بابەت

Peybirin û nasîna Xwedê, mijarek dijwar û hesas e. Gelek zana û arîfan hewla nasandina vê qonaxa xwe gihandin bi xwedênasiyê daye û gelek ji wan bûne navên diyar û çi ji xwedênasiyê wek kamilana xwedênasiyê eşkere nekiriye. Gelek ji wan jî serê xwe daniye û bûne qurbanî di rêya xwedênasiyê û danasîna Xwedê bi civaka îmandar, û bi derketî ji dîn û serdaçûyî hatine nasîn. Gelek ji wan jî gehiştine mertebeyekê û bêdengî hilbijartiye, ti nêrîn û gotin li ser nedane.

Axaftin li ser xwedênasiyê gelek dijwar e, çunkî Xwedê, wek ku hey naye nasîn. Tenê hinek îşaret û peybirinên îmanî ne, ku mirov dê bikaribe pênaseyekê bide Xwedê, ne ku nasîna Xwedê, wek ku hey. Ji ber ku Xwedê wek afirînerê me û xulqiyetê, penî û nepenî ye, diyar û bêzer e, wek wî çi şêwe û sîmar nîne, nêzîkê herî nêzîk û dûr li dîtin û têgehiştina me ye, bilind e û bê hevpar û serbest e.

Lewma nasîna Xwedê an xwedênasî, tenê û tenê mirovî ji bo deqên asmanî vedigire, li kitêbên asmanî. Û her dînek asmanî jî rewatîyê bi deqê asmanî yê dînê xwe bi tenê dide, herçend şahdedana me wek misilman gewahî dane li ser hemî pêxemberan û hemî kitêbên asmanî jî. Lê dîsa, rêçke û rêbazên li yek cuda jî me yên hey, ku wek misilman dan bi bîr û boçûn û baweriyên hev jî naynin.

Qada îrfanê, qada vekirî ya eşq û îman û aqil e, ango evîn ji bo xwe û Xwedê û xulqiyetê, îman bi hebûna Xwedê wek Xaliq, bi mirov wek xelîfe û emanetparêz, bi aqil wek navenda hizirîn û fikirînê. Ku ji îlhamiya Xwedê digihîje mirovên çakbîr û pakbîr û ciwanbîr, ku sêkuçeke pêkvegireddayî û pêkve kamila ne.

Lewma di qada îrfanî de, bîr û baweriyên dînî, nakevin ber nasîn û zanîn û fikir û hizir û bîran. Tenê îman wek navgîna navbera baweriyê (eqîde) û yeqînê hilbijartiye, ku li ser bîngeha her tişt li navgînê bê wergirtin ava bûye. Lê hemdîsa jî ji bo pilebendiyeka ciyawaz ji navgîniyê, ku ne tund ne xav, ne giran ne sivik nîne. Belku navgîna navbera ber bi bilindbûn û kamilbûnê û dakeftin û hilweşînê. Ew jî, ku bi rêya eşqa mecazî, ku ber bi eşqa heqîqî çûn û nedakeftin ji eşqa mecazî ji bo eşqa pûçgerayî. Yanî li jiyana îmanî ya sade ya dunyayî, nedakeve jiyana bawerî ya dunyayî û ber bi jiyana yeqînî ya bilind û xwedênasiyê biçe.

Ku bi dîtina îrfanî mirov bi rêka îbadetê bi tenê, nagihîje wî astê, ku ber bi jor hilbiçe. Belku îbadet tenê hinek kiryar in, ku mirovî ber bi nasîna rêka rast û ber bi bilind çûnê ve araste dike, ku nabe sedema xwedênasiyê wek peypêbirineka îrfanî, ku bi eşq û îman û aqil be.

Lewma îrfan wek eşq bi nasînê, rêka ezmûngeriya mirovê xwedayîbûnê ye, ku mirovek xwedayî ava bibe. Lewma jî ew ezmûnxwaziya îrfanî xwe sipartineka îmanî û eqilî û aşiqaneye, ne ku mirov nekaribe destan li van hemî xweşiyên dunyayî berde û bi xweşiyên axretê hêvîdar be. Lê dema ku ezmûnkariya mirovê xwedayîbûnê dest pê bû, mirovek aşiqê îmandarê aqilmend wêneyê xwe digire, ku hewl dide ji her xisletek xwedayî, li gorî şiyan ezmûn bike û di xwe de peyrew bike.

Çunkî mirovê arîf wek dareka berî (fêkî) ye, hewl dide bi xwe berdar be, lê berê wî jî ji bo tevahiya xulqiyetê xwarin be. Yanî ew ji bo xwe pakirin û xwe çakirin û xwe ciwanbûnê dixebite, ku berhemek giştî jî be ji bo gel û xulqiyetê. Lewma ew ezmûna xwe ya serkeftî bi nîşan û remz û wekandinan bi ziman tîne, ku bikaribe Xwedê û xulqiyetê ji xwe razî bike.

