بابەت

Pêşehyek:

Di koka xwe da cilûberg dîrok û keltorê milletan di nav laperên xwe da dihelgirt, pîver û kêrveke girîngê ast û radeyê pêşketina layenên şaristanî, civakî, siyasî û aboriya… h.t.d yê her milletekî ye, staylê jiyana wan kifş û aşkira dikit, weko felsefe rêkeka berçav e ji bo gehandina rastiyeka derûnî, bîrubawereke an bîrokeke çi bo xwe an bo cîhanê. Cilûberg kilîla êkê ye ya nasîna kesatiya neteweyî ye û kartêkirina xwe li ser reftar, kar û peywendiyên civakî heye, herweha taybetmendiyên neteweyî diyar dikit û morka xwe li ser dihêlit û pirraniya caran ji berî mirov bipeyvit (ziman) ji formê cilûbergan nijşê wî diyar dibit, ewî demî nivîskar rastî girîngiya zimanî dibin û heger hîndek bibêjin: ziman nasnameya êkê ye bo mirovî, belko ewê cilûbergên neteweyî yên Kurdan li ber xwe dikit ereb, fars an tirk bit?
Bersiv jî bi sanahî ye: belko ewê bi Kurdî dipeyvit jî tirk, fars an ereb bit, û hevsînor e digel Kurdan an di nav wan da dijît, anko pirraniya caran ji form û roxsarê cilûbergan nijşê wî diyar dibit ji berî êk peyvê baxvit.

Di koka xwe da cilûberg ji encamê çend fakterên keltorî- siruştî- jîngehî, şaristanî, siyasî, aborî û civakî… htd hatine dirust kirin, têgehiştin, guhorîn, werareka diramatikî bi serda hatiye, her çende kalên Kurdan (Someriyan) ji êkeman bûn ji berî Zayînê bi çend hezar salan dumahî bi bikarînan rih, belg, çikên dara, kevl û rîvîkên giyaneweran înayin dema tenûre çêkirin û li berxwe kirin û milletên dîtr jî çav li wan kirin, raste her deh – pazde salan cilûberg dihêne guhorîn, lê stayl û rêka duryarê dihêt guhorîn û qalbê bineretî nahêt guhorîn.
Ji layekê dîve û di mijara cilûbergên Kurdî da pirranî cûreyên wan hatine talankirin, û tapo kirin li ser navê milletên cîran di dîroka kevin da: Babliya, Aşuriya, Ermena, Farsa, Ereb, Curciya û Tirka… h.t.d, çi rastewxo an ne û dema Kurd xodan qewareyên siyasî bûn cilûbergên me dizîn, bi taybetî di dîroka kevnar da, bo nimûne: ji berî Zayînê eskerê Romanî ew cil dikirinê û piştî Zayînê bi pitr ji du hezar salan hêşta Sikotlendî û Îrlendî tenûreyê di ahengên dîrokî, keltorî û hunerî da dikinê, ew yek e di civakê mirovan da hebû û civaknasê navdar Îbin Xeldûn dibêjit: mirovê bindest herdem daxbar e çav li diruşm û cilûbergên… mirovê serdest bikit.

Kurdan bi dehan împiratorî, şahgeh, mîrgeh û komar hebûne li gorey cugrafiya niha çend dewlet bi xwe ve digirtin, eve wê ramana didit, ku millet hene cilêkin me bo xwe kirine keltor û mêjû, herweha civaknasê Înglîzî Herbirt Sipenser dibêjit: texên civakî yên ast nizim herdem dixwazin bi rêka çavlêkirina saxlet û nîşanên texên bilindtir (xwe pêşbêxin), û fîlosofê Elmanî Curc Sîmêl bi derbirîn û hevokeka dîtr, heman boçûna civaknasê Înglîzî dopat dikit bi rêka hizra duwaniya (rakêşan û paldan)ê, raste caran modelek cilûbergan bêdestî peydabûne bo nimûne, pêlavên kapik bilind di çerxê 16 peydabûn, dema şahê Frensa Luisê 14 têbinî kirî ku bejna wî kurt e û Frensi bejn bilindin, biryar da xizmetkarên xwe pêlavên kapik bilind bo çêkin.

