Kartêkirina Cilken Kurdî Li Ser Yên Biyaniyan (Faris, Ereb, Turk Wek Nimûne):
Di mijara cilkên Kurdî de piraniya cûrên wan hatine talankirin û tapokirin li ser navê milletên cîran û dagîrker, bo nimûne di dîroka kevn de: Babîliyan, Aşûriyan, Ermenan, Farisan, Ereban, Corciyan û Turkan… h.t.d, çi rastewxo yan ne. Herçende Kurd ji berî Zayînê û pêda yekem bûn cilkên xwe yên taybet û neteweyî hebûn, ew cilk nimûneyên parastina leşî bûn ji serma û germatiyê, guncayî bûn digel sirûştê çiyayên Kurdistanê çi di karî yan bi rêvabirina erk û reftarên jiyana rojane da, dîsan rûmet û ciwanî dibexşî û pile û pêgehê siyasî, civakî û aboriyê bikarhêneran diyar dikir, lê ji bê dewletî û bê xwedaniya Kurda ew cilk hatine dizîn û tapokirin li ser navê dijminên klasîkên Kurdan, piştî hinek guherînên sivik di wan cilkan da kirin, û bizavek serkeftî kirin ew cilk bibine yên neteweya wan, û bi fend û fêlan arkeolojîst û dîroknivîs xapandin, lê girînge bizanin:
- Di dîroka kevn da piraniya robe, dîşdaşe yan tenûrek milletekî dîzayn kirî û li ber xwe kirî, kopiya yên Kurdên Sumerî û Babîlî bû… h.t.d.
- Piraniya şelwar û şel û şapikek milletekî çêkirî, berhemê hizir û dîzayîna yên Kurdên Mîdiyan bûn.
Milletên wekî Aşûrî, Ermenî, Romanî, Corcî û Albanî… h.t.d, mifa ji dîzayn û formê cilkên Kurdî wergirtine, ew jî ji encama çend egerên siyasî, aborî û civakî… h.t.d bûn; çunkî ew cudahiyên biçûk in û nâgehine wî astê bibine ew cudahiyên di navbera du neteweyan da, paşî serdestên cîhanê Inglîzan di çerxên (17-20) da gelek ji dîrok û şûnewarên Kurdan bo wan vegerrandin û dokument kirin.
Ew bi xwe her gaveka nav û wêneya aşûpî yan fîzîkiyê mirovek Kurd dihête gotin û hizirkirin, êkser wêneyek dihête pêşçav pêkhatiye ji zelamek xwedan zend û basik û sîng pehn û şel û şapikekî li ber xwe dikit û şal yan şûtkek bostekî li ser û bin navkê dinxêmit, û serbeste (tac û hewşêweyên wê, kum, kulav, şaşk û dersokek) pitiriya pirça serê wî dinxêmit, ji bilî çend parçeyên dîtrên cilkan û cûrên çekan, ev e wêneyê klasîkiyê her Kurdekî û li dinyayê belavboyî, lê ji encama pîlan û xapandinê, Farisan, Ereban û Turkan cilkên Kurdî dizîne û kirine keltorê xwe, û kartêkirina cilkên Kurdî li ser milletên dûrtir jî hebûye, her çewabît ew dizîn û kartêkirin ji encama çend egeran bû, ji wana:
- Egerên Siyasî
- Egerên Leşkerî
- Egerên Aborî
- Egerên Coğrafî/Sirûştî
- Egerên Civakî
- Egerên Rewşenbîrî û Bîrdanka Millî
Di vê vekolînê da dê behsê dizîn û tapokirina wan cilkan kîn yên dijminên klasîkên Kurdan kirine:
- Faris:Farisan pişkek mezin ji dîrok, coğrafya, şaristanî, rewşenbîrî û zimanê Kurdî li ser navê xwe tapo kirine, ew jî ji encama serdestî û pîlanên wan dijî Kurdên Mîdî, lewa jî dê babatê xwedanên resenên cilkên deverên coğrafya Kurdan û Farisan êkila kîn, dîroknivîsê cîhanî Hêrodût bi çavê serê xwe cilkên Faris û Mîdiyan li şerrê Yûnanê dîtibûn, wesa diyar kiriye ku cilk û çekê wan wekhev in, şelwar û qemîsê mildirêjê fireh, ne bi tenê dîroknivîsê Girîkî Hêrodût (484-425 B.Z) belkû dîroknivîsê Girîkî Aksînîfons (435-354 B.Z) dibêjit “ew cilk yên Mîdiyan in”, raste hinek nîgar, nexşeber û berkolên li paytextê Exmîniyan (Pêrspolîs) wesa diyar dikin, ku Îlamî û Faris li layekî û Mîdî û hinek milletên dîtir (her Kurd in) li layekî dîtr, ne xwedanên heman cilk in û jêk cuda ne, lê Îlamî jî xwîn Kurd in û bi tenê cilkên Farisan cuda ne, Mîdî xwedan Împratorî bûn, û milletên dîtr wek Farisan cilkên wan dikirinê da ku xwe ji dijminan biparêzin.
