بابەت

– Derok:

Hêtîtî(Hittites) milletekê hindu-ewrupî ne, serşeqên şahnişîna wan gehiştîne roj’ava û joriya Kurdistanê. Hinek vekoleran bi babkalkên Kurdan li qelem dayne, gelek pertûk û jêder bi zimanên cuda-cuda li ser ziman, avedanî, şûnwar û hunerên wan hatîne nivîsîn. Ev vekolîne dê temet ber û minên xo, hinek qurnetên tarî yên wan rohin ket.

– Dîtna şûnwaran:

Sala 1879z mêjûvan û şûnwarnasê Ingilîz Erşîbald Hinrî Says(A. H. Sayce) seredana peykerên (Niobe) û (Sesostris)(2) liser baniya Enatolya li nîvgirava Asiya biçûkda, kir. Sala paştir 1880z  her (says)y vekolînek li civata şûnwarên pertûka pîroz (Holy bible : Tewratê) da, pêşkêş kir. Têda diyar kir peykerên ji ber û teḧt û kevran li baniya Enatoliya hatîne biřîn, xertandin, nexşandin û nivîsîn, hemî şûnwarên Hêtîtiyane, ew milletê ji kevin da li çiyayên joriya rûbarên Dîcle û Furat (Kurdistanê) û li Asiya biçûk dijiya (Gurney, 1990, p. 3 – 4).

Hinek vekoleran navê Hêtî(Hitti) weku Hatî(Hatti) xwandiye, bi hizra vekoler Olîver curny(Oliver R. Gurney ) herdu peyv êkin. Hêtî(Hitti) xwandina şûnwarnasên Ingilîze, Hêtîtiyan navê xo ji bav û bapîrên xo yên kevnitir Hattyan(Hattians) wergirtiye. Piştî heyameka ne gelek dirêj, herdu bûne êk millet (Gurney, 1990, p. 5 . Zwahir, 2003, vol. 9, p. 3031 ). Hinek vekoler û şûnwarnas van peyvan weku: ḧîsî, ḧîtî, xîtî, hîtî, ḧatî, xatî, hatî, ḧetî, ḧettî … Dixûnin, hemû yekin.

Li salên 1888 – 1892ê tîpeka şûnwarnasên Elmanî, gelek şûnwarên Hêtîtiyan li devera Zinjerli li joriya Sûryê dîtin. Not û şeş parçeyên peyker û şûnwaran dîtin, gelek mor û cihên morlêdayên Hêtîtiyan, di nav da bûn (Gurney, 1990, p. 4. Neve, 1996, p. 60).

– Cihê cugrafiyê şahnişîna Hêtîtiyan:

Hêtîtiyan şahnişîna xo (kinigdom) despêkê li ser baniya Enatoliya avakir. Paytexta wê Hatusa(Xatuşa/ Hattusa) dikevîte nîveka kivanê rûbarê Halîs(Halys)ê Mîdî (lehmanin, ohne datum, p. 42 . Zayd, 1966, b35), ewê tirkan navê wî guhařtî û kirye Qizil îrmaq!(3). Rûbarê  Halîs ji çiyayên Tecer(Teger) li jêriya rojhelatê bajêřê sêwas dizêt. Paşî rûbar bajêřê navbirî dibřît û berf jêriya roj’ava diçît, bêje nîv bazinekê li dor bajêřê hatusa paytext çêdiket, berî li joriya bajêřkê Bafra biřêjîte Deriya reş.

Şahnişîna Hêtîtiyan mîna ji xerîta(4) vekolerê Elman Pîter nêv(Peter Neve) diyare, ji bajêřên Kutahya, Îsparta û Entaliya ji roj’ava despêdket, heta devera Badînan û serekaniyên rûbarên Dîcle û Furat li jêrî û joriya gola Wanê, li rojhelat. Dîsan ji dehmenên jêriyên zincîra çiyayên Pontis li jorî, heta jêriya girava Qupirs û benderê Ceble(Cuble/Gubla) û bajêrkê (Bu Kemal)ê Sûrî, li jêrî (Neve, 1996, p. 4).

Em dikarîn rexneyeka sivik, li xerîta hêja Pîter Nêv bigrîn.

