بابەت

Di nav toreya klasîka Kurmancî da gelek şahikarên me hene, lê mixabin ew şahikarana pişka zor yan hê baş nehatine nasandinê û yan jî di gelek jêderan da bi şaşîyên zeq hatine weşandinê. Yek ji wan şahikarên balkêş helbesta YAR E GUL ya Macinê şîrînkelem e, ku Şêx Abdurre’hmanê Axtepî (Rû’hî) nezîreyek li ser nivîsîye. Di vê nivîsarê da emê pêş da wan her dû helbestana li ber destnivîsên wan serrast bikin û şaşîyên di çapên pêş da destnîşan bikin. Li dû ra herdûkan li bara toreyî da bidine ber hev û berawird keyn.

Gula ‘Endelîbê Xoşebê Muradxan bi mexlesa Macin (ku sala 1191 ê koçîyê heyvî beranberî 1777 zayînî nivîsîye.)

     Nav: YAR E GUL

TEŞE: TERCÎ’Ê BENDA ŞOXANE

       KÊŞ: ‘ERÛZ

       BE’HR: REMELA MUSEMENA ME’HZÛF

       PAYE: fa’ilatun/ fa’ilatun/ fa’ilatun/ fa’ilat

       KÎTANDIN: – U – – / – u – -/ – u – – /- u –

      

Ey dila da çîne gulçînê1 cemalê yar e gul2
Ba’xê Rizvan û binagoș û berê dildar e gul3

Gulbun4 û gulșen vebișkiftin ji dêma yar e gul5
Xweș gulistanek sefabexș e6 vebûn tekrar e gul7

Leb gul û ‘xeb‘xeb gul û gerden gul û ruxsar e gul
Dêm gul û çuhre8 gul û ten gul, seraser yar e gul

Serxweș û mestane meșiya hate nêv se’hna rezî
Sunbul û rey’han bi ‘ker ‘kir tewlûhev kirî û’ kezî9
Xemmilî10 elwan û elwan ew betûla qirmizî11
Șibhi12 tawûsa biheștî reng bi reng ew tewwizî

Leb gul û ‘xeb‘xeb gul û gerden gul û ruxsar e gul
Dêm gul û çuhre gul û ten gul, seraser yar e gul

Hate seyra gulșenê ew sebzeya gulken bi meș
Ku li dorî sorgulan pêçan reya’hîn û binefș
Gul dewayê derdê ‘ișqê bilbilê jarê nexweș
Xarê  xar in13 pirr li dil ez ‘endelîbê bextireș

Leb gul û ‘xeb‘xeb gul û gerden gul û ruxsar e gul
Dêm gul û çuhre gul û ten gul, seraser yar e gul

Netrik14 û bișkoj û berben gêlgêle15 û gerdenî
Zînet û zîwer li hev kotirke16 û tît û enî
Dil kirin xweș, xweș guhar û qiștê serzîk17 û benî
Çûme gulçînê cemalê18  bûm ji werdan ez ‘xenî

Leb gul û ‘xeb‘xeb gul û gerden gul û ruxsar e gul
Dêm gul û çuhre gul û ten gul, seraser yar e gul

Sa’id û tetwan û19 bazin dilrruba û dilgir in
Qatil û xûnrêz û xûnxwer, ‘xemz û naz û avirrin
Çeșmê nergis20 lêb û dem, dem21 șibhî yaqût u durr in
Çûme gulçînê cemalê22 bilbilê șeyda pirr in23

Leb gul û ‘xeb‘xeb gul û gerden gul û ruxsar e gul
Dêm gul û çuhre gul û ten gul, seraser yar e gul

Dildehê xala reș im pabendê zulfa ser milî
Kuștîyê ahê nigahê xûn ji mêlakê kelî
Min ji canan qet nehin gazinde û șikwe,24 gilî
Min ji ba’xê mu’hbetê qismet e xalek filfilî25

