî ve di şiyan de ye, ku rûbirûyî yek ji van ramanan bibin. Ev herdu axiftine di tu rewşekê de nabe têkelî hev bibin; çunkî wan ne babetekê hawbeş heye û ne layenên yeksan. Em dikarîn navê van axiftinên giştî, ku babetê wê ne filan ramana taybete, belku firewatayiya berhemî ye, bikin (zanistê edebiyatê) û navê wê axiftina din, ku sererayî metirsiyên zêde, her divê ramaneke taybet bide berhemî, bikin (rexneya edebî)”.

Bi boçûna Bartî karê (zanistê edebiyatê) girêdayî mercên babetan wate dîmenane, (babetê wan) girêdayî şêweyên jêkcudayên ramanên bi destvê hatiye.

Ev zaniste raveya vebir nade çevengan, belku hewil dide boçûnên cuda bo çevengan vebîne. Bi dîtina Bartî (rexnegirî) û (zanistê edebiyatê) li vir ji hev cuda dibin. Rexnegir yek yan çend çevengan dê wergire û dê wan şirove ke, lê (zanistê edebiyatê) heger bivê bimîne (zanist), nabe ramaneke destnîşankirî li ser deqî ferz bike û ramanên din mandel bike. Ev zaniste divê wê ramana vala, ku hemû ramanên din di nav xwe de hembêz kirine li berçav bigre. Lê rexnegir dikare tibla xwe dane ser yek yan çend ramanan. Helbet di rexneya nû de herdem ev bijardeye bi tinê hinek demên kurtin ji deqekî, bo nimûne Bart di pirtûka xwe (Çîvanokmasî)yê de demê rexneyê li (Gizîrta Pir Nihênî: L’île mystérieuse) ya (Jules Verne)î digire, çi kar bi hemû raman û layenên berhemî nîne, belku çevengê wî heldibijêre û axiftina xwe li dor wî çevengî berhev dike: çevengê çar dîwarên girtî, ku di romana (Jules Verne)î de di keştiya (Natîlos) de diyar dibe. Bart behsê peywendiya vî çevengî di gel xweşbextiyên serdemê zarokîniyê û arezûyên mirovên burjuwazî dike.(15)

Bi nêrîneke bilez li ser karên rexnegirên nûxwazên din jî, em heman şêwazî dibînin. (Philippe Sollers), ku rexnegir û romannivîsê Firensî ye, di pirtûka komele gotarên xwe de bi navê (Tiyora Awarteyan) rexneyên çevengî û nûxwazane derbareyî berhemên (Sad, Dostoyeviskî, Piroust, Wagner, Joyce û…hwd)(16) hene. Soller di gotara (Dostoyeviskî, Firoyd û Rolêt) de vekolînê li dor çevengên (bab kujiyê) di berhemên (Dostoyeviskî) de li ser binyatê tiyora Firoydî dike.

Yek ji rexnegir û hizirmendên, ku Bart di herdu pirtûkên xwe (Çîvanoknasî) û (Rexne û Rastî) de behsê giringiya destkeftên wî dike (Gaston Başlar)e. Başlar di pirtûka (Mafê Xeyalbazê) de rexneyê li (La Fontaine, Edgar Allan Poe, Mallarmé, Michelet û Paul Éluard)î û şêwekarên weku (Chagall û Van Gogh)î digire. Herweha hinek berhemên din yên giring hene, weku: (Derûnnasiya Agirî, Erd û Xewnên Bênvedanê, Erd û Xewnên Xwastinê, û Tiyora Edebî ya xewin dîtinê).(17)

Feylesofê Firensî (Georges Bataille) rexnegirekê dine, ku Bart di pirtûka xwe (Rexne û Rastî) de behsê wî dike. (Georges Bataille) di komele gotarên xwe yên rexneyî de, bo nimûne di pirtûka xwe (Edebiyat û Xirabî) de rexneyê li berhemên nivîser û hozanvanên weku (Emily Brontë, Baudelaire, Michelet, William Blake, Sade, Proust, Kafka û Sartre)î digirt.(18)

Bart, ku bi tiyorîstê rexneya nû tê hjmartin, di pirtûka xwe (Rexne û Rastî) de karê rexnegirî bi vî rengî polîn dike: “Rexnegir rastiya dawiyê ya wêneyî nanexşînie, belku bi tinê ew wêneyekê nû diyar dike, ku ew jî helawîstî ye. Rexne wergêran nîne, belku ew dirkeye. Ewê şiyanên vedîtina kûratiya berhemî nîne; çunkî ew kûratî, babet bi xwe, wate (berzebûn)e”.