Êk: deverên Badînan, Hekariya û jêriya gola wanê di xerîta wî da tunene. Em dizanîn gundên Hêtîtiyan(Hittites) li gişt van deveran heta niho mayne û hene û dibelavin. Wek: Hêtîta Mizûrî jêriya li rojhelatê Duhok, Hêtîta Mizûrî joriya li pişt çiyayê Lînkî,  Hêtîta devera Bedlîs li joriya bajêřkê Exɫatê(5)…hwd. Aşkare ev (Hêtîte) gişt ji paşmayên Hêtîtiyane piştî wek millet, di nav Mîdiyan da buhijîn û ḧelyayn. Mixabin şûnwarên gundên (Hêtîtî) yên Kurdistanê, heta niho nehatîne vexwandin û şîkarkirin, piştî ew şûnwar, ji gurzên bê reḧmên peqandinê, şikandinê, xirabkirinê û nemanê rizgar bûyn. Aşkare vekoler pîter nêv(P. Neve) gelek şarezayê babetên şûnwaraye. Lê di vekolînên xo da ji tixûbên hatuşa paytexta Hêtîtiyan li ser baniya enatoliya dûrtir neçûye! (wikipedia bi Elmanî). Lewan agehdariya wî li ser gundên Hêtîtiyan li roj’ava û joriya Kurdistanê tunene.

Du. Ji nav û rûdanên pertûka pîroz (Tewratê), ku tijî nav, rûdan û nûçeyên Hêtîtiyane, heta zanayekê mîna şûnwarnasê navdêrê Firensî (g. Maspero) li wê hizrê ye, Hêtîtî babkalkên dûrên Kurdane (naumanin, 1948, p. 37).

Nihu hinek nûçe û rûdanên Hêtîtiyan di Tewratê da:

– Paşî Ebraham hevjîna xo Sara li şkefta Makpîla(Macihpelah) di nav zevya beramber (bajêřê) ḧebrun(6) da li axa ken’an veşart. Ew zevî bi şkeft ve, herdu Ebraham ji Hêtîtiyan kiřîbûn (genesis 23 : 19, 20).

– Piştî Ebraham çûye ber dilovaniya Xudê, herdu kuřên wî Îsḧaq û Îsma’îl, ew jî (anku Ebraham) li şkefta makpîla li nav zeviya Efrunê kuřê Zuharê Hêtîtî, ewên Ebrahamî di jiyana xo da, ji Hêtîtiyan kiřîn, veşart (genesis 25 : 8 , 9).

– Demê jiyê ‘Îsoyê (kuřê Îsḧaq û birayê Yaqub) bûye çil salî, Cudît(Juditih) kiça Bîryê(Beeri) Hêtîtî û Besîmat(Basematih) kiça Îlun(Elon)ê Hêtîtî, herdu marekirin (genesis 26 : 34).

– Li guř Tewratê şah Silêmanê kuřê Dawud ḧeftsed jin û sêsed kenîze(carye) hebûn (1 kingis 11 : 3). Şah Silêman(Şilumuyê/Solomon) (kuřê Dawud) bijlî kiça Fîr’ewnê Misrê, gelek jinên mu’abî , amuny , êdumyedomi , sîdunî û Hêtîtî mare kirbûn (1 kingis 11 : 1).

Sê. Di jêderên ewrpî da xuyaye Hêtîtî, di serdemekî da li Felestînê jiyayne, bi guruvê hatina navê wan di pertûka pîroz (Tewrat)ê da mîna me di xala (duwê da) baskirî. Bo piştrastkirinê tinê dê navê (sê) jêderan ewên basî Hêtîtiyan li Felestînê kirî, nivîsim:

A . Gotara: Hêtîtî li Felestînê, di kovara vedîtna Felestînê da, hijmara : 69 , hatiye belavkirin. Eve ye: Forrer, E. O.,1937, The Hittites in Palestine, Palestine Exploration Quarterly, N. 69, p. 100 – 115.

B . Hêtîtî li Felestînê, di ferhenga karpêkirna pertûka pîroz da. Eve ye: Haider, A. G., 2005, Praktisches Bible Lexikon, Marix Verlag GmbH, Wiesbaden, Studie über Hethiter in Palästina, p. 509.