Leb gul û ‘xeb‘xeb gul û gerden gul û ruxsar e gul
Dêm gul û çuhre gul û ten gul, seraser yar e gul

Ez dibêșim lew ji ber vê gulruxa gulșenxeram
Bû musmma ’hebbeza26 ew metl’a werduyyenam27
Ey Muradxan vê mu’emmayê nizanin xas û ‘am
Belkû ‘hel ket nukteyê ew Macinê șîrînkelam

Leb gul û ‘xeb‘xeb gul û gerden gul û ruxsar e gul
Dêm gul û çuhre gul û ten gul, seraser yar e gul

Destnivîsa helbesta Macinî, rûpel 1

Destnivîsa helbesta Macinî, rûpel 2

 

 

 

 

 

     Nezîreya Rû’hî (Şêx Evdirrehmanê Axtepî 1850- 1910)

       TEŞE: ‘GZELEK  ŞÛXANE, NEZÎRE

       KÊŞ: ‘ERÛZ

       BE’HR: REMELA MUSEMENA ME’HZÛF

       PAYE: FA’ÎLATUN/ FA’ÎLATUN/ FA’ÎLATUN/ FA’ÎLAT

       KÎTANDIN: – U – -/ – u – -/ – u – – /- u –

Leb gul û gerden gul û ‘xeb’xeb gul û ruxsar e gul
Dêm gul û çuhre gul û ten gul, seraser yar e gul28

Qed gul û qamet gul û xeddê munnewer gulgulî
Cebhetê beyza gul e, gul turrêyê terrar e gul

Çende nazik‘herekat e, butê gul pîrehen im
‘Ișve gul, nazî gul û rûniștin û reftar e gul

Nîne kes yarek wekî yarê me yekser gul bitin
Zulfê mișkînbûy gul, hem kakulê mekar e gul

Mislê bilbil bêhișê yarê gulendamim çira?
Çunke gîsû helqedar in, perçemê ‘eyyar e gul

Hem zenexdan gul, heme gul, sîne gul, ber gul temam29
Goșiwarê zer li ser gul, nikhetê dildar e gul

‘Așiq im wek bilbilê fesla buharê gul bi dest
Lew di nêv camê me êxfa ye gul û êzhar e gul

Zend û bazû gul bizane, kef gul û esbe‘ gul e
‘Xunçedem lew ‘așiqan  subi’h û mesa ezkar e gul

Çeșmê min ‘eynê gulab e, j’ tîtina yarê ‘ezîz
Xende gul, bûse gul û avir gul û dîdar e gul

Dilberê gulbun çu gul ‘hîna vebin der ‘alemê
Evvel û axir gul e, ‘alem hemî gulzar e gul

Yarê min terkîbê endamê gul e, yekser gul e
Wirdê min daim gul e, hem qelbê min efkar e gul

Afetê ‘ișqa te ser me gulê tîne gulșenê
Meqsedê ‘așiq çu gul bit, seng e gul, hem xar e gul

‘Xaliba Rûhî mușerref bû bi wesla gulruxan
Lew ‘xezel gulgul dibêjit ser be ser tekrar e gul

Destnivîsa helbesta Axtepî

     Gava ku em van herdû helbestana didine ber hev û berawurd dikeyn, em dibînin ku herdû jî di pileyeke bilind da hatine afirandinê. Axtepî ev helbesta xwe li jêr kartêkirina helbesta Macinî da nivîsîye û yekemîn malika helbesta Macinî rasterast helgirtîye û bi heman kêş û heman serwa û mijrarê helbesteke cuwan afirandîye.

Lê her kesê ku di gel cîhana helbestên klasîk nasîyar be, dizane ku di dema tezmîn û texmîs û iqtibaskirin û nezîrenivîsîyê da helbestekarê dûym di gel mexlesa xwe mexlesa helbestkarê yekem jî dinivîse. Berzragirtina navê helbestkarê berî xwe û înana navê wî tiştekî pêdivî ye.

