BÛBÊ ESER: LI BAKURÊ KURDISTANÊ ZIMANÊ KURDÎ MIRÎ YE!!

Dîdar, Metîn:

Bûbê Eser nivîserê Kurd di dîdareka taybet da li gel kovara Metîn, diyar diket ji ber xebata xo ya bo Kurdayetiyê gelek salan li zindanê maye û paşî jî çûye Siwêd li wêrê dest bi karê nivîsînê kiriye û çendîn berhem li ser enfalkirina Barzaniyan nivîsiye û ji ber berhemên wî gelek Kurdên Bakur zanyarî li ser enfalkirina Barzaniyan bidestve înayine.

  • Mamosta ji bo xwendevanên me zêdetir we nas biken, hûn dişên xo bidene naskirin:
  • Ji ber çalakî û xebatên min yên siyasî ez di 2/1/1980 li Bakurê Kurdistanê li bajarê Diyarbekirê li saziya dewletê ya, ku min weku karmend kar dikir, ji aliyê polîsan ve hatime girtin. Li zindanê gelek eşkence li min kirin, di êşkenceyê da dilê min disekne, loma ew min mirî dizanin û min di qata anku tebeqa çaran da davêjin jêr da, ku bêjin wî xwest bireve. Lê li ser siyara polîsan ya li jêr dikevim û dilê min ji nûve kar diket. Piştî hefteyekê min li nexweşxaneyê derman dikin û paşî dîsan ez birme cihê êşkencedanê li wêrê jî lingê min yê çepê şewitandin.

Sedema êşkencên li min dikirin ew bû, ku ez navê partiya xwe û endaman bidim wan. Lê min yek gotin jî li gor dilê wan nekir. Ji ber vê bû li min weha eşkence kirin.

Piştî lêdan û eşkencan, ku bi temamî 72 roj bûn, ez şandim zindanê. Piştî du sal û şeş mehan wan ez berdam, çunkî min yek gotina, ku wan dixwast neda wan. Ez bawerim xwendevanên hêja we navê zindana Diyarbekirê bihîstine, ku li vê cîhanê yekem zindan bû ji bo ciwanên kurdan li wêrê bikene tirk, hatibû ava kirin.

Piştî berdanê 12/11/1984an ez hatime welatê Siwêd û li vêrê dijîm. Zewcîme du keç û du kurên min anku lawên min hene.

– Mamosta we çi demekê dest bi karê nivîsînê kiriye?

  • Dema ez li Siwêdê bicih bûm. Piştî çareserkirina nexweşiyan, ku du salan dom kir. Min li Fîderasyona Komeleyen Kurdistanê weke karkarekê kêmendam dest bi kar kir, ku mûçeyê min dewletê dida. Karê min yekem nivîsandina berbangê bû, ku wê demê me ew mehê carekê derdixist.

Dema ji zindanê derketibûm, min gelek têbîniyên zindanê û hevdîtina min ya li gel zêrevanekê wê demê nivîsî bû. Lê ji ber ku bi tirkî bûn û di warê kurdî nivîsandinê da wî demî ez lawaz bûm. Loma ez giranî li ser nivîsîna bi Kurdî xebitîm heta, ku min kurdiya xwe jî baş kir. Min dest bi nivîsandina hevpeyvîna xwe û ya wî zêrevanî kir, ku min pêre kiribû.

Armanca min li vêrê ew bû, ku ez wê êşkencedanê, bûyer û wehşeta di zindanê da înayîne serê me ciwanên kurd weke berhemekê pêşkêşî gelê xwe û cîhanê bikim. Ev berhema min bi navê Gardiyan di sala 1994an bi kurmancî derket. Vê gelek bala kesên, ku ew xwendin kişandibû. Gelek nas û dostan doz li min kirin, ku ez bi vê kurdiya xwe ya şîrîn û xweş berdewamiyê bideme nivîsandina kurdî. Min jî ev rast dît û êdî dest bi nivîsandinê kir. Heta niha 14 berhemên min bi kurmancî derketine. Hindek bûyîne soranî û Gardiyan jî heta niha bi hindek zimanên biyanî hatiye weşandin.

– Mamosta hûn çend sale li derve dijîn û jiyana we weku nivîserek Kurd çawa derbas dibe.

