Di felsefeyê da, rewşt herdem yek ji girîngtirîn pirsên mirovî boye. Mirov wek giyandarekî hişyar û civakî, yê necêre di navbera pêdiviyan û nepêdiviyan, baş û xirab, di berpirsiyarî û azadiyan da biryarê bidet. Ji ber vê çendê, bizavkirin bo daristinina sistemên pêkvegirêydayî û jîrane bo helsengandina reftarên miroyî, di dîrokê da di nav feyleesûfan da boye cihê serinijê. Di nav van bizavan da, du sistemên hizrî di berçavin, anko rewştê (erkî) yê Emanuel Kant û rewştê (berjewedxwazî) yê Germy Bintam, pêgehên taybyet hene. Ev herdu rêbaze nûnerên du kevine nerîtên mezinên felsefeyê ne: eqilgerayî kişwêrî li hember ezmûngerayiya Birîtanî.
Kant bi piştbestîn bi pirensîpê “erk ji bo erkî”, rewştî wek tiştekê paqij û serbexo dibînît û li ser binemalya eqlê piraktîkî dadmezrînît. Di berember da, Bintam bi pirensîpê “pitrîn xoşî bo pitrîn kesan”, rewştî wek amrazek bo zêdekirina qazancî û kêmkirina azarê dibînît. Ev cudahiya bineretî, bitine cudahiyeka tiyorî nîne, belko encamên berfirehin, ku rewştê takekesî, dadperweriya civakî û siyasetdanana giştî pêve digireydayîne.
Felsefeya Rewştê Emanuel Kant
Emanuel Kant (1724-1804), feylesûfê Elman û yek ji mezintirîn bîrmendên serdêmê rûşngerî yê bu, bizav dikir rewştî ji her core girêdanekê bi hest yan berjewendiya takekesî cuda biket û li ser bingehê eqlê petî û pirensîpên cihanî dabmezirînît. Pirojê rewştê Kant li dirêjahîya bizavên wî da ye bo dîtina binemalyên eqlê petî û eqlê piraktîkî. Bo wî rewşt bi tine hingê resen û ji hejî rêzgirtinê ye, ku ji îradeyeka bikolît xo bi pabendî yasaya rewştî bizanît, ne bi hez, tiris, hest yan hijmartinên qazanc û ziyanê.
Çemkê Erk û Irada Baş
Di hizra Kantî da, bi tine ew kiriyar ya başe ya ku bi îradeyeka baş bît. Heta xesletên wek zîrekî, wêrekî, yan zengînî, di nebûna îrada baş da, dikarin bibin amrazên xirabiyê. Îrada baş, ew îradeye ya, ku bi tine ji ber encamdana erkî bît û ne ji ber hest û hezên bi encamî kar diket. Eve xala destpêkê ya rewştê Kantî ye: rewşt ne bi encamên kirîyarê, belko bi nîyaz û îradeya wî ve gireydaye.
Bi dîtina Kantî mirov hingî bi rewşt reftar diket demê kirîyara wî ji “rêzgirtîna yasaya rewştî” peyda bibît. Ev yasaye ne yasayeka derêkî ye, belkî d navxoyî xo daye. Mirov, wek giyandarekî jir, şîyana hindê heye, ku bo xo yasayekî danît û pabendy wê bibît. Li vêrê, berpirsiyaretiya kesî di hizra Kantî da rolekî serekî werdigrît.
Fermana bê mercî û darîştinên wê yasaya rewştî ya Kantî d çarçovekî da dihête derbirin ku ew bi fermana bêe mercî (Categorical Imperative) nav diket, ku fermanak bê mercî ye anko bê mercî û şert, û di hemî rewşan da rast û druste. Ev fermana bê mercî di şêweyî çend şrovekrnan da hatye pêşkêşkirin, lê sê ji wan girîngiyeka taybyet heye:
Şirovekrîna Cihanî: “Bi şêwazekî kar bike, ku prensîpê krîyara te bibîte yasayeka giştî” anko eger tu karekî bi drust dibînî, divêt tu bişêy wî wek yasayeka giştî bo hemiyan qebul bikeyî. Eger tu neşiyayî bo hemiyan wî karî bi karekî drust bibînî ramanê wê ewe ew kare karekî ne rewştî ye.
