بابەت

Pêşekî:

Nasnav an navê mirovan zanistek e û leqek ji ferhengê ye. Çawa ferhenga milletekî ji sedeyekî bo sedeyekî guhorîn bi serda tê, nasnav û nav jî ji vê guhorînê bê beş nebûne. Nav hene dimirin û nav hene ji dayîk dibin. Nasnav û nav hene ji gelên biyanî dixwazin, nasnav û nav hene diçin nav ferhenga gelên din da. Hinek nasnav û nav tên bîr kirin û di ferhenga neteweyî da namo dibin. Gelek caran nav xiştebirekî nû werdigirin û dikevin çarçoveyî taybetmend û ji xiştebirê berî xwe dûr dikevin, mîna Wesman, Wûso (Osman), Avdel (Abdullah), Zirêx (Zulêxa), Hemîn (Amîna), …h.t.d.

Destpêkek bo Navdanan û Nasnavên Êzdiyan:

Her millettekî li her sedeyekî ferhenga xwe ya taybet heye, belê cihê daxê ye milletê Kurd, ku Êzdî beşekî resen in ji vî neteweyî, li her sedeyekî ferhenga xwe kom nekiriye, ji ber vê çendê agahdar nînin ji guhorîna navî li qonaxên cuda cuda. Belê wê çendê dizanin rolê sereke yê nasnav û navên mirovê Êzdî (dîn) bûye, zêdebari rolî dînî, navdanan bi navê milletên dagîrker dihatin danan.
Her ji kevn da Êzdiyan girîngî bi navdananê nekiriye, her tiştekî keftiba ber çavan û serinca wan rakişaba navê wî tiştî li zarokên xwe dikirin, ew tiştê çi giyanewer ban, mîna (Xezal, Mişko û Piling), navên werzên salê ban, mîna (Havîn, Bihar û Payîz), navên gijûgiya ban, mîna (Gulê, Nêrgiz, Çinar, Hinar, Zeytûn û Sêvê) yan xudanikerê ajelî ba, mîna (Şivan û Gavan). Yan navên rengan li zarokên xwe dikirin bo serincrakişandinê, mîna (Reşo, Zerê, Sorê), yan navên ku derbirîn ji şêwe û civaniyê yan kirêtî û şirîniyê dikirin didanan ser zarokên xwe, mîna (Şirîn, Xirê, Ciwanê, Kirêt, Dîno, Sarê).

Hinek caran bi navê kelûpelên nav malê dihatin navkirin, mîna (Qumaş, Keta), yan bi navê kesûkarên koçkirî bi nav dikirin, bi taybetî ew zarokên berî ji dayîk bibin, dayîk, bab yan birayê wan di jiyanê da nemaba. Yan ew nav didanan ser, ku derbirîn ji derdê mirinê kirba, mîna (Kovan, Nejbîr, Xiyal, Xêmê, Nemir, Mirê). Yanjî heger kesekî destkurt ba navên, mîna (Hejar) didanan ser, herwesa dînî jî rolê xwe hebûye bo navdananê, mîna (Derwêş, Qelender, Adem û Paşa). Gelek caran bi navên dastanên Kurdî bi nav dikirin, mîna Sîpan, Mem, Zîn, Siyamend, Kawa, Memo, Sitî, Ferhad, Şirîn. Piştî raperîna gelê Kurd, gelek ji Êzdiyan zarokên xwe bi çevegên xwe yên neteweyî bi navkirin, mîna (Mesûd, Serok, Kurdistan, Herêm, Perleman). Herwesa li cem Êzdiyan hinek kes jî bi nasnavên xas û çakên Êzdiyan tên navkirin, mîna Şêx Bil ku nasnav e bo navê Amadîn, Alê Reş ku nasnav e bo navê Şêx Al, Enzel ku nasnav e bo navê Nasirdîn, Şemsê Pîra ku nasnav e bo navê Şîşems, Pîrê Îsbiya ku nasnav e bo navê Îso.

