بابەت

eva ne şerê Hesenan e

ne şerê Heyderan e

ne şerê Cibran e

ne şerê donzde bavê eşîran e

Kilama Asyayê/Şakiro

 

Dengbêj Şakiro yek ji dengbêjê herî navdar yê kurd e. Ne tenê herêma Serhedê li hemû Kurdistanê dengbêjiya wî deng daye, dengê wî ji sînorên Kurdistanê jî derbas bûye xwe gihandiye kurdên dinyayê. Her ferdekî ku li ser axa Kurdistanê dijî bi vî dengê efsûnî haydar e, ji her bajar û gundê welat ji her kolan û sûkên wî dengê Dengbêj Şakiro tê. Roja îro jî kilamên wî yên hatine tomar kirin di nava gelê kurd de berbelav e û bi rêya medyaya civakî xwe bi hêsanî digihîne nifşên nû. Lewma van salên dawî wekî ji nû ve bê kifş kirin di nava ciwanên kurd de bêtir tê guhdarî kirin.

Cihê folklora kurdî di xebatên hunerî û akademîk de her diçe qayîmtir dibe. Her diçe li ser folklora kurdî xebat zêde dibin û bêtir bala nivîskar, lêkolîner, hunermend û hwd. diçe ser xîmên folklorîk. Dengbêj Şakiro him bi jiyana xwe ya dengbêjiyê û him jî bi kilamên xwe dibin mijara tezên master û doktorayê. Li ser wî û berhemên wî nivîs û pirtûk her diçin zêde dibin. Me jî xwest bi vê nivîsê em kurtedanasîneke Dengbêj Şakiro bikin.

DENGBÊJIYA SERHEDÊ

Dengbêjî, folklora kurdî ya ji aliyê zargotinê ve ku gelekî dewlemend e de cihekî sereke digre. Ev çanda qedîm ne îro ji demên kevnar ve di nava civaka kurd de xwedî cihekî giring e. Dîwanên mîr û begên kurdan bi dengê dengbêjan tijî bûye, her mîr û begek Kurdistanê dengbêjekî/ê wî hebû ye. Berhemên klasîk ên kurd bigre heta berhemên modern dengbêjiyê wekî çavkaniyeke sereke bi kar anîne. Romannûsê kurd Mehmed Uzun dengbêj/dengbêjiyê wiha pênase dike,

Di zimanê bav û kalen min de dengbêjî, li ser deng û bêjê çêbûye. Deng nefes e û bêj jî yê ku wê nefesê neql dikin û vî karî ji xwe re wekî wezîfeyekê dibînin re tê gotin. Yên ku rih dixin nava deng û wan zindî dikin. Yên ku kar û barê wan deng in wê ji xwe re wek pîşeyekê dibînin dengbêj in. Dengbêj deng dixe kelam û kelamê jî dixe kilam û kilamê dixe stran. Dengbêj ew kes e ku dibêje û distrê.(Uzun, 2024:9)

Serhed li gor welatê ku kurd lê dijîn mirov wekî nexşeyekê bide ber çavan li aliyê bakûr dikeve. Li gor herêmên din bi zozan û çiyayên xwe meşhûr e, ku li lûtkeyên çiyayên wê sal danzde mehê Xwedê berf jê kêm nabe. Gelek bajar, navçe û gund di nava xwe de dihewîne. Ne nexşeyeke fermî ye û ne jî li gor wan sînorên fermî ne. Wekî nexşeyên îro yên fermî beşeke wê ya mezin di nava axa Tirkiyê de bimîne jî beşek ji axa rojhilatê Îranê ji hildide nava xwe.