Bikaranîna Miroyî wek Armanc yan Amraz: Mirov xodan rêz û rometiyeka pîrozin bi hîç rengeky cihê razîbunê nîne mirov wek amraz yan wek armac bihête bikaran înan ji layê miroyên dîtir bo merêmên taybeyt yan take kesî.
Irada Yasadaner: “Wesa kar bike, ku îrada te, ji rêka prensîpên xo, bibîte yasayeka cihanî bo civakê aql.” Ev pirensîpe dîyar diket, ku yasaya rewştî ne sepandinek derveyî ye, di rastiye da ji eqlê miroyî peyda dibît û bo xo yasayan dadnît.
Rewşt wek çemkeka eqlane û serbixo Li xala bineret da bo geheştina encamî cudahî heye dibît karek encamekî baş û erênî hebit belê karekî ne rewştî bît. Bo nimune, eger kesek harîkarîya hejarek biket bi tine ji bo hestê rezamendiya takekesî yan pesna civakî, ev krîyare bi dîtina Kantî ne rewştî ye, çunkî ne ji erkî, belko ji hezê hatiye. Bitne hinge krîyar ya rewştîye eger “erk ji bo erkî” bihête kirin. Merêma Kantî ewe, ku mirov xwudan eqlekî drust û hestên druste pêdivîye karê baş û drust encam bidet ji berko ew kare karekî baş û druste û erkê wî ye vî karî encam bidet ne ji ber çi merêmên taybyet yan pesnên civakî û… htd
Rolê eql û azadiyê dî sîstemê Kantî da, eqlê praktîkî ne bitne rênişanderê rewştî ye, belko mercê hebûnina rewştî ye. Mirov, çunkî bûnewereka jîre, di şîyana wî da heye azadî hebît û çunkî yê azade, erkê wî ye xwudan rewşt bît. Rewşt bo Kantî bi tine di keşekî azad da da ramanê xo di gehînît, çunkî zordarî rewşt bê raman diket. Eger kesek neçarî karekî bibît, ew krîyare rewştî nabît, çunkî ji îrada azad peyda nebuye.
Rexneyên hatine arastekirin leser rewştê Kantî
Sereray behêzîya lojîkî û pêkvêgerdana navxoyî, têorîya rewştî ya Kant rov bi rovî gelek rexneyan bûye. Êk jî gringtirin rexneyan, heşkî û ne guncandina wê ye. Çunki di evî sistemê da, encam bi şêweyekê bingehî nahêne berçavgirtin, di şiyan daye kesekî berêv biryarên dijwar û carna ne mirovane bibet. Bo nimûne, eger rastgoyî erkekê azad bît, eger kesekî qesta mala te kir û xwe di mala te da veşart da ku ne hetê kuştin di heman dem da bikuje wî bi çekî yê li wî digerit û dergehê malate di qutit. Pirsara wî jîte dike: Aya li mala te ye? Li gorê felsefeya Kantî pêdivê di her rewşekê da karê rast û drust behête kirin û gotin anku pêdivîye bi rastî û drustî bersiv bidey. Bêjî: “Belê, yê di mala min ve xwe veşartî û bikuje wî behête jor û bikuje!” Leser evê nimûne gelek rexne li felsefeya Kantî hatine girtin û bi zêderoya aqilanî li qelem didin.
Rexneyekê din, nebûna serencekê baş bi hestên mirovî û zemînêyên derûnî yên biryardana rewştî ye. Kant wek fêlesofek ku xema pêkhatêya aqilê petî dxot, kêmtir serenc daye ezmûn, sozê û li ser rôlê aqilî zêdegavî kirye.
Belê, sereray vê çendê, tenanet rexnegerên Kantî jî danpêdanê bi wê çendê dikin, ku têorîya wî rôlekê mezîn di rizgarkirina rewştî ji rêjeyîgerîyê û sozgerîyê da hebûye û wêneyekê berçav ji rêzdariya mirovî û bahayê zatî yê mirovî pêşkêş kirye.
Felsefeya rewştê Jeremy Bentham
Jeremy Bentham (1748–1832), fêlesof, yasanas û çalakvanê civakî yê Îngilîz, damezrenerekê kevne nerîtê berzêwendîxwaziyê klasîkê (Classical Utilitarianism).
