Eva li ber destê hewe; romana: Şirîna enfalbûyî, ji nivîsîna nivîser ‘Elî Bendî ye, li ser şeş wêstgehan parvekiriye, her wêstegehekê peywendiyeka tevin’amêz pêkve heye, hev timam diken, eger çî her wêstgehek vegêřana qûnaẍeka cuda ya serpêhatiya kesên civaka romanê pêk di’înit, lê dîsa hev timam diken.
‘Elî Bendî, berî nivîsîna romanê, wek helbestvan û vekolerê şehreza bi hewa enfalan (1988) û wê karesta şînî înaye berderê her maleka kurdistaniyan, li nav texa rewşenbîr û xwandevanan yê berniyase. Ji bilî ew bi xwe kesekê xakî û li nav civakê me yê berniyase, lê wek romannivês li nav me nehatiye niyasîn. Eve berhemê wî yê nexriye, hinêr têda nîne, ku dê li ser mijara ew baş lêy şehreza û rehend û kovanên li pişt xwe hêlayn û heta noke jî, derûn û serederî û rewiştê xelkê li wî serdemî jiyaybît, mijara enfalan bît.
Ji navê romanê diyare; kanê dê romannivês çi bêjîte me!! Şirîna enfalbûyî wê peyamê digehînît, ku jiyana Şirînê li serdemê enfal û piştî enfalê çewaye û bandora hewa enfalê çi jan û kovan li ser reftar, serederî, peywendî, evîn, kîn, soz, sinc, tîtal, rêzgirtin û… htd, li ser derûnê Şirînê hêlane.
Awuřek bo tevnê romanê
Tevnê romanê ji civakekê gundî û dûrî hemû rengên şaristaniyê hatiye raçandin, kêş û bêş û dinya bînîn, ji çarçovê gundî dernakevin. Kêşên gundan li wî serdemê roman bo hatiye nivêsîn, ji xwestekên jiyaneka sade û aram pêvetir nînin. Lewan jî kesên em serhatî û serederiyên wan di gel wî kawdanê ew têda dijîn, dixwînîn diyar dibît, ku civakek gelek sade û ji şaristaniyê hatiye dabiřan û kêşmekêşên şaristaniyê di gel xwe înayn.
Nivîser ‘Elî Bendî bi şehrezayî kesên xwe hilbijartine û hemû gundîne, yên ji dervey gundî dujiminin, lê çi tov dujmin!
Her ji destpêka romanê û heta digehîte dawiyê, fokis êxistiye ser du xêzanan, ku herdu jî birane, muxtar hecî Silêman û birayê wî Teter. Di her şeş wêstegehan da serhatiya van herdu xêzanan vedgêrît. Mirov dikarit bêjît serhatiya wan serhatiya piraniya wan gundane, yên hatîne enfalkirin.
Gund li vêre wek cih hatiye destnîşankirin, cih hesta nîştîmanperwerî û bi axêve girêdan wesa li def gundiyan yê bi hêze, ku jiyan ji dervey bazinê gundî çi qîmet û hebûn nîne, hestkirin bi cihî ve (li vêre gunde) li def piraniya romannivêsên cîhanî bûye xala herî ciwan û balkêş û qeşengî û ciwanî û dîrokê welatê xwe bi şanazî vedgêrin. Lê cih û girngiya cihî hêşta li def romannivêsên me nebûne xala pûtedanê. Ez vê çendê vedgerînim bo tirsa nivîserî ji akamên dihêne şkevê, heku rûdaneka bi wî rengî rûda bît, dê ji layê wan kesên ew qetirmekirî ên êşandin. Lewa dibînîn dema diramayeka kurdî dihêt pêşkêşkirin, dê li pêşiyê bêjin: “rûdan, cih, serhatî û kes(nav) ji xiyala nivîserîne û çi peywendî bi çîrok û rûdanan, yên bi vî rengî rûdayn ve nîne”.
‘Elî Bendî jî ev rêçke girtiye û îmajeka biçûk daye, ku rûdanên vê romanê li gundekî li devera Amêdiyê řasttir devera Berê Garey rûdaye, serdem jî destpêka enfalê ye. Nivîserî çi giringî nedaye çewaniya jiyana wî gundî, peywendiyên wan di gel gundên dewrûber û kartêkirina şoreşê li ser reftar û jiyara wan. Em dizanîn, ku li wî demî şerê Îraq – Îranê (1980-1988) bû, kartêkirina vî şerî li ser jiyara xelkê gundî, herwesa ewên ji şerî revîn û li gundan bûyne fîlar hebûye.