Cilûberg ji pêxemet van egeran hatine çêkirin:

1- Qonaxeka werara keltoriya miroahyetî yê bû anko hêşta serdemê rûsatî yê bû, û alavên ristin û çinînê nehatibûn çêkirin û heger heban seretayî bûn (teşî û derzî), û kerestên duryarê jî nebûn wekî pembû û hirî lewa (rih, çik û belgên daran, û rîvîk û kevlên giyneweran bikardînan).
2- Saxlemiya mirovî ji germa havînê û sermaya zivistanê diparêzit.
3- Rûmeta mirovî û endamên hestiyar ji leşê mirovî diparêzit.
4- Dîsan cilûberg alaveke xweşguzeraniyê bû anko pileya civakî, siyasî, aborî û eskeriya mirovî û karê wî diyradikir (bikarînana cilên ji mî û hiriya giyaneweran, kom, kolav û şaşk û tacan), wekî fîlosofê navdar Karl Marks nerastexwo amaje pê kirî di mijara (hevrkiyan texan)da.

5- Cilûberg hêza mirovî diyarkir bi rêka liberkirina (kevl, hinav, ruvîkên giyanewerên kîvî û kehî û heta bikarînana şaxên wan) ji bo şanaziyê jî.
Derbarey Kurdan kalên me Somerî êkem bûn cil kirin li berxwe, çunko kevinirîn şaristanî ye û destkevtê wan qer û deyn e li hemû mirovayetiyê, Someriyan keltor û hemû kerestên çêkirina cilka hebûn: kevl, boyax, derzî û amîrên dîtir yên kiryara duryarê …we h.t.d, ew cil parçe perok an kevêlê giyaneweran bû bi formê tenûreyê niha, û hemû milletan çav li wan kirin bo nimûne eskerê Romanî hemûwan dikirinê, anko ew serwerî ya Kurdan e, û êkem mirov ji tenûreyê kevne Kurdên Somerî rizgar bûy kevne Kurdên Mîdî bûn, dema li Newroza Kurdî şelwar û şelûşepk çêkirin li gorey jîngeha xwe ya çiyayî, lewa têbinî dihêt kirin fuks taybetmend û nivîskarên Kurdan û biyaniya pitir kevtiye li ser cilên Mîdiya weko êkem cilên Kurdan, û bi kevnartiya Newrozê şelwar û şelûşepk kevnin, li fêstîval, mîhrecan, şahî û govendan xelkê Mîdiya bejnên xwe pê dixemlandin û ciwan dikirin, û pitir guncaytirk bûn bo jiyana Mîdiyên çiyayî, û belko nerîteke sîstemê jiyana (dayik salarî ye) bû û Mîdiyan jinavbir, bo zanîn kevne Kurdên Hîsî, Kaşî, Gotî, Horî-Mîtanî û Kardoxî…we h.t.d heman cilên Someriyan û Mîdiyan dikirinê, raste hindek guhorîn bi serda hatin, lê têbiniyeka sivk wan guhorînan ne girîng dete diyar kirin.
Di serdemê hatin û têkeliya Ereban û paşî ya Misilmanan da cilên Kurdî di jêder û pirtûkên wan da hatine nivîsîn, û bûn dîkomênt bo vekoleran, ku her çi nebit ji berî Îslamê cilûbergên Kurdî hebûne, û pêzanîn li dor navên hîndekan û bazarên wan û cûreyên Kurdan dikirine berxwe nivîsîne, bo zanîn hindek parçe ji cilên Kurdî xwavdizîne an hatine dizîn, û li ser navê Ereban, Tirkan û Farsan hatine tapo kirin.

Di destehelata Îslamî-Erebî da keltorê Ereban zal bû çunko keltorek giştgîr bû, ta radeyekê xwesepîn bû û destehelat tund hebû, û di encam da liberkirina cilên Kurdî kêmtir bû û hîndek eşîrên Kurdî jî dîşdaşe û egal kirine berxwe, û hevsînor bûn digel eşîrên Ereban, û xortî û zorî li ser wan eşîran sepandin, ku bikarbînin weko cilên Misilmanan, û belko jî hîndek ji wan eşîran xwo bexş û ji sadeyê hez jêkirin ji pêxemet dînê Îslamê.

