بابەت

Piştî serhildana bihara 1991ê ya pîroz, di nav edebê Kurdî da û bi taybetî li devera Behdînan çend corên edebî ji nû hatine hebûnê, ji wan jî şi’ra Hayko bû ku corekê şi’rê ye û taybet e bi edebiyata Japonî ve û şêwaz û rêsayên xwe yên taybet hene. Ev corê şi’rê gelek kesan nivîsiye, lê weku tilên destan têda di şareza û serketî bûyîne û navek bi vî corê şi’rî bo xwe çêkirîne.

Êk ji wan şa’iran (Tîroj Amêdî) ye ku şiyaye bi zîrekî û melevaniya xwe haykoyeka ciwan û xweş pêşkêşî xwandevanan biket û bibîte şa’ireka diyar di warê nivîsîna haykoyê da. Ji bo zanîna serbora wê ya kesayetî li gel vî corê şi’rê û rolê şi’rê di nav civakê da û ew astengên dikevine di rêka wê da weku şa’ireka jin, herwesa ka çi tiştî serenca wê rakêşa ku berê xwe bidete nivîsîna haykoyê û erê wê bizav kirîne haykoyeka taybeta Kurdî binîvîsît, anku morka Kurdî pêve diyar bit, eve û çend pirsyarên dî hêvênê danûstandina me bûn bi hevra.

Li dor destpêka wê li gel şi’rê ka çawa bû, Tîrojê got:

Li naverasta salên heftiyan da min hest bi şiyanên nivîsînê kir, li destpêka salên heştiyan da dest bi nivîsînê kir, li ser laperan û destreş hebûn carekê ji nişkekêve birayekê min serhelî evan nivîsîna bû û pêşniyar kir di pertûkekê da kom bikem û piştevanîya min kir, êdî pitir şiyam rêka xwe bibînim û bi taybet malbata me tevda ji hezjikêr û xwandevanên baş bûn û me pertûkên heme cor hebûn, babê min ji hezjikêrên xwandina pertûk bû.

Babe min têkeliya mirovên zana û rewşenbîr dikir, herdem maleka dergehvekirî bû, civaka ez têda ya cuda bû ji bazneyên li dor malbat û gerrekê û evê kartêkirin li ser kesatîya me endamên xêzanê kir, lê demê min diviya şarezayî corê têkstên xwe bibim, min bi rêka jinmama xwe ew destnivîs da mamê xwe da nîşa mamostayê hêja Ebdulrehman Mizûrî bidet, da astê nivîsînên xwe bizanim û hindek rênima û şîretan jê werbigirim, piştî mamê min ew pertûk wergirtî gote xêzana xwe her weku eve destxetê kiçek Amêdî ye û nezanî biraza wî ye û radestî helbestvanî kir, piştî çend rojan têbînî û dîtinên xwe nivîsîn û têda destxweşî li min kir û berê min da helbesta azad û têkeliya xanima hêja Hîvî Berwarî bikem û pişkdariya di korên xwandinê da bikem, ev handane bibû cihê dilxweşiyê û min êdî destpêkir, bi nivîsîna babetên germên ku Kurd û Kurdistan têda derbaz dibû kir, lê ji ber givaştinên civakî û sîyasî yên wî serdemî û karesatên binemalê dîtîn ku her dem tûşî zîndan û derbederiyê bûyîne, min nivîsînên xwe belav nekirin, heta piştî serhildana 1991ê û min ji nêzîk nivîser niyasîn.

Herwesa hindek egerên dî jî hebûn berê wê daye nivîsîna şi’rê got:
Egerên berê min daye helbestê givaştin û helçûn û guhorîna seqayê jîngeha min ji Kurdistanê bo başûrê ‘Îraqê û derbederbûn û hevdijî û cudabûna kiltûr û nerît û hizir û bîran li gel civakên cuda, çi di jiyana rojane da yan di karî û têkeliya ast û boçûnên cuda û çewsandina mafan û egerin da bû, ji bo helgirtina xamey û dariştina peyvan û nivîsîna helbestê.

Bo evan pêngavên li demê nivîsîna şi’rê davêjît şa’ir dibêjît:

Demê hizrên cuda di naxê mirovî da diariyên wek her nivîserekî peyv û hest diaziryên û li ser kaxeza yan mobaylê dinivîsim, taku babet dibîte têkstekê ji hejî belavkirnê, lê dema her têkstekî dinivîsim hişyarî corê janrê edebî dibim, ji ber cudahiya avakirinê, çunku nivîsîn cuda ye.