Goreyî wan dengbêjên ku min ji wan kilam berhevkirin, cîwarên wek Erzurum, Qers, Agirî, Îdir, Mûş, Wan, Bitlîs, rohilatê Bîngolê, bakûrê rojavayê Xoyê li Îranê tevê Makoyê û deşta Aranê a bakûr û rojhilatê çiyayên Araratê bi tevayî herêma Serhedê pêk tînin. (Gültekin, 2013:15)

Dengbêjiya Serhedê de mîladek heye ku ew jî bi Evdalê Zeynikê dest pê dike. Helbet wekî me di destpêkê de jî behs kir dengbêjiya kurdî digihîje demên pir dûr lê bi Evdalê Zeynikê re qonaxeke nû dest pê dike. Evdal bi terz û meqamê xwe li dû xwe tradîsyoneke ku di dengbêjiya kurdî de şaxa herî mezin pêk tîne ava dike. Gola Serhedê de dengbêj tune ye ku di bin tesîra wî de nemabe. Evdal di emrê xwe yî sed sal borî de bê rawestan heya dawiya emrê xwe kilam afirandiye û gotiye. “Li gor salixdana wan kesên ku Evdal dîtibûn, Evdal sed salî zêdetir emir kiriye. Ango ku Evdal di serê 1800î de hatiye dine û di sala 1913an de wefat kiriye.”(Aras, 2018:19). “Eger mirovê behsa dengbêjekî bike teqez wekî navekî pîroz divê navê Evdalê Zeynikê di seriya serî de bê nivîsîn (Parıltı, 2006:127).

Dengbêjiya Serhedê de dibistan tunene ku bi awayekî fermî zarokan hînê vê yekê bike, lê malên dengbêjên navdar tim bi şagirtan tijî bûne. Malên dengbêjan, malên malmezinên gundan û dîwanên axa û began dibistanên xwezayî ne di dengbêjiya kurd de. Şopa ku şagirdên dengbêjiyê dane dû bi xwe re dibistaneke tradîsyonel ava kiriye.

Dengbêjiya Serhedê de taybetmendiyeke din a sereke ew e ku bi awayekî tradisyonel berdewam dike. Şagirt tim li pey hosta ye û bi saya hostayê xwe hînê rê û rêbaza dengbêjiyê dibe. “Tradîsyona dengbêjiyê bi rêbaza hoste û şagirtiyê berdewam dike.”(Kaynar, 2018:70).

Dengbêjiya Serhedê de dibe ku hêmaneke sereke jî ew be dengbêjan kilamên xwe bê enstiruman gotine. Dengbêjan melodiya kilaman bi sewta xwe çêkirine. Lorandin, xulxulandin û jenandin e ya ku li dewsa amûrên mûzîkê digre. Helbet di dengbêjiya kurdî ya ji herêmên Serhedê dûr hin enstiruman tên bikaranîn lê li Serhedê ev tişt nebûye adet.

.

JIYANA WÎ

Dengbêj Şakiro kurê Bedîhê Mihê Zîlî ye. Malbata wî piştî şoreşa 1917an a li ûris pêk tê ji Rewanê bar dikin tên Elajgirê ku îro girêdayî bajarê Agiriyê ye. Bavê wî Bedîh dema Şakiro 5-6 salî bûye bar dike diçe Cemalvêrdî yê, ew gund niha girêdayî navçeya Dutaxê ye(bnr. Güneş-Şahin, 2018:31).

Dengbêj Şakiro li gundê Cemalvêrdiyê li ber destê Dengbêj Bedîhê Hemîd hînê dengbêjiyê dibe. Cemalvêrdî di heman demî de gundê pîrê dengbêjan yê Evdalê Zeynikê ye. Dengbêj Bedîhê Hemîd jî Evdalê Zeynikê dîtiye û zanebûnên ku ji wî girtiye daye şagirtê xwe Şakiro. Dengbêj Şakiro ji zaroktiya xwe de bi dengê dengbêjan mezin dibe. Çiya û baniyên Qertewînê, deşt û zozanên Cemalvêrdiyê, av û çemên Serhedê dibin wargeh ji bo ew pê bikemile.

