بابەت

Mela Seîdê Nûrsî, xudanê êk ji monacatên jêhatîye, ew bi zimanê Farisî li bara hizirkirin di çêkiryan da gotîye, ew ji encama hizirkirnê di sirûştê îlahî da hatîye, paşî şêxî ew nivîsîye û şer’h kirîye, paşî di serdemê noke da Seyda Tehsîn Doskî ew bi şerî wergêraye.

Çîroka peydabûna evê pexşana serwadar û têhelkêşa wê li gel ya Melayê Cizîrî, ji wî demî peyda dibit, ew dema şêxê mezin, Seîd Nûrsî (Mela Seîd Kurê Sofî Mîrza Kurê Nûrî yê Nûrsî 1873-1960) hatîye nefîkirin bo alyê Isparta, li gundekê wê deverê dimînit, di demekê da wexta berê xwe didet sirûştê gundî, gelek bi wî sirûştî xweşhal dibit, di nav çerwanê gundê (Barla) da, darên kaş, sinober, e’r e’r û spîndaran dîtin, gelek ma di hîkmeta Xudê da. Zanayê mezin têda husa wesfa wê cuwanyê diket:

“Ez di rojên nefya xwede da yê li bilindahîya çîyayên Barla, yê berê xwedanê bo darên sinober, kaş û e’r e’ran dikem, evên hemî cih vegirtîn, ezê hizra xwe di cuwanî û jêhatîya wêne û şêwazê wanda dikem. Bayekê hûn yê dihêt û li wan darên jêhatî didet, ew jî yê di nav zikir û tespî’hên xwe wer buym, ji şewqa xwe yên dehejin û tehlîlan diden, dema min ev dîmenên pir xweşik û bedew di dîtin, hîkmetek bi guhên min da hat, ji nişkave ev malka şerê Kurdî ya Ehmedê Cizîrî hate ser hizra min.

Her yek bi temaşagehê husna te ji her ca

Teşbîhê nigaran bi cemala te di nazin…

Wata: Hemî û ji her alîyekîve berêxwedanê bo husn û cemala te dikin, ew di nav cuwanîya te werdibin û hosa ew aşiq dibin û nazîya dikin, derbirînê ji watayên î’bretdar dikin, dilê min li ser evan wêneyan girîn kewtê û ev gotine hatin:

“یا رب هر حی بە تماشاگه صنع تو ز هر جای بتازی… ز نشیب از فرازی مانند دلالان بنداء بآوازی… دم دم ز جمال نقش تو در رقص بازی… ز کمال صنع تو خوش خوش ب گازی… ز شرینیێ آواز خود هی هی دنازی… از وی رقص آمد جذبه خازی… از این آثار رحمت یافت هر حی درس تسبیح و نمازی… ایستادست هر یکی بر سنگ بالا سرفرازی… دراز کردست دستها را بدرگاه الهی هم چو شهبازی… بجنبیدست زلفهارا بشوق انگیز شهنازی… ببالا می‌زنند از پرده‌های های هوی عشقبازی… (1)  می‌دهد هوشه گیرینهای دیرینهای زوالی از حب مجازی… بر سر محمودها نغم‌های حزن انگیز ایازی… مردها را نغم‌های ازلی از حزن انگیز نوازی… روحە می‌آید ازو زمزمه ناز و نیازی… قلب می‌خواند از این آیاتها سر توحید ز علو نظم اعجازی… نفس می‌خواهد در این ولولها، زلزلها ذوق باقی در فنای دنیابازی… عقل می‌بیند از این زمزمها، دمدمها نظم خلقت نقش حکمت کنز رازی… آرزو می‌دارد هوا از این همهمها هو هوها مرگ خود در ترک اذواق مجازی… خیال بیند از این اشجار ملائک را جسد آمد سماوی با هزاران نی… از این نیها شنیدت هوش ستایش‌های ذات حی… ورقها را زبان دارند همه هو هو ذکر آرند بدر معنای حی حی… چو (لا إله إلا هو) برابر می‌زند هر شی… دما دم جویدند یا حق سراسر گویند یا حی برابر می‌زنند الله… فیا حی یا قیوم به حق اسم حی قیوم… حیاتی ده به این قلب پریشان را… استقامت ده به این عقل مشوش را” (2)