Li gorî van belgeyan Farisan cilkên Kurdan dizîne:
-
A. Li dûv deqekê Mîxî, ku li paytexta Mîdiyan (Hemedan: Akbatan) bû, Kurd êkem bûn karê ristin û çînina mûyiyên biznan kirin bo berhemînan û bikarînana cilkan.
A. Kurd û Faris pismamên erdî û xwînê, lê wekî dîroknivîsê navdarê Rûsî Diyakonov aşikira kirî (Farisa hemû keltorê Mîdiyan dizîn û li ser navê xwe tapo kirin), bêguman êkem tişt dizîn cilên Kurdî bûn. - Dîroknivîsên Girîkî wesa diyar kirine (di şerran da şahê Exmîniyan cilkên Mîdiyan dikirinê…), belkû ew çende dikir da ku dijminên wî bitirsin û lawaz bibin; çunkî sehm û şerrvaniya Kurdan pêgotî bû, û paşî ev taktîka şerrî çend milletên dîtr dijî dijminên xwe kirin, Sasaniyan digotinê şel û şapika (şapik û sudre), û li serdemê wan bi şêweyekê berfireh diyar bû.
- Artab/Banos êk ji efserên Hîrakî (Ermenî) ye; helgirê çekê şahê Farisan (Daryûşî) cilkên Mîdî dikirinê.
Ew bi xwe jî Mîdiyan destdan çêkirina cilên Kurdî li jêr bandora sirûştê Kurdistanê, û kartêkirina dînê Zeradeştiyan û ahengên wan wekû Newrozê, û xwedan Împratorî bûn û destehelata wan dôm kir, û gelek wênên wan cilkan hene li ser libnên teqnê, berkol û nexşebera, bi taybetî cilkên serbazan û yên şah û mîrên wan ku digotinê (Key), ew cilk yên serdemê Hexamaneşiyan (Exmîniyan) û bi taybetî kulav heman kulavên niha yên Kurdan in, her ji serdemên Qacariyan û Sefewiyan guherîn bi serda hatin.
nivîser û rojhelatnasên Ewropî ew wêne nîgar kirine û parastine, û cilkên Mukriyan nêzîkî dîzayîna cilên Mîdiyan in, anku nêzîkî hezar û pêncsed salan ji berî Zayînê Mîdî êkem mirov bûn şelwar û şel û şapik dîzayn kirin û bikaranîn, û zêdebarî êlek, kulav (wek yên Bexyariyên niha ye), û şûtik ya Zeradeştê mezin, li wî serdemî Kurdan dikirinê bi taybet şûtikên ayînzanayan sê girê bûn li gorî prensîpên (hizra baş, gotina baş, kiryara baş), hîngê cilkên Kurdî şoreş bi serda hat.. kedxuda û xwedan pileyên civakî, siyasî û ayînî şel û şapik dikirinê û yên kêmtir ji dîzayînê derneçûn, û her çawa ba şelwar dikirinê û parça serî (şapik) bi dîzayîna (fanêle yan qemîs yan tîşêrtên niha) dikirinê, heta di aşûpa xoyanî û biyaniyan da formê Kurdî zelamek bi şelwar e.
- Ereb:Cilkên Ereban yên berniyas dîşdaşe û egal û kefî ne, lê kalên Kurda ji berî wan ew sê parçe cilk bikaranîne, li gorî hinek nexş û nîgarên li ser nexşeber û libnên teqnê, Sumerî êkem bûn egal bikaranîn, herwesa Sumerî û Gotî û… h.t.d êkem bûn dîşdaşe bikaranîn, paşî di serdemê hatin û têkeliya Ereban û paşî ya Musilmanan da cilkên Kurdî di jêder û pertûkên wan da hatine nivîsîn û bûn dokument bo vekoleran û pêzanîn li dore navên hindekan û bazarên wan û cûrên ku Kurdan dikirin berxwe, nivîsîne.