Bart, di hinek berhemên xwe de weku evan: (Pleya Sifir ya Nivîsarê/1953), (Mişle/1954), (Çîvanoknasî/1957), (Sebaret Rasînî/1963) û (Komele Gotarên Rexneyî/1964), bunyadgerayeke, ku gelek giringiyê dide zimannasî û xalbendiyê, lê bişkujên arasteyên din yên wî her di van berheman de têne dîtin. Bart her di vê qonaxê de taqîkirinê li ser kurtnivîsînê dike. Berhemên wî yên piştî (Rexne û Rastî)yê û qonaxa arastebûna wî bo (Ravekarî: Hermeneutics)ê xwedî ziman û nivîsînên mijewî û hozankî û di qalibê pirt pirt nivîsînê de ne. Bi rastî livîn ji berhemî bo deqî, livîn ji xalê bo pîtê ya post bunyadgerayiyê bi dûv xwe de tîne û ramana binecih diyar dibe. Babet livîna ramanê û hebûna ramanê ye. Hinekê weku wê bê baweriya ku (Werner Heisenberg)î hey sebaret çewaniya hebûna elektironan di orbîtalên etomî de. Eve heman rewşe; ya ku (Jacques Derrida) jê re dibêje (têgehê ramana belavbûyî di berhemî da).

Pirtûkên (Xweşiya Deqî, Rolan Bart û Parçenivîsînên Evîndarî) bi vî şêwey yên hatîne nivîsîn, lê ka çewa berhemên wî yên qonaxa destpêkê xwedî awazeke mukuma zanistî û peygirên pirogiramên şirovekariyên mukumin, bi heman şêwe berhemên wî yên dûv de jî xwedî heman taybetmendiyanin. Ew serinca, ku Bartî di (Rexne û Rastî) de dida kriyara xwandinê, di pirtûka (Xweşiya Deqî) de bi rêkên derûnnasî serederiyê di gel vî babetî dike.

Bart navê nîşanderê karîgerê deqekî dike (xweşî) û ev xweşiye li tu ciyekî bidestve nayê ji bilî çepûçûr û helsûkeftên zimanî. Bi vê nêrînê heger em di demê rexnegirtina berhemekî de bêjin: “Me xweşî ya jê dîtî”, hingê me axiftineke kêm negotiye.

Çêdibe têgehê (xweşiya deqî) li cem Bartî peywendiyek di gel têgehê (xweşiya) Firoydî jî hebe. Rêjeya navbera (çendiya xweşiyê) û (çendiya rencdîtinê) dê bikare nîşandera (çendiya vegerandina têrbûna arezûyên mirovî) be. Her bi rêka vê (çendiya xweşiyê) em dê bikaribin zanin, ka rêja xweşiya havîbûnê jî çende.

Rexneya kevin, ku binwaşên hişk sebaret edebiyatê bi kar tîne, wê tu peywendiyek bi peyva (xweşî)ve nîne, lê Bartî bi kamlankirina vî têgehî di nav berhemên xwe de, gelek giringî ya daye (xweşiyê). Ewî di pirtûka xwe (Rexne û Rastî) de ya nivîsî: “Bi tinê xwandevan hez ji berhemî dike û bi arezûya xwe peywendiyekê di gel çêdike. Xwandin wate: xwandevan hez ji berhemî bike, di gel berhemî bigunce, du layeniya berhemî bi rêya axiftineke derekî ya din ji bilî axiftina berhemî bi xwe red bike”. Di pirtûka (Xweşiya Deqî) de Bart vî têgehê (arezû)yê heta sînorên (xweşiya leşî) jî berfireh dike, dema dibêje: “Xweşiya deqî hingê destpêdike; demê leşê min li dûv hizrên xwe ra diçe. Nê leşê min ew xweşî nîne, ya ku hizrên min heyin”.(19)