Dengbêj Şakiro li gundekî an jî bajarekî niştecih nebûye, cihê xwe guhertiye, tim koçber bûye. Şakiro di temenê huvdeh-hujdeh saliyê de keçeke bi navê Esmerê direvîne û li Qereyyaziya ku îro navçeyeke bajarê Erziromê ye bi cih dibe. Piştre gelek gund û bajêr diguhere. Ev gera wî ya bi salan didome tim di nava civakê de û li dû dengbêjiyê ye. 1960an de diçe Edeneyê, 1968an de vedigere Mûşê, piştî du salan dîsa vedigere Qereyaziyê. Mala wî ya li Qereyaziyê piştî her çûyînekê dîsa jî wekî hêlînekê li benda wî ye û ew jî tim lê vedigere. 1991an de vê carê berê xwe dide paytexta Tirkiyê bajarê Enqerê, du sal şûnde koçî Îzmîrê dike û heya sala 1996an ku dimire li wir dimîne.

BERHEMÊN WÎ

Dengbêj Şakiro dengbêjekî gelek berhemdar e, xwediyê repertûareke fireh e. Gelek kilamên ji aliyê tema û mijarê ve yên cuda gotiye. Lê dîsa jî mirov dibîne ku piraniya kilamên wî yên evînî ne. Helbet wekî gelek dengbêjan mirov nikare repertuara kilamên ku dibêje bike malê wî, lewre gelek kilamên ku ew dibêje yên beriya wî û hevdemên wî jî gotine. Evdalê Zeynikê, Reso, Mihemedê Xilxile, Mistefayê Xelê Heyran, Bedîhê Hemîd hin dengbêjên beriya wî ne ku Şakiro ji wan kilam girtiye. Lê Dengbêj Şakiro kîjan kilam gotibe bi şêwaza xwe ya resen gotiye. Dîsa jî di hin kilaman de mirov şopa meqamê Dengbêj Reso dibîne. Bendek ji kilama evînî ya Kewa Gozela Bilîcanê em dixwazin di vir de bidin;

Ax lê yadê rebenê dilê min evdalê Xwedê

Ji xwe ra belekiya çiyayê wax lo Bilêcanê

Hela bala xwe bide ji xwe ra heliyayê

Gidîno gelo vê sibengê berfê xwe dabû serê çilan û çiya

Vê sibengê ji xwe ra belekiyê mezin mane li etegê lo vî Sîpanê

Sebrê gidî ez ê di bextê te û Xwedê ketime

Minê piçûkiya te nedîbû

Îsal û çend salê me temam bû

Ez ê ketime dû te keçikê te narînê te piçûkê te xişîmê wax lo te nezanê

Ez ê ji te ra sond bixwim gavê dinê

Li orta her çar malê binya mala tu rastê mi hatî

Mi tumtêla xerîb qe nas nekir

Gava derbas dibû heval û hogira gotiye kewa gozel ev e

Mi go mala te xira be

Ew bedewiya piçûk ya kewa gozel wax li mine

Wax li mine bê sebrê kanê

Wayê wayê wayê wayê derd giranê (Güneş, Şahin; 2018: 33)

Dema mirov bala xwe dide naveroka kilamên dengbêjan hin mijarên sereke wekî evîn, xweza, şer, nefîtî, serhildan û hwd. derdikevin pêşiya mirov. Helbet di mijaran de sînorkirin tune ye, dengbêj çi tiştên di nava civakê de qewimiye ji xwe re dike mijar û li ser kilam çêdike. Helbet di van kilamên dengbêjan de hin xalên hevpar jî hene. Her çi qas pîvaneke diyarkirî yan jî derbasdar tune be jî piraniya kilaman de di dawiya rêzikan de qafiyeyeke ku ahengê çê dike heye. Şakiro jî dema kilamên xwe afirandiye û straye tim meqameke li hev hatî gotiye, çi bi qafiyeyê be çi bi dubarekirina hin bendan be vê yekê kiriye.

