Di dîroka pirtir ji sed salên borî ya gelê Kurd de, piştî şoreşa Îlona Mezin, referandûm mezintirîn û azadtirîn biryar bû, ko serok û lêvegerê rêzdar Mesûd Barzanî bi pîtên zêrîn tomar kirî û miletê Kurd deng jê re da û bûye dokûmenteke zindî, ko êdî kes nekarit jê werbigrîteve. Her ji ber girîngiya wê biryarê, roja 25ê îlona sala 2017ê, ko tê de referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê bi rêveçû, ko di bîrdanka gelê me de ya bûye rojeke dîrokî û geş. Li wê rojê, ne wekî çu rojên din bû, welatiyên her çar parêzgehên Herêma Kurdistanê û deverên Kurdistanî yên nûke ji derveyî îdareya Hikûmeta Herêmê bi tevahî, serbarî nerazîbûnên navxweyî yên Îraqê û herêmî û nîvdelewletî, gaveke yeklaker bû di pêvajoya doza neteweyî ya Kurdî de, dema evî gelê xweragir û sitemdîtî, bi hez û îradeyeke poladîn û bi xwe bawer, ber bi sendoqên dengdanê ve çûyîn û bi dengê xwe dokûmenteke dîrokî ya bi hêz û nemir ji hınavên ketwarê dabeşkirinê, bêmafkirinê, binpêkirinê û mandalkirinê înaye der û gotiye hemî cîhanê, me serxwebûn divêt.
Helbet referandûma 25ê îlona 2017ê, gelek raman û rehendên xwe yên erênî hene. Baş e ew çi rehend û ramanên erênî ne, ko referandûmê li ser asta siyasî an neteweyî helgirtine? Erê miletê me di wê rojê de û di wê piroseya aştiyane de çi dixwast bêjitê cîhanê?
Bo bersîvdana van herdu pirsiyarên bi hevre girêdayî, bi tenê dê amajê bi çar rehendên li jêr bidîn:
1- Çespandina Pirensîpê Çarenivîsînê
Referandûm, yek ji ronitirîn û berçavtirîn rêkên bi destve anîna mafan, nemaze mafê çarenivîsînê, ko pirensîpekî berçesteye di peymana Neteweyên Yekgirtî de. Miletê Kurdistanê, bi rêka referandûmeke azad û pak da, bo civaka nîvdelewletî aşikera kir, ko xwedan rêberayetî û îradeyeke siyasî ya ronebihêz û xweragire e, bi rêkên dîmokratî xebatê ji bo destnîşankirina çarenivîsê xwe diket, çi bi mana li gel Îraqê yan çûn ber bi serxwebûnê.
Ewî arasteyî, ne ramana wî ew bû, ko herêm êkser ber bi dewleteke serbixwe ve biçit, belku serincrakêşana cîhanê bû bo doza Kurdan, ko li piraniya caran ya perawêzkirî bû. Gaziyek bû hember wê perawêzkirinê û nameyek bû, ko Kurd ji xebatê bêzar nabin û hîşta yên di têkoşînê de ji bo bi destve anîna mafên xwe yên rewa.
Referandûm, bûyereke girîng bû, ne bi tenê li ser asta navxweyî, belku careke din çavên cîhanê bo xwe rakêşan û ronahî berda ser doza Kurd û Kurdistanê.
2- Yekgirtina Niştimanî ya Kurd û Kurdistanê
Zêdebariya, nakokiyên siyasî yên di navbera layen û partiyên Kurdî de, referandûmê yekgirtineke niştimanî ya kêm wêne çêkir, ko piraniya hêzên siyasî û cemawerî li pişt yek armanca neteweyî û niştimanî kom kirin. Wî dîmenê giştî rengvedana heza gelêrî ya Kurdan dikir, sebaret bi derbirînê ji nasnameya xwe û asoyên xwe yên paşerojî.
3- Karekî Dîmokratîk û Aştiyane
Referandûm bi şêweyeki aştiyane û dîmokrat hatibû rêxistin, bêyî penabirin bo tundî û ajawiyê, ev çend jî asta hişiyariya siyasî ya pêşkeftî li nik Kurdistaniyan nîşan didet û belgeyeke, ko evî miletî li pênavî maf û daxwaziyên xwe, şiyanên encamdana ezmûnên siyasî yên payebilind hene. Li demê bi rêveçûna referandûmê, diyardeyên gîleçokî û ajawiyê nebûn. Hiç destêwerdanek jî li ser piroseya dengdanê nebû, belku welatiyan bi hemî hez û îradeya xwe di ezmûneke gehî û ji hejî de dengê xwe da.
4- Bihêzkirina Nasnameya Neteweyî û Niştimanî û Rewşenbîrî
Referandûmê, rolekî mezin hebû li bihêzkirina hestkirina bi nasname û jiyayetî û întîmaya netewe û niştimanî û morka wî ya rewşenbîrî. Referandûmê bîrdanka komê ya civakê Kurdî zînde kireve û dîroka wî ya xebat û têkoşînê înave bîra wî, ko bo salên dirêj ji danpêdana fermî bi ziman, rewşenbîrî û mafên wî yên siyasî hatiye bê par kirin. Ji layekî din, nifşên nû li nav herêmê û li revendiyê, xwe di vê bûyerê de dît û delîveyeke baş bo wan durust bû, ko hestê bi niştiman, netewe, keramet û mafên xwe bikin.
Li dumahyê, bi gotareke kurt, zehmete hemî rehendên erênî yên referandûmê bên diyarkirin, çunkî referandûm werçerxaneke yeklaker bû di hestê siyasî yê Kurdistanê de, tê de gelê Kurdistanê dupat kir, ko ew bi rêkên siyasî, aştiyane û dîmokrat bizavê diket, daku bigehte çarenivîsê xwe yî rewa, dûr ji tundiyê û milmilane û pêkvejiyaneke nehevseng û bi zoremlî.
گۆڤارا مەتین گۆڤارا مەتین