بابەت

Gelek bigre û bikêş li ser wataya navê Barzan hene, çendîn nivîser û vekoleran bizava derêxistina wataya rih û rîşal û binyatê navê Barzan kiriye, belê piraniya wan ramanan jî, weku jêder, êkî ji yê dîtir wergirtiye û veguhastiye, bêguman em jî dê ji wan berêzên dûvçûna navê Barzan kirîn wergirîn û dê boçûn û raya xwe jî li ser deyn, çunkî dibit hindek boçûn di mebesitdar bin û dîsa hindek jî ne dichê xwe da bin, bi rengekê giştî dişêyn bêjîn vekoler hevra nînin li ser şiroveya wataya navê Barzan.

‘Eqilye Hizrulla dibêjit: hindek jêderên mêjûyî amaje bi wataya navê Barzan daye, ku ji wataya (fêqî) yan berhem’înana samanî hatiye

Girêdana ramana navê Barzan bi fêqî ve, gelek ya dûre û çi peywendî bi fêqî ve nîne, ne peyva êkê  (bar) û ne peyva duyê (zan), herdu peyv dûrin ji fêvî û çi navê fêqyekî li deverê yan tenanet di zimanê kurdî da nîne nêzîkî navê Barzan bit.

 

Rêbwar Remezan Barzanî: sebaret navê Barzan çar boçûn li ser wataya navê (Barzan) komvekirîne. Ew dibêjit:

1- Eger herdu pîtên (a-n) ji (Barzan) vekeyn, ku bo komkirinê dihên, dê bite (barz), anku bi wataya dilêr, dilawer, çalak, cengawer, belê eger her du pîtên (a-n) pêve bin û peyva (barz) dê bite (Barzan) li dûv zimanê Avêstayê û Farisî û Pehlewî, anku (cihê bilind).

2- Navê (Barzan) ji hoza (berazî – birzay), hatiye, ku li devera Botan – bakurê kurdistanê ne yan jî navê bapîrê mezinê wan birazî yan berazî bûye, ku wataya (mafhelgir) yan (mafzan) didet.

3- Navê Barzan ji (birazan), anku (Ixwan elsefa) hatiye.

4- Herwesa Rêbwar Barzanî ji kîs devê Cîhad Barzanî veguhastiye û dibêjit: Barzan; anku (beryê zêy) yan ew rexê zêy, ew rexê rûbarî.

 

Eger bihên boçûnên Rêbwar Barzanî, berçavkirîn bo ramana navê Barzan şirove bikeyn, ew jî (barz+ an, berzay, birazan, beryê zêy). Bi dîtina min peyva (barz) peyveka ‘Erebî, anku diyar û aşkira, navê (Barzan) hebû pêşî dagîrkirinên ‘Ereban bigehne deverên kurdan, peyva Barzan du birgeyî ye (bar+zan) nek (barz+an), pîtên (an) ne bo komê li ser barz hatîne zêdekirin, lewma bi dîtina me vê watayê çi peywendî bi navê Barzan ve nîne, bi tinê nêzîka peyvê ye û nezêdetir.

 

Sebaret hoza (berzay û birazî) û girêdan bi navê (Barzan) ve, her çende jimareka nivîser û vekoler û jêderan ev boçûne berçav kiriye, bi dîtina min bi tinê hindek pîtên herdu navan weku êkin, eger ne ji layê ramanê û ne ji layê pêkhata civakî ya xelkê Barzan navê (Barzan) çi peywendî bi peyva (birazî û berazî) ve nîne, çunkî li demê dûvçûna pêkhata civakî ya xelkê Barzan dihête kirin, çi nîşanên xelkê Barzan, ku ji hoza (berazî – birazî) bin pêkve nînin û eve wê boçûnê ji navê Barzan didete paş.

 

Eger bihêyn berê xwe bideyne (birazan), ku bo ramana (Ixwan elsefa) vedgerit, peyva (Ixwan elsefa) rêbazeka nû ya ayînê Îslamê ye, piştî hatina Îslamê ye li Besra li nîva dûyê ji çerxê çarî koçî serhildaye, navê Barzan li dûv jêderên mêjûyî gelek û gelek ji vê mêjûyê kevintire.

 

Boçûna Cîhad Barzanî derbarey navê Barzan, ku ji (beryê zêy) hatiye, peyva (beryê zêy) pitir devoka soranî pêve diyare û Barzan û xelkê wê behdînî ne û dikevne devera behdînan, lewma bi pesind nabînim, ku navê Barzan ji vê çendê hatibit, raste dikevite layê dîtir yê zêy, belê wataya wê ew nîne bo bûye nasnav, çunkî bo bereyê dîtir, me peyvên behdînî hene dihêne gotin, weku (layê dî, qama dî, rexê dî, alyê dî).