Eva borî deqê têkistê Seydayê Nûrsî ye, ew têkist Farisî li ser şêwazî şi’ra Melayê Cizîrî danaye, her ewî bi xwe bi Turkîya Osmanî şirove daye vî têkistê pexşanîyê Farisî, belê ew ji alîyê mamosta İhsan Qasim Salihî kirîye E’rebî û weku babetekî ji bo hizirkirin di bara mexlûqatên Xudê da înaye, ka çewa mirov dişêt cuwanî û cemalîya Xudê binyast.

Seydayê Nûrsî bi rengekî giştî, divêt bêjîte me: “Ev pîşangaha ciwanîyê ji rehma Xudê derseka mezin nîşa me didet, dersa tesbîh û nivêja hemî mexlûqî bo xaliqî, ji ber vê çendê her dilekî hişyarê di vê dersê bigehit, bi cezbeve di gel van dar û baran dê rabite semayê.” Ew jî bi vî rengî hatîye:

“یا رب هر حی بە تماشاگه صنع تو ز هر جای بتازی”

Ya Rebî! Her tiştekî sax û zindî ji her alîve li gel me berêxwedanê bo cuwanîya te dikin, hizra xwe di ciwantirînên e’rdî da dikin, evên meznîya çêkirîyên te nîşan diden.

“ز نشیب از فرازی مانند دلالان به نداء به آوازی”

Ew ji her alîyê e’rd û e’smanîve gazî û banga cuwanîya te bilind dikin.

“دم دم ز جمال نقش تو در رقص بازی”

Ev hemî dar ji cuwanî û cemalî te dayî di reqis û semayêdane, nîşana wê yekê ne bangî te dikin, çûnkî ew ji cuwanîya çêkirîyên te mendehoş mayne.

“ز کمال صنع تو خوش خوش بگازی”

Ew darûbar ji ber vê cuwanî û cemala Xudê çendîn awaz û dengên xweş derdiêxin, ji ber ko ew hest bi kemala çêkirîyên te dikin.

“ز شیرینی آواز خود هی هی دنازی”

Dîmenên wesa ji şîrînîya awazên xwe û ew dengên jê dihên û hejiyana wan yên di nav naz û delalîya xwe werbûyin.

“از وی رقص آمد جذبه خازی”

Her ji vê cuwanîyê mendehûş bûyne, ewan daran dest bi reqis û semayê kirîye. Yên di cezbe çûyn.

“از این آثار رحمت یافت هر حی درس تسبیح و نمازی”

Her tiştê zindî û sax îlhama zikr û peristina xwe yên taybet ji vê hizra dilovanîya îlahî wergirtîye.

“ایستادست هر یکی بر سنگ بالا سرفرازی”

Piştî wergirtina evê dersa pirî rehanî, her êk ji evan daran rawestîyaye û destên xwe vekrine û berê wan daye dilovanîya Xudê.

“دراز کردست دستها را به درگاه الهی هم چو شهبازی”

Ewan daran dest bi peristnê kirîye, bi sedan destên xwe, weku Şehbaz Qelender (3) li hemberî hezreta îlahî vekirine.

“بجنبیدست زلفها را به شوق انگیز شهنازی”

Belgên wan daran yên jêhatî, weku zulfên Şehnaz Cemîlî  (4)bo dîdara te bi şewq kevtine. Ew gelek balkêşin û di şewqa xwe da di nermin.

“ببالا می زنند از پرده‌های های هو عشقبازی”

Ev malka şi’rê amajê bi dara e’re’rê di nav gorîstanê da diket. Dîsan di nisxeyekê da hosa jî hatîye:

“ببالا می‌زنند از پرده‌های های هوی چرخ بازی

مردها را نغم‌های ازلی از حزن انگیز نوازی”

Ev cuwanî ne bi tine hestên li serve yên işqê di livînit, belkû ew dikeve nawa kûratîya dilî û perdeyên dilî yên hestîyarda di livit.