Keltorê Ereban keltorek giştgîr bû û ta radeyekê xwesepîn bû û destehelatek tund hebû, û di encam da liberkirina cilkên Kurdî kêmtir bû û hinek hozên Kurdî jî dîşdaşe û egal kirine berxwe, û hevsinor bûn digel hozên Ereban, û xortî û zorî li ser wan hozan sepandin ku bikarbînin wekû cilkên Musilmanan, û belkû jî hinek ji wan hozan xwebexş û ji sadeyiyê hez jêkirin ji pêxemet dînê Îslamê, û derbarey şaşkê Sumeriyan digotinê (yeşmag) û heta îro di nav Ereban da heman navê Kurdî heldigirt (şimag), emrê şaşka Sumeriyan çar hezar sale B.Z, û di zimanê Sumerî da (poşiya serê mezin), û heta îro maye di nav dewletên Kendavî da li kare.
- Turk:Cilkên Turkan yên kevn û dîrokî hemî ji çerm û kevilen giyaneweran bûn, ku jiyana wan bi taybetî bi hespan ve girêdayî bû, û çerm û kevil pitir guncayî bûn bo suwarên hespan; çunkî neddirîhan û nedqetiyan, û evên niha dikin ber xwe yên Kurdî ne, bi taybetî ewên ku hozên Ogozan, Selcûqiyan û Osmaniyan… h.t.d dikirinê, û hêdî hêdî Osmaniyan ew cilk pîroz kirin piştî kirin cilkên sultenê dînê Îslamê, hosa reh û rîşalên resenên cilkên Kurdî veşartin, bo zanîn heta niha jî hinek navên cilkên Turkî her Kurdî mayîne, wekî xiftan û kimbaz û… h.t.d, lê ji encama hezar salên kuştin û tepeserikirina mirovê Kurd û nehêlan û sextekirina dîrok û ziman û pîroziyên Kurdan, dizîna termên serkirdeyên Kurdan û… h.t.d, çi şûnewar û reh û rîşalên Kurdî bo cilkên Kurdî nehêlan, û li wîrê jî nerawestan, belkû rehek nû nîşandan û boyaxek Turkî bi serda anîn.
Vegeriyana Xwedaniya Cilkên Yekemînên Mirovan Bo Kurdan:
Piştî dizîn û tapokirina cilkên Kurdî ji layê neteweyên derûberên Kurdan ve, û nivîsîna dîrokeka xapînok, dagîrkerên Kurdistanê jî bi çend rêkan cilkên xwe li ser Kurdan sepandin, dijminan siyasetên peyrewkirî dijî Kurdan hajotin û hemû bizav kirin cilên Kurdî bikine hîmayê paşkeftinê û taybetmendiyên milletekê berber û hov, û goşegîrkirina wan cilkan di rojen Newrozê da, û li piraniya deverên Kurdistanê hatine qedexekirin, û berdewam liberkirina cilkên Kurdî sînordar bû; çunkî dagîrkeran proje (dijekurd) hebûn û milletê me jî bê çare û bê desthelat bû.
Digel şoreş û serhildanên Kurdan û damezrandina mîrgehên Kurdî anku li serdemê qewarên siyasî, ew cilk bo xwedanan hatine vegerrandin, cilkên Kurdî gelek geşe kirin, çi ji layê rengan û stîlan ve yan ji layê zêdebûna bikarînanê ve, ku mîrên Kurdan bi xwe dikirinê, û paşî jî milletî hest bi azadiyê dikir, bi hebûna mîrek Kurdî cilkên Kurdî dikirine berxwe, û piştgerm bûn bi wê çende, evca li ser astek berfireh cilkên Kurdî hatine bikarînan, û ji layekî dî ve li gel her serhildanekê cilkên Kurdî dihatine pêş, û ji berî hîngê di şoreşên Kurdî da hebûn, bi taybet li deverên azadkirî yên Kurdistanê û bi berfirehî bikardînan.
(Zaxo) Dê Bite Navendeka Cilkan Kurdî?