Li dor serbora xwe ya kesayetî li gel şi’rê Tîroj xanê got:
Min bi helbesta klasîk û bi zimanê ‘Erebî destpêkir, ji ber xwandina min bi zimanê ‘Erebî bû, min çend core helbest nivîsîne, wek postere şe’r û helbesta azad û li evê dumahiyê Hayko û Haybûn û Taykun ku ev sêkên dumahiyê ser bi wêjeya Japonî ve ne û cudahiya xwe heye.

Ew şa’irê kartêkirin lê kirî û berê wê daye nivîsîna şi’rê, Tîrojê got:
Li destpêkê şa’irên klasîk wek Xanî û Nalbend û Feqiyê Teyran û Nalî, çunku li qonaxên xwandinê me ew dinyasîn, taku serhelî nivîserên cîhanê bûyîn. Wek Nîroda û Poşkînî û gelekên dî, paşî nivîserên deverê bi giştî, wek Ebdulrehman Mizûrî û Muhsin Qoçan û Hizirvan û hevrêyên wan û her wesa hevala hêja Hîvî Berwarî.

Bo evan babetên li nik wê bo nivîsîna şi’rê di giringin dibêjît:
Bi hizra min tev babet di giring in, lê hindek kawdan di harîkar nînin bihêne azirandin, ji ber givaştinên cuda li ser regezê mê di hemî waran da, her çende jinên wêrek hene, hindek sinor şikandîne û civak heta radeyekê hatiye guhorîn, lê hêşta givaştin û rêgirî û asteng mayne.

Ji bo rolê şi’rê di nav civakê da ka çawa dibînit, Tîrojê got:
Helbest herdem şoreşek bûye û kartêkirin û veciniqînek peyda kiriye, piştî serhildana pîroz helbestvan azatir bûye ji bo derbirînê ji hest û dîtin û rexnegirtinê û bûyîne cihê dilxweşiyê bo xwandevan û guhdaran û hijiyanên hizrî peyda kiriye û cihê mifa wergirtinê bûyîne bo vekolînên qutabiyên zankoyê û hindek bûyîne qurbanî hizir û bîrên paşvemayî.

Çawaniya helbijartina ziman û wêneyên xwe yên şi’rî Tîroja şa’ir dibêjît:
Zimanê min yê şî’rî zor yê sade ye û peyvên petî bi kar tînim, herwesa wêneyên şi’rî li dîv babetî dimînit, hindek caran fantazî ne û caran ji xwezayî û serhatî û ketwarî werdigirim, caran jî di mijawî ne.

Ka çi astengin dikevine di rêka wê da weku şa’ireka jin, Tîroj xanê got:
Evro asteng kêmtir in, ez hemî babetan ji ber gelek egeran naazirînim, çunku hêşta mafê mirovî di civakê me da çewsandî ye.

Ji bo rolê sosyal mîdiyayê di belavkirina şi’ra modern da şa’irê hosa xuya kir:
Sosyalê rolekê giring gêraye û asoyekê geş peydakiriye bo sanahîkirin û bilez belavkirina gelek babetên giring, êk ji wan helbest e û tev janrên edebî yên cîhanî yên heme cor û daneniyasîna berhem û astê wêje û edebê kevin û nû û vekirina yaneyên fêrkirin û akademî delîvek zor baş e bo pêşxistin û serhelî şiyanên xwe bûyîne.

Çi tiştî serenca wê bo şi’ra haykoyê rakêşa û kengî bû, Tîrojê got:
Hayko helbestê serenca min rakêşa, ciwanî û kurtî û poxte û çirî û şêweyê xwe ku bi sê rêza şiyaye babetekê giring û berfireh berçav biket û biazirînit.

Erê hindek rêsayên taybet bo nivîsîna haykoyê hene ku ew li dîv diçit, Tîroj Amêdî dibêjît:

Bêguman her janrekê edebî rêsa û mercên xwe hene, lê tev cor di pêşveçûnê da ne, ez jî wek êk ji hezjikêrên haykoyê rêbaza wan digirim û li yaneyên haykoya Kurdî û ‘Erebî hatime xelatkirin, bi derçûna çendîn pertûkan ku bi merc bûn û daxwaz ji me dikir li dîv biçîn.

