Samî Binyamên Rêkanî
Her ji kevin da di nava keltorê kurdî da ta niha bi dehan çîrok û serhatiyên rast û dirust li dor kuştina jinê hatine xeberdan, ku sera axiftineka bê binema yan jî bi hezjêkirineka rast û dirust, jina kurd bûye qurbanî vê çendê û berdewam serhatiyên wê dihêne vegêran da ku çi kesekê dî nebîte qurbaniyê gotgotkên xelkî.
Momê êk ji kiçên hejar û bêriya gundekê bakurê Kurdistanê bû, ku ew jî bi wî derdî bibû qurbaniya gotgotkên bêriyan, heta ku birayên wê kuştî û heta niha jî çîrok û serhatiya wê dihête vegêran.
Meydan Belek
Meydan Belek dikevîte rojhelatê gundê Xirwatê, rojavayê geliyê Dêzê, pişta wê; gundê Anûr, bersingê wê, çiyayê Cêloye, li wîlayeta Hekarî (Colemêrg)ê.
Meydan Belek navsereka bilinde, avek li nîveka meydanê lêk zivriye wekî marekê xwe xelek birî, lewra di bêjne wê avê (Av Xark). Hind ya bilinde pêş cihê badînan dikevît û kelata Amêdiyê beramber dibît, çîroka vê meydanê jî ya hey.
Navê wê: Hewara Moma Cuwanemerg e, gelek behsên cuda cuda di nav devên xelkî da hene. Momê kiça pîrejinekê bû, sê bira jî hebûn, li Meydan Belekê li gel bêriyan diçû nav pezî û şîr jê didot.
Zargotineka dî dibêjin: Berxek li heway dihate xwarê û çû ber singê Momê herdu memkên Momê mêtin û şîr dihate devê berxî, bi kurtî Momê berx mêjand û şîr dayê.
Zargotineka dî jî heye dibêjin: Miheka reş, berxekê reş za bû û bû berxê Momê. Ew berx bû aşiqê Momê, belê em nizanîn kanê kîşk raste, lewra ev serhatiye di nav bêriyan da hebû, bû gotegot, welhasil dibêjin: Mom yara şivanî ye, lewra li gel me nahêt. Ev gotgotke mezin bû.. heta gehiştiye guhên birayên Momê. Birayan xuşka xwe kuşt û cihê xûna Momê caresor şîn dibît, helbestvanan liser kuştina Momê, sê bend yên gotîn:
Benda Dayka Momê
Mominê koç ve rêkir Ey Momê dayê
Rûnişt û kofî çêkir Ey cana dayê
Bêriyan buxtan lêkir Ey Momê dayê
Mominê werne werne Ey Momê dayê
Ma şivan yarê tene Ey cana dayê
Bo xelkî gazindene Ey Momê dayê
Mominê hane hane Ey canê dayê
Berxê Momê berane Ey canê dayê
Yarê Momê şivane Ey Momê dayê
Bendên Birayên Momê
Şertê birayê mezine
Wȋ sûnd xwaro bi mal û jine
Mominê dê kujine
***
Şertê birayê navê
Wȋ sûnd xwaro wê gavê
Mominê berdeyn avê
***
Şertê birayê biçûke
Wȋ sûnd xwaro bi cuzûke
Mominê bikeyn bûke
***
Piştî ku birayên Momê gehişetine rêkketinekê, ew bû du bira Mom da ber xenceran û Mom kete ber bizava ruh kêşanê, zar û ezmanê wê dihate axiftin, çend xelkên zomê pê daweşyan û hewar hewarek kete nav wan, dengê giriya Momê ya dayka wê û birayê wê yê biçûk çû ber esmanan û girya dar û beran bo dihat.
Benda Momê
Momina Haci Se’nan
Avkoka nav mesînan
Milhema ser birînan
Me’ena wesa têt: Ava nav mesînî da nivêj pê dihête kirin û Mom jî wesa ya paqije her wekî avê, milhem jî dermanê brînane bê mîkrobat û bê gunehe, careka dî dayka Momê hosa pê got:
Mominê werde werde
Destan ji gerdenê berde
Evînî bi kul û derde
Moma cuwanemerg ruha xwe da û çû ber dilovaniya Xudê, şînî û tazî kete nav Meydan Belekê da û ber dana nav goristana zomê da, tijî ser ax kir her wekî hemû miriyan, piştî hingî xelkê zomê dît berxê Momê bi rexê ziyaretî hat û çû, xelkê berê xwe dayê ew berxê miha reş hat û çû ser gorê Momê hat û çû û bare bar kir û ezmanê xwe di kêliyan da, ew berx jî mir û li bin pên Momê hatiye veşartin.