  • Ev tam bû 41 sal, ku ez li Siwêdê dijîm. Li gor min zehmetirîn jiyan ewe, ku mirov ji welatê xwe, ji mirovên xwe, nas û dostên xwe dûr li xerîbiyê bijî. Ev bi serê xwe karesetek mezine. Helbet xweşî û rihetiyê Ewropa û Siwêdê jî gelekin. Lê çi bibe jî mirov tim bi hesreta welatê xwe dijî. Loma jiyanek gelek bi zehmete. Heger mirov behsa jiyana li derveyî welat bike mirov dikare bi dehan pirtûkan binivîsîne. Lê ji gelekan re jî xerîbî ji welatê wan xweştire. Ev jî bi serê xwe mijarek e.

– Heta niha we çend berhem bi kurdî hene û weku nivîser hûn di berhemê xwe da pitir giringiyê bi çi tiştekê didin?

  • Heta niha (14) berhemên min yên bi kurdî hene. Dema ez ji zindana Diyarbekirê hatime berdan, wî demî min soz da ez çi demekê bi zimanê tirkî nenivîsim û heta niha jî ez li ser soza xwe me, pirtûkên min hemû li ser Kurd û Kurdistanê û arîşên milletê me ne, weku min gotî berhemê êkê jî li dor jiyana li zindanê bû.

– We çend berhem li ser cînosayda Barzaniyan nivîsîbû weku vekolînek meydanî çawa pêşwazî lê hate kirin?

  • Heta niha min li ser cînosayda Barzaniyan sê berhem û broşûrek nivîsî ye. Armanca min ya nivîsandina van berheman ewe, ku ez weke nivîskarekî gelê xwe vê cînosaydê bi kurdan û cîhanê bidim nasandin. Bawer bikin piştî romana min ya li ser cînosayda 8000 enfalkirina zelamên Barzaniyan ya bi navê Barzan Digirî, ku li bakurê Kurdistanê hate weşandinê, gelek ciwan û camêran gotin, ku me bi saya vê berhemê cînosayd anku enfala hatibû serê gelê me ya li başûrê Kurdistanê, nû zanî. Vê berhemê li bakurê Kurdistanê gelekî deng veda û kêfxweşim, ku bi xwendina vê berhemê li bakurê Kurdistanê gelekan ji nû ve cînosayda gelê kurd û ya Barzaniyan nas kirin.

– Li gor we çi astengî li hember pêşvebirina zimanê kurdî heye?

Li gor min astengiya îro ya herî mezin ew kurdin, ku bi zimanê dagirkerên xwe dinivîsînin. Ji ber ku îro şert û mercên fêrbûna zimanê kurd hatiye xuliqandin. Mirov weke rewşenbîr û nivîskar bixwazî, mirov dikare zimanê xwe fêr bibe û bi wî zimanî binivîsîne. Lê mixabin gelek nivîskarên kurd vê nakin û berhemên xwe bi zimanê dagirkerên xwe didin weşandin. Ev jî dibe sedema kuştina zimanê kurdî û geşkirina zimanê dagirkeran.

Her çiqasî hê jî di hin waran de qedexe li ser zimanê kurdî hebe jî, lê heger mirov bixwazî dikare zimanê xwe fêr bibe û pê binivîsîne. Bi dehan heta bi sedan berhemên kurdî li bakurê Kurdistanê têne weşandin. Lê li gor vê îmkanê hê jî hindek nivîskarên me berhemên xwe bi zimanê dagirkerên xwe dinivîsînin, ku zimanê xwe didin kuştin. Li gor min di şert û mercên îro de astengiya herî mezin li hemberî zimanê kurdî gelek nivîskar û rewşenbîrên kurd bi xwe ne.

– Rewşa niha ya ziman û edebê kurdî li Kurdistanê çawaye?