Bo nimûne Melayê Cizîrî helbesta ‘Hafizê Şîrazî tezmîn kirîye û li dawîyê da pêkêşka ‘Hafizî hind bilind kirîye û jê ra qutbê Şîrazî dibêje.

Lê mixabin em di vê helbestê da rastî vê emanetdarîyê nayên. Ew jî dikare li ber du hegeran be: yek Axtepî we hizirîye ku ev helbest naskirî ye û her kes dizane ya Macinî ye û pêdivî nedîtîye ku navê Macinî bihîne. Her çend ku debîya bianîba. Ya dûyê ku i’htimala wê ‘kêm e, dibe ku nasixan ev helbest destvedayî kiribin. Lê ta cîhê ku ez dizanim, hemû destnivîsên malbata Axtepîyan di mala wan da arşîvkirî ye û helbestên wan çav dîtir klasîkên kurdî ‘kêmtir hatine desttêwerdanê.

Berawurdkarî:

Tercî’ibenda Macinî ji heft bendan pêk tê û di her bendê da çar nîvmalikên musece’ cî digrin. Helbesta Axtepî ‘xezel e û ji sêzde maikan pêk tê.

Gava em bera xwe didin van her dû helbestana, em dibînin ku zimanê Macinî faxir û romantîktir e û tê da peyvên dildarîyê û helbestane û şoxane zêdetir in. Di gel wê hindê zimanê wî bi rastî jî sê’hrawî ye. Herçiqas ku hejmara peyvên ‘Erebî û Farsî di her dû helbestan da jî zor in, lê peyvên Macinî peyvên dilveker û kartêker in. Di helbesta Macinî da hejmara peyvên Kurmancî û Farsî zortir in. Ew navê gelek ji xişl û xemlên jinane yên Kurdî bi kar dibe ku roja îro ji gelek kesan ra nenas in. Lê helbesta Axtepî zimanê wê û hevbendên wê lawaz in, ew zortir peyvên ayînî û hevbendên ‘Erebî yên wekî cebhetê beyza û xeddê munnwer bi kar dibe. Lê di helbesta Macinî da hejmara hevbendên Farsî yên wekî: gulşenxeram, şîrînkelam, gulçîn, gulbun û dildeh cî digrin.

Peyvên remzawî û mecazî di helbesta Macinî da balkêştir in. Cuwankarîyên toreyî li helbesta Macinî da serdesttir in. Bo nimûne: Di yekemîn nîvmalkê da dibêje: “Ey dila da çîne gulçînê,”  layekî da çîn û gulçîn cinas û tekrîrê saz dikin û layê dî da peyva gulçîn isti’are ye. Di nîvmalka dûyem da ber û binagoş û cemala dildara xwe diwekîne ba’xê bihêştê ku tejî gul e. Di nîvmalika sêyem da dildara xwe û bejn û bala wê diwekîne gulistaneke sefabexş.

Di benda tercî’ê da hem teşbîh û cinas heye û hem jî tenasub û mura’atunnezîr.

Di benda dûyem da dîsan hevbendên serxweş û mestane ku teradufê saz dikin, dihîne û ‘kezîyê dildara xwe û sunbul û rey’hanan tevlîhev dike û ji dildara xwe ra betûl wate jina damênpak dibêje, ku wekî tawûsa biheştî reng rengî xemilîye.

Di benda sêyem da ji dildara xwe ra sebzeya gulken ku hevbendeke romantîk e bi kar dibe.

Her di wê bendê da tefeşa dildara xwe diwekîne sorgulê û bisk û porrikên wê diwekîne benefşe û reşri’hanan û wê dike gul û dermanê derdê dilê bilbilê dilbi’ku û bextreş, ku Macin bixwe ye.

Di bendên çarem û pêncem da bi anîna navên xişl û xemlên curr be currên jinane hem tenasubê saz dike û hem jî teşbîhê û weha navên zîwer û zînetên jinên Kurd li dû hev ra dihejmêre: Netrik, bşkoj, berben, gêlgêle, gerdenî, kotirke, tît, guhar, qișt, serzîk, benî, tetwan û bazin.