“می‌دهد هوشه گیرینهای دیرینهای زوالی از حب مجازی”

Ez di hemberî evî dîmenê jêhatî û nazik da geheştîme evê watayê: bîrînana xemê, giryeka berdewam, ew di nav kûrtirîn kûratî da peyda dibin, weku wan kesên xweştivîyên xwe yên mecazî ji dest dayin.

“بر سر محمودها نغم‌های حزن انگیز ایازی”

Ew yên hest bi êş û nalîna derdê dûrîya di navbera a’şiq û me’şûqan da dikin, ka çewa Sultan Mehmûd ji eyazî dûr keft.

“مردها را نغم‌های ازلی از حزن انگیز نوازی”

Her weku ev darûbaran bi awazên xwe, yên nazik û xemgîn di vên dengê xwe yê nemir bigehînin wan kesên mirî û ev dengo dûra dinyayê na gehe wan.

“روحه می‌آید ازو زمزمهء ناز و نیازی”

Rûhên me ji evan dîmenan fêr bûne, ko: ev tişt hemî tecellîbûna navên Xudayê çêker bi zikr û tesbîhên xwe diden dîyar kirin.

“قلب می‌خواند از این آیاتها سر توحید ز علو نظم اعجازی”

Hindî dile; ew nîşanên sîstemekê herî baş di bînît, nehênîya tew’hîda Xudê di nav evan daran di bînît, ew wesa dibînît, her wekû ayeteka leşdar (mucesem) kirî, ankû di çêkirna her yek ji wan da sîstemekê zêde hûrbîn heye, dahênan di çêkirîyên xwe da kirîye, î’caz di hikmeta xwe da kirîye, eger hemî ev egerên gerdûnî hev bigrin, dako karekê hûsa bikin, ew neşên çavlêkirina vê çendê bikin.

“نفس می‌خواهد در این ولولها، زلزلها ذوق باقی در فنای دنیا بازی”

Derûn; dema evan dîmenên daran dibînît, wesa têdigehît, ko jiyan berdewam ya di nav zewal û ji navçûn û firaqê daye, çûnkî ewên li xweşîyeka berdewam dikin, ew vê watayê diden: “hûn bi hêlana peristina dinyayê, dê gehen manê (El-Beqa)”.

“عقل می‌بیند از این زمزمها، دمدمها نظم خلقت نقش حکمت کنز رازی”

Hindî e’qlê; bi rêka van dirustkirîyan digeh niyasîna sîstemê çêkirnê, ji ber dengê van darûbar û balindeyan di gehît nexşê hikmeta îlahî û gencîneya nehênîyên mezin, ji dengê daran û bayê hûnê vêdikevît, mirov tê digehît, ko hemî tişt ji hemî aliyan ve, yên pesna çêker (El-San’î) î dikin.

“آرزو می‌دارد هوا از این همهمها هو هوها مرگ خود در ترک اذواق مجازی”

Hewayê nefsî jî; xweşî û lezetê bi livîna daran û bayê hûn dibît, xweşîyeka wesa, wekû xweşîyeka xeyalî, heta ewê nefsê divêt di nav evê xweşîya rasteqîne da bimrît, ew xweşîya rasteqîne ya bûye egera hêlana xweşîyên demkî, ew xweşî gewhera jiyanê ye.

“خیال بیند از این اشجار ملائک را جسد آمد سماوی با هزاران نی”

Hindî xeyale; wesa hizir diket, ko melayîketên berpirsyar ji eva daran, yên hatîn di nav rihên wanda û belgên wan kirîne ber xwe û wekû qesebên nayê bi gelek rengan pûf dikinê, her wekû tu bêjî Sultanê Nemir (El-Sermedî), ew bi vî rengî leşdar kirine, dakû pîşangeheheka bi mendehûşî li gel hizaran awazên nayê nîşa me bidet, ev dare yên hendek h’aletên şukur û sipasîyê bi hestên xweşve nîşan diden, nekû leşekê mirî û bêşiû’re.