C . Hêtîtî li Felestînê û împiratoriya  Hêtîtiyan. Eve ye: Gerhards, M., 2015, Die Hethiter in Palästina und das Hethiter reich, Verlag  Geber. Mann, Berlin.

     Ev nimûnên boriyên Tewratê û jêderên Ewrupî, beɫge û gurovin, ku Felestîn jî heyameka dirêj, li bin deshelata şahnişîna Hêtîtiyan da bû. Mixabin Felestîn jî di xerîta hêja Pîter Nêv(p. Neve) da, tune!

– Zimanê Hêtîtiyan:

Sala 1915 şûnwarnasê çîkî Bêdrîş Hiruznî(Bedricih Hiroziny) vekolîneka kûr û çivir li ser rêzmana zimanê Hêtîtiyan belavkir. Têda bi beɫge û gurov diyar kir, zimanê wan zimanekê Hindu’ewrpî ye (Elman dibêjnê zimanên hinducêrmany/Indo germanic), mîna şûnwarnasê Ferensî Castun Maspîru(Gaston Maspero), berî wî, anku berî (Hiruznî) sala 1902 gehiştye wê rastiyê (Irmscher, 1978, p. 236 . Zwahir, 2003, vol. 9, p. 3030).

Bi hizra vekoler Ulîver Curny(Oliver r. Gurney) zimanên Hêtîtiyan, Lûyiyan, Dariyan, Paliyan, Kaşiyan, Huriyan, Mîtanyan, Xaldiyan, Faniyan hemû Hindu’ewrpîne û nêzî hevin (Biryce, 2023, p. 22 . .Gurney, 1990, p. 103 – 112 . Abu als’ud, 2009, b185).

Vekolerê Elman (Sibastiyan Şitêfnss) hinek peyvên Hêtîtiyan wergêřayne zimanê Elmanî, min jî ew peyv li guř ankuyên Elmanî kirne Kurdî, min dît gelek nêzî Kurdî ne. Eve tinê (neh – deh) peyvekin:

Kurdî Hêtîtî Elmanî
Jêrî shere Süden
Nan nin Brot
Gêr, kêr ger Messer
Mene, mine mana Mine
Nî (nwî) ne Neu
Go(lik) gu Ochse
Cî, cîhan (kîhan) ki Ort
Deb, dep dub Tafel
Tu tuk Dich
A (v) Ä Wasser
(Steffens, 2024, p. 117 – 127)

Li serdemê şahê Hêtîtiyan Şupîluliyumayê êkê (1350 – 1322 b.z) sê dewletên nifş Hindu’ewrpî ferwerî li roj’avayê kîşwerê Asiya digêřa. Hêtîtiyan li baniya Enatoliya û pişkeka Kurdistanê, Fîr’ewniya li Misra evro, Kardunyaş li naverasta ‘Îraqê û Babil, Mîtanyan li joriya Suriyê (ku bi hizra Hêtîtiyan) her ḧurî/xurî bûn (saliḧ, 1967, c1 b188, 482). Li guř beɫgenameyên Til al’emarine ku dikevîte Misrê, pêwendiyên hersê dewletan di gelêk da gelek di xoş bûn. Xelat û diyarî di nêvbera wan da dihatine guhařtin, di gelêk da di kaẍez guhuřîna da weku bira bûn. Bi jin’înan, xwastinan û helkeftan pêwendiyên diblumasî di nêvbera xo da, qahîm û mukum dikirin ( Biryce, 2023, p. 269.. Gurney, 1990, p. 62 ).

Di serdemê şahê Hêtîtî Xatuşîlîşê êkê da, dewrûberê 1650 – 1620 b.z, biřyar hatedan gotinên şahî, wezîran û pismîran bi xetê Hêtîtiyê mîxî (bizmarî) bêne nivîsîn. Anku ev xete, di salên duhizarê da b.z, bû xetê fermiyê şahnişîna Hêtîtiyan (Gurney, 1990, p. 141).