Ka wê şêwazekî taybet bi xwe ve heye bo nivîsîna haykoyê, şa’irê diyar kir:
Ez bi bawerim her nivîserekî mora xwe ya cuda heye, tev girêdayî mercên haykoyîne, her çende haykoya Kurdî weku ya milletê Japonê û Emrîka û Ferensa yan ‘Ereban nabît, ji ber gelek egeran, bo nimûne: haykoyên min yên Kurdî wek yên ‘Erebî nînin.

Li dor ka wê bizav nekirîne ku haykoya xwe bi şêwazekê taybet yê Kurdî binîvîsît, anku morka Kurdî pêve diyar bibit, Tîroja şa’ir got:
Bêguman min nivîsînên haykoya Kurdî hene, piştî ez serhelî evî janrê nû bûyim û ji sala (2016) were min bi zimanê Kurdî jî nivîsiye, lê mixabin ji ber kawdanên cuda wek pertûk nehatîne çapkirin, lê li govara Peyv û Haykist û Helbest û çendîn govarên dî belav bûyîne, cuda ji yaneya haykoya Kurdî.

Bo wan rûdan û serborên ku kartêkirin lê kirî, şa’ir dibêjît:
Bêguman jêkvebûna me wek xêzan bi egerê girtina babê min li naverasta salên şêstan da bi egerên sîyasî û derbederbûna me ji warî û xizm û kes û niyasan û dûrbûna min ji jîngeha pak û pir ciwanî û eşkencedana û zîndanîbûna bab û birayê min çendîn caran û şehîdkirina birayî bi destên reşekên rejîmê û bizavên pêşmergey ku çu mal jê bêbehir nebûn, kawdanên germên Kurdistan têda dibûrî û geşbûna hizra netewayetî di ewî keş û hewayî da û di xêzanek pir têkelî mirovên ronakbîr û dilsoz û şoreşvan seqayekê pir hestewer peyda kir, li wî demî êdî hizir û helçûnên min pitir ariyan û bûne volkan û bi nivîsînê derbûn, êdî min bi fer dît ez evan kawdana dokyomênt bikem û derbirînê jê bikem.

Li dor ka çawa şêweyê xwe yê şi’rî saloxe diket, Tîroj Amêdî dibêjît:
Bi dîtina nivîserên desthel û cuda, ez bi bawerim cihê razîbûnê ne, bi egera xwastin û dîvçûna gelek layena û wergêrana wan bi taybet hayko, bo zimanên biyanî (Inglîzî û Frensî û ‘Erebî) û vekolînên qutabiyên zankoyan û xwasta heval û mamostayan, herwesa diyarî û xelatkirina nivîsînên min û daxwazkirina berhemên min di govarên ast bilind û cuda da, eve jî piştî serboreka dirêj ku piştî serhildana pîroz min mifa ji dîdarên korên edebî û şîret û boçûnên helbestvanên mezin wergirtî û ji dezgehên ragehandinê nêzîk bûm, piştî serhildanê û mifa wergirtin ji ezmûn û nivîsînên wan di demekê hestiyar da ez êk ji endamên Êketiya Afretan bûm, êdî çalakiyên min zêde bûn û serhelî çawaniya nivîsînê û corên janrên edebî bi giştî û min şiya gelek corên helbestê binivîsim bi şêweyê mijawî û rohn û sade eve jî nîşana pêşveçûna berhemên min e.

Çawa ew di jiyana xwe da li demê fişar û alozîyan reftarê diket, Tîrojê got:
Li jiyana xwe ya rojane dibêjin ez geleka hêmin û aram û li ser xwe me, her çende di naxê xwe da zor hestewerim, bi dîtina heval û dostên nêzîk û zû aloz û tûşî têkçûnê dibim û kartêkirinê li derûnê min diket, kêm cara li gel xwe tund im, lewma wek her nivîser û helbestvanekî li delîvekê digerim ewê rûdanê binivîsim, êdî heta radeyekê ew fişar li kêmî didet û dibîte berhemekê ciwan û karîger.

Erê hindek serborên kesayetî yên taybet hene ku kartêkirin li haykoyên wê yên taybet kir bit, Tîroj dibêjît:

Hayko wek her janrekê dî ji egerê kartêkirnên cuda dihête avrandin û ew kartêkirne dibine egerê dahênaneka nû dinivîsim.