Lewma mirovê xwedayî peyrewkarê wan nav û sîfetan e, yên ku em bi Esmaulhusna nas dikin.

               Sê bînemayên sereke hene, ku em pê digihîjin xwedênasiyê:

  • Hebûna belgeyên eqilî û neqlî, ku ev sirûşt bê afirînkar nîne.
    Ew behsa sirûştiyê, ku sirûşt temamkarê yek e.
  • Hebûna xisletên, ku bi navê Esmaulhusna tên nasîn ji bo Xwedê.
    Ev xislete belge ne, ku mirov çaktirîn afirandî ye û xelîfê Xwedê ye û erkê wî emanetparêziya afirandiyan e.
  • Hebûna sêkuçikên kamilbûnê, ku her tiştê mirov bi fikir û mezina bîrê bibêje bilind û kamal e, bi sê xislet an fezîletan digihîje kamilbûnê di îrfanê de.
  • Di îrfanê de ev xislete binemayên evînî û îmanî û eqilî ne, ku ji nûra Xwedê wek nasîn û zanîn ji bo afirandiyan tê, li ser wan mirov.

Lewma hemî ewên derwêş, sofî, arîf, zana, feylesof, şaîr, hunermend, dahêner, hemî îlhameka aşiqaneyî werdgirin, paşî dahêneriyê di fikir û dahênanên xwe de dikin.

Xwedê jî peyman daye wan kesan, yên bikaribin di ezmûngeriya cîbicîkirina wan xisletan bi taybet misilman û bawermendan, ku sadik û sabir û xefûr û rehîm… h.t.d bin.

Daku Xwedê xelata xwe li ser wan bînemayan bibexşîne, mirov yê lêborde be, Xwedê lêbordetir e, mirov yê dilovan be, Xwedê dilovantir e, mirov yê rastgo be, Xwedê rastgotir e, mirov yê bîhnfireh be, Xwedê bîhnfirehtir e… h.t.d.

Lewma dema mirovek bi nasîna van sîfetan xwe perwerde kir û ezmûna xwe bi serkeftî peyrew kir, wê demê dê bi mezinahî û hekîmî û xaliqtiya Xwedê hest bike û dê Xwedê, wek ku hey nas bike. Wê demê ye, ku Xwedê bi kerema xwe digel dike û ji nûra xwe dilroniyê û ji her sîfetek xwe çirûskek ji nûra xwe pê dibexşîne. Ew demê Xwedê wê keremê dike, ew dem û nûr e, ku arîf vedigirin, wek mey û mestbûn di eşqê de û ji her tiştî nasîneka reha peyda dikin û bi remz û wekandinan ji bo gel vedigirin. Çunkî ew nasîna arîf digihîjinê û dibînin, li şiyana hizirî û eqilî û îmaniyê me yê dûr e, ku têbigihîjin. Ew çêj û xweşî nayê wesfkirin, wek ku hey, naye ziman li dûv van gotin û bêjeyên em bi kar tînin. Lewma çend peyv û destewajeyekên giştî û kin, wekandin û remzan dê bi kar bînin. Guhek arîfanî nebe wê heqîqetê nabihîze, aqilek arîfanî nebe, pey bi wê çakiyê nabe, çavek arîfanî nebe, wê ciwaniyê nabîne, dilek arîfanî nebe wê pakiyê napejirîne.

Ji bo diyarkirina vê boçûnê di îrfana Kurdî de, Melayê Cizîrî pêşeng e û çend nimûne ji wî zatê mezin:

Da şahidê Esma bi hemî wecî binasîn

Yek mestê Semed kir bi yek neqşê senem da

 

Daku em Xwedayê xwe bi hemî rengan nas bikin, divê bizanîn, yek mestê Semediyê kir û neqşê senemiyê jî da yê din.

Sirrê wehdet ji ezel girtiye hetta bi ebed

Wahîd û ferd e bi zatê xwe wî nîn in tu eded

Ew nihêniya, ku ji bo yekbûnê hey, ji ezel hey e heta bi ebed berdewam dike, lê bi zatê xwe ew kin û yek e, hijmar ji bo wî nîne.

Go sûxte murada xwe ji min teleb ke îro

Min go ji kerem teleb û daxwazî çi hacet

Xwedê emr dike, her duaya te hebe, dê pejirînim. Lewma Mela di van dêran de dibêje:

Got: “Murada xwe ji min bixwaze,” lê min got: “Ji kerema (Xwedê) çi hewce ye bibêjim min çi divê?” Çunkî Xwedê agahdarê her tiştî ye û ceza û xelat li ser nîyeta me ye.

