Sergotar.. Piroseya Wergêranê û Danenasandina Edebiyatan

Wergêran di binekoka xwe da zanisteke; keltûr û çanda mirovayetiyê bi hev digehînît dako; gelên li ser rûyê vî gerdûnî serhelî nasneme û verêja hizra hevdû bibin.. Goman jî têda nîne, ku wergêran amrazekê karîgere di werara pêvajûya mirovayetiyê’da û her milletekê zindî û xwedan paşxaneyekê bajêrvanî û dîrokî, pêdvî bi piroseyeka pir bizava wergêranê heye. Emên Kurd jî wekû milletekê dêrîn û zindî, pêdvîye em di vî buwarî da di çalak û roldar bîn û çi caran xemsariyê bo nasandin û gehandina berhem û berkarê gelên dinyayê bo xwandevanê Kurd nekeyn û berovajî.

Mixabin heta niha, li Herêma Kurdistanê wergêran ne bûye pirose û wekû pêdvî giringî pê nehatiye dan, gereke dezgehên hevbendîdar karîgerî û karlêkirna wergêranê paşguh nekin, çunkî bi perawîzkirna wergêranê, em dê di dûr û veder bîn ji mifa wergirtinê ji têgeh û berkar û berhemên nû û serdemiyane yên milletan.

Bi dîtna min, wergêran mîna rûbarekî ye bê destûrî ji tuxîban derbaz dibît, bi rengekî li cem herdû aliyên tuxîbî li cihê bixêrhatinê ye, ankû wergêran ji bo her zimanekî mifayên xwe hene. Dîsan wergêranê di piroseya pêşveçûna biyavê edebî ya her civakekî da girngiya xwe heye. Loma xuya dibe, ku li civakên pêşkeftî nemaze yên rojavayî û yên girngiyê di din edebiyatê, wergêranê cih û pêgehekê taybet heye. Li vêre dê amajê bidim pendeka Fîrewnî ku di bêje: “Heş bi serê wî milletî wer di bît ewê bi kelha beremberî xwe ne şareza”, evca eger em zimanê kelha berember nezanîn jî, divê bi kêmahî, me şarezayî û pêzanîn sebaret bi berhemê hizrî û keltûrî yê akinciyên wê kelhê hebin! Ev çende di şiyan daye bi wergêranê bi destve bihêt.

Wergêran li navçeya me û bi şêwezarê Kirmancî di astekî daye, mirov ni kare jêra bi bêjît (Bizava Wergêranê), belkû wergêran di çarçûvê çend ezmûn û pêngavên kesokî û bê bername da derbaz nabît.

Veder ji vê dîtna li silal, di çend salîn borî da, karekê ta radeyekê baş ji aliyê Parêzgeha Duhokê-Rêveberiya Çap û Belavkirnê li Duhokê û navenda Xanî ya Rewşenbîrî û Ragehandinê û Dezgehê “Spîrêz” di biwarên cuda cuda hatiye kirin ku hejmareka berhemên edebî jî li xwe di girtin. Herwisa Êketiya Nivîserên Kurd – Tayê Duhokê û Kovara “Metîn” jî, di gera xwe ya çarê da, hijmareka pirtûkên wergêrayî bi çapê gehandîne, lê bi tinê bo ser Zimanê Kurdî, belê wekû wergêran bo ser zimanên dî rêjeya wê gelek ya kême.

Diyare ji wî berhemê, bi hejmar kêm, ji aliyê bizavên kesokîve yan ji aliyê van saziyên me amaje pêdayî, pirtûkên baş hatine wergêrandin, belê mixabin, piroseya wergêranê ji ber nebûna fîlter û sansoriya kuwalîtiyê, îro keftiye bin gefekê, ku berhemên biyanî bo meremên bazirganiyê û pirfirotinê, bêy reçavkirna kuwalîtî û başiya pirtûkên dihên wergêran û bê, ku dezgehek hebit, helsengandin û pêdaçûnê bo wan pirtûkan bi ket beriya çap bi bin!

Mirov ni kare bi awayekê rehayî hemî ew pirtûkên hatine wergêran bi êk pîver li qelem bidet, çunkî; bi rêjeyeka kêm, pirtûkên baş û navdar hatîne wergêran, belê dema mirov piraniya wan pirtûkên bi tinê bo meremên bazirganî hatine wergêran, mirov şok û bêzar dibît ji berkû; bi zimanekê ast daketî û bê kuwalîtî û tijî şaşî yên rênivîsînê û rêzmanî û ramanan hatine wergêran û mercên wergêrana serkeftî di pitriya wan pirtûkan da nîne û di dûrn ji penda pêşînan ewa dbêjît: “Nanî bide nanpêjî bila naneka zêde bît.”

Çewaniya Xurtkirna Bizava Wergêranê

Li civakên mîna civakê me, ku nivîsîna edebî têda nebûye jiêderê jiyarê, û bazarê pertûkê jî hêşta yê sar û bê rewace, lewra berî her tiştî xurtkirna bizava wergêranê bi girngîdanê ye bi rewşenbîran bi giştî û bi wergêrî bi taybetî li gel ektîvkirna piroseya xandinê. Pêşniyaz dikem ku; Hikumeta Herêma Kurdistanê (Kabîneya Dehêm) girngiya wergêranê berçav wer bgrît û dako biyavê wergêranê jibo ser Zimanê Kurdî werar û pêşveçûnê bi xweve bigrît. Çunkî dema wergêr bi rengekê take kesî kar biket û çi dezgeh nebin wî han bi den û zehmeta wî bi helsengînin, çi bi çapkirna wergêranên wî yanjî bo dabînkirna jiyara wî dako pitir di vî biyavî da melevanîyê biket, dê piroseya wergêranê li cihê xwe singepê mînît. Çareserî dezgehekê wergêranê ye li Duhokê bihête damezrandin bêy maytêkirna mişexwer û ew kesên ne şolejê li gel kempîneka berfireh ya xurtkirn û paldana xelkê me, dako ber bi xandinêve biçît.

ڤان بابەتان ببینە

REXNE Û RASTÎ

Nivîsîn: Şîrînduxt Deqîqiyan Wergêran ji Farisî: Mesûd Xalid Gulî Destpêk: Nivîserê Çîkî (Firans Kafka: Franz …