 

Duktor Muhened ‘Elî Cibûrî, çendîn boçûn diyar kirbûn, belê hemû weku yên nivîser û vekolerên dîtir bûn, lewma me (sê) boçûn jêgirtin, ku di vê vekolînê da bînîne xwarê,  ew jî:

 

A- Navê Barzan ji kelha (bazîran) li devera zêbar hatiye, ev boçûne nivîserî ji Şerefxanê Bidlîsî veguhastiye.

B- Navê Barzan ji (badcan), ewên akincî li çiyayê barz li herêma Kirman Faris û digote wê zincîra çiyay (çiyayên barz) hatiye.

C- Navê Barzan ji (berzîn), malên agirî, ku vedgerit bo pîroziya ayînê zeradeştî hatiye.

 

Daku şirovekirina van ramanan bikeyn, dibêjîn, bazîran navê kelhekê bû ser bi kelha şoşê ve, piraniya wan kelha piştî damezrandina mîrgeha behdînan hatîne damezrandin, navê Barzan ji wan hemyan dêrîntire, bi tinê ewên ev boçûne berçavkirî bo hindê bûye, ku hindek pîtên navên Barzan û bazîran weku hevin û pêş û paşî ketiye têda, jiber hindê ew boçûn berçav kiriye.

 

Peyvên (badcan û Barzan) weku û peyv û raman û dever gelek ji hev dûrin, herwesa peyva barz û Barzan jî weku raman her êk nagirin, çunkî barz her weku pêşî noke me gotî, anku diyar û aşkira û peyveka ‘Erebî ye, peyva Barzan ji hebûna zimanê ‘Erebî li deverê gelek kevintire û dîsa ne peyveka zimanê ‘Erebiye daku bikeyne di tirazya zimanê ‘Erebî da û serederyê digel bikeyn.

 

Berzên (malên agirî) her çende eve peyveka ayînê zerdeştî yê dêrîne, belê malên agirî nebûn, peristgeh hebûn û agir têve dihate helkirin, ayînê zeradeştî gehiştiye deverê û bêguman Barzan jî vegirtiye, belê girêdana herdu navên (berzîn û Barzan) pêkve babet pitir pêdivî dûvçûnê ye, bi taybetî li ser peyva berzîn di ayînê zerdeştî da, belê bawer nakem girêdan pêkve hebit.

 

Duktor Cemal Baban jî di pertûka xwe (Usul elesma’ elmudun el’Iraqiye) da bo navê Barzan sê raman û wata berçav kirîne û dibêjit:

A- Barzan ji barsan peristkar (‘abid) hatiye, bo cihê şêx û xudaperistiyê vedgerit.

B- Barzan wate (gundê bilind), çunkî Barzan dikevite cihekê bilind ji çiyayî.

C- Barzan ji peyva (biwarzan) hatiye, ev boçûne Cemal Baban ji Şakir Fetah veguhastiye û dibêjit, binyatê peyva Barzan ji (biwarzan) hatiye, anku cihê derbazbûnê, (borê li ser rûbarê zêyê mezin) (‘ubûr) û cihekê derbazbûnê li nêzîk Barzan heye û dûr nabînîn, ku xelkê Barzan rênîşander bûne bo derbazbûna wan kesên seredana wê deverê dikir û dibit Barzan navê xwe ji cihê (biwarzan) wergirtibit.

 

Gelek nivîseran ev boçûna Cemal Babanî berçav kiriye û ji êk wergirtiye û gotiye, navê Barzan ji (barsan) hatiye, wate peristkar(‘abid). Bi dîtina min ew jêderên li ber dest navê (Barzan) kevintire ji wê boçûnê, çunkî ev peyve dibit gelek kevin nebit, belê navê Barzan navekê dêrîn û kevne.

 

Herdu ramanên Cemal Baban bo wataya navê Barzan berçavkirîn û bi ramanên (gundê bilind û biwarzan) dayne niyasîn, ev herdu ramane dibit di nû bin, ji layê zimanî ve, raste cihê gundê Barzan yê bilinde û li serê baniyekê hatiye avakirin û ji dewrûberên xwe bilindtire, belê ramana navî bi gundê bilind nîne, dîsa borên derbazbûna avê jî hene, belê li wan gundên dikevne herdu layên rûbaran borên derbazbûna avê lê hene, belê ji gundan navên xwe ji wî borî wernegirtiye, lewma dibêjit bawer nakeyn Barzan ji borzan – biwarzan hatibit.

