Yek – Dîrok:
Di dîrokê de gelek dilsoz û xemxor hene ku xwe ji bo xizmeta mirovahiya giştî û hevjiyanê terxankirine. Ji wan: Selaheddînê Eyûbî û Mihemed Kurd Elî… yên Kurd, di xizmeta Ereban de. Ji wan: Helbestvan Qetranê Tebrizî, Tirkmenê Azerî, di xizmeta Kurdan de û Dr. Îsmaîl Beşikçî ku (17) salan ji ber Kurdan ketiye zindanan! Ji wan: Dr. Seadeddîn Îbrahîm û Doktor Şakir Xespak… yên Ereb, di xizmeta Kurdan de. Ji wan: Dr. Sadiq Zîbakelam û Sadiq Qutibzade… yên Faris, di xizmeta Kurdan de… h.t.d. Şêx û sultanên vê malbata Kurd jî, xwe ji bo xizmeta mezhebê Şîe û Tirkmenên Azerî terxankiribûn. Ji ber van karên xweş yên avedaniyê û mirovahiya giştî û hevjiyanê… ev lêkolîn, hat nivîsîn û geş bû.
Du – Dara malbata Şêx Sefî di çavkaniyan de:
Navê wî Îshaq e, navdar e bi Şêx Sefî û Sefiyeddînê Erdebîlî. Erdebîl bajarekî Îranê ye, dikeve joriya rojavayê Îranê. Bingeha Astana Erdebîlê ye, ev bajar dused û bîst û yek salan, paytextê dewleta Safevî bû (1501 – 1722z).
Dîrokzan Îbn Bezzazê Erdebîlî, di sedsaliya çardehê zayînî de jiyaye, sala 1368z di pertûka xwe de: صفوة الصفا ــ در ترجمەء أحوال وأقوال شیخ صفی الدین إسحاق اردبیلی, ku bi zimanê farsî ye, wisa dara malbata (Şêx Sefî) nivîsiye: Îshaq (Şêx Sefî) kurê Cibrîlî kurê Ebûbekrî kurê Reşîdî kurê Mihemedî kurê Eywez kurê Pîrûzşahê Zerrîn Kulahê Kurdê Senganî/Sencanî (Îbn Bezzaz, 1373ş, r21, 70). Anko Pîrûzê Kurd bavê Şêx Sefî yê (şeşê) ye!
Paşî Îbn Bezzaz vê re diçe (17) bavên din, li ser dara malbatê zêde dike, heta digihîje Elî bin Ebî Talib! (Çavkaniya berê). Lêkolînerê Îngilîz Lawrence Lockhart jî, darek malbata Şêx Sefî çêkiriye, (bîst û du) bav li ser Pîrûzşahê Kurd, zêde kirine heta digihîje Mûsa El-Kazim (Lockhart, 1380ş, B 404 – 405).
Cara pêşîn em ê behsa (Pîrûzê Kurd) niha bihêlin û behsa dara malbata Şêx Sefî wek Îbn Bezzaz nivîsiye, bikin. Dîrokzan Ehmed Kesrewî di pertûka xwe (Şêx Sefî û Tebarêş) de nivîsiye: Min têbînî li ser dara malbata Şêx Sefî da, heta Pîrûzşahê Zerrîn Kulahê Kurd, tune ye! Xuyaye ew dar piştî Pîrûzşahî, ji çêkirina (Îbn Bezzaz) e û ne cîhê baweriyê ye (Kesrewî, 1323ş, B 13 – 16). Eşkere ye (Kesrewî) hemû çavkanî, belge û nêrînên xwe yên taybet di pertûka xwe ya navbirî de belavkirine.
Bi hizra lêkolînerê Alman Hans Roemer dara malbata Sefeviyan wek Îbn Bezzaz çêkirî, di zemanê Sefeviyan de (hemû!) nehatiye wergirtin û pejirandin, di serdemên paşê de jî li cem Îraniyan û ne-Îraniyan jî… (hemû!) ne cîhê baweriyê bû! (Eberhard, 1970, r. 145. Roemer, 1380ş, B 265.).