Li dû xişl û xemlê ra li ser endamên leşê dildarê dibêje û dibilîne. Di vê bendê da ji bilî teşbîhê lef û neşra mureteb jî heye. Çavê dildarê diwekîne nêrgizê û lêvên wê diwekîne yaqûtê û diranên wê diwekîne durr û mirwarîdan. Li dû xala reşe filfilîn, zulfê ser milan, avirrên dildarê, bejn û bala wê diwekîne ba’xê evîn û mu’hebetê û li dû ra gulruxa xwe meş bi meş dişîne gulşenê. Dawîyê da bi ‘hisabê ebcedê dîroka nivîsîna helbesta xwe weha radigehîne:

Bû musemma: (‘hebbeza ew metle’a werduyyenam)

8+2+2+200+1=713  حبذا ‘Hebbeza

1+6= 7 او  Ew

40+9+30+70+1= 150   مطلعا Metle’a

      6+ 200+ 4+ 10+ 10+ 50+ 1+ 40= 321 وردیینام  werduyyenam

Kom:  1191

Macin li vira dîroka nivîsîna vê helbestê ku sala 1191 ê ye dinivîse.

Helbesta Axtepî bi benda lêvegerra tercî’ibenda Macinî dest pê dibe. Macin du peyvên leb û ‘xeb’xebê li dû hevdu ra dihîne û hevahengî û hevdengîyê di helbestê da diafirîne, lê dîyar nîne ka çima di helbesta Axtepî da ew hevahengî û rêz û bereka destvedayî bûye û li dû peyva leb ra gerden hatîye, ku narêkîyê dixe nav rêzika helbestê û hem jî hevahengîya helbestê dişkîne û silsilemeratibê têk dide.

       Axtepî di dûyemîn nîvmalika malika yekem da dest bi înana navê endamê dildarê dike û weha li dû hev ra rêz dike: dêm, çuhre, ten, qed, qamet, xedd, cebhet, turre, zulf, kakul, gîsû, perçem, zenexdan, ber, sîne, zend, bazû, kef, esbe’ (tipil) û li dû endaman ra ‘herekatên dildarê diwekîne gulê: ‘işwe, nazî, rûniştin, reftar, nikhet,  xende, bûse, avir, dîdar û li dû ra dibêje terkîba endama yara min yekser gul e.

Encam:

Her dû helbest jî ji şahikarên toreya Kurdî têne jimarê. Lê ya Macinî mişte ji cuwankarîyên toreyî û hevbend û peyvên lihevhatî û bi pêka dema xwe nû. Hevbendên wekî sebzeya gulken û gulçîna cemalê…

Axtepî baş li keft û left û hej û liv û reftar û akarên dildarê dibêje. Ne tenê endam belkû reftar û kirdar û rû’hîyata dildarê jî jê ra giring e. Macin jî kirdar û reftarê dildara xwe di peyvên weke qatil, xûnrêj, xûnxor radigehîne û li ser ‘xemz û naz û avirrên wê û meşa wê ya tawûsî û serxweşî û mestanebûna dildarê rû’hîyata dildara xwe nîşan dide.

Li bal Axtepî cuwankarîyên toreyî ‘kêm in, tenê li ser teşbîha sade  rawestaye û çend terkîbên tekrarî û dubarebûyî diîne: Yên wekî turreyê terrar, cebhetê beyza, zulfê mişkînbû, perçemê ‘eyyar, nazik‘herekat.

Ji cilûberg û xişlan Axtepî tenê navê pîrehen û  goşiwarî dihîne. Di vê barê da mirov dikare bêje: Axtepî nîvebajarî ye û dildara wî nazik’herekat e û tenê kirsekî ji gulê li ber e û guharekî zêrr li guhan da ye, lê ji sertapa, bi leş û heşê xwe va gul e. Dildara Axtepî germîyanî, lê dildara Macinî zozanî ye.