 

Navê Barzan ji layê mêjûyî ve:

Şe’ban Bamernî, di pertûka (kîne em kurd) da dibêjit: gelek navên gund û bajêrkên warê kurdan bo me hatine veguhastin ji civat û malbatên kevnarên nifşê kurdan, weku (Sobarî, Hûrî, Mîtanî û Hîtî)yan navê xudayê 13 ji gelwazê xudayên Hûrî hatîne niyasîn digotinê (ewrini parzan) bo xudayê Barzan û dîsa hatiye (enni ardini-da) bo (xudayê eredinî) dihêt û navên gundê (Barzan û eredinî) bi tinê di nav warê kurdan li jûriya rojhelatê bajêrê Duhok dihêt dîtin û bo me xuya dibit, ku civatên berî pênc hizar salan li jûriya mîsupotamya dijiyan, her ew mirov û civatin, yên noke lê binecihin.

 

Samî Şoreş xudanê pertûka (Kurdistan welekrad) ji vekolerê emrîkî yê taybetmend bi vekolînên zimanê hevberkirî da (Maykil Astur) veguhastiye û dibêjit: navê (Barzan) navê xudawendekê hîtî(hîsî) û Oraratoyane û navê wî (Orûbarzuna) bû, çunkî di jêderên Aşûrî da li ser demê şah Tîklat Bîlîzrê sêyê,  li çerxê nehê berî zayînê hatiye, ku ev bajêre dikevite layê çepê yê rûbarê zêyê mezin, vekolerê emrîkî dûr nabînit, ku ew bajêr Barzana noke bit.

 

‘Eqîle Hizrulla dibêjit: gelek jêderên Aşûrî amaje bi hebûna navê (Barzan) daye, ku serdemê bitperistiyê  (wesenî) melbendekê ayînî yê mezin bûye.

 

DuktorMuhened ‘Elî Ferhan dibêjit: di jêderên serdemê şahê Aşûrî nasir – Îlî da, navê Barzan bi navê (Barzan aşton) hatiye, her wesa dibêjit: şah Tîklat bilasayê êkê dibêjit: gundê Barzan gundekê mezin bû û ser bi dewleta Orarto ve bû (858-727) b.z, Aşûriyan dagîrkir û li wî serdemî jimara xelkê wê (720) kes bûn û ji layê şêxên wan ve dihate birêvebirin.

 

Dîsa li ser demê şahê Aşûrî Tîklat bîlîzrê sêyê, li çerxê nehê berî zayînê hatiye, ku navê Barzan navê xudawendekê Aşûriyê kevin bûye, ku navê wê (Orûbarzuna) bûye.

 

Eger hizir di gotina duktor Muhened da bikeyn, li demê dibêjit: (Aşûriyan Barzan dagîrkir û jimara xelkê gundî (720 ) kes bûn û ji layê şêxên wan ve dihatine birêvebirin)!, bi rastî eve cihê hêbetiyê ye! Çunkî li wî serdemî şêx li deverê nebûn û mêjûya peydabûna şêxan û şêxatiyê li deverê ne gelek dêrîne, li Barzan bingehê şêxatiyê bo sala (1824) zayînî vedgerit. Anku dibit bi şaşî navê desthelat û şêxan kirbite di nav nivîsînên xwe da.

 

Herwesa boçûna li ser navê Barzan, ku navê xudawendekê Aşûriyan yê kevin bû û bi navê Orûbarzuna bûye. Eve jî cihê pirsyarê ye?, çunkî her di têkist û jêderên Aşûriyan da navê Barzan bi (Barzan aşton) hatiye û dîsa li sala 858 -727 b.z, Aşûriyan Barzan dagîrkiriye, anku pêşî dagîrkirina Aşûriyan bo Barzan, çi Aşûrî li deverê nebûn û ew bi xwe di jêderên xwe da dibêjin, Barzan ser bi dewleta Orarto ve bû, aya çawa navê Barzan bo navê xudawendê Aşûriyan yê kevin vedgerit?

 

Eger hizir di navê xudawendê (Orûbarzuna) da bikeyn, dê bo me diyar bit, ku navê xudawendî girêdan bi navê ur û urartoyan ve heye û xudawendê Orartoyan bûye nek Aşûriyan, eger piştbestinê li ser wê bikeyn, ya vekoler Şe’ban Bamernî li ser Barzan berçavkirî û dibêjit navê xudawend (parzanî) bo Sobariya û Mîdiya vedgerît, dê çawa bite xudawendê Aşûriyan?

Li vêre diyar dibit Aşûriyan jî bizav ya kirî, her cihekê dagîrkirî, bîr û bawer û ayîn û xudawendên wan jî li ser navê xwe tapo biken û di têkistên xwe da bi mulkê xwe li qelem biden.

 

 

Derencam:

Piştî boçûnên nivîser û vekoleran, yên li ser ramana navê (Barzan) hatîne berçavkirin, çendîn wata û raman bo hatîne kirin, ku hindek nêzîkî êk bûn û hindek jê dûr bûn.