Dîrokzan Ebdullah bin Mihemed Baqir Daî Dîzfûlî (1745 – 1840z) wisa dara malbata Şêx Sefî nivîsiye: Îshaq (Şêx Sefî) kurê Cibrîlî kurê Mihemedî kurê Selaheddînî kurê Ebûbekrî kurê Mihemedî kurê Îsmaîlî kurê Feyrûzşahê (Zerrîn Kulahê) Kurd… h.t.d. (Camiyî, 1379ş, B 90). Dibêjim dara malbata (Daî Dîzfûlî) nivîsî, herçend derengtir ji (Îbn Bezzaz) nivîsiye, lê berbiçavtir e, ji ber:
- Dîzfûlî navê (Eywez/Ewez) kiriye navê bavê (panzdehê) yê Şêx Sefî. Anko navê wî biriye piştî navê Pîrûzşahê Kurd. Eşkere ye bavên Şêx Sefî heta bavê (şeşê) Kurd in, ji Pîrûzî dûrtir navên Erebî tên. (Eywez) navek Erebî yê hişk û xwemalî ye wek navên: Ke’b, Kîlab, Ken’an, Çellûb… h.t.d. Hişk Erebî ne û ji Kurdiyê dûr in. Ne berbiçav e navê kurê Pîrûzê Kurd (Eywez) be! Mixabin Şêx Husên Zahidî jî, xwediyê pertûka: Sîlselet el-Neseb Safeviye… ketiye heman şaşiyê, Eywez! Kiriye kurê Feyrûz/Pîrûzşahê Kurd (Zahidî, 1343ş, B10).
- Di dara malbata (Daî Dîzfûlî) nivîsî de, navê bavê çarê yê Şêx Sefî (Selaheddîn e!) Ev jî gelek berbiçav û rewa ye; çimkî dîrokzan Muneccim Başî Yezdî dibêje rehên Feyrûzşahê Zerrîn Kulahê Kurd digihîjin Sultan Tûranşahê kurê Eyûbî, birayê Sultan Selaheddînê Eyûbî (Yezdî, 1366ş, B19. Hînts, 1361ş, B161). Gelek berbiçav û xweristî ye, yek ji e’yalê Tûranşahî, navê mamê xwe (Selaheddîn)ê Eyûbî yê navdar û qehreman raket.
- Îbn Bezzaz ji jimara (duwanzdeh) bavan, navên (pênc) bavên Şêx Sefî kirine (Mihemed!), lê Dîzfûlî tenê (sê) Mihemed ji jimara (duwanzdeh) bavan nivîsîne! Eşkere ye (du) Mihemedên zêde yên li cem Îbn Bezzaz çêkirî û sexte ne.
Vegerîn behsa Pîrûzşahê Zerrîn Kulahê Kurd. Hinan navê wî kiriye: Feyrûzşah û Zerrîn Kulah jî kiriye: Zerrîn Tac (Hînts, 1361ş, B161. Baba Sefarî, 1350ş, c1 B 60. Teferişî, 1388ş, B13).
Eşkere ye Pîrûz û Feyrûz yek in. Herdu anko ya serkeftinê û mubarekiyê didin, wek peyvên: perrende û firrende û balinde… yek in (Altûnçî, 1348ş, B171, 437). Zerrîn Tac jî wergêra Erebiya Zerrîn Kulah e, zêrîn kulav e!
Bi hizra Îbn Bezzazê Erdebîlî, rehên Pîrûzşahê Zerrîn Kulahê Kurd, digihîjin sofiyê navdar Îbrahîm kurê Edhemê Belxî (718 – 778z), efsaneyek şerên kurên wî li deverên Aran, Mûxan û Azerbeycan… ji bo belavkirina Îslamê li wan deveran vedibêje (Îbn Bezzaz, 1373ş, B72). Em ji Îbn Bezzaz dipirsin kîjan kurê Îbrahîmê Belxî beşdarî di wan şeran de kiriye? Mixabin Îbn Bezzaz nizane, di çavkaniyên dîrokî de, Îbrahîm kurê Edhemê Belxî yê sofî, yê bê qenît û dûndeh bû! (El-Ziriklî, 2002, c1 B 31. Musaheb, 1380ş, c1 B 8). Ew Îbrahîmê kurê Edhemî, yê ku kur û zarok hene, Îbrahîm Edhem Paşa ye wezîrek Tirk bû, sala 1893z çûye ber dilovaniya Xwedê (White, 1902, B. 103).