Dayka Momê careka dî hosa pê got:
Ziyaretê Momê di rê da
Heçî hat fathayek lê da
Momê gule di hewlê da
***
Meydanê xweş zozane
Pejan gul û rihane
Berxê Momê berane
***
Meydanê tiye û tiyê
Pejanê gulê spiyê
Muqabil Amêdiyê
***
Çi kesê biçit û gorê Moma cuwanemerg bibînit, vê gavê jî bêy xwandina fatîhê naborîtin.
Herwesa deqekê dî yê stiranê behsê çîroka Momê diketin ku bi rengekê dî behs li bûyerê ya kirî, her stiranbêjekî wekî xwe çîroka wê ya vegêray li dûv guhlêbûna çirokê, jiber ku bi gelek rengan ev çîroke ya hatiye gotin, lewma deqên cuda yên stiranan hene. Eve jî êk ji wan deqên dî yên stiranê ne li ser Momê hatiye gotin:
Hey Moma minê wey canê Qebre Momê di rê da
Her kî hat fathek lê da Wey canê wey canê
Momê Momê werde werde Hey moma dayê
Tu rûne biska berde Sebra dayê
Rûniştî kofî çekir Hey moma dayê
Bêriyan bêbextî kir Hey cana dayê
Xelkî ji me gazindeye Hey moma dayê
Ka şivan yarê teye Sebra dinyayê
Hey Momê Momê Momê Hey moma dayê
Hey Momê Momê Momê Sebra dinyayê
Hey Momê Momê Momê Hey moma dayê
Hey Momê Momê Momê Sebra dinyayê
Şertê birayê bçûke Hey moma dayê
Dê Momê biken bûke Hey cana dayê
Şertê birayê navêye Hey moma dayê
Em Momê nadinêye Sebra dinyayê
Şertê birayê mezine Hey moma dayê
Dê Momê bikujine Hey cana dayê
Hey Momê Momê Momê Hey moma dayê
Hey Momê Momê Momê Sebra dinyayê
Hey Momê Momê Momê Hey moma dayê
Hey Momê Momê Momê Sebra dinyayê
Momê hey werde werde Hey moma dayê
Xwîn rijiya enya zerde Sebra dinyayê
Qebre Momê lêda Hey moma dayê
Moma çav belek têda Hey cana dayê
Hind jê çû di axê da Hey moma dayê
Her kî hat fathek lêda Sebra dinyayê
Hey Momê Momê Momê Hey moma dayê
Hey Momê Momê Momê Sebra dinyayê(2)
Herwesa deqekê dî jî heye hosa hatiye gotin:
Mom
Hey Momê Momê Momê
Kulîlka rexê come
Biçûkê çend bê comê
***
Momina Hecî Sînan
Avkoka nav mesînan
Milhema ser birînan
***
Mominê koç ve rêkir
Rûnişt û kofî çêkir
Bêriyan buxtan lê kir
***
Mominê werde wurde
Tu rûne biskan berde
Van bêriyan çi derde
***
Mominê weye weye
Xelkê ji me gazindeye
Ma şivan yarê teye
***
Mominê çiye çiye
Ma şivan yarê kêye
Yarê moma bêriye
***
Berxika belendîrê
Êvarî hate bîrê
Mominê bistan şîrê
***
Berxika ber baranî
Barî û hate danî
Momin yara şivanî(3)
Jêder:
- ‘Ebdulqadir Kizilkaya, bûka baranê, hekarî, çapa êkê, 2009, rûp15-18.
- Kaniya stiranan, Yaşar Kaplan, çapa yekem, 2015, Istembol, rûp181.
- Ev stirane ji malperê (Colemêrg collectiv) hatiye wergirtin ku bi dengê komeka stiranbêjan hatiye gotin.
- Wêne ji erşîfê ḧecî Tanso ne.
Avriyek:
Li devera Behdînan jî gotinek heye, berûvajî vê serhatiyê dihête vegêřan, ku gotineka mezinane demê dibêjin: (Momê Momê, agir berda komê, çû rûnişt serê zomê), ku bo wan kesên karên xirab û têkvedanê di navbera mirovan da diken dihête gotin, belê stirana di gotarê da cuda ye çunkî (Momê) û (Mominê) du navên jêkcudane(kovara Metîn).