Çawaniya serederîkirina wê di haykoyê da li gel siruştî, got:
Ez wek mirovek li evê beheşta birîndar wek tev dahêneran min hezek zor li xwezayê heye, hestên min dihijiyn û serhatî û wêneyên ciwan û cuda dibînim û dihelbijêrim, her çende hinde caran dubare dibin, lê ne bi heman wate û mebest, ez fer dibînim bêjim ku hinde caran her êk li pey war û jîngeh û samanê zimanzanî û kiltorê xwe dinivîsît, çi li Kurdistanê yan deverên dî yan her dever û welatekî dî bit û tev haykonivîsên evî corî di mebestê da ciyawaz in her çende hindek caran nivîser hene di cihên jêkcuda û dûr heman babet diazirînin û bi heman peyv û mebest dinivîsin.

ji ber ku serhatî bi dirêjahiya jiyî û jiyana mirovayetiyê hinde caran xwe dubare diket, lê nivîserê dewlemend ewe pitir şarezayê ziman û wêne û avakirin û dumahî înana têksta xwe û veciniqînekê peyda biket, eve jî ji bilîmetî û xwandin û dîvçûn û serhatî û seqayê jîngehê dihêt ku pitir mêşkê mirovî zax didet, bi taybet eger ew seqa yê harîkar bit, êdî ew dahêner tinê pêdivî hostayetiyê ye da ewî samanê îdiyeman bikete wêne û peyvên ji hejî ku li evî corê ciwan bibine xudan.

Li dor ewê nameya ku hez diket bi rêya haykoyê bigehînit, şa’irê diyar kir:
Peyamên Hayko helbestê wek her peyamek û janrên dî heman arastebûn û giştgîr kirin e, çi welatparêzî bit yan mirovbûn û xemxorî û xoşî û nexoşî û sozdarî bit yan her tiştek dî, lê dubare dê rijdiyê li ser çawaniya vehandina helbestê kem, ji ber ku gelek cudahî di navbera Hayko helbestê da heye û nimûnek dî bi heman avahî dibêjinê Sinriyo ku ew jî mercên xwe hene.

Ew wek şa’irek çawa rolê haykoyê di nav şi’ra nû da dibînit, Tîroj xan dibêjît:
Bi rastî li evî serdemî haykoyê cihê xwe yê di nav qada edebiyata Kurdî da girtî û pitir xemxor û hezjikêr lê derketîne û rolê xwe wek her janrekê dî digêrît, çunku bunewerek nû û kurt û tije ye, eve jî nîşana hişyarî û zanînê ye û ez bi bawerim berî nuke jî hebûye, lê hind şarezayên evî corî nebûyîne, her çende hêşta hindek kes di gişt civakên neşarezay evî corê wêjeyî wek hevdij û danpêdanê pê naken.

Ji bona ka xwandevan dê çawa şên fêrî îstatîka haykoyê bin, şa’irê got:
Ji ber nûyatiya evî corê helbestê xwandevan berawirdiyê li gel şi’ra klasîk û corên dî diket, kesên neşareza xoşî û ciwaniyê têda nabînin û di ewê bawerê dane ku nivîserên haykoyê ne helbestvanin, lê evro li qutabxaneyên seretayî li Berîtanya bo nimûne di nav programên xwandinê û li qonaxên seretayî da fêr diken û dihête xwandin, eve jî palderek e ji bo helbijartin û tam û çîj wergirtin û şarezay ewî corî bibin.

Erê hindek babet hene wê divêt di şi’rên xwe da behs biket, lê civak û rewşa xêzanî rêgir in, Tîroj Amêdî dibêjît:

Bi rastî wêrekî hêz û qelxanek e û bi taybet di nivîsînê da divêt her mirovekî hebît, çunku ewin peyamberên serdemê xwe her çende tûşî givaştin û rêgiriyên mezin dibin, çunku mirov girêdayî yasa û perwerde û serhatiyên kesokî û xêzanî ne, ji ber ku regezê me bi sanahîtr dihête şikandin û kirêtkirin min wek zorbey nivîserên herdu regezan xwe dûr êxistiye ji azirandina gelek babetan yan mijewî dinivîsim yan belav nakem, da tûşî û birîndarbûnê û nexoşiya nebim, her çende yên heyn bi peyvên zivir dinivîsin, lê ji ber ku bo guhî di nexoş in, hez nakem xwe tûş bikem.

