(Sed salên vederiyê) romaneke, ku xwandina wê ji bo her kesî bi sanahî nîne. Gelek kesan ev pertûke ya êxistiye di lîsta sed romanên herî başên cîihanê û çil romanên ku berî mirnê divet bihêne xwandin da û biryar dayne vê pertûkê bixwînin, lê demê navên îspanî li dûv êk dibînin, yan demê dibînin çend kes bi navê (Xozê Arkadiyo) di çîrokê da hene, yan demê dibînin di kêlîka herî bilinda çîrokê da fezayekê xeyalî dihête saloxdan, çêdibit pertûkê ji bo herûher bigrin û dev ji xwandina wê berdin. Û tenenêt çêdibit ku heger pirsyar jê bihête kirin ka xirabîtirîn pertûka te heta noke xwandî kîjke? Ew bersivê bidet û bêjit: bêguman pertûka (Sed salên vederiyê)ye, lê waqi’ tiştekê dî ye.. Ev pertûke li jêr navê (Cien años de soledad) bo êkemîn car li sala 1967ê bi zimanê Îspanî li Erjentînê bi tîraja (8000) daneyan çap bû û hemî di heftiya êkê da hatine firotin, û heta sala 1997ê sîh milyon dane ji vê pertûkê hatine firotin, û li sala 1982ê Gabriyêl Garsiya Markizî bi vî berhemê xwe xelatê (Nobil) yê cîhanî bi edebiyatê wergirt.
Kurtiya pertûkê
Sed salên vederiyê çîrokeke derbarey heft nifşên malbata (Buêndiya). Xozê Arkadiyo Buêndiya rojekê ji jêgeha xwe koç diket û deverekê ji bo akincîbûna xwe heldibijêrit û digel kesûkarên xwe hêdî hêdî dest bi avakirna wî cihî dikin.
Lê boçî Xozê Arkadiyo Buêndiya jêgeha xwe bi cih dihêlit? Çonkî wî di pevçûnenekê da (Prudênsiyo Agiyolar) kuşt û biryar bû ji ber vê tawana wî kirî ew bihête xesandin, lew da ev biryare liser wî cêbecê nebit, ew ji jêgeha xwe revî û bo xwe li cihekê êmin gerya. Şevekê di xew da bajêrek dît, ku digotinê (Makondo). Makondo bajêrek bû ji xodîka ronahiyê ku cîhan têra dihate dîtin. Demê hişyar bûyî, wî biryar da bajêrê (Makondo) li kêleka rûbarî ava biket. Makondo êk ji nimûneyên avakirina yutobiyayê di edebiyata çîrokan daye. Xozê Arkadiyo li wê bawerê bû, ku divêt Makondo ji hemî aliyan ve bi avê bihête dorpêçkirin, lewma Makondo dibite gizîrtek, ku heta çendîn salan hîç têkelî û girêdanek di gel cîhana jiderve nebû, ew tê ne ku salê carekê komeka qereçan dihatin wê gizîrtê.
Şer û pevçûnên navxweyî, hatina biyaniyan, evîn, nefret, hesûdî, mirin, hevalînî û jidaykbûn bingeha hemî bûyerane, ku di vê pertûkê da û ji bo nifşên cuda-cuda yên malbata Buêndiya çêdibin.
Nîşan, sîmbol û têgehî pertûkê
Dubarebûna bûyeran: Êk ji mijarên serekiyên çîroka sed salên vederiyê ewe, ku bûyer bi awayekî neçarî dubare dibin. Herwekî mirov neşêt çi car ji hindek bûyeran birevit. Rabirdûyî karakterên serekiyên çîrokê, ew yên kontirol kirîn. Tenenet di çîrokê da çendîn caran hepare(şebeĥ)an jî dibînin. Hepare sîmbolên rabirdûyî û xwezaya jibîrnekrinê, ku di gizîrta Makondoyê da hebûyne. Çarenivîsê Makondoyê ji berê ve hebûye û wesa diyare, ku bi heman çarenivisî ya hatiye meĥkûm kirin.
Reng: Gabriyêl Garsiya Markizî wek sîmbol mifa ji rengan wergirtîne. Ji rengê zer û zêrîn wek sîmbolên împiryalîzmê û qonaxeka diyarkiriya dîrokî di dîroka Îspaniyayê da, ku bi serdema geşbûn û bişkivîna huner û edebiyatê dihête zanîn, bikar înaye. Herwesa rengê zêrîn nîşaneya hewildana bidestveînana nirxê abûrî ye. di heman demî da zer nîşana mirin, guherrîn û rizînê ye.
Bajêrê xodîka ronahiyê: Xewna ku serheng Buêndiya dibînt, bi tinê bi cihê akincîbûna Makondoyê ve nayête girêdan, lê xodîk sîmboleke ji çarenivîsî. Di lapêrên dawiyên pertûkê da tiştê, ku em ji Makondoyê dibînîn, ne bajêrê xodîkê ye, belku bajêrek leylanê(serabê)ye. Makondo nîşana heman cîhana nû ya ciwan e, ku Emrîkiyan soz pê dabû.
