بابەت

TESÎRA BAJÊR YA LI SER LEHENG DI ROMANA KURDÎ DE

Kenan Söylemez

“Roman ji serê serdema modern ve bi berdewamî û bi dilsozî bi mirov re hevaltî dike.”

Hunera Romanê/Milan Kundera

Metnên edebî ku ji roja destpêkê heya roja îro têne nivîsîn bi xêra wergerê di zimanên biyanî de dubare tên afirandin û xwe digihînin xwînerên wan zimanan. Her çi qas her metn di serî de bo ziman û neteweyek bên nivîsîn jî ger metneke mayînde be bi demê re xwe ji wê netew û zimanî xilas dike dibe malê wêjeya dinyayê. Fikra ku behsa wêjeya dinyayê dike di sedsalên dawî de bêtir derkete pêş û bi xwe re dîsîplîneke bi navê “Edebiyata Berawirdî” ava kir. Edebiyata berawirdî hewl dide ku berhemên ji wêjeyên cuda û bi zimanên cuda bên berawirdkirin, lê derfetê dide ku mirov berawirdiyek di nava wêjeya neteweyî de jî bike. Helbet dema mirov dibêje edebiyat di roja îro de bêtir cureya romanê derdikeve pêş. “Ev çendeke li hemû dinyayê roman, cureya herî populer e, vegotina bê reqîb e.” (Alan,2013:13). Lewma nivîskarên kurd jî wekî hemdemên xwe yên dinyayê bêtir berê xwe didine vê cureyê. “Roman jî wek cureyeke dawetkar, çav dike nivîskar, jê re gerdena xwe ya spî nişan dide ku vê fersenda zemane ji dest nerevîne. Eyan e, nivîskarê kurd jî wek ên miletên din, îcabî vê dawetê dike” (Alan,2013:14) Em ê jî di vê gotarê de berawirdiyek di navbera çend romanên kurdî de li ser mijara “bajêr” bikin.

Di vê gotara xwe de em ê behsa çend qerekterên romanên kurdî bikim ku bajêr bi awayekî çawa li ser wan rengvedide û nêrîn û bertekên wan yê li hemberî bajêr dide nîşanê me. Piştre em dixwazin li ser lehengê ku di Kenan Söylemez a bi navê “Tizbî, Destmal û Tasek; Şakiro” de derbas dibe, bi hûrgulî li ser Dengbêj Şakiro bisekinim. Helbet di wir de jî em ê bi rêya pirtûkê berê xwe dîsa bidine bajêr û leheng.

Ew romanên ku em ê ji wan mînakan bidin, di wan de çend cudahî li ber çavên me ketin. Helbet ne tenê ev mînakên ku em li ser hûr bûn, dibe yên dîtir jî hebin. Di van metnên nivîskarên kurd de tesîr li gor cihê bajêr ji diguhere. Tesîra bajarên kurdan yên di bin kolonyalîzmê de cuda tesîra bajêrên Ewropayê cuda ne. Her çi qas ev metnên honakî bin jî bivê nevê ji aliyekî ve jî bi jiyana kurdan a rasteqînî ve girêdayî ne.

Mijareke dinê jî wêjeya kurdî wekî welatê xwe li çend perçeyên cuda û bi çend zaravayên kurdî yên cuda geş dibe.

 Romana kurdî, wek romana Rojava di encama guherînên civakî û fikrî dernehatiye. Her wiha ew nikare bi dînamîkên nivîsîna romanê ya netewên Rojhilata Navîn ên wek tirk, ereb û farisan bê şîrovekirin ku ji împaratoriyên mezin veguheriyane netewe dewletan. Mînakên ewil ên romana kurdî, li cihekî gelek ji welêt dûr, di çarçoveya nêzîktêdayîna îdeolojîk a Yekîtiya Sovyetan a bo kêmayetiyan de tên dayîn. Dû re ew vegeriyaye welatê xwe, lê li wir paralelî rewşa kurdan a siyasî rewşeke perçeyî û belawela rapêş kiriye. Mîna mînaka Yekîtiya Sovyetan Swêd jî yek ji mekanên taybet ên sirgûnê ye bo nivîsîna romana kurdî.(Kan,2022:104 )