Eşkere ye Îbrahîmê kurê Edhemê kurê Mensûrê Belxî ye, anko Efganî ye û xelkê Efganistanê ye! Pîrûzşahê Zerrîn Kulah… Kurd e, wek te bi xwe (Îbn Bezzaz) di pertûka xwe (Sefwat el-Safa…) de, du-sê caran bi Kurd li qelem daye! (B21, 70, 72).
Di sermera borî, ku Celaleddîn Mihemed Muneccim Başî Yezdî (1587 – 1629z) stêrnasê taybetê Şah Ebbasê (xwînrijê) Kebîr, wek di sermera borî, nivîsiye: Rehên Pîrûzşahê Zerrîn Kulahê Kurd, digihîjin Sultan Tûranşahê kurê Eyûbî, birayê Selaheddînê Eyûbî, avakarê Ferweriya Eyûbiyan li Yemenê û Hîcazê (1173 – 1229z). Ev malbat ji Yemenê û Hîcazê bi rêya avê gihîştine Îranê, paşî li joriya wê li gundê (Rengîn) deverê Gîlan, akincî bûne (Yezdî, 1366ş, B19. Hînts, 1361ş, B161).
Bi hizra lêkolînerê Îngilîz Andrew Newman û lêkolînerê Alman Hans Roemer û lêkolînerê Tirk Zeki Velidi Togan, bav û kalên Şêx û Şahên Sefeviyan, Kurd bûn (Newman, 2006, B. 152. Roemer, 1380ş, B248 – Dehmen: 2, B302).
Sê – Şêx Zahid Gîlanî:
Navê wî Taceddîn Îbrahîm kurê Rewşenî ye, kurê Mîr Pendarê Kurdê Senganî (Sencanî) ye, navdar bi Şêx Zahid Gîlanî (Camiyî, 1379ş, B77. Wîkîpediya bi Farsî). Xelkê gundê Hilîekiran/Hilyekiran bû, ku dikeve deverê Lengeran li herêma Gîlan.
Ev dever piştî Peymana Turkmençay sala 1828z, bû beşek ji dewleta Rûsya Sîzarî (Baba Seferî, 1350ş, c1 B65. Musaheb, 1380ş, c1 B629).
Şêx Zahid sala 1218z li gundê Siyavrûd/Siyarûd devera Gîlan ji dayik bûye (Îbn Bezzaz, 1373ş, B185 – 186. Gîlik, 1341ş, B33, 88). Li gor pertûka: Sîlselet el-Neseb Sefeviye ya Şêx Husên Zahidî, Şêx Sefî di jiyê (25) salî de çûye cem Şêx Zahid Gîlanî ji bo xwendinê, nêzî (20) salan zanistên şerîetê û dînî li cem Şêxê navbirî, xwendine (Zahidî, 1343ş, B28. Camiyî, 1379ş, B78).
Şêx Zahid Gîlanî carekê dît, diya Şêx Sefî xwarinê li ser sergînan, ser ziblê pezî û dewaran dikelînt. Çû gotê: Xwişkê… xwarina li ser sergînan nede (Sefî). Gotê: Bila. Jinikê Şêx Zahid neniyasî! Lê rast guhê xwe dayê û xwarina Şêx Sefî piştî hingî, her tim bi agirê daran dihat kelandin (Îbn Bezzaz, 1373ş, B 84).
Carekê Şêx Sefî hinek cil, wek diyarî ji bo seydiyê xwe Şêx Zahid birin. Şêx hinek li diyariyan nêrî, paşî bi zimanê Gîlanî gotê: Lêl(Hêl) dele(delale) keç (jikîn) tuyî(teye). Anko: Jikîn/jinik tenê (lewan) hêl delal in! (Îbn Bezzaz, 1373ş, B127).
Şêx Zahid berî biçe ber dilovaniya Xwedê, keça xwe Fatima Xatûn/Bîbî Fatima wek hevjîn li zangirê xwe (Şêx Sefî) marekir (Zahidî, 1343ş, B85. Baba Seferî, 1350ş, c1 B67). Paşî li sala 1301z serê xwe dana, cîhê wî bihişta berîn be. Her li gundê xwe Siyavrûd/Siyarûd nêzî Lahîcan, Astana Gîlan, hate veşartin (Rûmlû, 1384ş, c2 B864. Mostafavi, 1967, B. 72 – 73.).