– Peristna rojê:

Peristgeha bajêřê pîrozê arînna dikevîte nêzî Hatuşa paytextê Hêtîtiyan li ser baniya Enatolya. Bi hizra vekolera Elman Anêta Tizvara(A. Zwahr) ew peristgeha taybetiya xudawendê rojê bû, şahjina geşa erd û esmanan bû, şahî di ceng û tengaviyan da hewara xo digehandê (zwahr, 2003, vol. 9, p. 3030. Gurney, 1990, p. 112 ) . Wesa diyare Hêtîtiyan gelek xudawend dinyasîn yan diperistin, bi hizra wan: xudawendê (rojê) li Sîpar(Somer),  yê (heyvê) li Kuzîn(Yûnan), (‘Îştar) li Neynewa(‘Îraq), (nanaya) li Lazpa(Lêsbus, Yûnan), û (merdox) li Babil(‘Îraq), dijîn. (Curnî, 1997, b191)

– Şah Labarnas û danana bingehê şahnişînê:

Şahên nû yên Hêtîtiyan ḧez diken rehên xo bigehînine şahê xo yê navdêr û kevnar Labarnasî, ku di nêvbera 1680 – 1650 b.z ferwerî gêřaye. Dûr niye mêjuwa şahnişîna Hêtîtiyan ji wî despêbiket (Kilinger, 2012, p. 36. . ‘Ilî, 2002, c1 b17). Cêgirekê nêzî Labarnasî eve nivîsye: Labarnas di berê da şah bû, bira, kuř, xizim û mirovên wî di’êkgirtî bûn. Weɫatê wî yê biçûk û hindik bû, cih û beroka rêya wî ketbayê, digirt û liser axa weɫatê xo zêde dikir, heta tixûbên xo gehandine ser kinarên robar û deryayan. Demê ji şeřan westiyay, têr bûy û zivřiye mal, kuř û bira û kesûkarên wî her êk çû ser kursîka rêvebirna devereka cuda ya weɫatê wî. Çûne deverên Hubîsna, Tuwanwa, Nînasa, Lananda, Zalara, Lusîna… ferwerî gêřan û bajêřên mezin li ser xo pişik kirin û beɫav kirin (Gurney, 1990, p. 17. Cornelius, 1973, p. 37.).

Aşkare dezgehên mezin û giringên dewletê bi destên kesûkar û mirovên şahî bûn. Dezgehên bilind û hejî wek: serokê zêrevanên şahî, wezîřê şeřan û aştiyê, serokê dîwana wezîran, serokê xizîna diravî, serokê helgirên solcanan, berpirsê lênangehan, gişt kesûkarên şahî bûn. (Cornelius, 1973, p. 103 Curnî, 1997, b93).

Şahê Hêtîtiyan li Hatusa paytextê xo, ne xudawend bû mîna şahên Misrê, ne jî nunerê xudawendan bû mîna şahên Mîzuputamya.. Pêtir mîna şahekê Elmanyê çaxên naverast bû, ne mîna şahekê diktatorê çavbirsiyê rojhelatî bû. (Birockihaus, 1997, vol. 8, p. 94 – 95 miḧmid, 1965, b72).

– Kan û çekên şeřî:

Hêtîtiyan şehrezayî di der’înan û paqijkirina hinek kanan da hebû. Mis û bironz bo çêkirna çekên şeřî û amanên xwarinê bika diînan. Asin bo çêkirina şîr û metaɫan, depên nivîsînê, peykerên xudawend û canewerên pîroz di peristgehan da bikar diînan (Gurney, 1990, p. 67. Kunist, 2002, p. 40 – 41 ).

Hêtîtiyan ‘erebanên şeřî yên li ser du xiřxalan ku hespan dikêşan, di şeřan da bikar diînan. ‘Erebane hebûn (sê) şeřvan heldigirtin. Êkî hesp dihajot yan dihajotin, yê duwê dijî dujminî hêriş dikirin, yê sêyê beřevanî ji şeřvanan, hespan û ‘erebanê dikir. Çekên şeřkeran, şîr û metaɫ bûn, řim bûn, tîr û kivan û qelẍan bûn (‘Isfur, 1962, b178. Curnî, 1997, b143).

Di beɫgenameyeka bajêřê (Boghazköy) da, deverên Qadiş avřêja rûbarê ‘Asî li jêriya Suriyê, û Amûrwo li joriya Felestîna evro, herdu ketine bin deshelata Hêtîtiyan, piştî şah Muatalîsê Hêtîtî (1295 – 1282 b.z) di şeřê (Qadiş) da sala 1286 b.z, bi ser leşkerê Misrê, bi qumandariya Sîtiyê êkê(1290 – 1279 b.z) serkeftî (Zwahr, 3003, vol. 9, p. 3029. Biryce, 2023, p. 160.   . Zayd, 1966, b506).