Li gorî serbora mirovayetiyê û tîyorên zanstê siyasetê piraniya serhildanan werçerxanên siyasî, aborî, û keltorîne û… h.t.d, lewma jî serhildana 1991 li Başûrê Kurdistanê – herêma Kurdistanê, guherîn bi ser wan hemû warên jêgotî da Îna, cilk jî bi berfirehî dihatin dîtin û bi şanazî ve xelkê dikirinê, û heta niha jî ew rewşe başe û heker kêmasiyek li ser astê stûnî û panî hebit tiştek normal e, evca çi li ser astê çêkirinê û dahînanê yan jî li ser astê liberkitinê yan jî li ser astê parastin û dokumentkirinê.
Herçende ji layê dagîrkeran ve şerrekê nehevsekang dijî cilkên Kurdî hatiyekirin, lê hema her çi nebit ew şerê qirêjî li devera me tam kiriye şikestinê; çunkî gelek bajêrên Başûrî, mîna: Silêmanî, Hewlêr, Kerkûk, Akrê, Amêdiyê û Zaxo û… h.t.d cilkên Kurdî parastin û bûn sitrî di gevriya dagîrkeran da, Zaxo jî mîna bajêrên dîtir navendeka cilkên Kurdî bû, boçî dê bite ew (Navenda Pîroz)?
- Sirûşt û Jîngeha Deverê:Hebûna (çiya, deşt, ziwîr, nehal, gund, rû, rûbar û kanî) guncayî ye bo hel û mericên vî karî.
- Hebûna Samanên Giyanewerî:Ew giyanewerên wekî pezî û biznan, bi taybetî yê çuwîr (kej) yên hirî, mûyî û kevilen wan dihêne bikarînan bi mişeyî li vê deverê hene.
- Dabînkirina Xwarina Giyaneweran:Peydakirina alf û alîkê… h.t.d yên wan giyaneweran li vê deverê bi sanahî bû, (berhemên çandinê li deşta Sindî û Silêvaneyan).
- Karsazî û Destrengînî:Hosta û serhosta û heta jinên şarezayên karên cilkan li vê deverê hene, û kar û kargehên wan yên destpêkî li Kurdistanê navdar in, lê ji ber çend egerkên siyasî, aborî û kesokî ev karsazî berfirehtir nebuye û her sînordar e.
- Jiyana Dîrokî:Xelkê deverê bi Kurdewarî jiyaye û karkiriye; çunkî cih û warê du mîrgehan buye, ku bi Kurdewarî dijiyan û neberaqle li nav çiyayên Baviya yan Keşanê yan Geliyê Pisaxa xelk dîşdaşe û egal û sentor û pentora bikine yan li govend û şahiyen jinînanê yên heft rojî cilkên Kurdî nekene berxwe.
- Barê Aborî:Texa kedxuda, têr saman, axa û derebeg şanazî bi cilkên Kurdî dikirin û berîkana cilkên ciwan bû di navbera ser û maqûl û axayên Sindî, Silêvaney, Gulî û Koçer û… h.t.d ji hozên li Zaxo dijîn.
- Rewşenbîriya Siyasî:Xelkê deverê herdem di koz û çeperê şoreş û rizgariya welatî da bûn, û hîma û formê serve serve yên şoreşvanan cilkên Kurdî bûn.
- Rewşenbîriya Hunerî:Strangotin, sema û seyran li deverê reh û rîşalên xwe hene, hemû bi cilkên Kurdî bûn.
- Coğrafya Deverê:Her sê parçên Bakur, Başûr û Rojava (û deverên Soranîaxêv) pêkve digirêdan.
- Pileya Civakî û Siyasî û Hevrkiya Texan:Normal e cilkên texa kedxuda, axa û destehelatdaran ne heman yên Kurmancan bin.
- Bîrdanka Millî:Di bîrdanka milliya xelkê deverê da ew rêwuresmên gîrrana ahengên dîrokî wekî Newrozê kopî buye û Newroz wate cilkên Kurdî, û Mîdî û Mîtanî û… h.t.d ji kalên Kurdan li vê deverê jiyanê.