Sebara nasnavê Senganî/Sencanî ku Pîrûzşahê Zerrîn Kulah û Şêx Zahid Gîlanî hilgirtî, bi rastî gelek (Sencan) li Îranê hene; wek: Sencan li Xorasan nêzî bajarê Merw, Sencan li joriya rojavayê bajarê Erak, Semûr Sencan li Astana Kurdistanê/Sine, Sengan/Sencan gund û deverek çiyayî li joriya rojavayê Tehran (Rezm Ara, 1328ş, c1 B233. Musaheb, 1380ş, c1 B1352).
Me Sencana Astana Kurdistanê/Sine nehilbijart; çimkî peyva (Semûr) li pêşiya wê ye. Lewan berbiçav dê Sengan/Sencana dawî be, Sencana dikeve joriya rojavayê Tehran, wek cîhê kevnarê neviyên Tûranşahê Eyûbî, heyameke tê de akincîbûn; çimkî nêzî deverên Kurdnişîn bû, yên li ser kenarên jêrî yên Derya Xezer.
Çar – Şêx Elî Siyapûş:
Şêx Elî Siyapûş (1391 – 1427z) neviyê Şêx Sefî ye, kurê Sedreddîn Mûsa ye (Teferişî, 1388ş, B13. Hînts, 1361ş, B162). Biha û girîngiya Şêx Elî Siyapûş di wê de ye, ku bi hizra hin dîrokzanan, evî (Siyapûşî) berî Şah Îsmaîlê yekem (1501 – 1524z), berê binwaşê dewleta Safeviyan daniye.
Ev rûdan dizivire sala 1402z, dema Teymûrê Leng li ser Sultanê Osmanî Bayezîd Yildirîmî serkeftî û ji Asya Biçûk (Asia Minor) zivirî û (30) hezar dîlên Turkmenên leşkerê Osmanî (Rûmlû û Şamlû…) bi (heft) qûmandarên xwe ve yên dîlgirtî, di gel de bûn. Teymûr rêya zivirîna xwe, ji bo Asya Navîn (Central Asia), xist (Erdebîl) û bû mêvanê Şêx Elî yê Siyapûş, ku rêvebir û sofiyê tekiya bajarê navbirî bû (Baba Seferî, 1350ş, c1 b5 – 6. Camiyî, 1379ş, b82).
Piştî Şêx Elî bi xizmeta mêvanan rabûyî, dema xatirxwestinê, Teymûrî gotê, te çi xizmet ji min divê bêje. Şêxî gotê ez hezdikim, ew dîlên cenabê te girtine, azad bikey! Teymûrî got: Ev hemû azad û ji te re diyarî bin! Niha Şêx Elî bû xwediyê (30) hezar şervanan di gel (heft) qûmandarên leşkerî yên wan. Ev leşker bû berê binwaşeyî ji bo Şah Îsmaîlê yekem, dema dewleta Sefevî sala 1501z ragehandî û (Tebriz) kiriye paytextê wê (Hînts, 1361ş, b6. Camiyî, 1379ş, b83).
Berbiçave her di serdema vî Şêx Elî yê Siyapûş de, ev guherîn bi ser vê malbata Kurd de, hatine kirin:
- Şêx Sefî Seyîd nebû, neviyên wî xwe kirine (bûne) Seyîd.
B. Şêx Sefî Şefî û Sunnî bû, neviyên wî xwe kirine (bûne) Şîe û Duwazdeh Îmamî. Neviyê wî Şah Îsmaîlê yekem, xwe kir Şîeyê Sunî kuj! (Browne, 1930, Vol. 4, b. 63. Mazzaoui, 1966, b. 203, 215).
C. Zimanê Şêx Sefî Kurdî û Farsî bû, neviyên wî zimanê Azerî yê Tirkî, ji bo xwe hilbijart (Kesrewî, 1323ş, b2. Kesrewî, 1306ş, b5).
Pênc – Kurd li ser kenarên jêriya Deryaçeya Xezer:
Da hebûn û akincîbûna Kurdan li ser kenarên jêrî yên Deryaçeya Xezer nebe tiştekî havî û entîke, em ê kurtiyekê li ser vî babetî binivîsin, hêvîdarîn di paşerojê de bi dirêjî li ser vî babetî rawestîn.
