بابەت

Rojhilata Navîn yek e ji wan deverên cîhanê, ku bi salan gelek kes çaverêy vê yekê ne dê ber bi guherrînên mezin ve çit û weku Yekîtiya Ewropayê û welatên dî yên cîhanê bibîte cihekî girîng bo pêşvebirna dîmokrasiyê. Vê dumahiyê jî demê şoreşa bi navê biharê erebî li gelek welatan destpêkir, hizirmendên rojhilatî û rojavayî wesa didîtin, êdî serdemê diktatoran û sîstemên paşkeftî bi dumahî hat û dê serdemek nû destpêket. Lê ne li Tûnisê, ne li Yemenê û Misrê û ne jî li Sûriyê ya gelek kes çaverê bûn bicih nehat. Li Misrê bi cihî Husnî Mubarek diktatorek dî bi kodetaya serbazî hate ser desthilatê. Li Lîbyayê heta niha jî alozî berdewamin. Yemen bi cihî ber bi dîmokrasiyê ve biçit hate parçekirin û niha Husî û elqaeidê li wî welatî bûyne navenda grupên tûndrew û Amerîka û Birîtanyayê jî berdewam êrişî Yemenê dikin û rewşa jiyana xelkî li wî welatî gelek xirabe.

Heke em behsê Sûriyê bikin, piştî jinavçûna rejîma Beşarî grupek tûndrew bi serokayeta Colanî, ku niha xwe weku Ehmed Şer’i daye nasîn hatiye ser desthilatê. Ne behsê dîmokrasiyê dihête kirin, ne jî pêkvejiyan û ne jî azadî. Belku niha Ehmed Şer’i yê bo parastina desthilata xwe her karekî diket û armanca wî di pêngava yekê da tenê parastina desthilatê ye. Di projeyek bo destûrê nû yê Sûriyê da jî peyvek bi navê dîmokrasiyê têda nîne.

Erê pirsiyar li vêrê destpê diket: Çima şoreşên bi navê biharê erebî, ku têda bi sed hezaran kes bûne qurbanî negehiştin wê encama, ku gelek hizirmend çaverê bûn û carekî dî sîstemê wan welatan weku berê lê hat û heta xirabir jî? Çunkî her çi nebît li serdemê Qezafî li Lîbyayê aramî hebû, li Sûriyê jî herwesa. Lê niha aramî nema, xizmetguzarî nînin û jiyana xelkî roj bi rojê xirabir lê dihêt.

Erê ma xelkî şoreş nekir da rewşa wan baştir lê bihêt? Da jiyana wan xoştir bît? Da bişên bi azadî bijîn? Çima wesa nebû? Eger û faktorên, ku dibin asteng li hember pêşveçûna dîmokrasiyê li Rojhilata Navîn çin e.

Min divêt di pênc xalan da behs bikem:

Xala yekê petrol:

Piraniya welatên Rojhilata Navîn xwedan petrolin, hebûna petrolek zêde wesa kiriye, ku desthilatdarên Rojhilata Navîn bibin kesên tembel. Dahatêkî gelek zêde ji petrolê dihête ber destê wan, ew jî wî dahatî li gorî dilê xwe dimezêxin. Li her welatekî li gorî astê pêşveçûna civakî û çandî dahatê petrolê bo berjewendiya giştî dihête bikaranîn. Li hin welatan petrol pir bo xizmeta xelkî hatiye mezaxtin û li hin welatên dî ew yek kêmtir bûye û pir bo xizmeta desthilatdaran û kesên nêzîkî wan bûyn e. Yanî çu demê petrol nebûye aliyetek bo pêşvebirina azadiyê, dîmokrasiyê û lîbralîzmê li welatên Rojhilata Navîn.

Hebûna petrolek zêde li welatên Rojhilata Navîn wesa kiriye, ku gelek kompaniyên mezin yên cîhanê bi taybetî jî li welatên zilhêz girêbestên mezin li gel wan welatan îmza kirin e û ew yek hemû di berjewendiya çîna desthilatdar da bûye û nebûye faktorek ji bo pêşvebirina jiyana xelkî di gelek biavan da.