Pirî caran him mijar û him jî mekan/bajêr li gor wan dewletên desthilatdar diguhere. Em bibêjin yên Bakûr ji xeynê bajêrên welêt leheng pirî caran li bajarên Tirkiyeyê ne, yên Başûr vê carê li Iraqê ne. Cihekî ku van lehengan nêzîkî hev dike û li heman welatî yan jî bajarî tîne ber hev Ewropa ye, sirgûnî ye.

Em dikarin berawirdiyek di navbera gund û bajêr de jî bikin. Lewre lehengên romanan çi li bajêrên welêt bin, çi li yên desthilatan bin û çi li yên Ewropayê bin teqez çi bi awayekî rasteqînî be çi bi xem û xeyalan be dixwazin vegerin welat/gundê xwe. Çawa ku miletê kurd di dewra îro de berê xwe ji gundan didin bajaran edebiyata kurdî jî pê re her diçe karekterên ku di nava aloziya bajêr de digevize diafirîne. Ger mirov berê xwe bide romanên kurdî yên pêşîn ên li Kavkazê hatine nivîsîn mirovê jiyana gundewar û mirov dema bala xwe bide romanên van salên dawî hatine nivîsîn wê piranî jiyana bajarî derkeve pêşberê me.

Mînakên ku bûne mijara gotara me jî bo nimûne du mînak ji wan li bajarên welat, du mînak ji bajarên desthilatên kurdan û du mînak jî ji Ewropa/sirgûniyê ne.

Ku em bên li ser mînakên xwe em ê behsa du romanan bikin ku mekan du bajêrên kurdan in, Amed û Batman. “Bêzarên Dinyaligê” romana “Mem Zînîstanî” ye ku lehengê wî Bêzar li Batmanê dijî. Bêzar dest ji mamostetiya fermî berdaye û di rojnameyekê de dixebite. Bêzar wekî navê xwe ji gelek tiştan bêzar be jî herî zêde ji bajêr aciz e. Reklamên li ser panoyan, tûkirina mirovan ya li erda kolanan, mala wî ya bêhngenî, teperepa dengê piyên leşkeran, qontrola polêsan tim tesîrê li hest û ramanên wî yên li ser bajêr dikin. Em wekî bajêr Batmanê bêtir di beşa “Bê Zar im Ji Dinyaligê” de dibînin. Û di wê beşê de dîmenek heye ku leheng Bêzar piştî ji mala xwe ya bêhngirtî derdikeve û rastî wan reklamên ku ji her aliyê de li ser de dibarin xwe xilas dike vê carê li serê kolana cihê kare xwe rastî qontrola polêsan tê. Bi tu awayî nikare xwe ji wan xilas bike û mecbûr e di wir re here karê xwe. “De ja were di nav van çekan re derbas be. De were din av vê naxira canegeyên qepîzep re culet ke û derbas be.” (Zînistanî,2021:91) Û piştre di serê xwe de senaryoyên ku tevan dikuje çê dike. Yan jî li dewsa bersivên xwe yên ku nikare bibêje wan di dilê xwe de derbas dike, dibêje. Em dibînin ku çawa leheng li ber zexta polêsan çawa fikr û gotinên xwe yên ku ji dilê wî tê vedişêre.

Di van hevokên em ê bidin de em bi çavên leheng nêrîna li hemberî dagirkerên Kurdistanê dibînin. “Leşker in ha! Leşkerên Roma Reş.” “Bi pereşûtan xwe berdidine çiyayên Kurdîstanê. Hoy Rohat, hoy heval, boy Xwedê kî miqatê xwe bin. Roma xayîn e, birawo!”( Zînistanî,2021:80).

