بابەت

Çawa çîroknivîs, şa’ir, romannivîs hestên xwe didannin ser kaxezê û dîtinên xwe li ser bûyer û babat û hizran derdibirin, hunermendên şêwekar vê proseseyê bi heman ast yan pitir û kûrtir encam diden. Hunermendê şêwekar Fehmi Balayî, xwedanê komeka kevalên te’bîrî ku siruşt û keltorê Kurdistanê babetê serekiyê kevyalan e, li sala 2024ê, herweku li ser kevalî hatiye îmza kirin, kevalek bo nivîserekî Duhokê (Ebdal Nûrî) resim kirriye, em jî dê li goray têgehiştin û dîtinên xwe xwandinekê deyne wî kevyalî, yan dê telîsmên xwandin kevalî vekeyin, çinku bi dîtina min, keval jî diaxvin.

Keval ji heft biyavên dagirtinê pêk dihêt, wêneyekî berçestekirî yê Ebdal Nûrî, wêneye yê kesekî dêm veşartî, wêneye yê şeş serên he mecûr, wêneye yê keçikekî û hespekî li gel wêneye yê heyvekî çarde şevî û mînakê komeka mirovan di duxê revîn yan koçkirinê da, û du fezayên dinavbera van her çar wêneye yên jê gotî da, fezayekî nelev dinavbera herdu dêmên diyar û veşartî da, ku mînakê pirça jinekî ji pişt ve yan sîlavekî yan kevrekî didet, û fezayekî reşê xolîkî yê levok mîna dabranekî tarî û veqetîyayî ye, dikevîte dinavbera her şeş seran û keçika xwedana hespê da.

Eger kevalî bikeyne çar parçe û serederiyê li gel biyavên vegirtî bikeyn, li nîva xwarê dê bînîn wêneye yê berçestekirî bi asoî 60% û wêneye yê dêm veşartî 40% vegirtiye, li nîva selal jî, wêneye yê keçikê û hespî û mirovên koçber 35%, wêneye yê seran 30% û herdu fezayên li nîvê 35% vegirtiye.

 Lê bi stûnî, li xwarê ji layê çepê wêneye yê berçestekirî 75% vegirtiye û wêneye yê keçikê û hespî li selal 25% vegirtiye. Û ji layê rastê ve, li xwarê, wêneye yê dêm veşartî 60% û wêneye yê her şeş seran 40% vegirtiye. Li nîva kevalî du feza têkresin, bilindtirîn asta li selal 55% û yê li xwarê jî 45% vegrtiye.

Bi şêweyekî giştî rengê şîn bi astên cuda cuda ve li ser kevalî yê zal e. Her çende raman û karîgeryiya rengan li goray cudahiya kultûr û rewşa derûnî ya mirovî cudane, lê rengê şîn rengekî gelêrî ye li seranserî cîhanê û komeka ramanên erênî hene, weku nîşana hevsengiyê, êmnahiyê û bawerî bi xwe bûnê, dibît jî derbirrinê ji hinek hestên nerênî biket mîna xemgîniyê, sarî û qurnetgîriyê, di herdu haletan da rengê tenakirina tirpên dilî ye û hestekî bi bêhnfirehî û heza peywendî kirina li gel derdûran li def mirovî peyda diket, herwesa tenakerê karê hoş û mejî ye jî (1). Lê eger kevyalî vegerîne ve her heft biyavên dagirtî û cuda cuda bixwînîn, dibît bikarîn hinek dîtin û verêjên hunermendî ji kevalî bibişêvîn:

Wêneyê serekyî, mînakê berçestekirî yê kesatiya Ebdal Nûrî ye, destê wî yê li pişt guhê wî (ne li bin guhê wî ye), çunku destê li bin guhî nîşana rawestiyan û çi jê ne hatinê ye, lê destê li pişt guhî nîşana livîn û wergirtina nûçeyan û pêzanînan e.