Heke em hizra xwe bikin bi cihê wî pareyê gelek zêde ji dahatê petrolê, heke li Rojhilata Navîn jî sîstemê wergirtina bacê heba, da wî demî welatî li hember dana bacê çavdêriya desthilatê bikin, desthilat jî da neçar bît berdewam xizmeta xelkî biket da bişêt cihî razîbûna welatiyan bît. Xala dî dewlet da neçar bît bo razîkirin û bêdengkirina xelkî di sîstemê rêveberiyê da gelek guherrînan biket, yanî da xelk weku çavdêrê desthilatê bin. Demê desthilatê tiştê li dijî berjewendiya xelkî kiriba da xelk nerazîbûna xwe diyar bikin û bêjin em vî bacî nadin. Bêyî dana bacê jî wî demî dewletê nedkarî bi erkê xwe rabît. Lê li Rojhilata Navîn tiştê wesa nîne, mirov nişêt li Rojhilata Navîn behsê helbijartinên azad biket. Paqijtirîn helbijartinê li welatên Rojhilata Navîn hatibîte kirin jî dîsan gelek sextekarî têda hebûyne.

Xala duyê sermayedar:

Li welatên Rojhilata Navîn kesên xwedanê sermaye çi demê hizra vê yekê nekirîn e, ku sermayê xwe ji bo pêşvebirna astê dîmokrasiyê û azadiyê li civakê xwe bimezêxînin. Li Rojhilata Navîn gelek kes hene xwedanê sermayên gelek mezin in. Wan kesan dişiyan weku gelek li welatên rojavayi bi rêya sermayê xwe, bi dehan rojnameyên serbixwe û azad damezrînin, dezgehên azad yên mîdyayî ava bikin, bi dehan navendên vekolînan û azadiyê û pêşvebirina dîmokrasiyê dorost bikin. Dişiyan bi rêya avakirina gelek navendên zansitî xizmeta pêşvebirina civakê xwe bikin, çunkî bi pêşvebirina takî dê civak jî pêş keve. Lê cihê daxê ye ew yek li Rojhilata Navîn nehatiye kirin. Heke li hin welatan jî hatibîte kirin gelek kêm bûye û neşiyaye karîgeriya xwe li ser pêşvebirina dîmokrasiyê li civakî biket.

Xala siyê hebûna tûndrewiya mezhebî:

Tûndrewî bi hemû rengên xwe, vêca çi mezhebî bît yan her ayîdolojiyek cuda bît li hember guherrînê û pêşveçûnê astengiyên mezin dorost diket. Tûndrewiya bi navê mezhebî bi taybetî jî derketina bi dehan sazî, rêkxistinên tûndrew li welatên Rojhilata Navîn bûyne astengên gelek mezin li hember pêşvebirina azadiyê û dîmokrasiyê. Azadî û dîmokrasî û pêkvejiyan li gorî gelek ji wan rêkxistinan kufre û divêt civak li gorî hizra wan ya berteng bihête avakirin.

Heke em berê xwe bideyne rûdanên piştî hatina DAIŞê li Rojhilata Navîn bi hezaran kes bûne qurbanî û DAIŞê li gel gelek grupên dî ziyanên gelek mezin gehandne welatên Rojhilata Navîn. Rêkxistinên weku Qaeidê, DAIŞê û gelek bizavên dî dîmokrasiyê bi çi rengekî qebûl nakin. Gelek zana û rewşenbîrên mezin ji ber hizrên wan yên ji bo pêşvebirna dîmokrasiyê û guherrînan bi destê kesên tûndrew hatîne jinavbirin.

Gelek ji serkirdeyên wan grupên tûndrew azadiyê û dîmokrasiyê weku hizrek welatên rojavayî li dijî Îslamê û ji bo jinavbirina Îslamê li qelem diden û heta niha jî astengiyan li hember belav­bûna azadiyê û dîmokrasiyê çê dikin. Pirtûkan disojînin, gelek kes ji tirsa wan grupên tûndrew neçar mayne di çend salên borî da ji welatê xwe birevin û berê xwe bidene Ewropayê, çunkî li welatê ew lê dijîn yanî li yek ji welatên Rojhilata Navîn êdî cihê wî nemaye û bêguman nemana kesên rewşenbîr û zana jî ziyanek dî ya mezne li hember pêşvebirna dîmokrasiyê li civakên Rojhilata Navîn.