 

Hinek Nav û Nasnavên Êzdiyan li Destpêka Peydabûna Şaristaniyêtê ta Sedê Duwazde Zayinî:

 

  • Mîtra: Navdartirîn xudavendê Ariyayî bû berî Zerdeştî ye, lewma hebûna bermayîkên Mîtraparestiyê li Kurdistanê tiştek seyr nîne, ne bes hinek rê û resm û pêrabûnên Êzdiyan wek yên Mîtrayiyan in, belku navê Mîtra jî bi terzek nû hêşta di nav Êzdiyan da maye: Mêrk formek taze yê peyva Mîtra ye, nexasme werarek bo (Mehr) kiriye û (Mêrik) formek tazeyê (Mêhrk) e û navê (Mehr) ji (Mîtra) hatiye.
  • Laliş: Laliş kurtkirina (La La Geş) e, di zimanê Hîtî da wate hemû layên wê geş dibin (ji ronahiya çira geş dibin), zimanê Sumerî da wate (Rohnahî).
  • Kaniya Sipî: Ev herdu peyve bineretê wê zimanê Hîtî û Loviyê ye, Kaniya Sipî di hundirê Lalişa Nûranî da ye.
  • Mehat: Navê yek ji gundên Êzdî nişîn, li gor jêderên Îslamî heta sedê duwazde Zayinî digotin milletê Mîdî (Mehat) û senterê destehelata Mîdiya bû, herwesa nawçeyên kevn yên Mîdiya digotinê (Mehat).
  • As: Peyveka kevn e ya ji zimanê Sumerî hatî, di ferhenga Sumeriyan da diêt (Zorbaş), Êzdî vê peyvê bikardînin dibêjinê (Xas) di ferhenga Êzdiyan da diêt (Çak), di zimanê Hîtî (Hittites) da jî da diêt (Çak), di zimanê Lîdî da dibe (Wîsî) û di zimanê Lovî (Luwiyan) da dibe (Waso). Zimanê Hîtî, Lîdî û Lovî leqên girîng in ji zimanê Hindûewropî. Zimanê Hîtî kevntirîn zimanê Hindûewropî ye.
  • Şîlana Şêxadî: Nan û ew berhemê ji lênaengehê (metbexê) derdiket. Di ferhenga zimanê Hîtiyan da hinek peyvên Kurdî jê hatine dirustkirin, ku yek ji wan peyva (Şîlan) e, ji binyata peyva (Şelker) hatiye wergirtin, ku corekî nanî bû li cem Hîtiyan, heta niha corekî nanî li cem Kurdan heye dibêjinê (Şilkî), li cem Sumeriyan wate hevîr.
  • Tajî: Gelek caran dibêjin xelkê Başîkê (Tajî). Dibe binyatê Tajî ji navê Melk Tazî hatibe. Melk Tazî yek bû ji Melkên Êzdiyan.
  • Şariya: Di ferhenga zimanê Hîtî da ramana navê Şariya (Dabêşkirin bi rêkopêkî) hatiye.
  • Qewl: Têkistên pîrozên ola Êzdiyan in, binyatê peyva Qewl ji (Kewl) ya zimanê Hûrî hatiye.
  • Sorke: Gundekî Êzdî nişîn e, jêderê vî navî ji (Sorgî) zimanê Hûrî hatiye, amaje ye bo rengê sor.
  • Dûr: Peyvek e di Qewlên Êzdiyan da ya hatî, bi zimanê niha yê Kurdî dibêjinê (Gerdîle). Jêderê peyva Dûr zimanê Hûrî ye.
  • Xûda: Peyvek a zimanê Hûrî ye di ferhenga Hûriyan da (Xud) hatiye.
  • Gabar: Peyvek a Sumerî ye ramana wê ew karwan e yê çêl û gayan dibe.
  • Xane: Peyvek a Sumerî ye bo (cîhî) bikardihêt bo nimûne Êzîdxane wate cihê Êzdiyan.
  • Padîşah: Peyvek a Sumerî ye, di Êzdiyatiyê da nav eke ji navên Xudê.
  • Tawûs: Peyvek a Sumerî ye, di Êzdiyatiyê da pîroziya xwe heye.
  • Xûlan: Berî hatina Îslamê navê Mûsil (Xûlan) bû, ku pitiriya akincîyên wê Êzdî bûn, berî hatina Îslamê bajêrê Mûsil tenê ji sê gerrekan pêkhatibû ew jî Kurdên Êzdî, Mesîhî û Cuhî bûn, herwesa digotin Telkêfê (Ba Xudêda) û Kerkûkê (Arabca), Êzdiyan digote Rûbarê Dîcle (Erinzax).
  • Pîr Hembeşî: Li demê Dariûşê Mezin jineke hebû digotinê (Pîr Hembeşî) niha dibêjinê Şêre jina, belkî wê li wextê xwe navekê dî hebe, ku bi şevê zarok pê dinivandin demê landik dihejandin digotin (Hate te Pîr Hembeşî, bi darik û teşî), darikê hiriyê û teşî herdu amîrên ristina hiriyê ne.
  • Ewrbani: Navê xîzana xudavendê îla Xalte ye, wate ew kesa ku çavdêriya agiri dikir.
  • `