Qalibên ku di kilama de tên bikaranîn gelek agahiyan jî dide me. Him ji aliyê dîrokî ve him jî ji aliyê erdnigariyê ve gelek zanyarî hene. Wekî din di kilamên evîniyê de gelek qalib ji bo evîndar bê pênase kirin hatine bi kar anîn. Em di kilama Esmera Şukrî de dibînin jin çawa tê pênase kirin ji aliyê laşî ve;

Esmer yeka bejnzirav e, çavbikil e, biskbitêl e

Çepildirêj e, porkej e, navqendîl e

Xwûnşirîn e reben ez im hê hê hê… gerdenzer e

Gidîno gerdenzerê reng esmer e (Güneş, Şahin; 2018: 128)

Amraz û qalibên vegêranî yên di naveroka kilamên dengbêjan de cih digirin, di pêkhatina kilaman de xwedî rol û fonksiyonên cuda ne. Kilam ji xêncî malûmatên li ser qewamên dîrokî, civakî û siyasî an jî têkiliyên merivî, nav û nîşanên cihêreng û zanyariyên derheq malbat û ‘eşîran de jî pêşkêş dikin. (Delikaya, Ö. 2024:19)

Dîsa di kilama Teyrê Îspîrê de ku ew teyr Şêx Seîd e, navên herem û kesên navdar derbas dibe me xwest em bendeke wê mînak bidin;

Le hê hayê hayê hayê…

Sibe ye Qudretê bi sê denga bang dikirî

Go de lê lê muhbetê korê bi nemayê

Sibe bû mine li dîharê Kelê bi Kopê

Mûş û Melazgirê, Xinûsê diketim

Mine li qîrînê li qûtînê li hewarê li gaziyê

Tu sêr bike li vê zilmê wa zilaletê

Kesekî xwedanê xêra tunîne

Cuwabekî bide Seyîdê Nêriye

Bê erê Seyîdo te ocaxî koro

Tuyî li wî kevirî çi sekiniyî

Bavê Şêx Elî Riza şêxê îrşadê dîrega dînê Îslamê

Teyrê Îspîrê sibengê tu sêr bike

Li bajara Diyarbekir girtin

Tevî dused siwarî ji êvara Xwedê da avêtin vê nezarete (Güneş, Şahin; 2018: 65)

CIHÊ WÎ YÊ DI DENGBÊJIYA KURDÎ DE

Dengbêj Şakiro ew kes e ku di navbera dengbêjiya qedîm ya kurdî û ya îro de bû ye pireyek. Helbet ev pire ji Evdalê Zeynikê dest pê kiriye û Şakiro jî yek ji yên dawî yê avakarê vê pireyê ye. Şakiro bi deng û awazê xwe, bi gera xwe ya ku bi salan berdewam kiriye bûye yek ji xîmê herî bingehîn di dengbêjiya Serhedê de. Çi qas ji dengbêjên beriya xwe bandor girtibe ew qas jî yên hevdemên xwe û yên li dû xwe jî di bin bandora xwe de hiştiye. Lewre Dengbêj Şakiro tim li dîwana dengbêjan bûye. Çi tiştên ku di dengbêjiya kurdî de xwediyê roleke giring e ji yên beriya xwe hildaye bi şêwazeke resen gihandiye ber destên yên li dû xwe tên.

Dengbêj Şakiro xwediyê dengekî xweş û efsûnî ye. Di afirandina kilaman de her çi qas di her perdeyi de dengê xwe bi kar bîne jî piranî bi perdeyeke bilind dibêje. Dema kilamê distrê dengê serî bi kar tîne û di qirika xwe de dixulxulîne. Dengê serî wê derfetê didê ku bi rojan ser hev kilaman bibêje, yan na tenê piştî wextan dengê qirikê dikeve û mirov nikare kilam bibêje. Dengê xwe li gor herikîna kilamê berjor û berjêr dike, li gor bûyerê lez dike yan aram dibe. Em dikarin bi hêsanî bibêjin ku hostayê deng û awazê ye.

Gola Serhedê de kêm dengbêj bi qasî Dengbêj Şakiro navê wan berbelav bûye. Sedemên vî tiştî gelek bin jî yeke muhîm jî ew e ku dengê wî gelek caran bi saya teyîban li kasetan hatina tomar kirin. Heta dawiya emrê wî dengê wî wekî xwe ma ye temenê wî tesîreke neyînî li dengê wî nekiriye. Jiber ku di demeke nêz de tomar bûne li gor yên beriya xwe dengê wî ji kasetan paqijtir derdikeve. Ev e jî rê dide ku ciwanên kurd bi hêsanî wî guhdarî bikin û heta li gor xwe bi şêwazên nû li ser malperan bar bikin.