Digel serhildana mîrgehên Kurdî anko li serdemê qewareyên siyasî, cilûbergên Kurdî gelek geşe kirin, çi ji layê rengan û staylanve an ji layê zêdebûna bikarînanêve, ku mîrên Kurdan bi xwo dikirinê, paşî jî milletî hest bi azadiyê dikir bi hebûna mîrek Kurdî cilûbergên Kurdî dikte libexwe, di piştgerm bûn bi wê çendê, evca li ser astek berfireh cilûbergên Kurdî hatine bikarînan.
Di nîva duyê da ji çerxê nuzdê û pêda pênteron jî kete bazarên Kurdistanê weko cilên zana û destehelatdaran, raste di binyatda pênteron jî formeke şelwar e, lê hîndek Kurd daxbar bûn bi wî cilê rojhilatî, hîngê li ser astek berteng hat bikarînan, lê dagîrkerên Kurdistanê jî cilên xwe li ser Kurdan sepandin bi çend rêkan, dujminan siyasetên peyrewkirî dijî Kurdan hajotin, û hemû bizav kirin cilûbergên Kurdî bikine hîmayê paşkevtinê û taybetmendiyên milleteke berber û hov, û goşegîrkirina wan cilka di roja Newrozêda û li pirraniya deverên Kurdistanê hatine qedexekirin, û berdewam liberkirina cilûbergên Kurdî sînordar bû, çunko dagîrkeran projeyê (dijekurd) hebûn, û milletê me jî bêçare û destehelat bû, lê digel her serhildanekê cilûbergên Kurdî dihatine pêş, û ji berî hîngê di şoreşên Kurdîda hebûn, bi taybet li deverên azadkirî yên Kurdistanê û bi berfirehî bikardînan.

Dihête zanîn pirraniya serhildanan werçerxanên siyasî, aborî, û keltorîne… h.t.d, lewa jî serhildana 1991 li Başurê Kurdistanê-Herêma Kurdistanê guhorîn bi ser wan hemû warên jêgotî da îna, cilûberg jî bi berfirehî dihatine dîtin û bi şanazîve xelkê dikirinê, û heta niha jî ew rewş e baş e, û heger kêmasiyek li ser astê situnî û pehnî hebit tiştek normal e, evca çi li ser astê çêkirinê û dahînanê, an jî li ser astê liberkirinê, an jî li ser astê parastin û dîkomêntkirinê.

Pirraniya bajêrên Kurdistanê ji encamê çend faktorên keltorî, dîrokî, siyasî û siruştî…we h.t.d bûn navendên cilûbergên Kurdî çunko:
1- Nav û taybetmendiyên xwe hene ji jîngeh û siruşt, mêjû û navdarên xwe … we h.t.d li deverê wergirtine.

2-Hoste û destrengînkarên xwe hene.
3- Giyanewerên taybet bi kar û kerestên karkirinêve hebûn.
4- Bikrên xwe hene wekî bazirgan, derebeg, kedxoda, axa û mîr.
5- Cihekê cugrafiyê hevgehandinê bûn û li ser rêkên bazirganiyê bûn.
Ji bilî hîndek faktorên dîtr bo nimûne li Zaxo faktorên rewşenbirî û hunerî hebûn, û li van salên dumahiyê fêstîvaleka salane ya şelûşepk û cilûbergên Kurdî dihêt gêran, harîkar e ku Zaxo bibite navendeka paraztin û nîşandana cilûbergên Kurdî.

Cilûbergên kalên Kurdan (Somerî)

Somerî kevintirîn û pêşkevtirîn şaristaniya mirovan e, û dinyayek destkevtên xizmeta mirovayetiyê kirin berhemê eqil û destên wan yên rengîn bûn, û di koka xweda Somerî Zagrosî ne anko Kurdin, û heger hurtir bibêjin (Gotî û Kaşî û Êzdî ne) û di êkem deqê xweda wesa diyar kirine ku (yê ji çiyayê bi rex behrêve hatîn), û li gorey cugrafya wî serdemî yan ji çiyayên behra Wanê hatine, yan jî Gola Urmiyê… we h.t.d , ji behr û golên wî serdemî bi rex çiyayan ve, û Kurdistan navdar e bi wê cugrafya jêgotî, her çawabit cilên Someriyan li destpêkê gelek sade bûn çunko şaristaniya mirovan hêşta sava bû, û heger derbirîn rast hîngê rûsatî berbelav bû, û mirovan xwe belg, çik, rehên dara û yên pêşkevtî bi kevlên giyaneweran xwe dipêçan, lê Someriyan (qinb, pembû û kitan) dikirine kerestên cilên xwe, dezî û derzî ji darî û hestiyên giyaneweran çêkirin, û mifa ji kehîkirina pez û bizinan wergirtin û mî, hirî, çerm, kevl, hinav û rîvîkên wan bikarînan di çêkirina cilanda, anko fêrî dûryarî bûn, Someriyan ji berî Zayînê bi 1200 salan boyaxên reş, spî, kesk, şîn, sor û zêrî û ercûwanî bikardînan, li destpêkê kemerek yan şûtkek sade li dor navka xwe dalandin, ew şûtik ne bo nixafitna ewretên wan bû, belko dw wezîfe û erk hebû:

Erkê êkê: hêza alaveke şerî bû.