Kulavekî bazneyî li ser serî ye, mîna kulavên kawboyan, yan karkerên li ber hetavê kar diken, lê lêwarên wî hatîne birisqandin ku mîna hesara Zuhel (Saturn) diyar biket. Saturn hesara şeşî ye bi dûriyê ji rojê, duwem mezintirîn hesare di sîstemê rojê da, piştî Muşterî (Jupiter). Saturn xwedavendê kîştokalî yê û durînê ye li def roman û rengê wê şîn e (2). Cevegê pêgîriyê û pendewerî ya fêrbûyî ye ji bo bersîng girtina astengan.

 pêgîrî bi axaftina xwe û pendewerî ji verêja hizra xwe (3). Bi girinjînekî çêkirî û sar berê xwe didete wî tarmayî yê destên wî bi çavan ve, eger bi hurî mêze keyne dêmê xendeyî, permûyçkên xemekî kevnar pê ve didiyarin, dibît jî westiyan bît ji danê yan wergirtinê. Livîna çavên wî yên ponjî ber bi layê rastê ve ye. Bi giştî mînakê kesekî ji xwe razî û hizrker e, li hîvya karvedana derdûran ka dê wê girinjînê kete tingijîn yan dê berfirehtir lê ket.

 Bo wî ne girng e ka çi bûye û dê çi bît, ya girng ewe çi livîn ji bin foks a çavên wî yên bi layekî da badayî, dernekevin. Bi maytîkirin hîv dikete wî tarmayî ya di naxê wî da ku Ebdalekî dî yê bê dêmcameya civakî ye. Hinek hêlên spî bi ser rengê şîn da hatîne xwar ku rengdaneveya hetavê ye, dibît jî spîyatiya hîvîdarî û bêgerdî yê ketîye ser rengê bawerî bi xwe bûn û hevsengiyê.
Mînakê tarmayî yê, Ebdaleki nevêt hinek bûyer û reftaran bibînît, evca destekî xwe bi çavên xwe ve dayne û bi destê dî palpiştiya destê dapûşker diket.

Dibît nevîyana dîtina wê pendewerî ya bê encam bît, yan nevîyana dîtina wê serberdayî ya zal dest bît. Çi kulavên Zuhelî di serî nînin, herweku yê dibêjît; ne min pendewerî ji çi cîhekî wergirtiye û ne pêgîrî çi tiştanim, ez ez-ekî westyayî û bi tenême, bi tenê yê hatim û min divêt bi tenê biçim. Li vêrê ramana rengê şîn dibîte hestên xemgînî û qurnetgîriyê, dîsa rengê spî hemî pirça wî vegirtiye ku dibît spî bûna pirçê ji egerê xeman û pîriyê bît, yan ramana sadeyî û bêgunahiyê bît, yan jî dibît hest bi jêderiyê û lêvegeriyê bît, çunku di Kurdewarî yê da pirça spî yan rihên spî nîşana pirr serboriyê û pendewerî yê ye (4). Rengê spî jî, jêderê hemî rengan e ramana sadeyî û paqijiyê didet (5).

Herwesa pişta xwe ya ji wî kevrî vekirî, ewê li serdemekî pal didayî (eger kevir bît!), xwe dûrkirin ji penageha paldanê, dibît azadî û xweserî bît ku bawerî bi xwe heye û dişêt bêyî kevrekî piştbestinê rêka jiyanê bidûmînît. Dibît jî ji destdana baweriyê bît bi wî kevrê sîberê lê diket. Paldan li ber sîbera kevrî mirovî dihay dibet, lewa ew dê pişta xwe jê veket û kevîte ber wê hetava hest û demarên wî germ diket.

 Eger ew fezaye sîlav bît (ne kevir bît), sîlav dihûrîte rêjgehekî û herdem di guhorînekî berdewam da ye, ew naxê ji hewldanên guhorînê westiyayî, dê piçekî li dûrî sîlavê rawestît daku bibîte rêjgeh û ava guhor birijête nav û xwe pê bişût. Mirov bi xwe şûştinê tafîl dibît û vedgerîte ve ser duxê yekem. Anku dê xwe ji guhorîna cardayî dûrket ku guhorînekî dî li ser guhorîna bûyî biket. Lê eger ew fezaye ne sîlav û ne kevir bît, belku pirça jinekî bît ji pişt ve, dê du xwandin bo hebin; dilberekî wî ye û divêt xwe ji pêvegirêdanî biparêzît, hemî pêvegrêdan berpirsiyarî û erkin û erk mirovî diwestînin.

Lewa pişta xwe ya dayî ye û bi astekî rêjeyî ya xwe jê dûr kirî. Xwandin duwê; hevjîna wî ye û divêt xwe taqî biket, eger pişta xwe jê veket, dê çend şêt xwe li ber sermayê girit, yan divêt biyavekî xweseriyê û biryardanê bo birexsinît piştî ku bi pişta wî ve bûye parzînkê hîviya. Di hersê haletan da, Ebdalekî ji xwe bawer û xemgîn û pendewer e. Eger ji xwe pirsiyar bikeyn, ma kesên ji xwe bawer xemgîn dibin? Belê xemgîn dibin.