“از این نیها شنیدت هوش ستایش‌های ذات حي”

Ev nayê daran awazên pak û safî derdiêxin, hindek dengên xweş û nazik dê bêjî mûsîqayeka esmanê bilinde, mirov di nav da hind guh li êş û janên firaq û dûrîya van ji yek û dû nabît, hindî guh li hemî aşiqan dibît, her weku serdarê me Mewlana Celaleddîn Romî di pêşekîya Mesnewîya xwe da nivîsî, ko sipasîya Xudê bi gelek cor û rengan dihet kirin, corên sipasîyê bo ewê zindî dihet pêşkêş kirin.

“ورقها را زبان دارند همه هو هو ذکر آرند به در معنای حی حی”

Eger em daran, wekû hindek leşan bideyne niyasîn, divet em belgên wan, wekû zimanan bidene zanîn, her yek ji wan bi hizaran zimanan zikirê Xudê bi (ho.. ho..) dikin, ew jî ji egera wê çendê, ko bayî ew lems kirine, silavên jiyanê û dana jinê bi wan berdewar bo çêkerê nemir dihinêrin.

“چو (لا إله إلا هو) برابر می‌زند هر شی”

Çûnkî hemî tişt li gel rêza zikirê kayînataya mezin zikirê (LA ÎLAHE ÎLLA HO) dibêjin.

“دمادم جویدند یا حق سراسر گویدند یا حی برابر می زنند الله”

Herdem ji di naw gencîna dilovanîya îlahî da bi zimanekê amade û fitirîve pirsyar dikin, daxwaza jiyanê bi (ya heq) dûbare dikin û dibêjin, hemî jî navê eyê sax (ya hey) bi zimanekê rengvedana jiyanê diyar dikin.

“فیا حي یا قیوم بحق اسم حي قیوم

حیاتی دە به این قلب پریشان را

استقامت ده به این عقل مشوش را”

Vêca; ey saxê nemir, bi heqê navê xwe yê saxê xweragir key, jiyanê bide evî dilê perîşan, xweragrîyê bide evî eqlê têkçûyî û meşweş.

Ev mûnacata seyday, di serdema nûke da ji alîyê seyda Tehsîn Doskî ve hatîye wergêran û li ser şêwazê qesîdeyeka kilasîkî ya (14) birgeyî û bi serwaya pîtên (azî) vehandîye, bo nimûne:

“هەر کەس ل تەماشاگەهێ صونعێ تە ئیلاهی

تەشبیهێ دەلالانە ب ئاوازن و گازی

هندەک ژ نشیڤ تێن و ژ ئەڤرازییێ هندەک

بۆ نەقشێ جەمالا تە ل گۆڤەندن و بازی”(5)

Seydayê Doskî di bara vî têkistî Nûrsî da di bêjt: tecelîya cemala heqîqî d vê husna mecazî da dît, ew beyta Melayê Cizîrî hatê bîra wî, ewa berî nihû me vegêray, îna ev monacat wekî nîv şe’reêk hate ser ezmanê wî, ankû: wî ji we’hîya Melayê Cizîrî ev monacatê vehand, ziman Farisîyê, şêwe şe’reka nîv azad û xudan qafîyeyê, me ji layê xweve ew li ser wezna şe’ra Melayê Cizîrî ya wergêraye ser zimanê Kurdî, hindî ji me hatî naveroka hizrê me ya parastî.