Ji bîr nekin Deysem kurê Îbrahîmê Kurd, ferwerî di navbera salên 938 – 955z de, li Azerbaycanê girtiye (Frye, 1975, b. 232). Dewletên Kurdên Şedadî, Rewadî, Salarî û Mûsafirî… di sedsalên dehê û yazdehê de, li pişt çiyayên Qafê (Caucasus) hatibûn avakirin (Kesrewî, 1377ş, b45, 113, 217. Mezûrî, 2024, b40, 62).
Gêrokê Rûs Grîgorî Melgûnov (G. Melgunov) li salên 1858 – 1860z, anko di sedsaliya nozdehê zayînî de, geriyanek li kenarên jêrî yên Deryaçeya Xezer kiriye, geriyana xwe wek pertûk çapkiriye. Em ê hinekan ji wê geriyanê, li ber çavên we yên hêja danin. Ewî nivîsiye:
Eşîrên Kurdan li deverên jêriya Deryaçeya Xezer, Astanên Gîlan, Mazenderan û Gulîstan… ev in: Cîhan Beglû, Medanlû, Zeferanlû (tayek vê eşîrê li Xorasanê jî heye E.M), Emerlû, Kurd Taîfe, Kurdelû… (Melgûnov, 1367ş, b298).
Gundên Kurdan li Astana Gulîstan (Esterabad a kevn) wek: Kurd Abad, Kurd Mehele, Bala Piling, Salîkend, Laxur, Şîrdarbên, Pîr Kurdû, Xerabe Şehr, Kefş Gîrî/Kefş Mehele, Aleng, Çehar Deh, Îlwar, Bala Cade, Çeqer/Çexer, Miyan Dere, Radekan, Engram/Engmar, Kurd Bîcar… h.t.d. (Melgûnov, 1376ş, b140 – 152. Zebîhî, 1348ş, b30 – 32, 173, 245 – 259).
Gundên Kurdan li Astana Mazenderan: Kurd Asiyab, Kurd Kela, Emîr Kela, Befr Koh, Baxî Deşt/Baxû, Lengeran, Alan, Kurdîn, Pîr Abad… h.t.d. (Melgûnov, 1378ş, b229 – 240. Zebîhî, 1348ş, b30).
Gundên Kurdan li Astana Gîlan: Kurd Mehele, Mencîl, Mişkîn (ji bêhna miskî), Rehmet Abad/Rehîm Abad, Xerab Mescid, Esferancan, Kilxoran, Pîr Hesen, Tenge Sera/Tenge Serab, Germerû… h.t.d. (Melgûnov, 1367ş, b283 – 302. Zebîhî, 1348ş, b32, 243).
Bi kurtî (Melgûnov) pitir ji navên (36) gundên Kurdan, li hersê Astanên borî, nivîsîne.
Çavkanî û serkanî:
- Çavkaniyên Farsî û Erebî:
- . ابن بزاز اردبیلی، درویش توکلی بن إسماعیل، ١٣٧٣ش، صفوة الصفا ــ در ترجمەء احوال واقوال شیخ صفی الدین اسحاق اردبیلی، با تصحیح: غلامرضا طباطبائی مجد، چاپ و انتشارات تابش، تهران.
- ٢. آلتونچی، محمد، ١٣٤٨ش، فرهنگ طلائی، انتشارات اسماعیلیان، تهران.
- ٣. بابا صفری، علی اصغر، ١٣٥٠ش، اردبیل در گذرگاە تاریخ، انتشارات و چاپخانەء بهمن، تهران، جـ١.
- ٤. تفرشی، ابو المفاخر سوانح نگار، ١٣٨٨ش، تاریخ شاە صفی، با تصحیح: محسن بهرامی نژاد، انتشارات میراث مکتوب، تهران.
- ٥. جامعی، بیوک، ١٣٧٩ش، نگاهی بە آثار وأبنیەء تاریخی اردبیل، انتشارات علمی و فرهنگی، تهران.
- ٦. رزم آرا، حسینقلی، ١٣٢٨ش، فرهنگ جغرافیایی ایران ــ آستان مرکزی، انتشارات دایرەء جغرافیایی ستاد أرتش شاهنشاهی ایران، تهران، جـ١.