Kes û parvekirna rolê karekteran
Karekterên di romana “Şirîna enfalbûyî” da, wek min berî noke diyarkirî, tev gundîne û kesên têda di asayîne, tenê seydayê rêkxirawê bi karê şehîdan řadibît û cîranê mala Şirînê û rêveberê têlefizyonê di xwandevane, ku ew her sê jî kesên lawekîne, çi bandor li ser tevn û çewaniya birêveçûna rûdanên romanê nîne.
Helbet xuyaye, ku karekterên gundî ji karekterên bajêrî cudane û bi xwezayî mezin dibin, xweza bandorek mezin li ser çewaniya serederî û řeftarên wan dihêlît.
Nivîserî çi zehmet bi karekterên xwe ve nebiriye, her çende di barova enfal û serhildan û reva bi komî da jiyane, lê her mane li ser gundîtiya xwe. Serederiya hecî Silêmanî di gel jinbira xwe Esmerê û pirsa Şirînê. Çunkî Şirînê şerm dikir şû bi pismam û dezgirtiyê xwe biket, ji ber wê destdirêjiya li serbazgeha Selamiyê li ser hatiyekirin, xwe jê silkir û xwe da paş yan silbûna wî ji birayê wî Teterî sera deravê avê, ku heşt sala vekêşa û eger hewa enfalan nebaye, her pêk nedihatin!
Karekterên lawekî di romana “Şirîna enfalbûyî” da, ew jî li ser du cûnan parvekirine, cûnê êkê kesên xirab û xofiroşin, ew jî Hesoyê misimsok û Hemîdê sîxorin. Ev herdu karektere êk li gundî wesa xwe diyar dikir, ku kesek hejar û bê zerere, lê di bin ve bin ve dest di gel îstixbarat û emnê hebû û bû sedem, ku xelkê gundî tev bikevne destê hêzên hukmetê.
Kareterê duyê Hemîd, li komelgeha Cejnîkan li ser xelkî bibû çavê sêyê yê mulazim Ehmedî (eve jî kesekê zêde lawekiye).
Nivîserî çi ronahî ne’êxistiye ser van herdu karekterên lawekî yên kurd, sedemên ev herdu kese paldayn bibin sîxor û xelkê xwe bêşînin, nehatine diyarkirin.
Cûnê duyê yê karekterên lawekî di xêrxwazin, ‘Ebdula Duskî, li komelgeha Cejnîkan li Esmerê û Şirînê dibîte xudan, wan diparêzît.
Seydayê rêkxirawa mirovayetî bo harîkariya xêzanên şehîd û enfalkiriyan, ku navê wî nehatiye gotin.
Hindek kesên dî jî, lê ne nav û ne bandor li ser rûdananên di nav romanê da nînin.
Karekterên lawekî di romanê da gelek di giringin û cihê pûtedanê ne, bêy karekterên lawekî alîsengî dikevite di tevnê romanê da.
Egerên kêmbûna karekterên lawekî di romana “Şirîna enfalbûyî” da dizivrin bo wê goşenîgayê ya nivîserî fokis êxistiye ser tevnê romanê, ku du xêzanin, ev herdu xêzane jî ne wek xêzanên kurdin, yên gelek zaroka di’înin, tenê çar zarokin, Se’îdê keşxeçî û Şirîn zarokên Temer, Vehêl û Şoreş zarokên hecî Silêmanî û navê Şoreşî bi tenê carekê hatiye.
Vegêr û kesên lawekî di romana “Şirîna enfalbûyî” da kêm diyar dibin, lê dema mirov romanê dixwînît, hest bi vê kêmaniyê naket, çunku tirajîdiya van herdu binemalan hinda mezine, têra hindê diket, ku vê kêmaniyê hinda biket.
Bawer dikem, eger derhênerekê zîrekê sînemayê bi ser vê romanê helbibit, dê kart filmekê zêde yê bi bandor berhem bînit, nekêmî filmê “Şîndler lîste” ewê bi heft xelatên Oskar hatiye xelatkirin. Filim çîroka sin’etkarekê Elman bi navê Oskar Şîndler, di şerê duyê yê cîhanî da şiya 1100 cuhyên polonî ji kûrhên mirinê rizgar biket, roman ji nivîsîna Tomas Kînlî ye û derhênana Stîvin Şpîlbêrgî ye, li sala 1993.
گۆڤارا مەتین گۆڤارا مەتین