Li aliyê dî çunkî heta niha ji ber van nakokiyan di civakê da amadeyiyek baş ji bo qebûlkirina dîmokrasiyê û azadiyê nîne. Yanî mirov dişêt bêjit civakên Rojhilata Navîn bûyne qurbaniyên du hizrên cuda: yên tûndrew û li hember da gelek kesan jî bi rengekî tûnd êrişî Îslamê yan jî mezhebên dî kirin e û ew yek jî ziyana xwe ya mezin bo pêşvebirina dîmokrasiyê û azadiyê hebûye. Çunkî divêt dîmokrasî weku têgaheştin li gorî rastiya Rojhilata Navîn li gorî rastiya her civakekî kar li ser bihête kirin û qonağ bi qonağ pêş bikevit û paşî jî bibîte piş­kek ji programên perwerdeyê da zarok fêrî hizrên nû bibin û pêngav bi pêngav hizrên berteng di civakê me da nemin in. Bêguman ji bo vê yekê jî divêt zemînesazî bihête kirin û ew yek jî weku şoreşekî ye û pêdivî bi demî ye. Lê ji ber nakokiyên min li serî behs jê kirî û hebûna grupên tûndrew ew yek nehatiye kirin.

Xala Çarê Destêwerdanên Derekî

Hêzên cîhanî pêşveçûna dîmokrasiyê li Rojhilata Navîn bo xo weku metrisiyek mezin dibînin, çonkî demê sîstemê welatên Rojhilata Navîn bibite dîmokrasî ew neşên bi behaneyên cuda cuda salane bi gojmên xeyalî çekan bifrişine welatên Rojhilata Navîn. Baş dihête bîra me demê Amerîka êrişî Îraqê kirî wî demî drûşmê wan ew bû dê Îraq bîte welatek dîmokrat, lê her zû rastiya babetî bo hemû aliyekê aşkira bû.

Raste jinaçûna rijêma Sedamî ji bo azadiya gelê Kurd û pêkhateyên dî yên zolmlêkirî li Îraqê gelek baş bû, lê bo her kesekê aşkira bû, ko Amerîka û hevpeymanên wê bi taybetî jî Brîtanya çu bername ji bo Îraqek dîmokrat û azad nînin. Çonkî ji sala 2003 heta niha çu demekê rewaşa Îraqê aram nebûyiye, Îraq niha yêke ji welatên her gendel li ser astê cîhanê. Zêdebarî dewlemendiya petrolê, lê li Îraqê hejarî gelek zêde ye.

Anko di nimûneya Îraqê da em dişên bibînin destêwerdanên derekî li jêr navê înana dîmokrasiyê bo Rojhilata Navîn ji bilî ziyanên xo çi mifayek bo xelkî nebûye.

Li aliyê dî gelek ji welatên zilhêz hez dikin herdem rewaşa Rojhilata Navîn ya aloz bit, da ew bişên li jêr navê gropên tundrew, serokek dîktator û gelek tiştên dîtir herdem dujminekê bo xo û hevpeymanên xo çêbikin û herdem ji bo berjewendiyên xo rewaşa Rojhilata Navîn aloz bikin.

Dibît ew yek ji bo hindek xelkên bindest li deverê bi taybetî jî ji bo Kurdan hindek başiyên xo hebit, lê heke em berê xo bidene ezimûna çendîn salên borî bi taybetî jî piştî sala 2003 li Îraqê ew yek jî aşkira bûye, ko armanca Amerîka û welatên Rojavayi parastina gelê Kurdistanê û avakirina dewleta Kurdî nebûye. Heta astengî jî li hember dewleta Kurdî drost kirine û nimûneya rîfrandoma sala 2017 li ber çavan e.

Li vêrê diyar dibit destêwerdanên derekî li jêr navê avakirina welatek dîmokrat gelek ziyan gehandiye prosesa dîmokrasiyê li gelek welatên Rojhilata Navîn.

Pênc: Nebûna Part û Rêkxistinên Civaka Sivîl

Bihêzbûna partên siyasî, rêkxistinên civaka sivîl, dibîte faktorek gelek girîng û karîger ji bo pêşvebirina hestê welatîbûnê di navê takek her civakekî da. Anko welatî di civakek wesa da hest bi hebûna xo diket û li hember civakê xo jî hest bi berpirsiyariyê diket.