Ramana Hinek ji Nav û Nasnavên Êzdiyan:

 

  • Solî: Cilên kesên olî yên Êzdiyan in wek cilên (Babê Şêx, Babê Çawîş, …h.t.d) wek sebeq a Qewlî ji Qewlê Rima Rastiyê xuya diket:

                                Wekî te Solî dibesta


Rima rastiyê helgirtî li de

                                Maşê xwe bi helalî ji Mîrê mezin dixwesta

  • Xûmrî: Rengê sor û qaweyi yê têkel e.
  • Mehr: Ew pereye yê dibe şûna soza zelamî bo jinkê, jêderê navê Mehr ji navê Mihr (Mîtra) hatiye, xudanê soz û peymana û pêkvegiredana.
  • Zimzim: Peyvek a Kurdî ye pêk dihê ji du birga (Zim + Zim) dibe Zimzim, peyva (Zimzim) bo wî cîhî tê ziman a wextê rûbereke erdî ya têr av vexwarî be û av li ser neya dîyar be, û li çu cîha av neçûbe ser dibêjinê (Hêra wa zimzimî) bo sivikkirina navê wê wa bûye (Zimzim).
  • Kirîv: Birader, birayê xwînê ye di dînê Êzdiyan da.
  • Keleş: Navkekî dêrîn e, navê tîrekî ji hoza Mendikan e li Şingalê.
  • Coqî: Coqî di şêweyê zimanê Êzdiyan da (ramana ewî karwanî digehînit, ku bo ziyaretkirinê diçe ser gorê Şêxadî).
  • Çew Çew: Bela

Çew Çew keft qema

Rastî çû derew ma

Êqîn axir zeman e lewma

  • Çê ye: Çak yan baş

Hin ji civanî li rê ye

Hemû kiryarêt wî çê ye

Ew dayîm hebîbê Xudê ye

  • Gêl: Keç
    Gêlê go lawo ez bibim mare

Li heft tebeqê erdî biçme xwarê

Kesek miraz bi min nîne ji xeyrî Melkê Cebar e

  • Bêygo: Bê bext

Ne malê kesî xwarîye

Ne dilê kesî azardîye

Bêygoya ji destî dikire hawar û gazîye

  • Zebûn: Heval dîn

Zebûnekî dil meqsûr e

Heke ji ba Melk Fexredîn bêten destûr e

Dê medeha deyn ji berêt kûr e

  • Melek Zan: Tawûsê Pîr (Tawûsî Melek)

Melek Zan hate li derê

Nerm bû hewayê sar e

Xweş dibû xewa li xwarê

                                               Nasnav di Kultura Êzdiyan da:

 

Viyan û ciwanperestî û rêzgirtin ji kevn da hebû, reh û rişalên xwe di Êzdiyatîyê da yên veqûtayî, gelek bi rêz li şûna navînana taybet bo xwe peyveka gelek nazik û tijî raman û awazên xweş dikirine pêşengên navên taybet, ku dibûne nasnav bo wî kesê ew nasnav e bi tenê bo wî bi kar dihat. Nasnav resentir û dîroka wî kevntir e ji navî li cem Êzdiyan; çunkî li destpêkê zarok bi nasnavî dihête nasandin.