  • Li gor min bi awayekî giştî gelekî başe. Em weke kurd li başûrê Kurdistanê xwedî welatekî xwe yê azadîn. Hemî dam û dezgehên me hene, ku bi kurdî ne. Dibistan hemî bi kurdî ne. Li wêrê çi astengî nînin. Ji bona pêşvebirina zimanê kurdî hemî jore xebat jî têne kirin. Lê li bakurê Kurdistanê zimanê kurdî mirî ye. Kurdî axaftin di malan de û di qadande hema hema nemaye. Hemî jiyan bûye bi tirkî, ev bi me dide zanîn, ku li bakurê Kurdistanê zimanê kurdî li ber sikratê ye. Heger weha bidome heta demeke ne zêde dûr wê bakurê Kurdistanê bibe tirkî ye, ku kesên bi kurdî qise dikin, renge gelek kêm bibin yan jî her nemînin. Ev hemî projeya dewletê ye, ku bi destê hin kurdan pêk hatiye. Her çiqasî îro berhemên kurdî pir têne weşandin jî lê xwendevan tune ne. Siberoja me dê çawa be nizanim..!!

– Mamosta dumaĥî peyama we bo xwendevanên Metîn çiye?

  • Divê hemî kurd hewl bidin di malên xwe de, bi zarokên xwe re kurdî qise bikin. Nivîskarên kurd divê dev ji berhemên xwe yê nivîsîna bi zimanê dagirkeran berdin. Partiyên siyasî divê hemî karê xwe bi kurdî bikin. Kurdên bakur çiqasî xwe ji zimanê tirkî dûr bixin wê ewqasî zimanê me ber bi pêşve here.

Nivîskarên kurd divê berê bi zimanê xwe berhema xwe binivîsin û bidin weşandin. Paşî bi kîjan zimanî tê weşandin ne giringe.

Dumahiyê jî ez gelek sipasiya we dikim ji bona vê îmkana we da min ku hin nêrîn û dîtinên xwe bêjim.

Biyografiya Bûbê Eser:

  • Sala 1955 li Dêrka Çiyayê Mazî ya bi ser bajarê Mêrdînê ve hatiye dinyayê.
  • Dibistana xwe ya seretayî li gundê Qesra Qenco, navendî û amadeyî jî li bajarê Mêrdînê xwandiye.
  • Sala 1975 dibe endamê Partî Demokratî Kurdistan/Turkiya.
  • Sala 1975 li Zankoya Enqere Kolîja Abûrî dest bi xwandinê diket.
  • Sala 1980 ji aliyê dewleta Turkiya ve ji ber çalakiyên wî yên siyasî dihête zindanî kirin.
  • Sala 1984 azad dibît û diçite welatê Siwêd.
  • 41 salin li welatê Siwêd dijît.

Berhemên Bûbê Eser Ên Hatine Weşandin

  • Gardiyan,1994, Stockhom, Weşanên Roja Nû (Roman)
  • ) Gardiyan ( Bi Yunanî) 2001 Yunanistan û bi çendîn zimanên dî jî hatiye çapkirin.
  • Jiyanek, 2005, Stenbol, Weşanên Bajar (Roman)
  • Jiyanek 2006 Weşanxana Doz (Roman)
  • Enfal û Jenosayda Bi Kurdî, 2007, Başûrê Kurdistanê, (Lê- kolîn)
  • Sîno bû Efendî, 2007, Stenbol, Weşanên Doz, (Novel)
  • Zewaca Şaş, 2008 Stenbol, Weşanên Doz (Şano)
  • Rastiya Me, 2008, Stenbol, Weşanên Doz (Nivîs)
  • Dîroka Rureş, 2009 Stockholm, Weşanên Sara (Şano)
  • Barzan Digirî (2017) Weşanan Sîtav (Roman)
  • Qêrîna Barzan (2020) Weşanxana Doz (Hevpeyvîn Li gel malbatên kesên wan hatibûn enfalkirinê.
  • Qêrîna Barzan bi zimanê tirkî Barzanin Haykirişi. 2022 Weşanxana Doz li tirkiyê çap bûye
  • SAPO (2023) Stenbol
  • Gazî û Hawer (2022) Weşanxaneya DOZ li Stenbol
  • RÊBAZ (2024)Weşanxeneya Akademiya Zilan Wan

ڤان بابەتان ببینە

REXNE Û RASTÎ

Nivîsîn: Şîrînduxt Deqîqiyan Wergêran ji Farisî: Mesûd Xalid Gulî Destpêk: Nivîserê Çîkî (Firans Kafka: Franz …