Di romana bi navê “Qal” ya “Hesen Ildiz” de vê carê bajêr Amed e. Ji aliyê acizbûnê ve leheng bi hisiyata Bêzar ve dişibin hev.

Nalet li vî bajarî were tu hîn nikarî selikek çopê peyda bikî.” Dû re dibêje “Ma bi zorê ye qey ez jî vî bajarî hez nekim. Ez ji cadeyên vî bajarî hez nakim, ji hewaya wî. Ji sikakên wî yên tije akrep û panzer. Madê min ji kevirên wî yên reş dixelin û qafeyên wî yên pênc pere nakin.”“Di xortaniya xwe de wekî her xortekî polîtîk, ev bajarê wek keleha her tiştî bi rûmet û xweş, li ber dilê min şêrîn bû. Bajarê ku dema ez zarok bûm min digot qey navê wî “bajêr” e yê ku bavo di roja cilan de j imin re cilê eydê jê dikirî.” (Îdiz,2019:76)

Lê her diçe bajêr li ber çavên wî reş dibe, hêvîşikestî dibe. Û ji aliyê din ve di destpêkê de bajarvanî yek ji amûrên sereke yên sîstema kolonyalist bû. Bajar, ne tenê wek navendên îdarî wekî mekanekî ku çanda mêtinger û rêbaza wan ên jiyanê dikirin re xizmet dikirin. Lewma bajarên ku di bin kolonyalîstan de birêve diçin ne tenê ji aliyê fîzîkî ve ji aliyê polîtîk û dîrokî ve jî tesîrê li şêniyên bajêr dikin. Lewma di nava vê hişê tevlihev û nerazî ev hevaok ji devê leheng derdikeve, “ her ku çû êşa min a ku bêwelatiyê di nav welatan de, li vir bêhtir azirî.” (Îldiz,2019:76)

Piştî belavbûna Dewleta Osmanî û avabûna dewletên yek-netewe welatê kurdan di nav çar dewletên cuda de perçe bû. Ev dewletên ku bûn serwer li Kurdistanê yekem karê wan qedexekirina zimanê kurdî bû. Li bajarên kurdan kurdî bû zimanê malê û zimanê fermî bû tirkî, erebî û farisî. Lewma zarokên kurdan bi duzamanî mezin bûn. Di van her du romanan de em dibînin ku lehengên me ne bi bajêr re ne jî bi bindestiyê re li hev dikin. Di navberê de diçin û tên. Her du bajêr di bin tesîra kolonyalîzmê de ne. Jiyaneke duzîmanî dimeşe, ji aliyekî ve zimanê desthilatdar û ji aliyê din ve zimanê dayîkê. Di her du romanan de jî aciziya li hember polîtîkayên ku êdî êşa wan derman nake, exlaqên civakî yên têkçûyî, sembolên dewleta dagirker mirov dibine ku xwe didin der.

Em dixwazin behsa du lehengên din bikin ku vê carê li bajêrên Ewropayê ne û ne tenê tesîra bajêr lê ya sirgûniyê/penaberiyê jî heye. Helale lehenga romana ku bi soranî navê wê “Girewî Bextî Helale”yê ye ku ji aliyê Eta Nehayî ve hatiye nivîsîn.

Helale, guherînên civaka kurd di çend deh-salên derbasbûyî de vedibêje. Di vê romanê de evîn, siyaset û nasname tev li nav serpêhatiyên mirovên kurd di çend nifş û cihan de tê kirin. Bandora xebata çiyê li ser tevger û hişmendiya mirovê kurd beşeke sereke yê vegêranê pêk tîne. Mijara xerîbî û diyasporayê jî babeteke sereke ya jiyan û serpêhatiyên karakterên vê romanê ye. (Haşîm Ahmedzade- Nivîsa li ser çapa kurmancî)

Ew çaxên ku kurd li hember serdestîya Bexdayê şer dikin, Helale di wan salan da tê dinyayê. Li gund li qada şer mezin dibe. Dibe penaberê Swêdê/Stokholmê dibe. Em di vê romanê de dibînîn bê ka kesayetî û fikrên Helaleyê çawa bi demê re û di navbera gund û bajêr de diguhere.