Mijarên pertûkê
Sed salên vederiyê beşek ji hewildana Markizî ye, ku ezmûnên xwe yên rastînên di dema jiyana Kolombiyayê da tomar biket, bo nimûne: li devera ku Markiz li salên xweyên gencatiyê lê dijiya, karxaneyên fêqiyên biyanî ji ber armancên corawcor hatibûne wêrê. Ev çende mijareke, ku di pertûkê da jî bi dirêjî amaje ya pê hatiye kirin. Di dema jiyana Markizî da, cihê jiyana wî hêdî hêdî ketibû nav hejarî û bedbextiyê. Bi temamî heman bûyer ya bi ser bajêrê (Makondoya) pertûka wî da jî hatî.
Ji bilî vê, Markizî hewil daye beşek ji dîroka welatê xwe bînite di nav dilê çîrokê da, bo nimûne: li destpêkê, gelên xwecih yên Aztek û Înka li Emrîka Latîn akincî bibûn. Lê hêdî-hêdî Ewropiyan çavkanî yên vê herêmê vedîtin û her dem diçûne wê derê û li wêrê bi komkujî her dem li pey talankirina çavkanî yên xwezayî bûn. Akinciyên xwecihê wêrê jî, hêdî-hêdî bi rêya wan, teknolojî û paşî kapîtalîzm(sermayedarî) niyasîn. Ev bûyere jî bi temamî li Makondoyê çêbûye. Koma qereçan û herwesa (Melkiyadis) sîmbola heman Ewropiyan bûn, ku bi hebûna xwe bûne eger, ku xelkê Makondoyê teknolojiyê binyasit û herwesa bûne sedema belavbûna pareyî di nav nîşteciyên Makondoyê da.
Herwesa Markizî rewşa siyasî ya welatên corawcorên Emrîka Latîn ya di pertûka xwe da nîşan day. Ka çewa li Makondoyê bi lez hêz di navbera kesên cûda-cûda da dihate guherrîn, bi heman şêwe hingê li welatên Emrîka Latîn jî ew bûyer rûdidan. Wesa diyare ku xelkên Emrîka Latîn jî bê hîvî bûn, ku bişên rojekê dewleteka cêgîr û dezgehkirî(muessesatî) ava bikin.
Xalên balkêş derbarey pertûkê
Gabriyêl Garsiya Markiz berî nivîsîna vê pertûkê nivîserek pir bextewer nebû. Ji çar pertûkên wî yên berê, vêkra 2500 dane bi tinê hatibûnê firotin. Lê vê pertûkê bo wî gelek serfirazî îna. Ev pertûke di dehsala 1960ê da ta radeyekê bû sedemê afirandina tevgerek edebî bi navê (la nueva novela latinoamericana). Serkeftina serekî ji bo romaneka Emrîka Latîn ewe, ku di çapa êkê da nivîserê wê bişêt 8000 daneyan li ser astê herêma xwe bifiroşt, û evê pertûkê ew armang pêkabû, lew bi vê firotina balkêş, hêdî-hêdî weşanxaneyên bi zimanê Îspanî û paşî weşanxaneyên bi zimanên dî jî, biryar dan vê pertûkê biweşînin. (Sed salên vederiyê) ta noke bo 44 zimanan ya hatiye wergêriran. Ev pertûke piştî pertûka (Don Kîşot) bi duyemîn pertûka Îspanî dihête hijmartin, ku ji Îspanî bo pitirîn zimanan hatibite wergêrran.
D Îspanyaya dehsalên 1950 û 1960ê da piraniya nivîseran babetên xwe bi şêwazê riyalîzma civakî dinivîsîn. Di wî şêwazî da kesayetiyên serekî bi komek ji çîrokên xemgîn û rewşên xirabên civakî ve rû bi rû dibin.
Hindek nivîserên dî, ku berhemên xwe bi zimanê Îspanî dinvîsîn, hingê li wê bawerê bûn, ku pêdivî naket armanca romanê vegêrana çîrokê bit. Ewan bawerî bi şêwazê (dijî-roman) hebû. Bo nimûne (Georg Pîrs)î li sala 1069ê romanek nivîsî, ku têda qet pîta (e) bi kar neînabû, eve di demekî daye, ku ev pîte ji hemî pîtên dî pitir di zimanê Îspanî da dihête bikarînan.
Lê di dawiyê li sala 1967ê komeka nivîserên gencên Emrîka Latîn bi xomalîkirina berhemên edebiyên xwe dijayetiya nivîsîn bi şêwazên biyaniyan kirin. Di navbera salên 1967 û 1969ê da hindek rexnegir gehiştine wê baweriyê, ku pertûka (Sed salên vederiyê) ya şiyay li ser sinordarbûna wan şêwazan zal bibit. Ev romane ne bi tinê di edebiyata Emrîka Latîn da, belku li ser astê cîhanê jî şiya rêka romana modêrn sererrast biket. Romana wî bi şirovekirinên şa’irane û bi zimanek agirîn rêya xwe bi temamtî ji riyalîzma civakî cûda kir û vegerya vegêrana xeyalê.
گۆڤارا مەتین گۆڤارا مەتین