بابەت

Piştî şeřê cîhanî yê êkê deshelata dewleta Osmaniyan li ser başûrê Kurdistanê nema û hêzên Ingilîzî ber bi deverê ve hatin, û ji ber ku Ingilîzan di gel hevpeymanên xo yên Firensî pilaneka nû bo deverê danabû, ew jî lêkvekirina deverê bû li dûv řêkkeftina Saykis Bîkoyê, wan bo bi cih’înana armanca xo dest da darê zorê, û ji encamê vê siyasetê li gelek cihan ji deverê berhingariya wan hate kirin, û êk ji berhingarên wan li başûrê Kurdistanê bi taybetî li devera Silêmaniyê şêx Mehmûdê Hefîd bû, ewê li sala 1919 û pêda bi hindek bizavên çekdarî řabûy dijî hêzên Ingilîzan.

Şêx Ehmedê Barzanî ewê piştî şehîdbûna birayê xo şêx ‘Ebdusselamî li dûmahiya sala 1914 bûye şêxê devera Barzan, û berdewamî daye řêbaza wî ya çaksaziyê, piştevaniya xo bo şêx Mehmûdê Hefîd řagehandin, û bi kiryar destê harîkariyê bo wî dirêj kir.. Ev helwîstê wî bû cihê nerazîbûna Ingilîzan ewên her ji hingî were şêx Ehmed wek neyar bo xo hijmartî.

Li salên bîstan dewleta ‘Îraqî ya nû bi kutekî û li jêr çavdêriya Ingilîzan hate avakirin, û demê vê dewletê viyay deshelata xo li ser deverê bi zorî bisepînit, û Kurdan bivêt-nevêt bêxine bin hukmê xo, û bi dirustî piştî sala 1931 serûber di navbera xelkê devera Barzan bi serkêşiya şêx Ehmedî û hêzên ‘Îraqî da yên ku Ingilîzan piştevanî lê dikir, têkçû, û pitir ji carekê lêkdanên çekdarî di navbera herdu layan da çêbûn, û êk ji wan caran ew bû ya li dûmahiya sala 1931 çêbûy demê hêzên ‘Îraqî hêřiş daye Barzan, û piştî şeřekê dijwar hêzên ‘Îraqî şkestin û vegeřyane cihên xo piştî ziyaneka mezin gehiştiyê.

Piştî vê çendê, û li adara sala 1932, dubare hukûmeta ‘Îraqê hêza xo kom kir û hêřişeka dijwartir û berfirehtir îna ser devera Barzan, û di van şeřan da fiřokeyên Ingilîzan jî pişikdarî kir û harîkariyeka mezin da hêzên hukûmeta ‘Îraqê bo pêşveçûnê.

Li vêrê me ne li bere dîroka van řûdanan vegêřîn û behsê wan bi firehî bikeyn(1); ji ber ku ew ne mijara vê nivîsîna meye, belkî me divêt dengvedana van řûdanan di sê gotaran da berçav bikeyn yên wî demî di du řojnameyên Turkî da hatîne belavkirin, ku řojnameya (Weqt) û ya (Milliyet) bû, wek berpeřek ji dîrokê, û tiştê giring di van gotaran da ewe sê wêneyên degmen jî di gel wan belav bûyne.

Berî em behsê van hersê gotaran bikeyn, divêt li bîra xo bînîneve ku hukûmeta Turkî li wî demî, wekî hukûmeta ‘Îraqê û Ingilîzan, bi çavê tirs û neyaretiyê berê xo dida bizavên şêx Ehmedê Barzanî; çunkî Turk bi wan peywendiyan agehdar bûn yên di navbera şêx Ehmedî û rêber û serkirdeyên azadîxwazên Kurdan li bakurê Kurdistanê heyn, lew divêt em ẍerîb nebînîn demê ev herdu řojname bi çavê kerb û kînê berê xo bidene şêxî, yan bi řengekê meqsûd karî bo hindê biken şêxî û bizava wî bi řengekê seqet nîşa xelkî biden, û heta direw û bêbextiyan jî bi wî řaden; da wî di çavên milletê xo da kirêt biken.

Bo zanîn řojnameya Weqt(Vakt) êkemîn car li sala 1917 û li Stenbolê dest bi weşana xo kirbû, û ew êk ji řojnameyên giring û navdar bû li Turkiya, û giringî dida mijarên siyasî û řewşenbîrî. Û řojnameya (milliyet) li sala 1926 li Stenbolê dest bi weşanê kirbû, û ew êk ji řojnameyên lîbiralî bû û piştevaniya hizra (kemaliyetê) dikir, û ew di’ête hijmartin êk ji giringtirîn řojnameyên Turkiyayê li ser demê cumhûriyetê, û ew li demekê dirêj jêderekê berçavê dengûbasan bû li Turkiya.