Bi taybetî ji wê çaxê ve ku me terka bajêr kiribû, em dîsa vegeriyabûn gundê li wê gêdûk û newalê. Li wir pir zêdetir ji bajêr, hestên min mîna yên kur û mêran bûn. Ne tenê hestên min, reftar û tevgerên min jî mîna yên kur û mêran bûn. Li wir pêwîstiya min bêtir pê hebû ez kur bim, wek kurîkan bifikirim, wek kurikan biaxivim û wek kurikan din av wî gundî de, din av wî çiya û wê newal û derbende de bigerim.(Nehayî,2020:121)

Em li vir dibînin ku Helale li gund di nava wî şerî de bi salan bi porê kurt û bi kincên kuran jiyaye. Piştî Helale diçe Stokholmê zû fêrî jiyana wir dibe. Her diçe bêhtir bala wê diçe ser jinbûna wê. Di warê ziman û xwendinê de her ku diçe xwe pêş dixe.

Lê bira ev yek jî di bîra te de be ku li vir kes bi ger û zîvirîn û mêzekirina bextiyariya xelkê, bextewar nabe. Mirov ji bo ku li vî welatî bextiyar be û bextewar bijî, divê hewl bide. Divê fêrî ziman bibe. Dersan bixwîne. Divê bê bêhnvedan û mandîbûn kar bike.”(Nehayî,2020:190)

Tesîra bajêr em di van hevokan de dibînin xwe çawa di ramanên Helaleyê de xwe didin der. Divê bixebitî, hewl bidî, bixwînî, timî kar bikî. Yan na tê bextewar nebî û çavên te wê tim li bextewariya xelkê be! Lê ev tiştan jî têrê nakin, li gor Helaleyê divê xwe ji heval û nasên xwe yên kurd jî dûr bixwe ku bi temamî bikeve nava jiyana bajêr.

Heta tu li wê berberxaneyê bî û heta tu hemû dema xwe û şev û rojên xwe bi heval û dostên xwe yên kurd re derbas bikî, tu fêr nabî. Ne tenê ziman lê tu fêrî stîla jiyana vir jî nabî.(Nehayî,2020:195)

Em ê mînakeke din jî ji romana Ferhad Pîrbal a bi navê “Hotel Europa” ê bidin. Di vê romanê de leheng Ferhad e, kurdekî penaberê Parîsê bûye û li wir portreyan çêdike. Bi şev li hotelekê kar dike: Hotêl Europa. Qerekterekî din ê sereke jî Mihemedê Hacîzade ye. Gava em bên li ser mekan/bajêr/welat ji devê Ferhad hevokên wiha dirêjin: “Em hemû, ne welatê me cihê me dike, ne welatên rojavayî amade ne me xwedî bikin. Di dawî de, em rojhilatî; her yek ji me bi awayê xwe yê taybet sêwî ne.” (Pîrbal,2019:19) Lê ji Ferhat zêdetir bala me çû ser karekterekî din yê romanê bi navê Mihemedê Hacîzade. Ew kes melayekî Îranî ye ku li wir tê xelîlîbas kirin( xelîlîbas tê wê maneyê ku desthilata Îranî ya melayan, melayên ku ji fikrên wan dûr dikevên şaşik û cibeyê melatiyê ji wan distînin û wan bi vî awayî bêrûmet dikin û ew jî penaberê Parîsê dibe.

Mihemedê Hecîzade, mêrekî îranî, xwediyê kultureke îslamî û muhefezekar, berê meleyê Mizgefta Zeynebê li Tehranê, li ser bîr û baweriyên xwe yên îslamî ji aliyê rejima Komara Îslamî ya Îranê xel’îlîbaskirî, be –tenê bi mebesta ku ji destê nebûna pereyan û perîşanî û kambaxiyên jiyana hejariyê rizgar bibe!- razî bibe here bi homoseksuelekî dewlemend yê Parîsê re sekse bike! (Pîrbal,2019:105).