Mînakê her şeş seran; ku dikevîte hindav mînakê dest bi dêmî ve. Bi şêweyekî nerêzbendkirî hatîne nexşandin, sê ser li selal in, yê layê çepê piçekî li xwartir e, du ser li xwarêne, yê çepê di bin hemû seran da ye û yekê ta radadeyekî mezintir û aşkiratir li nîvê ye. Her serekî derbirrinekî cuda heye. Dibît ev sere werguhêzkên cuda cuda yên kesayetiya qehremanê kevalî bin, dibît jî karvedana civakê derdûr bît li hemberî berê xwedana qehremanî. Eger migirti ya yekê bît;

1- Serê rastê li selal, serekî tûreyî ye û kerbekî veşartî di dil da heye, bi çavên vekirî li babatan dinêrît, gelek tişt li pişt wan çavên zil di veşartî ne, lê dernabirrît, tenê têramana babatên derêjkirî diket. Bi rengê binevşî hatiye rengkirin ku rengekî têkheleyî ye ji şîn û sorî, rengekî melekî û xwe bilind dîtinê ye, derbirrinê ji mijdarî û pendewerî û gîyanamezyê (el rûhanîyat) diket (6).
2- Serê nîvê li selal, çav zîqekî ponjî ye ji setmînê, bi gumanekî li kiryaran dinêrît û gotnan bi hişyarî werdgirît. Her çende xwîn germ e, lê parêzgariyê li ser hizrên xwe diket û yê di duxekî agehkarînê da ji bûyerekî ji nişkave biqewmît. Hinek pintikên pirteqalî berdayne ser dêmê binevşî ku nîşana germî û tênûvejenê ye.
3- Serê layê çepê li selal, serekî hizirmend e, hemû hizran bi qebûl kirin werdigirît, lê di mejî yê xwe da heldisengînît heta ku biryarekî dawî lê ser bidet. Li dûr dinêrît û ber bi rehu rîşalên babaet û jêderê bûyeran ve diçît. Bi vê berê xwedana kûr, dêmekî aramê nehelçûyî bo xwe dirust diket. Bi murî hatiye nexşandin ku nîşana dahênan û romansiyê ye. Herwesa têramana û hizirkirina kûr diazrînît (7).
4- Serê navêrrastê, serekî sade û tenaye, serederiyê li gel jiyanê diket weku heyî. Yê sevdasere bi hizrên xwe yên taybet û dilîniyekî hêj nederebirrandî, mîna wan keçên heyirî demê bo cara yekê zelamekî bîyanî dibînin û suhbetê dirêj diken ku şûndeusa dîtin û gotnên xwe li ser wî zelamî bigugirînît. Jiyanê bi sadeyî werdigirît û bi heman sadeyiyê serederiyê li gel diket. Heyirîna wî dibîte egerê pûytedan û serincrakêşana derdûran. Bi rengê şîneki asmanî hatiye nexşandin ku nîşana tenahî û xewnûkiyê ye ji bo bi destxîstina hestên leşsaxî û aramiyê.
5- Serê binî li layê rastê, serekî maytîker û gumanawî ye, mayê xwe di hemî tiştan û kesan da diket û bi çavê gumanê li şîyanan dinêrît, herdem palpişt û handerê wan têgehan e yê li gel dîtinên wî diguncin û hezekî civakî bûn û têkhelbûnê heye, mîna şa’iran hez diket hemî foksên derdûran li ser bin. Bi rengê keskeki vebî hatiye nexşandin ku derbirrinê ji piştrastî û girdariyê (xîre) diket, herwesa nîşana siruştî bûn û werarê diket.
6- Serê binî li layê çepê, ku nêzîktirîn sere dinavbera herdu Ebdalan da li pişt kevrî, sîlavê, yan pirça jinekî, serekî pirrbêj û ser sûrman e, hez ji azrandina babetan diket û mîna stranbêjan herdem yê li hêviya kesekî ye wî pal det ku bibistirît û derdê dilê xwe bo derêj biket. Bi derbirrinekî mîna hîbetî bûnî û ecêbgirtinê li kiryarên kirî û ne kirî, yan peyvên gotî û negotî mêze diket. Her çende bi rengê binevşî hatiye nexşandin, lê çavekî vekirî û yekê girtî, devê vekirî û di amade başiyê da, saxletê têramana û pendewerî yê jê ve diket û ber bi valikî û mijdarî yê ve dibet. Hinek wesa hizir diken ku rengê binevşî nîşana bawerî bi xwe bûnê ye jî (8).