Li bihara sala 1932 demê hevřikî di navbera şêx Ehmedê Barzanî û hukûmeta ‘Îraqê da gehiştiye dereceya şeř û lêkdanê, û piştî du-sê heyvekan ji şeřî û dan û standinê, şêxî biřyar da xo bi dest hukûmeta ‘Îraqê û Ingilîzan ve bernedet, û wî di gel hijmareka heval û piştevanên xo qesta bakurê Kurdistanê kir û wek penaberekê siyasî xo bi dest hukûmeta Turkiyayê ve berda. Û van řûdanan dengevedana xo di řojnameya Turkî da hebû, û wek nimûne li ser vê çendê li vêrê dê behsê sê gotaran keyn ku li wî demî hatbûne belavkirin, û navên çu nivîseran di gel van gotaran nehatîne danan, tiştê hindê digehînt ku ew derbiřînê ji řojnameyê bi xo diden..

Demê hêşta hevřikî di berdewam, û berî şêx biřyara çûna ber bi Turkiyayê ve bidet, řojnameya (Weqt) du gotar di der heqa řûdanên Barzan da belav kirîne û bi vî řengî:

Gotara êkê:

Li řoja çarşenbê 13 nîsana 1932 hatbû belavkirin, bi navê: (ew çiye li ‘Îraqê çêdibit? Kiryara leşkerî dijî şêxê Barzan ya berdewame), têda hatiye: hukûmeta ‘Îraqê bi řêka kirina şeřê şêxê Barzan karî bo dabînkirina tenahiyê li devera Barzan diket, di vê kiryara leşkerî da ji layekî ve hindek yekeyên navxoyî pişikdarin (mebest: yên pêkhatî ji Kurdên ‘Îraqê yên piştevan bo hukûmetê), ji layekê dî ve fiřokeyên Birîtanî piştevaniya wan diken. Li dûv wan zanînan yên řojnamevaniya Lendenî veguhastîn hindek zelamên şêx Ehmedê Barzanî li heftiya borî gulle danabûne efserekê fiřokevanê Birîtanî û ew kuşitbû, û berî demekî wan mufetişê giştî yê leşkerê ‘Îraqî jî ceneral Royan Robînko birîndar kirbû, û ceneral Robînko êkser bi fiřokeyê bo Beẍdayê hatbû veguhastin û wî çareseriya xo li wêrê wergirtibû.. Ceneral Royan (61 sale) û eve ji sala 1930 were ew mufetişê giştiye yê leşkerê ‘Îraqî, û di’ête zanîn ku birîna wî ne ya dijware.

Di gel vê nivîsînê wêneyek jî hatiye belavkirin ku li sala 1928 hatbû kêşan û têda şêx Ehmedê Barzanî di gel serkirdeyekê leşkerê ‘Îraqî diyar dibit, û řojname didete zanîn ku wan ev wêne ji řojnameya (Tims) ya Lendenî wergirtiye.

Gotara duyê:

Li řoja şenbiyê 18 xizîrana sala 1932 belav bibû, li bin navê (berdewamiya řûdanên xûnelo li ‘Îraqê) û bo kirêtkrina navê şêx Ehmedê Barzanî û řeşkirina wî li ber xwandevanan, řojnameyê di bin navê gotarê da (manşêtê serekî) û bi xetekê berçav nivîsiye: (şêx Ehmed ewê ji Felatiyê hatiye di Îslamê da paşî careka dî ji Îslamê derkeftî û bûye Fele řevî çû çiyayî)!!

Jêderê řojnameya (Weqt) di vê nivîsînê jî da ew dengûbase yên peyamnêrê řojnameya (Tîms) ya Birîtanî belav kirîn, û ev nivîsîne çendekê dirêjtire, têda hatiye ku eve du heyv û nîve şeřê leşkerê ‘Îraqî û fiřokeyên Birîtanî di gel hindek Kurdên ‘Îraqî li wê devera çiyayî ya li ser tuxûbên Turkî û ‘Îraqî yê berdewame.. Paşî řojname ji peyamnêrê (Tims)ê vedguhêzt ku piştî ji şkestina şêx Mehmûdî li sala borî hukûmeta ‘Îraqê hizir nedkir Kurd dê bi bizaveka dî řabin, û piştî şêx Mehmûd teslîm bûy êdî serûberê têkçûy li başûrê Kurdistanê nema(2), piştî hingî hukûmeta ‘Îraqê serederî di gel şêx Ehmedî kir.. Paşî bi kerbeka aşkera ve řojname behsê şêxî diket û kanê çawa piştî sêdaredana birayê û yê kore (hosa di rojnameyê da hatiye!) Li Mûslê ew li şûna wî yê bûye şêxê devera şêrwan û beřoj û mizûrî bala.

Paşî ew komeka bêbextiyan bi şêxî û ‘eşîreta wî řadidet, bo hindê da şêx Ehmed û daxwazên wî di çavên xwandevanan da řeş û kirêt biken! Û hewce naket em wan li vêrê vegêřîn, û bi řastî em nizanîn kanê jêderê wan bêbextî û direwan řojnameya Birîtaniye yan jî ew ji zêdehiyên řojnameya Turkîne, û gotar aşkera diket ku şêx Ehmed yê çil saliye û ew êk ji kesayetiyên berçave li devera xo.