Hebûna partên siyasî yên serbixwe li ser binemayê xizmeta welatiyan, avabûna sazî û rêkxistinên civaka sivîl dibite egerê pêşvebirina hizra siyasî û azadiyê li civakî da. Ew yek jî bi demî dibîte egerê avabûna takek pêşkeftî û zana, çunkî divêt jibîr nekin desthelaten gendel çu demekê rê nadin takek azad li civakî da ava bibit, ko hest bi berpirsiyariyê li hember gel û welatê xo biket.

Demê tak li her welatekê zana bit bêguman li wî demî li hember gendeliyê û nebûna dadweriyê ji aliyê desthelatê ve bêdeng nabit û dê hemû rêkekê li dijî desthelate ji bo azadiyê û dîmokrasiyê bikar înît, ko di roja me da rêya herî karîger jî xonîşadanên cemawerî ne.

Heke em evroka berê xo bideyne piraniya welatên Rojhilata Navîn em çi part û rêkxistinên civaka sivîl yê karîger nabînin, ko şiyabît ji bo pêşvebirina dîmokrasiyê û azadiyê li welatê xo kar kiribît. Heke li hindek welatan tiştek wesa hebit jî bêguman di astek gelek lawaz da bûyiye û neşiyaye bibite hêzeka karîger.

Li aliyê dî desthelatê jî rê nedaye tiştek wesa çê bibit, çunkî her parteka siyasî yan jî rêkxistinên civaka sivîl bêyî piştevvaniya maddî neşêt berdewamiyê bidete karê xo. Weku berî niha me diyar kirî sermayedar jî piştevaniyê li karekê wesa nakin, ji ber vê yekê jî heke hindek rêkxistinên civaka sivîl dest bi karekê wesa kirbin jî bi demî keftine jêr karîgeriya siyaseta desthelatê û nekarîne bibin hêzeka karîger ji bo pêşvebirina dîmokrasiyê li welatê xo.

Encam

Di encama vê vekolînê da bo me diyar dibit, ko babetê dîmokrasiyê û pêşvebirina wê li Rojhilata Navîn prosêseK demdirêje. Her ji destpêka sedsala bistê heta niha jî bizav bo pêşvebirina dîmokrasiyê li Rojhilata Navîn hebûyne, lê heta niha jî takê Rojhilata Navîn bi giştî negeheştiye wê astê, ko pêşvebirina dîmokrasiyê weku babetekê serêkî yê jiyana xo bibînît.

Hem desthelatê rê nedaye tiştek wesa çê bibit û hem jî gelek astengiyên dî drost bûyne. Hebûna hêzên tundrew û hirzên berteng jî di nav civakên welatên Rojhilata Navîn da herdem astengî li hember dîmokrasiyê û azadiyê drost kirine. Gelek caran azadîxwaz weku dujminê ayînî hatine binavkirin û astengî li hember kar û xebata wan drost kirîne.

Lê dîmokrasî prosêsek demdirêje, zêdebarî astengiyên mezin lê ezimûna gelek welatên cîhanê selmandiye çi hêzek neşêt rêgiriyê li guhorînê biket. Guhorîn pişkeke ji jiyanê û bêguman bi guhorîna demî û karîgeriya teknolojiyê direng jî bît dê civakên Rojhilata Navîn jî ber bi dîmokrasiyê ve çin.

 

Jêder:

  • اسپوزیتو، جان ۱۳۹۱، جامعه‌ی مدنی و دموکراسی در خاورمیانه، ترجمه‌ی محمد تقی دلفروز، نشر فرهنگ جاوید.
  • رمضان، طارق ۱۳۹۱، بیداری عربی-اسلام و خاورمیانه جدید، انتشارات آلن لین.
  • زکریا، فرید ۱۳۹۰، آینده‌ی آزادی، ترجمه‌ی امیر حسین نوروزی، نشر طرح نو.
  • قدوسی، سمیه ۱۳۹۱، کلی گویی‌های بدبینانه، مهرنامه، سال سوم، شماره ۲۲.

 

ڤان بابەتان ببینە

Romana Mêjûnivîs, dawî berhemê romankiyê nivîserê hêja û afirinde (Fazil Omer) e (1). Di vê …