Di berdewamiya romanê de mirov dibine ka çawa ji cihekî şûn de ev kirinên ku li gor jiyana berê ya karekteran nayê qebûl kirin çawa normalîze dibe.

Piştî van mînakan em ê behsa du berheman bikin ku lehengên wan dengbêj in û bê ka bi çavekî çawa li bajêr dinêrin. Ve carê bajêr yên desthilatdarên welatê kurdan in, Şam/Enqere/Izmir. Yekem mînak romana “Rojek ji Rojên Evdalê Zeynikê” ye ku nivîskarê wê Mehmed Uzun e. Di vê romanê de bêtir jiyana Evdalê Zeynikê bi awayekî honakî dirêse. Lê vegêrê romanê dîsa dengbêjekî din ê bi navê Ehmedê Fermanê Kîkî ye. Em di serê romanê de pê dihesin ku ew dengbêjekî gerok e, çi qas gund û bajêrên welêt hene lê geriyaye û li wir kilam gotiye. Celadet Bedirxan nas dike û bi wî re tê Şamê.

Ez niha li vir, li welatê xerîbiyê, li Şamê, rûniştime û li hal û hewalê xwe difikirim. Hay lo, li min gidiyo hay… Eger ev gotinên kurdî nebûna, min ê çi bikira? Ma eger jîna min bi stran, kilam, dîlan û gotinên kurdî nehatiba risandin, ez ê nebûma dîn û neketima çolan?.. Ew nan û ava min in, heval û hogirên min in, yara min in. Ew her tiştê min in. Ji wan pê ve tu kesê min tune. Ew bûne stariya min, welatê min. (Uzun,2020:12)

Di van hevokan de em dibînin ku wekî mekan bajêr cihekî neyînî ye bo leheng. Ne ew makan e ku lê rûnê û berhemên xwe li wir biafirîne. Lewma kilamên xwe dike welatê xwe û xwe dispêre wan kilaman.

Em dîsa di romanê de dibînin ku ji destê dengbêj/leheng tenê tiştek tê ew jî “gotin” e. Gotina ku xwe li gundên di quntar û kendalên asê de veşartine.

Hingê min ê evdalê Xwedê çi bikira? Ez ne şervanekî bûm ku min rahişta tivinga xwe û bikaribûya bi ser warên eskerên dijmin de bigirta. Ez ne alîm û zanayekî bûm ku rahiştima qelema xwe û dinê bi hal û hewalê kurdan bihesanda. Ez ne mîr, beg, axa û şêx bûm ku min xelk li dora xwe bicivanda û bi karê siyasî rabûma. Ez dengbêjekî reben bûm. Ma ji destê dengbêjekî pênçperan çi tê? Ji bilûr û stranên min pê ve, tu tiştekî min tune bû. Min ew hildan û pişta xwe da feleka kambax û berê xwe da oxirê. Ez çûm gundên asê ku xwe li quntar û kendalên asê veşartibûn. Min li wir reşa xwe girêda û xwe spart stranan. Stran bûn lehî. Ew bûn berfende. Stranên kevn stranên nû welidandin. Her bûyer û her şehîd bû qehremanê straneke nû. (Uzun,2020:14)

Helbet dîwan li ku bê lidarxistin cihê dengbêj li wir e. Lê em dizanin ku cihê dîwanê jî ne li bajêr e li gund e. Qonaxên mîr û begên kurdan dîwana dengbêjan bûne tim, lê mirov nikare van deran jî wekî mekanekî bajêr bihesibîne.