Bart di vê navberê de tenanet ji yarî û tiranekirin bi destewajeyan jî xwe nedaye paş: “Xweşiya deqî û deqê xweşiyê du zaravên veşartîne; çunkî ji bilî peyva (xweşî) tu peyveke din di zimanê Firensî de nîne, ku di yek dem de du ramanên (xweşî: xweşbextî) û (xweşî: şadî)yê bide.(20)

Xwandina berhemên Bartî sînordare bi xelekeke teng ve ji xwandevan û qutabiyên zankoyê yên xulên pêşkeftî yên zanistên mirovayetî û wergêrana berhemên wî dijware û hinek caran nayêne wergêran. Yek ji egerên vê çendê heman şêwazê nivîsîna aloz û nûxwaziya wî ye. Di vir de divê bêjîn, ku hinek ji rexnegiran tiyora edebiya xweşîdîtina Bartî di (dinyaya bombên agirîn, hişkesalî û hejariya nîveke akinciyên cîhanê) de hinekê bi nesiruştî dibînin.(21)

Bart di pirtûka xwe (Xweşiya Deqî) de çi dibêje? Ew pirtûkê bi van gotinan destpêdike: “Demê em risteyekê, mêjûyekê yan peyvekê bi xweşî dixwînin, egerê wê bo hindê vedigere, ku ew bi xweşî hatine nivîsîn”. Êdî rêja westiyana nivîserî çend be, hind giring nîne. Nivîsîn di hemû rewşan de bi xweşî ya hatiye nivîsîn, lê tu girentiyak bo du layenbûna vê peywendiyê nîne. Wate nivîsîna berhemî bi xweşî nikare nivîserî piştrast bike, ku xwandevanî jî xweşî ya ji berhemî dîtî. Wate bes nivîser nizane kîj xwandevan dê vê xweşiyê ji nivîsîna wî bîne. Ew dikare bi hindê dilxweş be, ku wî xweşiyek çêkiriye. Dîsan ew nikare bizane; ka kîj peyva mijewî dê serinca kîj xwandevanî rakêşe; çunkî Bart di pirtûka (Xweşiya Deqî) de amajê bi hindê dike, ku (mijewîbûn) çarenivîsekê bivê-nevê nîne, ku li ser binyatê boçûna mêjûyiya felsefa Rojavayî hatibe danan û herweha îmtiyazeke nerênî jî bo nivîsînê nîne, belku ew îmtiyazeke erênî û cuwane.

Hinek kes hez ji deqekê (yan hunerekê din yê weku şêwekariyê) nemijewî dikin.. Eve tête wê watayê, ku eve pesendkirina deqekê neserincrakêş, bê dahênan û nezoke. Deqî pêwîstî bi mijewîbûna taybet bi xwe heye”.(22)

Karîgeriya Bartî li ser tiyorîst û qutabxanên din yên tiyorên edebî, babetekê cudaye, lê em hind dikarin bêjin, ku wî û berhemên wî ciyekê berceste di ferheng û zanîna çerxê bîstê de heye. Noke jî hêşta têgihîştina hinek boçûnên Bartî bi zehmetin yan jî mercên vekolîna wan nepêkane(nemumkine), ji wan pêşbîniya wî di (Rexne û Rastî)yê de sebaret pêwîstiya binyatnana zanistê edebiyatê.

Bart hizra xwe ya rexnegir tenanet li dor pertûkên xwe jî dide karî (wate rexnê li xwe bi xwe jî digirt), bo mînak ew di dawiya pirtûka xwe (Çîvanoknasî)yê de amajê bi kêmasiyên şêwazê çîvanoknasiya xwe dike. Herweha piştî çend salan jî di gotarekê de ew pêdaçûnê di boçûnên xwe de dike. Du salan piştî belavbûna pirtûka wî (Sebaret Rasînî), ew bi xwe di pirtûka (Rexne û Rastî) de rexnê li pirtûka xwe (Sebaret Rasînî) digire û kêmasiyên pirtûka xwe berçav dike.

Bartî di jiyana xwe ya (edebî – zanistî) de buwarên cuda cuda destvedan, lê ew li ser astê cîhanê pitir bi navê rexnegir û tiyorîstê rexnegiriyê berniyas bû.