Hinek şahjinên Hêtîtiyan dewrên mezin û bilind, di rêvebirin û siyaseta dewletê da, digêřan. Bo nimûne xanim Puduxîpa(Puduhippa) kabaniya şah Xatuşîlîşê sêyê (1267 – 1237 b.z) dewrekê hêja û giring, di peymana aştiya di nêvbera şahê hevjînê wê û Fîr’ewnê Misrê Remsîsê duwê gêřa. Ev dewre, bû egerê morkirna peymana aştiya navbirî, ji layê herdu şahan ve. (Lehmanin, ohne datum, p. 221. Biryce, 2023, p. 153 -154)

Her şahjin Puduhîpa piştî hevjînê wê mirî, dewrekê hejî û mezin dît, heta şiyay kuřê xo Tudxalyaşê çarê li şûna babê wî, bikete şah (Sürenhagen, 1981, vol. 8, p. 93 – 103. Biryce, 2023, p. 102 -103. Abu als’ud, 2010, b128).

– Huner û peykertiraşîn:

Bijlî hunerê teqnê, qafkî, misî û asinî, Hêtîtiyan hunerê peykertiraşînê, nikrandinê û nexşekêşanê li ser beran, teḧtan û kevran jî gelek pêş êxistîne.

Li devera Alaca Höyük(7) peykerên canewerên ji zîvî û bironzî, aman û kopên zêřî, mişe hatîne dîtin. Hinek ji wan mîna (rojê) bi peřin li esmanî difiřin, hinek weku ask û şivrane, ku roj, ask û şivir hersê li cem wan di pîroz bûn (Biryce, 2023, p. 48, 250. Gurney, 1990, p.163.). Dîsan peykerên hespan, şêran, mirovan û peřindan ji berên bazî yên reş tiraşîne û çêkirîne (Naumanin, 1948, p. 50 – 53). Bijlî çêkirina gelek rengên moran û sitempan(xitman) ku hinek mînakan jê di vê vekolînê da, belav dikeyn.

Hinek vekoler li wê hizrêne, peykerê şêrê Babil ku ji kevrê baziltê reş hatiye tiraşîn, niho li baxçeyekê bajêřê Babil (Elḧile) li ‘Îraqê, hatiye danan, ji çêkirina hunermendên Hêtîtiyane, li serdemê şah Murşilîşê êkê(1620 – 1590 b.z), sala 1595 b.z hatiye tiraşîn û çêkirin; çunkî di vê salê da (Murşilîşê navbirî) bajêřê Babil dagîr kir, û piştî demekê kêm vezvřî cihê xo, piştî bihîstî şořişek li (Hatuşa) paytext, dijî wî rabûye (Kilinger, 2012, p. 41 – 42). Li guř jêderan sala 1590 b.z şah Murşilîşê êkê hatiye kuştin (Zwahr, 2003. Vol. 9, p. 2029. . Abu als’ud, 2009, b127).

Dibêjim boçûneka ber’eqle, şêrê Babil jiçêkirina hunermendên Hêtîtiyan bît, jiber:

  • Peykerên gayên ji berên baziltî hatîne tiraşîn, li dever û bajêrên Hêtîtiyan piřin û dimişene. Hinek şêran serên mirovan bo hatîne çêkirin, hinekên din ji layên qebarey ve mezin û biçûkin, yan berên baziltî yên reşin yan berên volkanî yên pîgmatîtine, yan rawestana şêran li serpiyan bê xudan û bê suwar, hinek şêr bi çeng û peřin, hinekan jî mirov êxistîne bin dest û pên xo.. Evên dawiyê gelek mîna şêrê Babilin (Naumanin. 1948. P. 35, pic. 27. Kunist, 2002, p. 58).
  • Peykerekê şêrekê Hêtîtiyan mîna şêrêB, mirov li bin dest û pên şêrî ye. Li ser bergê pertûka (El-ḧîsiyûn) ya vekolerê Ingilîz Olîver Curnî(Oliver r. Gurney), çapa ‘Erebî, hatiye belavkirin. Em jî careka din wî mînakî, di gel vê gotarê da belav dikeyn.