Li demekî wê hindek şi’rên duqolî (diyoto) dinivîsîn, ew danûstandina şi’rî li gel kîj şa’irî bû û bi çi zimanî bûn û boçî berdewamî pê neda, şa’irê got:
Min ew ezmûne jî li gel gelek nivîserên yaneyên ‘Erebî hebû, bo nimûne (D. Ebdulsetar El-Bedranî, Qasim Hebabe) û gelek haykonivîsên jin yên welatên ‘Erebî yên gelek deveran di navbera salên (2017-2023) da ku ev core dîyaloke dihatine encamdan û heta nuke berdewame, bi hizra min havêtina ber êk di helbestên nivîserên klasîk da hebûye, herdu layen palpiştên nivîsînên hev bûn û serhelî şiyan û hizrên êk bûn û mifa ji serborên hev werdigirtin, ew têkstên ez pê daxbar bûyim yan min nivîsîn li ser ewê naverok û babetî hebûyîn kire nimûne bo dubarebûna ewî corî li gel helbestvanên deverê ji herdu regezan, bo nimûne heval û kesayetiyên berniyas bûn wek, Tirîfe Doskî, Dayka Daliyayê, D. Ni’metulla Nihêlî, Şemal Akreyî, Dilbirîn Halo û Emîr Akreyî û gelek nivîserên neniyas pişkdarî di ewê danûstandinê da dikir û min li bere çap bikem, lê ji ber kawdanên madî ew proje vemaye.

Erê wê li ber nîne vê serborê çi li gel wan şa’iran yan kesekê dî dubare biketeve, ewê wesa xuya kir:

Ku bi rastî ezmûnek ciwan bû, bawer dikem her layekê pişkdar mifa jê dît, em şarezayî şiyan û behreyên êkdu bûyîn û tiştek nû hate pêşkêşkirin, her çende ne pêngavek nû ye, lê di evî serdemî da belê û di biyavên cuda yên wêjeyî da bûn.

 

                                      Biyografiya Tîroj Amêdî

Nav: Hena Muhemed Tahir Amêdî

Nasnav: Tîroj Amêdî

Roja (23-4-1959) li nexoşxana Mûsil hatiye ser dunyayê, sala êkê li bajêrê Akrê jiyaye, paşî di navbera Amêdiyê û Sersinkê çar salên dî derbaz kirîne, li jiyê pênc saliyê li sala (1964-1965) çûye qutabxanê, pola duyê çend heyva li Şêxan xwandiye û paşî temamiya salê û qonaxa siyê seretayî li başûrê ‘Îraqê li devera (Garmat Bani Said) li jêriya Nasiriyê berdewamî daye xwandinê û polên çarê û pêncê û çend heyvek ji pola şeşê li bajêrkê (Rumêse) di navbera Dîwaniye û Semawe da xwandîne.

Li sala (1969) pola şeşê li qutabxana (El-Ûla) ya seretayî ya kiçan li Dihokê temam kiriye, paşî navinciya Dihok û li sala 1977-1978 xaneya mamostayan li Dihokê bi dumahî înaye û hate damezrandin wek mamosta heta sala (2022) xanenşîn bûye. Herwesa li sala (2001) bûye endama Êketiya Nivîserên Kurd/Dihok.

– Ji berhemên wê yên çapkirî bi zimanê Kurdî û ‘Erebî:

1- Şiyan û Leylan/ 2002.

2- Wikr el-Xewatir/ 2007.

3- Perê Sipî/ 2012.

4- Teranîm qeses/ li Misrê hatiye çapkirin, komeka çîrokan e li gel çîroknivîsên Ereb – pişka heftê – 2017.

5- Sewret el-Meter/ Hayko – 2020.

6- Erîc el-Benefsec/ Tanka helbest in – 2020.

7- Çend dîwanên elektronî jî hene li yaneyên Erebî derçûyîne û hemî ji corê Hayko helbest in.

1- Nadî el-Hayko el-Hurr – Teranîm/ Hayko.

2- Nadî el-Hayko el-‘Erebî – Mefatîh el-Qesîde/ Hayko.

3- Xemdet ‘Eyn/ Hayko helbest e.

4- Qemer Be’îd/ Hayko helbest e.

5- Pêlên Çiriyê/ Hayko helbest e.

6- Guldanka Sosina/ Hayko helbestên Kurdî ne.

ڤان بابەتان ببینە

Dê ji gotina nivîserê Nerwîcî yê navdar (Jostein Gaarder 1952)ê dest pê kim, xudanê pertûka …