Boçûnên hatîne berçavkirin bo wataya navê (Barzan), dê di vî xiştê li xwarê da berçavkeyn:

 

Nav                                        wata wiraman

Barzan                                  fêqî

Orûbarzuna                          xudawendekê kevin

Barsan                                   peristkar – ‘abd

Barzan                                  barz- dilêr, çeleng, cengawer

Barz                                      bilind

Berazî – birazî                      hoza birazî li botan  -bakurê kurdistanaê

Birazan                                 Ixwan elsefa

Bazîran – barîzan                 kelhek li zêbarê

Barzan                                  berê zêy, rexê zêy

Badcan – barz                      zincîreya çiyayê herêma Kirmana Fars

Berzîn                                   malên agirî – xaniyên agirî

Bwarzan                               biwarzan, cihên derbazbûna rûbaran, ‘ubûr

Parzanî – parzani                 navê xudawendê Barzan

Barzan                                  hozeka kurdî li Kirman

 

Bi dîtina min herdu boçûn yên vekoler Şe’ban Bamernî, ku dibêjit: navê (Barzan) ji navê xudawend (parzanî) hatiye û dîsa boçûnên wan nivîser û vekolerên dibêjîn: navê (Barzan) ji navê xudawend (orûbarzuna) nêzîktirin bo navê Barzan û navê Barzan ji navê xudawend (orûbarzuna) hatiye wergirtin, xudawend orûbarzuna xudawendekê Orartoyan bûye, eger peyva (or) ku li ser demên kevin bi ramana (bajêr) hatiye, jê vekeyn û bi tinê bihêlîn (barzuna), ev peyve rêk di gel navê (Barzan) êk digrît, xudawend (orûbarzuna); anku xudawendê bajêrê (barzuna – Barzan), her wesa dûr nabînim navê xudawendên (parzan û orûbarzuna) herdu êk bin.

Xwandevanê hêja, eger bi wataya zimanê kurdî û zaravê behdînî wataya navê Barzan bideyne şirovekirin, navê Barzan pêkdihêt ji du peyvan (bar+ zan).

Eger berê xwe bideyne peyva (bar):

Bar: piştî (hemil), barê dewaran yan utumbêlê yan mirov heldigirît.

Zan: zanîn (me’rîfe).

Zan: zayîn (wîlade).

Herdu peyv pêkve (bar+zan) dibine helgirê zanînê.

Rêk raman vedgeryêt bo cihên xudawend û helgirên zanînê yan jî bo zana zanînê, ku li wêrê dest pêkê (zanîn zaye) û gehiştiye cihên dîtir, çunkî cihê xudawendan bûye û peristgeh û ulazayên xwadewendan li wêrê bûyne. Eve eger bi kurdî wataya navê (Barzan) bideynê, belê navê Barzan helgirê rih û rîşalên mêjûyî ye, lewma ne ya berhoşe em wataya navê wê bikeyne di tiraziya ziman û zaravên noke da û şirove bikeyn, çi weku berz yan bor, barsan…. htd.

 

Her bo zanîn çar gund bi navê Barzan hene:

Gundê Barzan li devera Barzan.

Gundê Barzanka li devera doskî jêriya.

Gundê Barzankê li devera berwariya – Kanîmasê.

Gundê berzan li devera Tele’fir – Mûsil.

Barzan, li îranê,  ku dikevîte parêzgeha Azerbaycana roj’ava, nêzîk sinûrê Turkiya û akinciyên wê kurdin.

Barzan (Barzan) , bajêrekê biçûke li Firensa li devera Nufîl-ekîtin başûrê roj’avayê Firensa û dikevîte ser rûbarê cîrund.

 

Jêder:

١) عقیلە حرزالله، النضال السیاسی والعسكری للحزب الديموقراطى الكوردستانی العراقی من 1946-1968م.

٢) سامى شورش، كردستان والاكراد، منشورات ئاراس، الطبعة الاولى، مطبعة وزارة التربية – اربيل 2001.

٣) رێبوار رەمەزان بارزانی، واتا و چه‌مكى بارزان (davarybarzan.blogfa .com).

٤) دكتور مهند على فرحان الجبورى، عشائر بارزان و دورها في العراق 1903-1958، من اصدارات هيئة انسكلوبيديا الحزب الديمقراطى الكوردستانى، الطبعة الاولى 2023، المطبعة دانيشفر.

٥) المحامى جمال بابان، اصول اسماء المدن والمواقع العراقية، الطبعة الثالثة – بغداد 1986.

٦) شه‌عبان بامه‌رنى، كینه‌ ئه‌م كورد، چاپا ئێكێ، چاپخانا خانى – دهوك 2009.

٧) ژیرییا ده‌ستكرد.

 

ڤان بابەتان ببینە

Romana Mêjûnivîs, dawî berhemê romankiyê nivîserê hêja û afirinde (Fazil Omer) e (1). Di vê …