Yê duyê: alavê karî bû.

Bi borîna demî û guhorînên hizrî (wekî şûtika Zerşdeştê mezin) ew şûtik pehnitir bû ta wî radey gehişte navkê û sernavkê û heta çûkan, binçûkan û gozekan, anko mîna tenûreyê lê hat û bi tenê êk parçe perok bû, herweha ji rewwekên zivir û nerengîn bû (qinb, pembû û kitan) dihate çêkirin, ev rûwek havîna fênk e û zivistan gerim e û kêz û mêrî jêdirevin, heta niha ev taybetmendî di cilên Kurdîda hene, herweha yên zelam û jinan wekêk bûn, lê bi bilîmetiya Someriyan ku hinek amîre çêkirin, roj bo rojê ew cil nermitir û rengîntir bûn, paşî yên zelam û jinan jêkcuda kirin, yên jinan ekseswarat: ristek, zincîrên seretayî û qomçe pêve bûn û ji yên zelaman rengîntir bûn, dîsan yên şah û qomandaran, şervanan û zanayên dînî jî jêkcuda kirin, yên şahan ji sernavkê heta gozekan dirêj bû, û heger biban du parçe ye (şepk) wek şalê bi ser milekî yan her duyanda şor dibûn, û caran kevlên paqij kirî yên giyanewerên kîvî danan li ser ser û milên xwe daku tirs û sehmê bêxin dilê dujminan, û yên şervanan ji bin navkî û heta çûkan bû û sîngê wan nenxavtî bû, daku sîng, zend, bask û masûlkoên wan diyarbin, derbarey cilên zanayên dînî ji bin navkê û heta nêzîka bostekê serçûka bûn, û caran rûs bûn jî li gorey binemayên dînî û wezîfa wî.

Derbarey şaşkê Someriyan digotinê (Yeşmag) (heta îro di nav Ereban da li kar e û heman navê Kurdî dihelgirt şimax) emrê şaşkê Someriya 4 hezar sal e ji Zayînê, û di zimanê Somerîda (poşya serê mezin), û heta îro maye di nav dewletên Kendavî bi giştî û Siûdiyanda bi taybetî û rengên wan sor (hîmayê hêzê û xwînê) û yên reng sipî yên helkevtên fermî û havînî bûn, ew jî girêdayî pileya civakî û siyasiya zanayên dînî û qomandaran bû, û nexş, hêl û xîçkên li ser yeşmagê her du robarên Dîcle û Firat in, û hêlên dîtir nîgar û nexşeyê tora masiyan e, ku li destpêkê ji bo xwe parastinê û ji ber germê û sermayê li ser serê xwe danan û sivik bû, û hêdî-hêdî werar û guhorîn bi serda hatin, heta di hindek nexş û nîgaran berkolanda egal aşkira ye, eve jî ne tiştek mezin e ku ji Kurdan hat bit dizîn, bo nimûne (Terboş) dibêjin Frensî ye, Erebî ye an Tirkiya Osmanî ye: ew bi xwo jî Kurdî ye û ji navî diyar e (ser+poş) anko serê mirovî dipoşî, û nedihêla mirov serkol bit û dikire (serbest), û hîngê di nav Kurdanda (serkolî) diyardeyeka civakiya neşrîn bû, nimûneyek dîtir kolavên ku di hindek şaristaniyanda hene lê bi kevnartiya dînê Êzdiyan e.

Bo zanîn cilên kevne Kurdên Gotî, Mîdî, Kaşî û Horiyan nêzîkî dîzayn û staylê cilên Someriyan bûn, paşî guhoîn bi serda hat, û derbarey cilên jinan demek dirêj bi tenê şalek dirêj bû, û heta 2000 salan ji berî Zayînê heman cilên zelaman dikirinê, û niha jî jin li hîndek deverên Kurdistanê şelwara dikinê.