Piştî em nêrîneke giştî li qonaxên karê edebiyê Bartî bikin dê bo me pitir diyar be, ka egerê girîngîdana Bartî bi rexnê çi bû, ku ew qonax ji layê mêjûyî ve aloz û dijwar bûn.. Qonaxek bû ku têde rexne li hemû biyavên jiyana hizrî û civakî dihat girtin. Bartî bo mirovê perîşanê çerxê me gotineke nemir heye: “(Xwastin) me disoejit û (şiyan) me (xirab) dike, lê (zanîn) hebûyê me yê lawaz digehîne aramiyeke binecih”.(23)

 

Perawêz:

  • Selmandingerayî; zarawekê felsefî ye ku li goř vê felsefê peywendiyeke nîzîk ya di navbera (zanistên civakî) û (zanistên siruştî) de û di çarçûvê lojîkeke hevpişk de hey.
  • Roland Barthes. Le Plaisir du texte. Edition du Seuil. 1973
  • Roland Barthes. Qu’est ce que la critique. Essais critiques, Edition du Seuil. 1964
  • Roland Barthes. Litterature et meta-langage. Essais critiques. P 106, 107
  • Ibid
  • Bi Îngilîzî ev zarawe bi vî rengî ne: (êgzîstansiyalîzim: existentialisim), (marksîzim: marxisim), (derûnşîkarî: pisiychoanalysis) û (diyardezanî: pihenomenologiy).
  • Pertûka (Çîvanoknasî) komele gotarên Bartî ne li ser binyatê nîşanenasiyê û çîvanoknasiyê, Herweha gotara (çîvanok, evro) jî her ya di vê pertûkê de, ku têgehê çîvanokê di boçûna binyatgerayiyê û nîşanenasiyê de vedkolit.
  • Çîvanoknasî, Rolan Bart, wergêřan: Şîrînduxt Diqîqyan, Neşrê Merkez, 1375, rûp 111 û 112.
  • Di wergêřana Farisî ya vê gotarê de (la ciritique ni-ni) di pertûka (Çîvanoknasî) de egerê bikar’anîna destewajeya (rexneya nî nî) Weha hatiye şirovekirin: “jiberku ni ya Firensî di Hinek biwaran de hevwataya (ne) ya Farisî ye, lewma me bo (ninisme)ê destewajeya (nînîgerî) bikar îna. di zimanê Farisî de weku zimanê Firensî dibêjne zarokê biçûk (nî nî) ku em bi Kurdî dibêjinê (bî bî). Bart di gotara xwe (rexneya nî nî) de wan rexnegiran ku maytêkirina boçûnên mêjûyî û civakî di rexnê de red dikin, di gel zarokên biçûk (nî nî)yan berawurd dike û dinvîse: “heger me core agehiyek derbarey (mirovî û mêjûyê, xêrê û şeřî, civakî û…hwd) nebe, em nikarîn sebaret edebiyatê dadweriyê bikîn”.
  • Çîvanoknasî, Rolan Bart, bip 100.
  • Heman jêder û heman rûpel.
  • Roland Barthes. Qu’est ce que la critique. Essais critiques
  • Roland Barthes. Critique et verité, Edition du Seuil. 1964
  • Çîvanoknasî, Rolan Bart, rûp 124.
  • Çîvanoknasî, Rolan Bart, rûp 107.
  • See: Phillippe Sollers. Theories des exception. Folio. Essais 1986
  • See: Gaston Bachelard. Le droit de rêver. Presse universitaires de france 1973
  • Gerorge Bataille. La literature et le mal. Filio Essais. 1957
  • Roland Barthes. Le Plaisir du texte. P30
  • Ibid
  • Binêře: Nezeryet adebî, Tirî Îgilton, wergêran: ‘Ebas Muxbêr, Neşrê Merkez.
  • Roland Barthes. Le Plaisir du texte
  • Rolanf Barthes. Essais Critiques

ڤان بابەتان ببینە

PIRSA NETEWÎ Û NÎŞTIMANÎ LI KURDISTANÊ Û ASTENG, ASTENGA OLÎ (DÎNÎ)!

Newzad Amêdî Berî demekê ne yê dûr, me lêkolînek kurt li govara Metîn derbareyî pirsa …