Ev dêrên dawî wê nîşan dide, ku eger mirov bi eşq û îman û aqil peyrewkarek wan xisletan be, û di ezmûnkarîya xwe de ser bikeve, çi hewce ye bi ziman bibêje çi dixwaze. Ji ber ku bi ezmûn û peyrewkarî ew yê dixwaze, ku rehm û dilovanî û keremên xwedayî bi nesîb bibin û Xwedê wê hewla bi eşq û îman û aqilî jê qebûl bike û teceliya nûra xwe birêje dilê.
Di navên Xwedê (Esmaulhusna) de negihîjin di vî babtî de, ferz e van dêran jî zêde bikim:

  • Hinek ji wan navan (Esmaulhusna) ew sîfet in, ku Xwedê hey û mirov dikare bi ezmûn bike û ji bo xwe bi tenê peyrew bike, wek bêhnfirehiyê (sabiriyê)… h.t.d.
  • Hinek ji wan navan jî dê bikaribe ezmûn bike digel xulqiyetê bi giştî û derdora xwe û civakê, wek dilovaniyê (rehîmiyê)… h.t.d.
  • Hinek ji wan navan jî ji bo dijberên rêka rast û îrfanî ya xwedênasiyê û xulqiyetnasîyê û xwenasîyê, ango eşq û îman û aqilê, ku em bi dîn nas dikin.

Çunkî Xwedayê tenê Xwedê, xwediyê wan sîfetan e, ku bi verêj di Qurana Mubarek de hatine û di sûreta Îxlas de wêneyê yekemîn daye me, û di ayetek din de bi me daye nasîn û zanîn jî, ku hîç tiştek wek wî nîne. Lewma eger em bibêjin em Xwedê wek heyî, ango zatê Xwedê bi xwe nas dikin, ez bawer nakim şiyanên me yên fikrî û eqilî û heta îmanî jî di wî astê de bin, ku Xwedê wek hey nas bikin.

Lê ew tiştê, ku em ji Xwedê dizanin û nas dikin tenê ew nav in, ku bi (Esmaulhusna) li ber destê me, ku ew xisletên xwedayî ne û tenê em dizanin, ku ew xisletên Xwedê ne. Eger mirov bikaribe wan xisletan ezmûn bike, ango di jiyana xwe de tecrûbe bike û peyrew bike, wê demê dê hest bi mezinahiya Xwedê û hebûna şiyan û evînên Xwedê bike. Lê hem dîsa jî nikare Xwedê, wek ku hey nas bike, meger Xwedê bi kerema xwe wê keremê digel mirovçak û mirovpakan bike û bigihîne asta mirovek bilind û xwedayî.

Wek ez di îrfana Kurdî de digihîjim, (Esma) wek wateya peyvê nav e, lê bi wateya peyama Quranî nasîna wan xislet û kiryar û kirdarên exlaqî yên mirovî ye, ku ji aliyê Xwedê ji bo mirovan hatine danîn. Çunkî dema, ku ji bo Bav Adem emr dike: “Me fêrî hemî navan kir,” eger mirov navan bizane jî, lê nasîn û zanînek li ser xwedî kes û tiştê navan nebe, çi mifayek tê de nîne. Belku ew (Esma), ku di ayeta pîroz de hatiye bi wateya peyama Quranî û nasîna wan xisletan e, ku di (Esmaulhusna) de hatiye, daku mirov hem peyrew bike, hem pey bi mezinahî û şiyan û evîna Xwedayî bibe.

Ewa min yeqîn pê hey, heta vê gavê tenê pêxemberên Xwedê gehiştine wî astê pey pê birinê an bi wecd û îlhamê hinek zana û arîf gehiştine astekê, ku karî bin hinek ji wê nûra zanîn û nasînê ji Xwedê, wek kerem wergirtibin.

Çunkî asta pêgehiştin û têgehiştina mirovî sînordar e û nikare hemî sînoran bibire. Mirovî ew şiyan nîne bi çavan hemî rengan bibîne, wek ku nikare hemî dengan bi gohî bibihîze. Ji bo mînak dema bîvelerz tê, hinek ji heywanan pê hest dikin û cihê, ku bîvelerz lê rû dide, pêşwext wê derê çol dikin û diçin, lê em mirov bi şiyanên xwe yên fîzîkî û mîtafîzîkî bi wê rûdanê nahesîn.

Xudaya nûra pir eşq û yeqîn û îrfan darêje ser dilên me.

 

ڤان بابەتان ببینە

Romana Mêjûnivîs, dawî berhemê romankiyê nivîserê hêja û afirinde (Fazil Omer) e (1). Di vê …