Macin ‘kurrê ‘eşîretê ye û dildara wî xwe bi hemû xeml û xişlê Kurdînîyê verpêçaye û xeml û tîtalên resen parastîye. Lê mixabin Macin tenê navê xişl û xemlan dihîne, ew qet li ser poşakan yên wekî: kiras û fîstan û kitan û kesrewan û … tiştekî nanivîse.

Macin dilgenc e û bi dil evîndar e û Axtepî şêx û sofîmeşreb e û her yekê pille û payeya xwe ya civakî nîşan dane. Lê Macin ji Axtepî evîndartir û şa’irtir e.

Macin dîroka nivîsîna helbesta xwe ku sala 1191ê ye radigehîne, ku salekê piştî nivîsîna çîrroka Zembîlfiroşî ye.  Lê em nizanin ka Axtepî kînga ev helbesta xwe nivîsîye.

Axtepî di dawîya ‘xezela xwe da rengekî ‘irfanî daye ‘xezelê û ew hizra sofîyan ya ku li bal gelek helbestkaran dubare bûye, dibêje:
“Meqsedê ‘așiq çu gul bit, seng e gul, hem xar e gul.”

Mirov dikare bêje ku rêça helbestên Se’dîyê Şîrazî û Baba Tahirê Hemedanî di vê malika wî da dîyar e. Se’dîyê Şîrazî dibêje:

“Muwe’hid heman bîned ender êbêl
Ki der xûbrûyanê Çîn û Çêgêl”
Yanê: Yektaperest ew cuwanîya ku di xweşkok û bedewên Çînî û Çêgêlî da dibîne, dikare li (bejna xilûxar) a hêştirê da jî bibîne.

Baba Tahirê Hemedanî dibêje:
“Bi se’hra bingerom se’hra te wînom
Bi derya bingerom derya te wînom
Bi her ca bingerom kûh û der û deşt
Nişan ez qametê re’nay te wînom”

Yanê: Ez li çolê dinêrrim ez te dibînim. Ez li deryayê dinêrrim ez te dibînim. Li her alî li çîya û deştan dinêrrim, ez nîşanekê ji bejna te ya xweşik dibînim.

Axtepî jî dibêje: Eger meqseda evîndarî gul be, dikare gulê di dirrik û keviran da jî dibîne.

JÊDER Û PİRTÛKÊN ARÎKAR:

Ferhenga Dêhxuda, ‘Elî Ekberê Dêhxuda

Ferhenga Henbane Borîne, mamosta Hejar

Ba’xê Îrem, Te’hsîn Îbrahîm Doskî

Dîwana Melayê Cizîrî, şer’ha mamosta Hejar

Du beytîyên Baba Tahirê Hemedanî

Bositana Se’dîyê Şîrazî

Destnivîsa dîwana Axtepî

Destnivîsa helbesta Macinî

Perawêz

[1]. Doskî: çine gul çine

  1. Doskî: cemale yar gul- Têbînî: Mamosta Te’hsîn Îbarhîm Doskî ev helbesta di pirtûka Ba’xê Îrem da weşandîye, lê serwayên wê hemû jî bi şaşî bêy karê sêyemê kesê tekane (e) anîye. Li cîhê yar e gul da yar gul nivîsîye, ku ew kêmasî hem wateya helbestê û hem jî kêş û serwaya wê dializîne. Her wisan gelek peyv bi şaşî weşandîye. Û bixwe dide ustuyê xwe ku nekarîye baş bixwîne. He di nîvmalka destpêkê da ku Macin dibêje Ey dilo were da em biçîne gulçîna cemala yarê, ewî nivîsîye: “Ey dila çîne gul çîne cemal e yar gul” ku hîç wateyekê nade. Macin dibêje: Ey dila were da biçîne gulçîna cemala yarê ku tev da gul e.
  2. Doskî: dildar gul
  3. Doskî: gulben
  4. Doskî: yar gul
  5. Di jêderan da weha hatîye: „xweș gulistanek sefabexș û vebûn tekrar e gul“ lê û di vêderê da çu wateyê nadet, me li cîhê «û» da «e» dana ku watedartir e.
  6. Doskî: tekrar gul
  7. Peyva çuhre ku bi wateya dêm û rûmetî ye, peyveke hevpar e di nîveka Kurdî û Farsî da. Kurd wê wekî çuhre û çore, lê Fars wekî çuhre û çehre rabêj dikin. Kurd ji rengê sûretî ra çoreyî dibêjin.
  8. Doskî: Sunbul û rey’han bi kerker tol û hev kirî û kezî
  9. Doskî: xemmilîn
  10. Doskî: qurmizî
  11. Doskî: șubhî
  12. Doskî: xare xar in
  13. Doskî: netrek
  14. Doskî: gulgulî
  15. Doskî: li hev kir terkh û … (?) – (kotirke xişleke jinane ye.)
  16. Doskî: qișt ser zik û benî ( ev peyva serzîk e, serê kezî û biskan zîk dikin, lê di nusxeyê da serzik hatîye)
  17. Doskî: çûme gul çenbe cemalê (?)
  18. Doskî: sa’id û netwan û bazin- Di nusexeyê da jî sa’id û netwn û bazin hatîye, lê ew peyv tetwan e, bi wateya destbend û bazinî ye. Ji tetwanê ra tetik û çeçik jî dibêjin, ku bazinekî qaşdar e.
  19. Doskî: nêrgiz (di destxetê da çeşm û nergis hatîye, bi dîtina min ew “û” ya bêwate û zêde ye.)
  20. Ev peyva dim dim wateyê nade, ew debê dindan/didan ba, çunkû Macin dibêje “yaqût û durr in” Di toreya klasîk da mebest ji durr ê didane û dim dim li vir wateyê nade. Dima yekem em dikarin bêjin dev e, lê ya dûyem çî ye?
  21. Doskî: çûme gul çenbe cemalê
  22. Doskî: purr in
  23. Doskî: șekwe
  24. Doskî: Qismet û dil xalek ‘xenî- Nusxe: qismet û dil xalek ‘xenî/ filfilî. Di nusxeyê da mirov dikare evê peyvê hem filfilî bixwîne û hem jî ‘xenî. Lê ‘xenî li vir da hem bêwate ye, hem jî di gel gilî û milî … nabe serwa û hem jî nabe sifet ji bo xalê. Filfilî hem serwayê serrast dike, hme jî wateya helbestê. Lê weha kêșa vê nîvmalikê leng dibe. (ez li ser wê bawerê me ku ev nîvmalika debê weha be: Min ji ba’xê mu’hbetê qismet e xalek filfilî ), ku hem watedar e û hem jî kêş û serwaya wê serrast dibin.
  25. Doskî: bû musemma ‘hebbesa- (‘Hebezzayanê beh beh çende xweş û xweşike, çende me’hbûb û berdilan e. Lê dîyar nîne mamosta Doskî ku ustadê zimanê ‘Erebî ye jî çima li şûna ‘hebbeza yê da ‘hebesa nivîsîye?)
  26. Macin di vê nîvmalikê da dîroka nivîsîna helbesta xwe bi ‘hisabê ebcedê dinivîse, ku diket sala 1191.
  27. Di destxetê da li dû peyva ten gul ra “û” yek hatîye ku hem kêşa helbestê û hem jî wateya wê têk dide û hem jî ne wekî jêdera xwe ye, lewra me ew “û”ya jê bir.
  28. Kêşa vê nîvmalikê leng e. Peyva heme jî ne di cîhê xwe da ye û helbest lawaz kirîye. Dibe ku peyveke dî be û nasixan ew wisan guhorrîbin.

ڤان بابەتان ببینە

Dê ji gotina nivîserê Nerwîcî yê navdar (Jostein Gaarder 1952)ê dest pê kim, xudanê pertûka …