Lê eger migirti ya duwê bît, anku pûxteya derbirrina kesên civakî bît li ser qehremanê kevalî; serê yekê bi çavê kerb û nevîyanê lê dinêrît û hemî hizrên wî bêyî têgehiştin ret diket. Ji bê bersiviyê herdem li şûngrên bersivan digerît ku xwe bi kêmbirina wî bilind biket. Serê duwê, serekî tirsyayî û setmandî ye ji hinek reftar û gotinên derbirrandî, bi hişyarî dimînte li benda axaftinê û aşûpa wî li karvedanekî ret kirinê digerît, ne li têgehiştinê. We hizir diket, hizra arastekirî dê şîrazê hebûn û bawerîyan têk det.

 Evca ji bo parastina hevsengiya xwe ya derûnî, di înzarekî berdewam da ye. Serê siyê, serekî helsengêner û hizrker e, bi hurî guhdariyê diket, hemî hizran werdigirît û di mejîyê xwe yê helsengêner da jêkdivavêrît. Herweku babatên peyvînê vedgerînte ser elementên nijara wan, lewa yê aram û tenaye, ne ji hizran ditirsît û ne bi kiryaran aloz dibît. Serê çarê, serek e dinavbera xewnûkî û serfamiyê da, hemî hizrên wî li ser binemayê dilîniyê dihên e danan û gugirandin, bi sersamî û evînî li kesatiya Ebdalî dinêrît û li gel hizr û gotnên derbirrandî difirîte asmanê xewn rokan.

 Serê pêncê, serekî dilxweş û şa’iraneye, hemî babetan ji layenê civan ve dibînît, palênerê dûmandina suhbetan e û helçûnekî erênî û hander nîşa didet, her çende bi sîmayekî geşbîn hatiye nexşandin, lê mînakê xemekî veşartî di xendeya wî ya kiz da dihêt e dîtin, dibît bi wî ve yan bi jiyanê ve girêdayî bît. Serê şeşê, serekî ser sûrman û ecyebgirtî ye, heza têgehiştinê heye û birsiyê axaftinê ye ku alozî û sersûrmanî ya xwe pê biveşêrît. Ne dûre hestekî qurnetgîrî û tenêyatiyê li pişt sergermiya wî ya axaftinê hebît.
Mînakê keçikê hespê wê li gel mînakê komekî xelkê koçber yan revî, yê têkhele û pêkve girêdayî ne, herdu bi temamî bi rengê şînê asmanî hatîne nexşandin û bi rengê spî hatîne birisqandin, dibît ji ber sînahî ya heyvê bît û dibît meremeki ramana rengan pê hebît.

Keçik cevegê civanî, evînî, kamilaniyî, zan û zêdebûna nifşê mirovan e. Hesp nîşana hêzê û hevalîniya vexarê ye. Ji layekî ve keçik evînî ye û evînî; hêz û xûşî ye. Ji layekî dî ve civanî û xûşî û evînî dê vexarê ken. Eger rengê şîn aşitî û aramî û têhizrinekî xewnûkiyê bît, rengê spî sadeyî û hîviye. Ji xwandina ramana herdu rengan mînak bi vî şêweyî diçîte ber yek; hinek hîviyên sade dadêne ser aramî ya mîna xewnê, hestekî xûş û civan bi evînî yê li def mirovî peyda dibît û paşî her mîna xewnê li hişyar bûnê xeware dibît.

 Çavên keçikê di zilin û birûyên wê dibilindin, anku ya hizrekî kûr di vexarekî nedîyar û nepêşbînkirî da diket. Hinek rîşalûkên spî li ser pişta hespîne ku dibît nîşana zînî bît, anku hespê zînkirî yê berheve ji bo vexarê. Lê çunku ne keçik hind diyarkirî ye ku bîner hizirket hinek ji leşê hespî ya veşartî, ne hesp bi wordî hatiye nexşandin ku bîner hespekî kamilan bibînît, herwesa mînakekî mîna destê li bin sitûyê hespî heye pitekî sor bi duwahî ya tiblekî ve diyare, mirov we hest diket ku keçikê destê xwe yê li dûr bejna hespî alandî, yan yê kirîye di bin kefşê xwe ve.