– Lîsta şahên Hêtîtiyan:

Ev lîste ji (sê) jêderan hatiye wergirtin û hevberkirin:

  1. Gurney, Oliver r. the hittites.
  2. Biryce, Tirevor, warriors of anatolia.
  3. Kilinger, Jörig, die hethiter.

Bo zanînê hemî salên lîstê, salên berî zayînî ne!

– Enîtas ?

– Tudxalyaşê êkê ?

– Sarumas ?

– Labarnasê êkê 1680 – 1650.

– Xatuşîlîşê êkê 1650 – 1620.

– Murşîlîşê êkê 1620 – 1590.

– Xantîlîşê êkê 1590 – 1560.

– Zîdantasê êkê 1560 – 1550.

– Amunasê êkê 1550 – 1530.

– Xuzyasê êkê 1530 – 1525.

– Tîlîpînus 1525 – 1500.

– Alu’amnas

– Xantîlîşî duwê

– Zîdantasê duwê

– Xuzyasê duwê

( Hersê jêderan, serdemên herçar şahên borî 1500 – 1400 b. Z, nivîsîne).

– Tudxalyaşê êkê 1420 – 1400.

– Xatuşîlîşê duwê 1400 – 1390.

– Arnuwandasê êkê 1370 – 1355.

– Tudxalyaşê duwê 1390 – 1370.

– Şubîluliyumaşê êkê 1344 – 1322.

(1355 – 1321, kilinger, p. 125)

– Arnuwandasê duwê 1322 – 1321.

– Murşilîşê duwê 1321 – 1295.

– Muwatalîş 1295 – 1271.

(Kilinger, p. 125. 1295 _ 1275)

– Urxî tîşub (Murşilîşê sê)

        (1271 – 1264)

– Xatuşêlîşê sê 1264 – 1239.

– Tudxalyaşê çarê 1239 – 1209.

– Arnuwandasê sê 1209 – 1205.

  (Biryce, p. 269. 1209 _ 1200)

– Şubîluliyumaşê duwê 1205 – 1200.

 (Biryce, p. 269. 1207 – 1200)

Jêder û serekanî

  1. Jêderên ‘erebî:

١. أبو السعود، صلاح، ٢٠٠٩، تاریخ وحضارة ارض الرافدین، منشورات مکتبة النافذة، القاهرة.

٢. جورني، و. ر.، ١٩٩٧، الحیثیون، ترجمة: محمد عبدالقادر محمد، منشورات الهیئة المصریة العامة للکتاب، القاهرة.

٣. زاید، عبدالحمید، ١٩٦٦، الشرق الخالد ــ مقدمة في تاریخ وحضارة الشرق الادنی القدیم، منشورات دار النهضة العربیة، القاهرة

٤. صالح، عبدالعزیز، ١٩٦٧، الشرق الادنی القدیم، منشورات مکتبة الزمان، القاهرة، جـ١.

٥. عصفور، محمد ابو المحاسن، ١٩٦٢، الشرق الادنی قبل عصورە التاریخیة، مطبعة المصري، القاهرة.

٦. علي، رمضان عبدە، ٢٠٠٢، تاریخ الشرق الادنی القدیم وحضارتە، دار نهضة الشرق للطبع والنشر، القاهرة، جـ١.

٧. محمد، محمد عبدالقادر، ١٩٦٥، تاریخ الشرق القدیم، منشورات مکتبة القاهرة الکبری، القاهرة.