Dengbêj xwende nîne. Di mekteban da fêrî kilaman nebûye. Di dîwanên maqûlan de li ber destê dengbêjên hosta hînê kilam û gotinê dibin. Lewma kare wan ne nivîs e, gotin e. “Ez rebenê Xwedê û nivisîn!..”(Uzun,2020:12) Dîsa di vê hevoka leheng Ehmedê Fermanê Kîkî de em dibînin xwendin û nivîsîn ne karê gund e yê bajêr e.

Di pirtûka Kenan Söylemez ya bi navê “Tizbî, Destmal û Tasek Av: Şakiro” de lehengê min Dengbêj Şakiro li gund tê dinyayê û heya temenekî ku bikemile û di dengbêjiyê de bipije li gund û navçeyên welêt dijî.

Em di beşa yekê de dibînin ku lehengê me di nava cimaeta gund de rûniştiye û tizbiya wî di dest de destmala wî li ser çokan û tasek ava şirîn li ber e. Dîwaneke kurdewar e û dengbêj di atmosfereke xwezayî de kilam dibêje. Dibêje, diqîre, diqebîne, dixulxulîne. Di van beşên serî yên pirtûkê de em dibînin ku kilam jî yan yên qehremaniyê ne yan yê dilan in. Deng bilind e, sewteke dawidî ye.

Di beşa duyem a bi navê “Demançe û Kuxik”ê de cara yekem lehengê me bi bajêr re rûbirû dimîne. Bajêr ji aliyekê ve ji bo wî cihê başbûniyê lê ji aliyê din ve bajêr bi xwe nexweşxane ye ji bo wî.

Di beşa “Rê” de jî vê carê Dengbêj Şakiro bi malbatî li ser rêya sirgûniyê ye. Û çend bajêr li ser rêya wî ne. Diyarbekir, Riha û Edene. Her ku diçe ji zozanên Serhedê berjêrê nav welatê germistanê dibe û heşînahî dewsa xwe ji renggewriyê re dihêle. Ji ber ku rûdaneke nexweş diqewime di jiyana wan de bajêrên ku rêya wan pê dikevin jî bi awayekî neyînî li ber çavên me dikevin.

Di berdewimiya pirtûkê de em dibînin ku salên dirêj li Edenê bimîne jî dîsa vedigere Mûşê. Piştre dîsa Qereyazî. A rast bi ku de çûbe û hatibe jî dawî dîsa vedigere mala xwe ya li Qereyaziyê. Lewre cihê ku lehengê me xwe têde dibîne, nas dike welêt e, gund e. Em dixwazin li vir du mînakan bidin.

 Bajêr wî difetisîne. Bajêr nahêle biafirîne, dengê wî qut dike. “Behrê dilê wî lihev dixist. Dikir nedikir laşe wî nedipilitî. Hingî hatibû vî bajarê wêran jiyan lê herimî bû. Hewa Îzmirê qet lê nedihat.” (Söylemez,2022:92)

Yek jî dema ku diçe Ewropayê û em di pirtûkê de hin nêrînên wî yên li ser bajêr û Almanyayê dibînin di kilama wî de jî xwe dide der. Dema li wir e civakekê dibîne ku bi her awayî ji ya kurdan cuda ye dibîne. Di warê mûzîkê de amûrên cuda, terzên cuda û helwesta ciwanan a li hember şêwazên nû dibine û ev hevok ji devan derdikeve, “Ya din, min li jiyana Almanyayê nihêrî û ez tirsiyam ji bo dengbêjiyê û pêşeroja wê.” (Söylemez,2022:83)

Xwedê xira bike derd û kulê feqîriyê

em xerîb in lo li welatê qurbetiyê

malxirabo ca rabe

çima te terka welatê Serhedê avê sar û cemidî kiriye

gelo berê xwe da welatê Almaniyê

hela bala xwe bidê li te vê kirinê lo bêbextiyê

te çû serê xwe kire qerebalixê

lewo ji gêwir re dixebitî bi feqîriyê (Guneş, Şahin,.2018a, rp.536)

