بابەت

Ez bi xo êk ji wan xwendevana me ku alîgirê xwandina kaxezî me, lê li vê dawiyê ez gehiştime wê boçûnê ku evro belavkirina li ser kaxezê bi tenê neşêt hevdemî rîtma serdemî bît, ji ber ku cîhan şoreşeka dîjîtalî ya berfireh bi xo ve dibînit ku hemû şêweyên peywendî û zanînê darêtîne ve û peywendiya di navbera xwendevan û naverokê da ser ji nû pênase kiriye.

Li gel zêdeboona piştdaniyê li ser înternêt û aypad û mobaylên zîrek ku yên bûyîne tiştekê asayî, daku govarên rewşenbîrî û hizrî jî pitir ber bi veguhastinê biçin ji weşanên kaxezî yên klasîk bo govarên elektironî ewên li gel pêdiviyên serdemê nû û li gel reftar û serederiya xwendevanê nû yê ku li lezatî, têkhelî û sanahiya gehiştinê digerit diguncin.

Giringiya vê veguhastinê ne bi tenê li ser şêwe û dîmenî ranawestît, belku karîgeriyê li ser gewherê proseya rewşenbîrî bi xo jî diket. Çunku govara kaxezî, çend tîraj û belavbûna wê zêde bibît, dê mînit girêdayî sînorên belavkirina cografî û têçûnên çap û veguhastinê, lê govara elektronî karekê berfirehtir û azadtir û bi leztir berdest diket, ji ber ku dişêt bi tenê bi klîkekê bigehîte xwendevanan li her cihekê cîhanê. Bi vî rengî naveroka rewşenbîrî dibîte peyameka sînor-bezin, dikevîte ber destê hemûyan bêyî sînorên cihî û demî û ev çende rehendekê cîhanî didete govarê ku berê nedişiya bi destve bînît.

Zêdebarî vê çendê, belavkirina elektironî pitir dosta jîngehê ye, ji ber ku bikarînana kaxez û hubrê kêm diket, bi vî şêweyî govara elektironî pişkdar dibît di parastina jîngehê jî da. Pişkdarîkirin û parastina jîngehê rehendekê giring e di serdemekî da ku dengên jîngehparêzan karîgeriya xo kiriye.

Taybetmendiya herî giring ya govarên elektironî şiyana wê ya têkheliyê ye, çunku xwendevan ne bi tenê wergirekê pasîv e, belku yê bûye pişkek ji proseya rewşenbîriyê bi xo û dişêt her mijarekê koment biket, pişkdar bît, gengeşê li ser biket û wan babetên bi dilê wî li ser pêgehên xo yên civakî belav biket, ev çende jiyaneka nû li dûv belavkirinê didete nivîsînê. Herwesa govar dişêt piştevaniya gotarên xo bi wêneyên têkhel, vîdyo, deng û girêdanên elektironî biket, ev çende proseya xwandinê zindîter û dewlemendtir lê diket.

Daku ev veguhastine serbikevit, pêdivî ye bizanîn ku belavkirina dîjîtalî ne bi tenê veguhastineka otomatîkî ya weşana kaxezî ye bo fayleka elektironî, belku ji nû ve dariştineka temam e bo mîkanîzma hizirkirin û nivîsînê, çunkî govara elektironî pêdivî bi dîzayineka aram û hevguncay li gel amîrên cudacuda heye û pêdivî bi zimanekê nivîsînê ye ku rêzê li rîtma bi lez ya xwendevanê dîjîtalî bigirit, bêyî ku destberdarî kûratiya rewşenbîrî bibît.

Lê ji layê xwendevanî ve, guhorîna nerîtên wî di rojek û şevekê da ne ya sanahî ye. Çunku gelek xwendevan hêşta çêjeka taybet di bêhna kaxezê û hestkirina bi laperan da dibînin. Lewma govara Metîn dê pitir giringiyê bi şêwazê dîjîtalî det ji yê kaxezî (lê herdu şêwaz dê hebin).

Gelek ji weşanên mezin yên cîhanî li ser vê rêkê diçin, bo nimûne, govara “Marie Claire” ya Birîtanî weşana xo ya kaxezî li piştî sîh û êk salan rawestand, daku bi temamî ber bi belavkirina elektironî ve biçît, herwesa rojnameya “New York Times” jî heman tişt kir demê modelekê dîjîtalî yê serkeftî bikarînay, yê ku pişt bi pişkdarîyên elektironî û naveroka fre-mîdyayî girê didet, bi vî rengî gehişte belavbûneka cîhanî ya bêwêne, lê dezgehê “Axel Springer” yê Almanî ji berî çendîn salan ragehand ku ew bûye “weşangeheka dîjîtalî bi pileya êkê” û noke pitiriya weşanên xo bo platformên elektironî û ragehandina dîjîtalî yên veguhastîn.

Ev nimûne piştrast dikin ku veguhastina ber bi belavkirina elektironî ne hezeke demkî ye, belku bersivdaneka siruştî ye bo pêşkeftina hişyariya teknîkî, guhorîna reftarên xwendevanî û guhorîna rêkên peywendiyê di cîhanekê da ku bi lezatiya ronahiyê diçît. Ew govarên ku li gel vê veguhastinê diçin, man û berdewamiya xo misoger dikin, lê ewên ku bi tenê xo bi kaxezê ve girê diden, renge xo ji nifşê nû yê ku di cîhana dîjîtalî da ji dayikbûy, dabrî bibînin.

Li dawiyê, dişên bêjîn ku govara elektironî ne alternatîva rewşenbîriyê ye, belku amrazekê nû ye bo zindîkirina wê, ew pire ya di navbera rabûyê kaxezî û noke ya teknolojiyê da, di navbera xwendevanê rêkên klasîk û xwendevanê ku divêt bêyî zehmet bigehîte dûrtirîn tişt, dîjîtalîkirin ew mînbere ya ku du peran didete peyvê, daku dûrtir, bi leztir û kûrtir bifrit.

Li vêrê, pêdivî ye veguhastina ber bi belavkirina elektironî ne wek dawiya qonaxekê bihête dîtin, belku wek destpêka serdemekê nû di mêjûya rewşenbîriya nivîskî da ku hevdemî lêdana serdemî bît û parêzgariyê li ser gewherê peyva zindî biket.

ڤان بابەتان ببینە

Dê ji gotina nivîserê Nerwîcî yê navdar (Jostein Gaarder 1952)ê dest pê kim, xudanê pertûka …