  1. Jêderên ‘ewrupî:
  2. Bittel, Kurt, 1976, Die Hethiter, C. H. Beck Verlags – Buchhandlung, München, Germany.
  3. Brockhaus, F., A., 1997, dtv Lexikon, Deutscher Taschenbuch Verlag. GmbH u. Co., München, Germany.
  4. Bryce, Trevor, 2023, Warriors of Anatolia – A Concise History of the Hittites, Bloomsbury Academic, London.
  5. Cornelius, Friedrich, 1973, Geschichte der Hethiter, Wissenschaftliche Buch gesellschaft (WBG), Darmstadt, Germany.
  6. Grant, Michael u. Hazel, John, 1983, Lexikon der antiken Mythen und Gestalten, aus dem Englischen von: Holger Fliessbach, dtv Verlag GmbH u. Co., München.
  7. Garstang, John, 1929, The Hittite Empire, Constable and Company LTD, London.
  8. Gurney, Oliver R., 1990, The Hittites, Penguin Books Ltd., London.
  9. Irmscher, Johannes, 1978, Lexikon der Antike, VEB Bibliographisches Institut, Leipzig, Germany.
  10. Klinger, Jörg, 2012, Die Hethiter, C. H. Beck Verlag, München, Germany.
  11. Kunst – u. Ausstellunghalle der Bundesrepublik Deutschland GmbH. 2002, Die Hethiter und Ihr Reich, Konrad Theiss Verlag GmbH., Stuttgart.
  12. Lehmann, Johannes, ohne datum, Die Hethiter – Volk der tausend Götter, C. Bertelsmann Verlag, München, Germany.
  13. Naumann, Rudolf, 1948, Die Hethiter, Verlag Geber – Mann, Berlin, Germany.
  14. Neve, Peter, 1996, Hattusa – Stadt der Götter und Tempel, Verlag Philipp von Zabern, Mains am Rhein, Germany.
  15. Rakham, Harris (Editor), 1938, Pliny Natural History, Harvard University Press, USA.
  16. Steffens, Sebastian, 2024, Hethitische Sprache und Keilschriften, Herstellung Amazon Distribution GmbH, Varel, Niedersachsen, Germany.
  17. Sürenhagen, Dietrich, 1981, Zwei Gebete Hattusilis und Puduhippa, Alt Orientalische Forschungen, Band. 8, p. 83 – 168, Berlin.
  18. The Holy Bible, 1984, New International Version, Copyright by Biblica. Inc. Colorado Springs Co. USA.
  19. Weber, Otto, 1920, Die Kunst der Hethiter, Verlag Ernst Wasmuth A. G., Berlin.
  20. Zwahr, Annette, 2003, Brockhaus Universal Lexikon, F. A. Brockhaus GmbH, Leipzig, Germany, Band: 9.

Perawêz:

1) Şahnişîn: yan şanişîn, memleket, kingdom.

2) Niyobî(Niobe) : di çîvanokên girîkî da kiça şah (Tantalus û Da’unê) ye. Bermaliya Amfiyonî bû. Diya ḧeft kuř û kiçên ciwan bû. Hozanvanê girîkî (Homîros) di dastana (Elyade) da basê wê dike, peykerekê wê li baniya Enatoliya hatiye dîtin (Girant u. Hazel, 1983, p. 294).

Sîzustirîs(sesostiris) : dibêjin şahê Misrê Sînusirtê sêyê ye. Peykerên wî li Asiya biçûk mayne (Rakham, 1983, p. 43).

3) Qizil Îrmaq: anku rûbarê sor. Amajeye bo xûna sora bêgunehên xûnřêjên mîna Çengîzxanî, Holakoy û Tel’et paşay di mêjûyê da rêtî!

4) Xerîte: ji peyva Yûnanî(Girîkî) xarte kiharte hatiye. Di Elmanî da karte , di Ferensî da   carte, di Latînî da ciharta , di Holendî da kaart … Hwd. (Xerîtê) çi rehên ‘erebî nînin, ji xerîta Yûnanî hatiye wergirtin. Xerîte ji nexşe û neqşe.. Rastir û zanistîtire. Neqşe û nexşe (neqiş yuneqiş) xerîte nînin! Xêrek (di neqşê da) heba, da xudanên wê bi xo bikar înin. (‘E.M)

5) Ji zardevê nivîserê hêja Ebu-Zer Balî, roja êkşembî 14/8/ 2011 li Berlîn. (‘E.M)

6) Niho dibêjnê: Xelîl.

7) Alaca Höyük : Berî bajêřê Hatuşa, paytextê kevnarê Hêtîtiyan bû. Li ser baniya Enatolya, bi 200 km dikevîte rojhelatê Enqere, cihekê leşkeriyê qahîm û asê bû (kilinger, 2012, p. 11, 13).

ڤان بابەتان ببینە

Dê ji gotina nivîserê Nerwîcî yê navdar (Jostein Gaarder 1952)ê dest pê kim, xudanê pertûka …