Ev islobê dîtina xaliqî bi mexloqatan, yek ji şêwazên rewa yên nîyasîna Xudê dihêt zanîn, hem kitêbên esmanî û hem jî feylesof û heta caran kesên deştekî jî amajeyê bi evî delîlî diken, bo nimûne Esme’ di bêjt: carekê li sehraye min e’rabîyek dît, men gotê: erê te bawerî bi Xudê heye? wî got: erê, min gotê: te bi çi rêk zanîye Xudê heyê û te ew ne dîtîye? wî got: demê ez pişklan dibînim, ez dzanim hêştir ya heyî, demê ez şûnpêyan dibînim, dizanim mirôvek yê heyî, ev esmanê hinde mezin û ev erdê hinde fireh û deryaya xudan pêl, çewa Xudayê afrandêr nîşan min nedet?!

Dîsan heman islob di nav felsefa feylesofê Yunanî Eristoy da hatiyê bikarînan, ew di bara gerdûnî da li wê bawerêye, divêt evî gerdûnî xudanek hebit, nabit ev sîstemê zîrek yê bê xudan bit, ev sîstemê di baştirîn xala pêşkevtin û hûrbînîya xwe da çewa di bit bê xudan bit?!

Ev rengê delîldarîyê li dev feylesofên Îslamî jî hatîyê bikarînan, bo nimone (Ibin Tefîl 1185z mrîye) yê Endelosî dema berhemê xwe yê bi navê saxê hişyar (Hey bin Yeqzan) nivîsî, wî heman hizir têda peyrewkirîye, ku mirov dişêt bi rêka mexloqatan xaliqî binyasît, wî deman karakterê roman wî zarokekê biçûke û li gizîrteyekê li gel gîyanewaran radibît û heta mezin dibît û kesekê dibînît, heman pirsyara Esme’î j deştekî kirî, ew jî diket û di bêjîtê: erê te bawerî bi çi heye? ew di bêjîtê: bi Xudayekê. Kabira dibêjît wî gencê li gizîrtê: te çewa ew nîyasî? genc dibêjîtê: bi rêka mexloqatan.

Bo kesekê Musulman Qur’an serê her tiştîye, lewra ev islob di nav da hatîyê peyrewkirin, bo nimone dema dibêjt:

” أَمۡ خَلَقُواْ ٱلسَّمَٰوَٰتِ وَٱلۡأَرۡضَۚ بَل لَّا يُوقِنُون (35)أَمۡ خُلِقُواْ مِنۡ غَيۡرِ شَيۡءٍ أَمۡ هُمُ ٱلۡخَٰلِقُونَ (36) ”  (الطور، آیة٣٥-٣٦)

Erê ew bi xwe hatîne afrandin bêy yek wan biafrînît, yan wan bi xwe xwe afrandîye? Herwesa ev e’rd û esmanên ew dibînin, çewa ew hatîne çêkirin?!

Çavkanî:

 (1) Ev çend malke bi rengekî dî jî di destxetan da hatîne:

“به بالا می‌زنند از پرده‌های های … هوی چرخ بازیمردها را نغم‌های ازلی از حزن انگیز نوازی”

(2) Ev têkist di nav peyamên nûr yên seydayê Nûrsî da hatîye, weku destxet ji layê qutabîyekî wîve bi navê Xisro hatîye nivîsîn, me mifa ji destxetî wergirtîye. Zor sipas bo birayê hêja Cîhad Mela Remezan, ku êk ji qutabîyên nûre, em bi vî destxetî aşna kirin.

(3) Şehbaz Qelender: Êk ji xizmetkarên şêx Ebdulqadir Geylanî bû, li ser destê wî hatbû fêrkirin, heta geheştîye pileya Welîyan (Îhsan Qasim Salih) hûsa gotîye.

(4) Kiçeka cuwan bû û ya berinyas bû bi cuwanîya xwe û pirça xwe (Îhsan Qasim Salih) husa gotîye.

(5) Bo dîtina şi’ra seyday bi temamî, hûn dişên bizivrin pertûka (Gulzar) yan jî bernamê wî yê b heman nav, dê deqê wê şi’rê bi tamamî bînin.

ڤان بابەتان ببینە

Romana Mêjûnivîs, dawî berhemê romankiyê nivîserê hêja û afirinde (Fazil Omer) e (1). Di vê …