Paşî gotar dibêjit: piştî şêx Mehmûdî xo teslîm kirî, hukûmeta ‘Îraqê viya destê xo bidante ser Kurdistanê li başûrî, belê ji ber hindek tengaviyên darayî kiryar hatbû paşxistin bo adara ev sale, û li 13 adarê hêzên leşkerî li Balekiyan kom bûn û pilan bo bindestkirina deverê dana, û fiřokeyên Birîtanî leşkerê ‘Îraqî bir dana wan cihan, û aşkera bû ku şêx Ehmed dê bergiriyê ket, paşî şêx Ehmedî xo vekêşa çiyayê Sarî hora û Sarî musaka û ew li wêrê kefte dan û standinê di gel hukûmeta ‘Îraqê, belê ev dan û standine negehiştine çu encaman, û ji bilî berdewamiya kiryara leşkerî çu hilbijartinên dî nebûn, paşî piştî çu encam bi kiryara leşkerî jî ve nehatîn şêx Ehmedî biřyar da careka dî dan û standinan biket, û daxwaza wî ew bû hukûmet wî negirit û berday bihêlit, belê hukûmetê bi tinê soz bi hindê dayê ku eger şêxî xo teslîm kir ew rihet bijît û ratibekê baş bo wî bête dan, belê hukûmet li dûv dilê xo dê cihekî bo wî destnîşan ket da ew lê bijît, û hukûmetê demê 48 se’etan delîve da wî ku ew razî bit, belê şêxî ev şerte red kirin, û li 24 gulanê agirbest bi dûmahî hat.

Li 25 heyva gulanê şeřî destpêkireve, û şêx û hevalên wî ber bi çiyay ve çûn, û careka dî gundên wan hatine topbarankirin, herwesa ew bi xo jî -wekî hatiye dîtin- hatine topbarankirin, û bi vê çendê em hîvî dikeyn ku Kurd bizivřine guhdariyê!

Di gel vê nivîsînê wêneyê hindek leşkerên Birîtanî hene demê wan li ‘Îraqê şeř dikir.

 

Gotara sêyê:

Li 7 heyva tebaxa sala 1932 di řojnameya (Milliyet) da belav bûye, li bin navê (şêxê Barzan yê di’ête Teraqiya) û di bin da nivîsiye: şêx Ehmed û hevalên xo noke yê li Wanê, di nav hevalên wî da ew serkirdeyên ‘eşîretan jî hene yên wî pitir bawerî pê hey.

Piştî hingî řojnameyê dengûbasekê kurt bi vî řengî belav kiriye: şêxê Barzan şêx Ehmedî xo wek penaber bi dest serkirdayetiya me ve berdaye, û ew yê hatiye ji çekkrin û ber bi Wanê ve yê hatiye înan, di gel xizmetkarên wî yên şexsî û serkirdeyên di gel wî da ji mezinên hindek ‘eşîretan yên di kiryarên leşkerî da harîkariya wî kirî, û baweriya wî gelek pê di’êt. Ew Barzaniyên çekê xo danay û wek penaber xo bi dest hukûmeta me ve berday hêşta yê li ser tuxûban, û piştî ew bo Wanê di’êne veguhastin ew di gel şêx Ehmedî dê ber bi Tirabzonê ve êne înan, û ji wêrê dê êne Stenbolê, paşî dê çine Tiraqiya, û ya berhizir ewe ew wek penaber bimînine li Edirine.

Di gel vê gotara kurt du wêne jî yên hatîne belavkirin êk ji wan wêneyê şêx Ehmediye di gel hijmareka heval û kes û karên wî yên nêzîk, yên wî bawerî pê hey -wekî řojname dibêjit- û řojname navên wan kesên di wêneyî da heyn bi vî řengî vedgêřit: “Ji layê řastê bo yê çepê: xizmetkarê şêxî ‘Elî efendî, birayê şêxî, mela Mustefa, Îbrahîm, Muhemmed Sidîq, hacî Taha efendî, ewê li nîvê û nîşana (x) li ser hatiye danan şêxê Barzan şêx Ehmede, û kuřê wî yê biçûk ewê di koşa wî da mela Mustefaye, û kuřê wî yê mezin yê ku li layê wî yê çepê mela Xalide ewê li beranber Muhemed Siddîqî” bi vî řengî řojname wan kesan didete niyasîn.

Ji bilî vî wêneyî řojnameyê wêneyekê dî jî belav kiriye nêzîkî sîh kesan têdane û ew ewin yên ku di gel şêx Ehmedî çûyne Turkiya.

——————————–

Perawêz

(1) Heçîyê bivêt serûberê deverê li wî demî bi řengekê firehtir bizanit dişêt li kitêba serok Mes’ûd Barzanî bizivřit ewa bi navê (Barzanî û şořeşa řizgarîxwaza kurdî) bergê êkê.

(2) Herçende dibit ev peyve ya peyamnêrê (Tims)ê bit, belê ya ẍerîb ewe řojnameyeka Turkî li salên sîhan vê peyvê bi kar bînt!

ڤان بابەتان ببینە

Dê ji gotina nivîserê Nerwîcî yê navdar (Jostein Gaarder 1952)ê dest pê kim, xudanê pertûka …