Li destpêkê nasnav gelekî sade û sakar bûn, belku bi tenê sîfetê zarokî bi xwe bû, Soro, Sorê, Zerê, Reşê, Pitê, Qûtê, Qazê… h.t.d. Bo nimûne gava ku dayîkê li demê hejandina landikê sitran bo zarokê xwe digotin nasnavek bo xweşiyê lê didana, mîna (Lorî berxê min lorî), demê ew zarok mezin dibû û di nav komelegehê da dibû xwedî pêgehekî diyar, êdî li dûyv pile û payeyê wî yê komeleyaetî, nasnav pê dibexşî. Bo nimûne heke raberê dînî ba, nasnavê (Pîr) pê dibexşî, heke ajel xudanker ba, nasnavê (Hesp yan Hêstir) pê dibexşî, heke gelek dindar ba, nasnavê (Ar) û heke xudan gund û zevî û zar ba, nasnavê (Beg yan Mîr) pê dibexşî. Belê heke zarok keç ba, nasnavê destpêkê yê zarokê mîna nasnavê kurrî bû, reng û rû û cihê wê di dilê dayîkê da bû, dibû egerê dariştina nasnavekî, mîna Kinê, Zerê, Gulê, Sêvê, …h.t.d.

 

Kartêkirina Nav û Nasnavên Biyanî li Ser Kultura Êzdiyan:

Piştî hêrişa sîpaya Erebên Îslamî bo Kurdistanê û çûna Kurdan bo nav vî ayînê nû da, komeleka nav û nasnavên nû ji zimanê Erebî hatine dinav kultura nav û nasnavên Êzdiyan da û binyatê nav û nasnavên resen yên maqûlên (taze) yên Kurdî dane layekî û navên mîna (Şêx, Hacî, Elî, Husên, …h.t.d) şûna wan girtin.
Piştî sala (1075-1180) Zayinî Turk û Mexol karîn nasnavên millettê xwe bi xurtî dinav nasnavên Êzdiyan da bisepînin û cihê xwe bigrin, mîna Axa, Xatûn, Qulo, Efendî. Heta îro jî sereray nasnavên navbirî, ev nasnavên resen yên Êzdiyan hêşta yên mayîn, mîna Mîrza, Hosta, Lalo, Derwêş.

Nasnavê Pîr di Êzdiyatîyê da:

Peyva (Pîr) yek e ji peyvên resen yên girêdayî bi dînê Êzdiyan ve, di zimanevanîyê da bi ramana (dê kevn be bes ji nav neçe) yan bi ramaneka dî (her û her dê hebe) dihêt. Peyva (Pîr) cihê xwe yê girtî wek nasnavekî taybet û pîroz li cem Êzdiyan, ev peyva niha yek e ji çînên dînê Êzdiyan û herwesa bo kesên dan’emr diêne gotin mîna bapîr, dapîr. Berî hatina Şêxadî bo nav Êzdiyan digotin Tawûsî Melek (Tawûsê Pîr) gelek caran Êzdî dibêjinê dînê me (Pîranî) ye.

 Pîroziya Pîranîyê wek sebeq a Qewlî xuya diket:

Padîşayê min Pîranî nazil kir

Lîbsê rastiyê li ber kir

Pîra li pê sefer kir

Pîranî şîrîn e

Li heqîyê dibîne

Ewê xwe bi dîwana Hesleman re bigehîne

Di Êzdiyatîyê da peyva (Pîr) peyda kirine û wateyeka serbixwe didin, peyva (Pîr) li destpêka serheldana dîn û xudavendperestiyê li salên (4000-600) berî Zayinî li cem Sumeriyan û hevalkarê demî û hevalnavê serbixwe veguhastiye bo nasnavê dînî, belge bo vê çendê navên hinek çiyayên Kurdistanê ku peyva (Pîr) helgirtiye, helbet ev nav e jî, navê raberekî perestgehekî bûye, li ser çiyayî hatiye dirustkirin, mîna Çiyayê Pîrmam, Pîre Megrûn, Pîrs, Keçel Pîr… h.t.d. Herwesa peyva (Pîr) ji navê tabîyetê mirovê Sumerî rengvedaye û bûye nasnav, mîna (Pîr Xurturî).

Peyva (Pîr) wek navê taybet û wek nasnav bi dirêjîya dîrokê bo navdananê rol hebûye, li cem millettê (Kaşî) jî navê mirovan bûye mîna (Pîram). Pîram mirovekî Kaşî bû li bajêrê (Babîl) jiyabû. Dildarê keçekê bibû bi navê (Tîspe) ku bi navê dastana (Pîram û Tîspe) ya bi navûdeng e.
`

Rengvedana Peyva (Pîr) di Ferhenga Kurdî da:

 