Rewştê Bentham bersivêka ruhan û ezmûngerî d’dete vê pirse: “Çi tişt kiryarekê drust yan nedrust dike?” Bersiva wî sadeye belê şoreşger e: “Drustiya kiryarekê jî girêdayî encamên wê ye û ew encam tiştek nîne jibli astî xoşî yan ziyanê.”
Bentham bazavê dike bi piştbestina aqilê ezmûnî, sistemekê rewştî drust b’ket, ku hem behête helsengandin û hem di praktikê da rêk vekar bît.
Prensîpê zêdekerna xoşîyê: Bingehê berzêwendî xwazî ya navarasta têorîya Bentham da, benemayê mifaî (Principle of Utility) heye: “Ew kiryare ya druste, ku pitrîn xoşî û kêmtrîn ziyan bo pitrîn jimara kesan hebît.”
Ev benemaye, rewştî d’keta jorekê hejmartinê – hejmartinekê sadê belê beneretî: mifa û kêm ziyan.
Bentham di vê baweriyê da bû, ku seruşta mirovî di bin destehêlata du grêyên mezîn da ye: xoşî û azar. Ev herdû hêzên beneretî ne tenê reftarên takekesî, belku hemû sistemên civakî bireva dibin. Ji ber vê çendê, d’vet sistemên rewştî, yasayî û siyasî bi şêweyekî behênê dizaynkirin ku pitrîn raddeya xoşîyê û kêmtrîn astê ziyanê pêk bînin.
Hejmartina xoşîyê û ziyanê (Hedonic Calculus) Êk ji dahênanên Bentham, bazav d’kern bo rêjeya rewştîyê. Bi baweriya wî, di şiyan daye xoşî û azar leser benemayê heft pêveran behênê helsengandin: hêz, berdewamî, dilnîyayî, nêzîkiya demî, zêdebûn (berhemînana xoşîyên din), paqijî (têkelbûn bi êş yan xoşiya din), û berfrehî (jimara kesên ku dikevin bin karîgeriyê).
Bi gotinekê din, rewştê Benthamî jorekê hejmartina têçûya mifaî ye, ku têda ne îradê, belku encama kiryarê ya diarkere. Eger encam erênî bît, kiryar rewştî ye; û eger encama nerênî hebît, ne rewştî ye – heta eger ji niyeteka paqij pêda bûyebît. Berzêwendî xwazî, dad û yasa
Bentham ne tenê têorîya rewştê takekesî bû, ew jî dûvî çareserkerna bengahên yasa û siyasetê jî bû. Bo wî, maf, yasa û dezgeh tenê hingê rewa ne, ku pitrîn qazancê bo pitrîn jimara kesa pêda biken.
Ji ber vê yekê, berzêwendîxwaziyê Bentham destpêka bazavekê bû ku bûye egerekê vekolîna sistemên sîzayî, piştgiriyê mafên girtîyan, başkirina rewşên civakî yên hejaran û tenanet rawestandina sîzayê li sêdaredanê.
Wî bawer dikir ku yasa neba leser kevne nerît yan ayînî, belku leser helsengandina jîriya encaman behête avakirin.
Ew rexneyên hatine arastekirin li ser berzêwendîxwaziyê Benthamî
Sereray balkêşî û sadeyiya ya têorîya Bentham, rexneyên rejd li ser wê hatine arastekirin.
Ya êkê û giringtirin rexne, serenc nedan bi mafên takekesî ye.
Eger armanc zêdekerna xoşiya giştî bît, erê di şiyan daye mafên kêminê yan tenanet kesekî b’keta qurbanî? Di sistemê berzêwendîxwazî da, ev metrîsî heye ku takekes bibête amrazek bo bextêweriya giştî.
Bo nimûne, di rewşeka xeyalî da eger eşkencêdana kesekê bê tawana bişêt pêşiya serheldaneka berfreh bigrit û jiyana hezaran kesan rizgar biket, berzêwendîxwaziyê Benthamî wê bi drust dîbinît. Pirsake ku digel hestê rewştê giştî û rêz û kerameta mirovî di nakokîyê da ye.
Rexneya duyê Rokeşî sebareta çemkê xoşî û ziyanê ye. Erê hemû xoşî wekhev in? Erê xoşiya hezrî û xoşiya leşî êken?