TESÎRA WÎ YA DI ROJA ÎRO DE LI SER CIVAKA KURD

Dîroka kurdan a kevnar dide nîşanê me ku di civaka kurdan de dengbêj tim xwedî qîmet in. Dîwanê mîr û began bigre heta malên malmezinên gundan dengbêj tim li serê jorê ne û xwedî rol in. Bi bîra xwe ya ku ji wê çandê girtine gelek caran wekî rûspiyan rêberî ji civakê re kirine. Avakirina bîra hevpar ya civakî de xwedî rol in. Aliyekî din ve jî kilamên ku strane belgeyên wê dewrê ne. Dengbêjan aliyekî ve dîrokeke dijfermî ava kirine. Dengbêj Şakiro jî yek ji kesê avakarê vê dîroka kurdan a dijfermî ye.

Helbet eger em behsa tesîreke Dengbêj Şakiro bikin di serî de li ser muzîka kurdî ev tişt tê dîtin. Ne tenê kesên di qada dengbêjiyê de distrên bi her awayî bandoreke wî li ser piraniya stranbêjên kurd çê bûye. Dîsa her çi qas dengbêjiya qedîm îro di nava civakê de ber bi xilasbûnê be jî Dengbêj Şakiro hîn jî populerbûna xwe diparêze. Wekî me li jor jî behs kir bi saya medyaya civakî dengê wî digihîje ciwanên kurd ên li çar aliyê dinyayê belav bûne.

Kilam ne tênê kilam in ji bo kurdan, ew belgeyên wê dewrê ne ku jiyana kurdan a wê dewrê radixe li ber me. Şakiro jî wan belgeyan bi resenî digihîne ber destê me ku îro dibin bingeh bo folklor û edebiyata kurdî. Em ê bibînin ku di rojên pêş de derfet zêdetir bibin xebatên li ser wî û berhemên wî wê pirtir bin. Lewre li gor gelên din hîn jî folklora kurdî biwareke bakîr e, hin divê gelek xebat li ser bê kirin.

Wekî gotina dawî em dikarin bibêjin Dengbêj Şakiro bi berhemên xwe yek ji avakarê tradîsyona dengbêjiyê ya Serhedê ye. Tradîsyona Serhedê bi sewt û awaza xwe ya xweş û herikbar bilindê lûtkeyên jortir kiriye. Dengbêj Şakiro bi berhemên xwe hîn jî ruhek dide muzîk û hunera kurdî. Dengê wî yê xwedayî hîn jî di guhên kurdan de olan dide. Hîn jî yek ji hevpariyên miletê kurd e ku ji her aliyê ve tê hez kirin û li hunera wî xwedî tê derketin.

ÇAVKANİ:

Aras, A. (2018), Şairê Kurda Yê Efsanewî Evdalê Zeynikê, Weşanên Nûbiharê, İstanbul.

Delikaya, Ö. (2024). Navê Cihan, Mekanên Bîrê û Geliyê Zîlan di Çanda Dengbêjiyê de. Mukaddime, 15(1), 15-40. https://doi.org/10.19059/mukaddime.1453602

Gültekin, M. (2013), Zargotina Kurdên Serhedê, Weşanên Avesta, Stenbol.

Güneş, Ö., Şahin, İ. (2018), Antolojiya Dengbêjan2/Dengbêj Şakiro, Weşanên Nûbihar, İstanbul.

Kaynar, C. (2018). Di Dengbêjiyê De Li Dor Temaya Şer û Kuştınê Nirxandina Kilamên Şînê. The Journal of Mesopotamian Studies, 3(2), 65-94.

Parıltı, A. (2006), Dengbêjler Sözün Yazgısı, İthaki Yayınları, İstanbul.

Uzun, M. (2024), Dengbêjlerim, Sel Yayıncılık, İstanbul.

ڤان بابەتان ببینە

Dê ji gotina nivîserê Nerwîcî yê navdar (Jostein Gaarder 1952)ê dest pê kim, xudanê pertûka …