  1. Peyva (Pîr) ji ber hebûna pêşgir û paşgirî gelek nav lê dirust dibin.
  2. Peyva (Pîr) dibe nasnav û navê taybet bo mirovî, mîna: Pîr Dawûd, Pîr Botar, Pîr Çerot, Pîr Omer, Pîr Çerwan, Pîr Bûb.
  3. Dibe nav bo zîndewaran, mîna: Pîr Hevok (Dapîroşke).
  4. Bûye navê taybet bo hozan, mîna: Pîrebayî, Pîran.
  5. Bo cihên cugrafî rol hebûye, mîna: Bajêrê Pîrê nêzîk (Şarezûr) niha ev nav e nemaye, bajêrê Pîriya.
  6. Di hevalkarê demî da rol heye, mîna: Par, Pêr, Pêrar, Betrapêr.

Navlêkirin li Cem Êzdiyan:

  1. Êzdiyan zarokên xwe yên kurr bi navê giyanewerên dirinde bi nav dikirin bi mebesta zîrekiyê û hinek sîfetên vî giyanewerî werbigirin, mîna: Şêro, Hirço, Piling. Herwesa heger kesekî zarokên wî mirîban ev navên giyaneweran lê dikirin ji ber çavan (ji ber ku da kes çavan lê nedet), mîna: Gurgo, Mişko, Cirdo, …h.t.d. Belê zarokên keç bi navê giyanewerên civan û xweştivî bi nav dikirin, mîna: Kewê, Xezal, Pûrê, …h.t.d.
  2. Êzdiyan zarokên xwe bi navê gijûgiya û gul û derextên civan bi nav dikirin, ev core nav e jî taybet in bi keçan, mebest jê civanî û bêhnxweşî bû bo keçê, mîna: Gulê, Nêrgiz, Beybûn, Çinar, Gûzê, Sêvê, Xoxê, Zeytûn, Nesrîn, Gêzer, Lîmo, Hinar, Sûsin, Reyhan.
  3. Êzdiyan zarokên xwe bi navê rewişên keşûheway bi nav dikirin; çunkî her ji kevn da bo mirovî jêderê xêr û bereketa bûn, jêderê wê jî bo dînên berî Zayinî dizivrit, mîna: Baran, Behar, Havîn, Nîsan, Payîz, Sarê, Germo, Befrê.
  4. Êzdiyan zarokên xwe bi navê rengan bi nav dikirin, mîna: Sorê, Moro, Gewrê, Qero. Hinek caran zarok yî civan bû belê navê wî dikire Reşo yan Ereb.
  5. Êzdiyan zarokên xwe bi navên kirêt, nexweş û neşirîn bi nav dikirin, ku mebest jê ji ber çavan bû, mîna: Ziblo, Tehllo, Kirêt.
  6. Zarokên xwe bi navê dînî bi nav dikirin, ji ber ku hîvîya wan ew bû zarokên wan bibine dînperwer û xizmeta dînê xwe bikîn, mîna: Pîro, Pîrgro, Coqî, Berekat, Derwêş, Êzdîn, Bapîr.

Hinek Nimûne ji Navên Kurran:

Çengîz, Temo, Kako, Mîrzo, Çêna, Mîrza, Bîbo, Silo, Elo, Simo, Şemo, Çogan, Fendî, Birçûn, Dîko, Miçik, Kohel, Qebo, Bego, Bekiroke, Êzdo, Êzdîn, Çireg, Qebal, Zendîn, Çelo, Çelûd, Şero, Xûerkî, Çaro, Berho, Erhad, Kûmbel, Selîm, Nemir, Mîr, Delo, Biro, Xelefko, Xelef, Mirad, Çîço, Melko, Edman, Qûto, Evdî, Îdo, Esker, Mico, Giro, Dexîl, Erebo, Gavan, Şivan, Şêlo, Zozo, Şerro, Dîno, Qaso, Xidman, Ûsif, Xerpo, Birahîm, Siwaro, Osê, Xirmiş, Revo, Deştî, Şemdîn, Mado, Nermo, Bayezîd, Qewal, Hazim, Liyas, Xudêda, Osman, Ferman, Galo, Êzdîxan, Zeynal, Çolo, Bego, Qirpal, Derman, Melhem, Şekir, Sebrî, Hemo, Ce’fo, Xelat, Kuro, Teyro, Hinço, Avdel, Şêbo, Çolo, Casim, Kundî, Gindor, Xelo.