Bentham di bersivê da dibêje: “Xoşî, xoşî ye.” Lê fêlesofên wek John Stuart Mill, qutabîyê hezrî yê wî, paşê bazav kirin bi cudakernê jorayetî di navbera xoşiyan da, vê dîtinê çareser biken.
Herwesa, praktikî bûna hejmartina xoşî û ziyanê jî cihê gumanê ye.
Erê rastî deşêt encamên kiryarekê bi serencdan behênê helsengandin?
Erê deşêt ziyan û xoşî bi şêweyekê jimareyî behênê hejmartin?
Bi baweriya petirîya mirovane ev hejmartine pêtir ji hendê, ku rastî bît, jorekê armancgeriya xave.
Bo nimûne:
Eger herdem pêdivî bît rastî bê heta gotin, di doxekê da, ku rastgoyî bibite egerê mirina kesekî, pêdivî ye çi bê heta kirin? Di beramber da, berzavendîxwazî bi zatê xwe nerm û rêwş-tewer e: li duyîv rêwşê, biryar tê heta dan ka çi baştirîn encamî dide xwe eger di rûxsar da, ne rêwştî bît.
Şîana pîvanê û praktîkbûnê di astê civakî da
Berzavendîxwaziyê Benthamî, ji ber hebûna pîvanê encaman, di bajarên wek abûrî, nojdarî, siyasetdananên giştî û rêwşê praktîkî da, amrazekê karîger û praktîkî pêşkêş dike. Di demekê da, ku rêwşta Kantî, ji ber nerohaniyê di destnîşankirina erka drust di doxên aloz da, caran gelek têorî û idealîstî diyar dike. Bi gotineka din, berzavendîxwazî pirtir cihê serencê bûye li defa praktîk bavêran, aborînasan û hukumetan bûye, di demekê da ku rêwşta Kant pirtir îlham bexşîye yasanasan, têorîdarên mafên mirovane û parêzerên rêzdariya mirovî bûye.
Encamên dîrokî û civakî Ji layê karîgeriya civakî ve, herdu têorî karîger bûne, belê di rêkên cuda da:
Rêwşta Kantî îlham bexşîye destxetên cîhanî yên mafên mirovane, bergîrîkirin ji rêzdariya mirovî, û rêwşê pîşeyî di nojdarî û yasayê da bûye.
Rêwşta Benthamî bûye binyatdanerê çaksaziyên yasayî, bazavên dadperwerî-tewer, sistemên xoşguzeraniyê û siyasetên tenduristiyê yên berfireh di dîmokrasiyên modern da.
Herdu têorîyan bazav kiriye ku rêwştî ji baznêya hestan, ayînê, û teqlîdê derbêxin û biken di qalibê aqil û pîvanê da, herçendê rêka wan di vê çarçoveyê da gelek cuda bûye.
Verêj:
Du sistemên felsefî yên bînyatî di rewştê de hatine vekolin û şirove kirin: rewşta erk-bawer yê Immanuel Kant û rewşta-berzavendîxwazê Jeremy Bentham. Ev herdu sistemên hîzrî, serêray ku ji layê dîrokî û çemkî ve gelek cudane, lê herdu bazavê dikin bersiva pirsareka serekeyî ya felsefeya rewştî biden: (Çi tişt kiryarekê diketa kiryareke rewştî?)
Kant û Bentham, herdu bazavê dikin bînymayekê aqilane, ne ayînî û gerdûnî bo rewştî pêşkêş bikin, belê rêka wan ji bînyat cudaye: Kant bi piştbastina aqilê xwaw û fermanê azad, li ser erk û nîyazê tekêzê dike, di demekê da ku Bentham bi piştbastin bi ezmûngerayî û hejmartina encaman, mifaq û ziyanê wek pîver dibînit.
Ev cudahiya bînyatî encamên berfire hene. Bo Kantî, rewşt kiryareka yan reftarêke, ku divê ji rûyê erki û rêzgirtina yasaya rewştî bê heta encamdan, xwe eger bi encameke nexweş bigehît. Lê bo Bentham, rewşt duyîvçûviyê encamî ye: eger encamê duyemahîyê baş bît, kiryar jî başe xwe eger îradeya wê xwoperestî yan bi amraz kirin bît.