Çêdibît hêşta hûrkarrî û eger hebin lê di hîlên giştî da û di rêrewa watayê da, dê çite li jêr sîbera êk ji xalên jêgotî da û li serî rêzkirî, û hinek ji wan xalan piştî serhildana 1991 li Başûrê Kurdistanê, ku werçerxaneka hizrî buye rehendên nû bi xove dîtin, bo nimûne cilkên Kurdî li Zaxo bi berfirehî hate liberkirin ji layê welatiyan ve, û li ser astên sitûnî û panî, ew boçûn û dîtina dijminan mizgînîvanî bo dikir, ku cilkên Kurdî yên (rêgir û qeçax û gundiyan in bi têgehê nerînî) li Zaxo hate binaxkirin, û bi şanazîve xelkê dikirinê û xalek ji (keltorê dîjekurd) bi ser û sanahî jinavbirin, û xala Zaxo bikete navendeka cilkên Kurdî, wekû her bajêrekê dîtrê Kurdistanê heker kar li ser bihête kirin, fêstîvala salaneya şel û şapikên Kurdî ye ku taybete bi cilkên Kurdî ve.
Encam:
- Mirovayetî qerdara Kurdan e ku ji (qonaxa rûsatiyê veguhastin qonaxa dapoşînê – cilkan).
- Kevne Kurdên Sumerî û Zagrosî dûmahî bi serdemê rûsatiyê anîn, dema tenûre çêkirin, belê pêxas bû.
- Kurdên Mîdî bi taybetî li ahengên êkê yên cejna Newrozê dûmahî bi serdemê tenûran anîn, dema bo êkemîn car şelwar û şel û şapik dahînan.
- Cilkên zelam û jinên Kurdan ta radeyek mezin heman qalb bû, lê dûriyar û stîl cuda bû, û ta niha jî jinên Kurdan li hinek deverên Kurdistanê şelwara dikinê, herwesa yên jinan rûmetiya leşî pitir diparast, û têr akseswar (qumçe, gulên destkird) bû, dîsan ji ber ku kalên Kurdan êkem bûn reng çêkirin û bikaranîn, cilkên jinên Sumeriyan rengîn bûn.
- Zaxo wek gelek bajêrên Kurdistanê dê bite navendeka cilkên Kurdî; çunkî fêstîvala salaneya şel û şapikên Kurdî li wîrî ye.
Têbînî: Bi dehhan pertûkên dîrokî yên wênên Kurdan têda me şirovekirine, û xwendineka hizriya dîrokî, siyasî, aborî û civakî û… h.t.d daye wan wênayan, û derhavêjê wan xwendinan pêzanînên girîng bûn.
Jêder:
ژێدەر:
ا- ب عەرەبی:
- دياكونوف: ميديا، ترجمة وهبية شوكت محمد، رام للطباعة والتوزيع، دمشق.
- الدكتور جمال أحمد رشيد: ظهور الكورد في التاريخ، دار آراس للطباعة والنشر، أربيل، كوردستان العراق، الطبعة الأولى، 2003.
- الازياء السومرية، مديرية الاثار العامة، بغداد-1967.
- جمال نبز، المستضعفون الكورد وإخوانهم المسلمون، محاضرة علمية ألقيت يوم السبت المصادف 21 مايس في المؤتمر الاسلامي الثاني لحل القضية الكوردية، والذي عقد في Jugendgastehaus بمدينة كولونيا (كولن) بدعوة من الاتحاد الاسلامي الكوردستاني في ألمانيا، بمقدمة للبروفيسور الدكتور محمد صالح گابوري -1997، طبعة أليكترونية الثانية- لندن 2008.
- صلوات كولياموف، آريا القديمة وكوردستان الأبدية (الكرد من أقدم الشعوب) pdf.
ب- تلفزیۆن:
- تلفزيونا وار، دیدارا تایبەت دگەل دكتۆر زرار صەدیق، 1/3/2024.
ج- ژ ئەنترنێتێ:
- https://nusinkurdi.com/post/
- https://zaniary.com/blog/6262c9a98e8bb
- https://www.sharpress.net/all-detail.aspx?Jimare=235516
- https://kurdshop.net/ku/culture/3134
- https://chawder.org/detailnews.aspx?jimare=36800&cor=2&related=2
- https://news.kurdsat.tv/ckb/news/1/45279
- https://jinhaagency.com/so/aprt/dg-31076
- https://www.medaratkurd.com/2017/06/24/1953
- https://www.emaratalyoum.com/life/culture/2018-01-24-1.1064759
- https://www.aljazeera.net/midan/intellect/sociology/2018/7/28
گۆڤارا مەتین گۆڤارا مەتین