Di kilameke Dengbêj Reso da, gotineke bi vî rengî heye ku ew jî îşaretî vê mijarê dike.ku ew jî bûyereke di serê Dengbêj Reso re derbas dibe. Dema mala wî li bajarê Manîsayê bûye di hewşa mala wî de dîsa destê wî diçe ber guhên wî. Erê her çi qas me got bajêr derfetê nade dengbêj jî helbet hin caran ne ji destê wan jî nîne. Dema Dengbêj Reso kilamê dibêje yekî/e tirk tê dibêje çibûye çi qewimiye. Wekî zêmarekê vê dibine wekî şînekê. Qîreqîr dihesîbine kilamê. Ev tişt pir zora Dengbêj Reso dibe, dibê w’ed be heke ez yek rojekê jî li vî bajarî bisekinim. Em vê rûdanê di kilamê de jî dibînin.

Hey wayê hey wayê

çiyayê Manîsaya şewitî bilind e bal ê nayê

şansê mi bû talîê mi bû

teyr û tûya per û baskê xwe vekiriye daye pêşiya sur û sermaye

mi li welatê serhedê, xelkê xwe, cimaeta xwe, mela, alima

cimaeta kurda gişt hiştiye

ez hatime welatê manîsayê

Evkerîm lawo bi destê min bigre em herin malê

Bêhna min teng bû êdî li vira dernayê. (Güneş, Şahin,2018b. rp.30)

Di van her du mînakên dawî de em dibînin ku dema mekan dibe gund mirov bala xwe didê leheng dûrê serêşiyên li bajêr in. Lew tesîra çand û zimanê serdest xwe baş negihandiye wan deran. Lê dema leheng bi bajêr re rûbirû dimînin rojek zû rojek dereng hewl didin jê birevin û xwe bavêjin çiya û baniyên gundên xwe.

Ku em bi xulase bêjin em dibînin bivê nevê bajêr tesîrekê li ser lehengan çê dike. Di gotinên wan de, di helwestên wan de, ên li hemberî jiyanê û ya muhîm di berhemên wan de mirov vê tesîrê dibîne. Mimkun e di edebîyata Kurdî da mînakên dîtir hebin. Me di vê xebatê da hewl da ku bi çend mînakan behsa vê mijarê bikin, bê ka bandora neyînî ya li ser karakteran çawa bûye.

ÇAVKANÎ

  1. Uzun, M. , Rojek ji Rojên Evdalê Zeynikê, Sel Yayıncılık, 2020.
  2. Ildiz, H. , Qal, Weşanxana Peywend, Stenbol, 2019.
  3. Zînistanî, M. , Bêzarên Dinyaligê, Weşanên Avesta, Stenbol, 2021.
  4. Nehayî, E. , Helale, Weşanên Avesta, Stenbol, 2020.
  5. Pîrbal, F. , Hotel Europa, Weşanên Avesta, Stenbol, 2019.
  6. Söylemez, K. , Tizbî, Destmal û Tasek Av: Şakiro, Weşanên Avesta, Stenbol, 2022.
  7. Alan, R. , Folklor û Roman, Weşanên Peywend, Stenbol, 2013.
  8. Kan, G., & Önen, H. (2022). Kürtçe Romanın Doğuşu ve Gelişimi Üzerine Bir Değerlendirme. The Journal of Mesopotamian Studies, 7(1), 103-127. https://doi.org/10.35859/jms.2022.1035572
  9. Güneş, Ö./ Şahin, İ. ,Antolojiya Dengbêjan1 Dengbêj ŞAKIRO, Weşanên Nûbihar, Stenbol, 2018.
  10. Güneş, Ö./ Şahin, İ. ,Antolojiya Dengbêjan2 Dengbêj RESO, Weşanên Nûbihar, Stenbol, 2018

ڤان بابەتان ببینە

Romana Mêjûnivîs, dawî berhemê romankiyê nivîserê hêja û afirinde (Fazil Omer) e (1). Di vê …