Lewa ne dûre hesp her ew keçik bi xwe bît, yan reşê wê bît bi serê hespekî çav vekirî. Û li goray vê migirtiyê, komekî amaje yên seksî dadidene ser vî mînakê cevegî, ku keçik derbirrinek e ji heza seksiya qehremanê kevalî ji bo kamilan bûna hersê xweriskên serekiyên mirovî (nan, payedarî û sêks). Serê hespî nîşana hitcî û hêza seksiyê ye, mişe caran Kurd keçên şehî bi kehelîyê wesif diken, yan dibêjîn; “Filane kes espe jine!”. Ewa vê migirtiyê dipejrînît danana wê ye li hindavî serê karekterê serekî, ku nîşana hezekî veşarkirî ye ji layê eza civakî ve.

 Lê ewa vê migirtiyê ret diket, hebûna komekî koçberên dûrin li bin sînahî ya heyvê ber bi cîhekî nedîyar ve diçin, li pêşahî ya wan mînakekî mîna şikeftê yan tûnelê heye, anku yê berev cîhekî tarî û nedîyar ve diçin. Lê destekî bi rengê şîn, mîna destê xwedê li hindav serê wan e, ku nîşana baweriyê û parastina êmnahî ya wan e. Heyv ya kamilan e û hinek hêlên sor dikevin e hindavî dîmenî hemî yê, rengê sor û kamilanî ya heyvê bi dilîniyê û tên vejenê ve digrêdayî ne.

Mînakê fezayê reşê xolîkî yê livok ku weku dabranekî tarî û veqetîyayî ye dinavbera her şeş serên civakî û koça komekî mirovan û keçikakî li gel hespekî zînkirî da. Ev fezaye dibît evrek bît, ku hem nîşana barîna baranê ye û hem nîşana rêgirtina li tîşkên rojê ye. Baran hem nîşana xêrê ye (eger hur bît), hem nîşana malwêranî yê ye (eger boş bît- tûfan). Tîşkên rojê hem nîşana ronahiyê û germiyê ne, hem nîşana sûtin û qirqiçînê ye.

 Merem bi van duwanên hevdijên di yek element da, dibît azrandina danûstandinekî hizrî- felsefî bît ji bo wesifkirina jiyanê yan ketwarê karekterê serekiyê kevalî tê da jiyayî. Ev fezayê bi mînakê evrî bi têkreskirina rengên reş û şîn û xolîkî û pîvazî hatiye nexşandin; reş nîşana bedbextî û fenabûnê ye, şîn nîşana bawerî û tenabûnê ye, gewr yan xolîkî rengekî bê layen e nîşana hêzê ye lê hestên xem û tenêyatî yê jî diazrînît, pîvazî rengekî tenaker e nîşana hevguncanê û hestên civan e (9).

Bi têkreskirina van hemû rengan, dikarîn wesa hizr keyn ku milletekî bedbextê li ber fenabûnê herdem xem lê mêvan in û bi tenê rêya xwe dişeqînît, xwe bi hêz û bawerî ya xwe tena diket, bi hevguncan û hestên civan dê gehte cîhê mexsedê.

Eger pirtên vî kevalî carakî dî bibeyne ber yek û derencamekî ji xwandina pirtên nijandinê derbêxîn, dê bînîn hunermendî babetê rolê rewşenbîriyê di civakî da kirîye mijara naverroka kevalekî, prosesya rewşenbîriyê bi kesên rewşenbîr û karvedana xelkî dihêt e hajotin, lewa foksa filçeyê xwe êxistîye ser kesayetiya rewşenbîriyê û civakê derdûr. Kesayetiya rewşenbîriyê hemberî karvedanên civakî diket û verêja karvedanê sîstemekî danûstandinê û hevqebûlkirinê, yan ret kirinê jê peyda dibît, hev bendiyên berhemehînana hizrî li ser dihên e avakirin.