Di cîhana evro da, ku alozîyên civakî, siyasî û teknolocy bê wêne bûine, herdu têorî hêşta amaden û karkirina xwe hene:
Di sistemên yasayî û rewştî yên modern da, prensipên Kantî wek (rêzdariya xwê ya mirovî) û (mafên mirovane) û (qedexekirina bikarhêneriya mirovî wek amraz) hêşta stûnên bînyatîne. Rêxistiyên wek Neteweyên Yekbûyî, û Konvansiyonên Mafên Mirovane, hemî rehenê Kantî hene.
Di beramber da, siyasetdanan, nojdarî, abûriya reftarî û endazyariya civakî pirtir berê xwe didinê nimûneya Benthamî. Di van bwaran da, herdem pirs ewe ku (Çi tişt bo zêdetirîn jîmar a kesan baştirîn encam dide?) û ne ewe ku (Çi tişt bi nîyaza xwe yê druste?)
Xala girîng ewe ku çi yek ji van herdu têorîyan bi tenê bersivderê hemî aliyên rewştî nîne. Her yek, parçeyek ji rastiya rewştê mirovayetî li berçav girtîye, lê ne hemî. Kant serenca xwe didete bîyayê zatî yê takî û îradeya, belê caran ji encaman gafil dibe. Bentham encaman dîpîvit, belê mafên takekesî bin pê dike.
Bo nimûne, di doxên qeyranî da wek nesaxiyên veger, yan biryarên dijwar yên bîyolojîk (wek kuştina mirovî bi dilê wî, yan dabêşkirina keresteyên nojdarî yên kêmtir), caran divêt navbera prensipên Kant û encamên Benthamî hevsengî bê heta drust kirin: ne bi şêwazeke heş û azad, ku ji pêdiviyên rastêqîne yên xelkî gafil bibin, û ne bi wê şêwazî jî, ku encamxwaz bin, ku rêzdariya mirovayetî bikinê qurbanîya amaran.
Dişê bibêjin ku çareseriya di serdemê me da, ne di hilbijartina navbera Kant û Benthamî da, belkî têkalkirineka dahênerane û jîrane ya wanê. Di gelek têoriyên rewştî yên nû de, ev bazavê diyar dibe: têkalkirina aqilaniyeta erkxwaz digel berzavendîxwazîya encaman yan bergîrîkirin ji mafên takî di çarçoveya sistemên berzavendiyên giştî da.
Bi gotineka din, em di serdemê (rewşta têkel) da dijîn – serdemeke, ku têda êdî bi tenê bi yek prensîpê cegir yan bi tenê bi yek feylesof, bersiva hemî alozîyên rewştî bê heta dan. Em pêdivî ne, ku ji Kantî fêr bibin – mirov nabit bibinê amraz, û ji Bentham fêr bibin ku rewşt divê bibite başkirina rastêqîne ya jiyanê.
Li duemahiyê, cudahiya navbera Kant û Benthamî cudahiya navbera resenayetîya îradeyê û resenayetîya encamî ye – cudahiya navbera rewşta erk yan erkxwaz û rewşta encam-xwaz. Serêray ku herdu têorî di sedsalên borî da peyrev bûine, belê hêşta gengeşeyên rewştî, yasayî û civakî yên serdemê me ne.
Nasîna van herdu têorîyan, harîkariya me dike daku bi ditineka kuyrtir li biryarên takî û giştî yên xwe binêrin:
Erê, eva em encam dideyn ji rûyê erkî ye yan jibo berzavendîxwaziyê ye؟
Erê, em li duyîv rêzdariya mirovayetî ne yan bi tenê encaman dipîvin؟
Û erê, em dişêin di navbera van herduyan, perêka aqilanî û rewştî ava bikin؟
Bersiva van pirsan ne bi tenê bo feylesofan, belkî bo her miroveke ku têkelî jiyana rojane û hilbijartinên dijwar yên rewştî ye, girîng û îlham bexşe.
١- https://fa.wikipedia.org/wiki
٢- https://erfan.ir/farsi/82772.html
٣- https://www.iranketab.ir/book
٤- https://www.iranketab.ir/book
٥- https://fa.wikipedia.org/wiki
٦- https://alevelphilosophyandreligion.com
٧- https://www.wrightswriting.com
٨- https://www.ukessays.com
٩- https://www.scribd.com
١٠- https://www.journals.uchicago.edu
١١- https://www.mytutor.co.uk
گۆڤارا مەتین گۆڤارا مەتین