- ٧. روملو، حسن، ١٣٨٤ش، أحسن التواریخ، بإهتمام: عبد الحسین نوائی، انتشارات اساطیر، تهران، جـ٢.
- ٨. رویمر، هانس روبرت، ١٣٨٠ش، ایران در راە عصر جدید ١٣٥٠ ــ ١٧٥٠م، ترجمەء: آذر آهنچی، انتشارات دانشگاە تهران، تهران.
- ٩. زاهدی، شیخ حسین بن شیخ أبدال پیرزادە، ١٣٤٣ش، سلسلة النسب صفویە، چاپخانەء ایرانشهر، بەرلین.
- ١٠. زبیحی، مسیح، ١٣٤٨ش، أسترآباد نامە، با همکاری: إیرج أفشار سیستانی و محمد تقی دانش پژوه، انتشارات فرهنگ ایران زمین، تهران.
- ١١. الزرکلي، خیرالدین، ٢٠٠٢، قاموس الأعلام، مطبوعات دار العلم للملایین، بیروت، جـ١.
- ١٢. کسروی، احمد، ١٣٧٧ش، شهریاران گمنام، انتشارات جامی، تهران.
- ١٣. کسروی، احمد، ١٣٢٣ش، شیخ صفی و تبارش، انتشارات کتابخانەء پاکدینی، تهران.
- ١٤. کسروی، احمد، ١٣٠٦ش، شیخ صفی و تبارش، ناشر ناشناس، چاپخانەء پیمان، تهران.
- ١٥. گیلک، محمد علی، ١٣٤١ش، شیخ زاهد گیلانی، انتشارت کتابفروشی تأیید، تهران.
- ١٦. لاکهارت، لورنس، ١٣٨٠ش، إنقراض سلسلەء صفویە، ترجمەء: اسماعیل دولتشاهی، شرکت انتشارات علمی و فرهنگی، تهران.
- ١٧. مصاحب، غلام حسین، ١٣٨٠ش، دایرة المعارف فارسی، مؤسسەء انتشارات امیر کبیر، تهران، ٢ جزء.
- ١٨. ملگونوڤ، گریگوری، ١٣٧٦ش، کرانەهای جنوبی دریای خزر ــ یا آستانهای شمالی ایران، ترجمەء: أمیر هوشنگ أمینی، انتشارات کتاب سرا، تهران.
- ١٩. مزوری، عبدالرحمن، ٢٠٢٤، گۆتارا: پارەیێن دو دەولەتێن کوردان، کۆڤارا: مەتین، دەرئێخستنا: ناڤەندا خانی یا رەوشەنبیری و راگەهاندنێ، هژمارا: ٢٥٠، دهۆک.
- ٢٠. هینتس، والتر، ١٣٦١ش، تشکیل دولت ملی در ایران، شرکت سهامی انتشارات خوارزمی، تهران.
- ٢١. یزدی، جلال الدین محمد منجم باشی، ١٣٦٦ش، تاریخ عباسی ــ بە نام شاە عباس کبیر، بە کوشش: سیف اللە وحید نیا، انتشارات وحید، تهران.
- Çavkaniyên Ewropî:
- Browne E. Granville, 1930, A Literary History of Persia, Cambridge University Press, London, Vol. 4.
- Eberhard, Elke, 1970, Osmanische Polemik gegen die Safawiden im 16 Jahrhundert, Klaus Schwarz Verlag, Freiburg im Breisgau, Deutschland.
- Frye, Richard N., 1975, The Cambridge History of Iran, Cambridge University Press, London, Vol. 4.
- Mazzaoui, Michel M., 1966, Shie-ism and the rise of the Safavids, Princeton University Press, Princeton.
- Mostafavi, Seyed Mohamed Taqi, 1967, Persian Architecture at aglance, Shemal Cement Company, Tehran, (Deutsch).
- Newman, Andrew J., 2006, Safavid Iran: Rebirth of a Persian Empire, I. B. Tauris and Company. Ltd., London a. New York.
- White, Sir William, 1902, For Six Years Ambassador at Constantinople.., Publshed by: John Murray, Ltd., London.
گۆڤارا مەتین گۆڤارا مەتین