Rewşenbîr kesekî dewlemend e bi serbor û paşxana xwe ya hizrî, şîyanên helsengandinê û rexnegirtinê û pêşniyarkirina rêgeçareyan hene, lê ne sûperman e. Ew jî mîna hemû mirovên dî, tûşî xemgînî û dakeftin û eşqê û revînê dibît, herwesa xwedan bername û hîviyê ye, bi sanahîtir dişêt ji qeyranan derbaz bibît û dakeftinan bi berhozî şirûve biket. Rewşenbîrekî deverê kirîye nûnerê rewşenbîriyê bi awayê felsefeya giştalit serederiyê li gel wordekarî yên kevalî û mînakê giştî diket (10).

Ji bo gehandina hizra xwe li ser rolê rewşenbîriyê, hersê cureyên rengan bikar înayîne ku her cureyekî ramanek û karîgeryiyek li ser gêwl û reftara mirovan heye; ji curê rengên germ (sor û zer û pirteqalî); rengên sor û pirteqalî bikar înayîne ku hinek hestên mîna geşbînî û xûşî û tênûvejenê li def mirovî diazirînin.

Ji curê rengên sar (şîn û kesk û erxewanî); rengê şîn bi astên cuda cuda û binevşî bikar înayîne ku leşxavî û tenabûnê li def bîneran diazirînît. Ji curê rengên bê layen, hersê rengên reş û spî û gewr bikar înayîne ku aramî û hevguncan û hevsengiyê li def mirovî diazirînît (11). Û piştî têkhelkirina reng û rûyên di kevalî da, em digehîne wî encamî ku saxletê geşbînî û hevguncan û hevsengiyê daye rewşenbîrê Kurd, ku bi Ebdal Nûrî derbirrinê jê diket. Hunermend li wê baweriyê ye ku sererayî hemî karesat û derdeserî civakî û palênerên kesûkî yên rewşenbîran, prosesya rewşenbîriyê dişêt bandorekî ne kêm bikete ser têgehên civakî û ber bi pêşketinê ve bibet. Ne dûre jî, gelek xwandin û cevegên dî di kevalî da hebin. Lê eve xwandina min ya kesûkî ye û herweku şa’irekî Ereb gotî: Eve dîtina mine bo we dibêjim lê her kesî dîtinek heye (12).

Dehmen:

(١) غدیر خالد (٢٠٢١). دلالات الالوان فی علم النفس. مقالة من موقع: (www.mawdoo3.com).

(٢) زهیر غدار (٢٠٢٢). تعرف الى رموز ومعانی ابرز الکواکب. مقالە من موقع: (https://www.annahar.com).

(٣) البیان (٢٠١٠). معانی الکواکب. مقالة من موقع: (https://albayan.ae).

(٤) د کوردەواریێدا دبێژنە کەسێن پڕسەربۆر و ماقویل رویسپی؛ کو کەسانێن لێڤەگەڕن ژبۆ هەلسەنگاندن و چارەسەرکرنا هەر ئارێشەیەکا جڤاکى.

(٥)سمیحة ناصر خلیف (٢٠٢١). ماهی معانی الالوان: مقالة من موقع: (www.mawdoo3.com).

(٦) هەمان دەهمەنا ژمارە (١).

(٧) منى خیر (٢٠٢٤). کیف تؤثر الالوان على الحالة المزاجیە والسلوکیات. مقالة من موقع: (https://www.aljazeera.net).

(٨) سەحکە سایتێ (الیوم السابع)، مقالة : (https://www.youm7.com).

(٩) هەمان دەهمەنا ژمارە (١).

(١٠) گشتاڵت ڕێبازەکا فەلسەفییا جێرمانییە ژبۆ لێکۆلینا هونەرێ دیزاینێن گرافیکێ و وەسفکرنا ڕێکخستنا هزر و پێزانینان دهێتە بکارئینان. ئەڤ ڕێبازا فەلسەفى داکۆکیێ ل سەر وێ چەندێ دکەت کو میناکێ گشتیێ هەر هزرەکێ یان دیزاینەکێ گرنگترە ژ پشکێن پێکهاتەیێ وێ هزرێ یان دیزاینێ.

(١١) کاریگەرییا ڕەنگان ل سەر گێول و ڕەفتارێن مرۆڤى ژ دەهمەنا ژمارە (٧) هاتینە وەرگرتن.

(١٢) ئەڤ مالکە ب عەرەبى ب ڤى شێوەییە: (هذا الذي انا مبديه لكم نظري     وانما كل انسان له نظر).

ڤان بابەتان ببینە

Dê ji gotina nivîserê Nerwîcî yê navdar (Jostein Gaarder 1952)ê dest pê kim, xudanê pertûka …