Hinek Nimûne ji Navên Keçan:

Emşa, Meyan, Xatûn, Gulan, Bihar, Xifşê, Şemê, Etlan, Te’lê, Zerîf, Gewrê, Xensê, Sebro, Xûmrê, Maşo, Gûrcê, Nîsan, Şarê, Sûsin, Asya, Nûrê, Firyal, Hindê, Kinê, Mehwer, Pûrê, Etê, Gulik, Rewşê, Xanim, Xatê, Meyson, Zewzê, Sûsê, Xanê, Mirê, Hado, Mehê, Zêrê, Hêyo, Keçûne, Besê, Kurê, Şahîkê, Sitî, Mêlê, Belhê, Bezle, Melîhe, Seyrê, Ayo, Pitê, Xûnav, Canê, Mêram, Gemelê, Mêrdîn, Nûvê, Hemşê, Xecê, Çirûs, Sanê, Şikro, Razo, Mêmê, Bilqîz, Merçan, Qumrî.

Encam:

  1. Navên Êzdiyan têkel in digel navên (Tirkî, Erebî, gelên Aramî û navên kevn yên Mîzopatamya).
  2. Heta nihajî Êzdî van navan li zarokên xwe dikin.
  3. Têkelbûna Êzdiyan û çûna wan bo derveyî welatî hinek ji dayîk û baban navên Ewropî li zarokên xwe dikin.

Lîsta Jêderan:

) سۆران حەمەڕەش. کورد کێیە؟ مێژووی کورد و ڕەچەڵەکی زمانەکەی لە سەرەتای شارستانیەتەوە هەتاکو سەدەی دەیەمی زاینی چاپخانەی: YPS.Publishing،  چاپی یەکەم، (لەندەن: ٢٠١٣).

٢) حەسەن مەحموود حەمەکەریم، کوردستان لە بەردەم فتوحاتی ئیسلامی دا، کۆمپانیای چاپ و پەخشی نووسەر، چاپی چوارەم، (٢٠٠٦).

٣) رەحیم ئەحمەد ئەمین، بەعەرەبکردن لە هەرێمە کوردنشینەکان دا(٦٣٧_٨٤٧ز/ ١٦_٣٢٣ک)، چاپخانەی: تیشک، (سلێمانی: ٢٠٠٨).

٤) دانەر حاجی عەلو، ئیزیدیێ هیڤی وەرگێرانەکە ب سەرڤەکریە، ژ چاپا دووێ یا کتابا (المنتظر) الجزء الاول – الحقیقە، (٢٠٢٠).

٥) عەباس سلێمان سمایل، مێژووی ناسناو و ناوی مرۆڤی کورد، چاپ: بەرێوەبەرایەتیی چاپخانەی رۆشنبیری هەولێر،  (هەولێر: ٢٠٠٤).

٦) کەڤنە دینێن ئیرانی و کوردی د ئەنسیکلوپیدیا بریتانیکا دا، وەرگێران فاضل عمر. چاپخانا زانکۆیا دهۆک (دهۆک: ٢٠٠٤).

٧) نوری کەریم، پانۆڕامای دیرۆکی دێرین و نوێی کورد(٤٠٠٠پ.ز _ ١٩٧٥ز)، بەرگێ ئێکێ، چاپخانە: چوارچرا _ (سلێمانی: ٢٠١٦).

٨) ژ پیرۆزیێن ئێزدییان، بەرهەڤکرن: پیر خلات الیاس جعفو و زهیر عرب سلو، چاپخانا هاوار _ (دهۆک: ٢٠١٣)

٩) د. خلیل جندی رەشو، پەرن ژ ئەدەبێ دینێ ئێزدییان، چاپا دووێ، (٢٠١٣).

١٠) شەمو قاسم دنانی، چەند تێکست یێن ئۆلا ئێزدییان، بەرگێ ئێکێ (٢٠١٢).

Çavpêkeftin:

  1. Şêx Elo Xelef Şareza di Ola Êzdîyan da li mala wî li rêkeftî 11/4/2025.
  2. Şêx Deştî Zeydîn Xalid Şareza di Ola Êzdîyan da bi rêya Têlefonê li rêkeftî 9/10/2024.

ڤان بابەتان ببینە

Romana Mêjûnivîs, dawî berhemê romankiyê nivîserê hêja û afirinde (Fazil Omer) e (1). Di vê …