                                    2- Cilûbergên Mîdiya:

Pişkek mezin ji dîrok, cugrafya, şaristanî, rewşenbirî û zimanê Kurdî li ser navê Farsan hatiye tapokirin, ji encamê serdestî û pîlanên wan dijî Kurdên Mîdî, lewa jî dê babatê xodanên resenên cilên deverên cugrafya Kurdan û Farsan êkla kin, dîroknivîsê cîhanî Hêrodot bi çavê serê xwe cilên Fars û Mîdiya li şerê Yûnanê dîtbûn, wesa diyar kiriye ku cil û çekê wan wekêk in şelwar û qemîsê mil dirêjê fireh, ne bi tenê dîroknivîs Hêrodot belko dîroknivîs Aksiynîfons û Kayrobadaya dibêjin ew cil yên Mîdiyan in, raste hindek nîkar, nexşeber û berkolên li paytexta Exmîniya Bersîlîs wesa diyar dikin ku Îlamî û Fars li layekê û Mîdî û hîndek milletên dîtir (her Kurd in) li layekê dîtir ne xodanên heman cilin û jêk cudane, lê Îlamî jî xwîn Kurd in û bi tenê cilên Fars cudane, Mîdî xodan împiratorî bûn û milletên dîtir wek Farsan cilên wan dikirinê daku xwe ji dujminan biparêzin, civaknasê navdar Îbn Xeldûn dibêjit: mirovê bindest herdem çav li yê serdest dikit di diruşm, cil, hizr, dahatê û hemû rewşên wî da.

Dîrokivîsên Yûnanê wesa diyar kirine ku di şeranda şahê Exmînyan cilên Mîdiya dikirinê, herweha Artab / Banûs êk efserên Hîrakiye (Ermenî) û helgirê çekê şahê Farsan Daryûşî cilên Mîdî dikirinê.
Ji berî du hezar salan Akkadî, Fars û Babliyan û Ermeniya cilên Mîdiya, Gotî û Xorî dikirinê û nêzîkî dîzayn û staylê heman cilên Someriyan bûn, lê Mîdiya destdan çêkirina cilên Kurdî li jêr bandora dînê Zeradeştiyan, û xodan împiratorî bûn û destehelata wan dom kir, û gelek wênên wan cilkan hene li ser berkol û nexşebera, bi taybetî cilên serbazan û key yên wan, ew cil yên serdemî Hexamenşiyan û bi taybetî kolav heman kolavên niha yên Kurdan in her ji serdemên Qacariyan û Sefewiyan guhorîn bi serda hatin, nivîskar û rojhilatnasên Orûpî ew wêne nîgar kirine û parastine, û cilên Mokiryan nêzîkî dîzayna cilên Mîdiyan in, anko ji berî hezar û pênc sed salan ji berî Zayînê Mîdî êkem mirov bûn şelwar û şelûşepk dîzayn kirin û bikarînayin, û zêdebarî êlek, kolav (wek yên Bextyariyên niha ne) û şîtik û ya Zerdeştê mezin dêrîn e, li wî serdemî Kurdan dikirinê bi taybet ayînzanan, ew şîtik sê girê bûn li gorey (hizra baş, gotina baş, kirara baş), hîngê cilên Kurdî şoreş bi serda hat yên kedxoda û xodan pileyên civakî, siyasî û ayînî şelkoşepk dikirinê û yên kêmtir ji dîzaynê derneçûn û herçawa ba şelwar dikirine û parça serî dîzayna (fanîle yan qemîs yan tîşêrt niha) dikirine, heta di aşopa xoyaniyan û biyaniyanda formê Kurdî zelamek bi şelwar e.

Di koka xwo da şelûşepk û şelwar Kurdî ye û ne bi tenê pirraniya Kurdan bikarînaye, belko milletên dagîrker û dormandorî Kurdan dizîne û li ser navê xwe tapo kirine, şelwar guncaytirk e bo jiyan û hatnoçûna asêya çiyan û bo karê çandinê, çinînê û rezvaniyê gelek guncaye binêre îtîmolojya û ramana navê (şel+war) (heger ne şel+wal bit) anko şelê xodanên vê warî (warê navdar bi çiyayan), û şelwar (hate Erebî kirin li jêr navê sirwal, paşî penteron jê çê bû), bo zanîn weko dîkomênt di çerxê 6 da ji berî Zayînê siwarên Kurdan û serbazên Mîdiya şelwar dikirinê, şelûşepk û şelwar Mîdiya çêkirin û kevnartiya wan vedgert bo kevnartiya cejna Newrozê, çunko cilên Someriyan yên deştî bûn li gorey formî û wezîfê, lewa jî wek tenûreyê niha ye (heta niha cilên neteweyên Îskotlendiyan tenûre ye), her çawabit şelûşapik li serdemê Sasanî bi şêweyekê berfireh diyar bû, piştî bikarînana şalê ku Sasaniyan digotinê (şapik û sudre), li gorey deqeke mîxî li Hemedanê ew êkem bûn miyên bizinan bikarînayin.

 

ڤان بابەتان ببینە

Romana Mêjûnivîs, dawî berhemê romankiyê nivîserê hêja û afirinde (Fazil Omer) e (1). Di vê …