Dê ji gotina nivîserê Nerwîcî yê navdar (Jostein Gaarder 1952)ê dest pê kim, xudanê pertûka (Cîhana Sofyayê) ewa bo ser 65 zimanên cîhanî hatî wergêran, ji ber ku ev gotina wî ji hemî rengê romanan digirit, dibêjit:
“Em neşên belgeyan bo wan heyberan bînin, yê ku wijdanî dilivînin, lê em di naxên xwe da hest bi hebûna wan dikîn.”
Vê carê karwanê Bêserûşwînan ez dame ligel xwe û di nav xem û kovanên Kurd û Ermenan da werkirim û keftim di nav pêlyê hizir û bîryê nivîserê romana (Bêserûşûn) da. Ligel çame û derdeseriyên qareman û qurbaniyên romanê diherikîm, ew dîmenên dilsoj û tirajîdî yê di romanê da hest û wijdana min jî livandin û berê min da nivîsîna vê gotarê.
Xwandevanê berdewam dişêt wan nivîsînan bihelsengînit yê bandorê li ser dikin yan gelek hez jê kiribit, ez êkim ji wan yê tiştê ji hejî nivîsînê bibînin û paşî li ser dinivîsin, hindek pertûkan mirov hind pêve dihêt grêdan, hez diket pitir ji carekê bixwînit, vêca hokar çi bin ew ne giring e.
Di romana Bêserûşûn da dê li hejde vebirran rawestî, anku ji hejde dergehan pêk dihêt, qonaxên van vebirran hemî pêkve girêdayî ne, her dergehek tivavkerê yê dî ye. Nivîserê vê romanê (Mihemed Çelkî) ye, ji nivîserên gelek hêja ye û çendîn berhemên baş hene, ji bilî bi sedan gotar û nivîsînên herî baş, kesek nûxwaz û rewşenbîr û dinyadîtî ye û stêreka geş e di nav nivîseryên Kurdistanê da.
Ji binemaleteka kurdperwer û dilsoz in, Mehemed Çelkî wekî pêşmergeyekê Golanê çendîn serbor dîtine, binemala wan qurbaniyên mezin bo azadiya Kurdistanê pêşkêş kirine, li Enfalên heştê û heştê di êk roj da hejde qurbanî ji şehîd û bêserûşûnan gorî doza Kurdan kirine. Vê çameya mezin bandorên giran êxistine ser dil û naxên wî, heta ku bo delîve hilkeftî bi vê romanê lepekê ji kul û derdên xwe birêjît.
Romana Bêserûşûn jî wekî hemî romanan proseyeka hizrî ye û hizrên wê ji naxê nivîserî riştine, gelek waran bi xwe ve digirit, (zordarî, kerb û kîn, dilsozî, wefadarî, hevalînî, eşq û evîniya welatî û …). Ev romane ji tuxmê romanên dîrokî ye, bo jiyê hemî qonaxan diguncit, lê pitir bo jiyê mezinan û kesê rewşenbîr û têgihiştî diguncit. Ez dişêm bêjim mijar û alozî û giriftên di vê romanê da gelek bi dîrokê ve girêdayî ne û rastî û ketwarî ne û pişkek in ji dîrokê.
Her xwandevanekê haya wî ji dîroka Kurdistanê hebit yan pêzanîn û rewşenbîriyeka giştî li ser rûdan û çameyên Kurd û Ermenan hebit, dê pitir tamê jê bînit û tê înit der ku eve vegêrana dîrokê ye, bi taybet rûdanên serdemê şoreşa Golanê dê hest pê ket ku eve dîrokeka nixaftî û veşartî ye û roj dê hên hêdî hêdî perde li ser hindek nihêniyan rabin û wê dîroka nixaftî bi başî û xirabiyên xwe ve dê serrad û bêjing kin û rastî ronahiyê bînin.
Min hez ji vê romanê kir ji ber ku, piraniya mercyê pêkhata romanê têda hene, min hindek roman xwandine mercyê pêkhata romanê gelek têda di kêm in yan di lawaz in. Demê min pertûka Bêserûşûn dixwand, min bo xwe digot baş bû vê carê min romaneka Kurdî dît ya ji mercyê romanê pêkhatî. Êk ji xweşiyên dî yê min ji vê romanê dîtî zimanê wê û edebiyata wê ya taybet e, bi zimanek zelal hatiye nivîsîn, di romanê da gelek peyvên Kurdî yê resen û kevin li bîra me înayine ve ligel lêkdana hevokan bi rengekê gelek ciwan, lêhatî û rewaniya nivîserî jî bo me têda diyar dibit, bo mînak:
«Roj li nîva esmanî ya singepê bûyî, kelêjan ji erdî radibû, dengê çîçirkan zumên ya êxistî aqarî, ji bilî wan, tev balefir û giyaneweran ya xwe li bin sihê dirêj kirî û lalbûnê yê girtîn…»
Bi xwandina van hevokan û pêkve grêdana wan, tabloyekê hunerî di naxê me da dinexşînit û dîmenek dihêt berçavên xwandevanî, dişêm bêjim heta radeyekî ya bi reng û deng e, eve êk e ji mercê pêkhat û dewlemendiya hunerê naveroka romanê û nivîserê vê pertûkê di vî mercî da baş serkeftî bûye.
Şêwazê nivîsîna vê romanê ne şêwazek gelek cuda ye ji romanên min xwandîn, lê ya bê cudahî û taybetmendî jî nîne û pîdivî ye roman ya wesa bit ku cudahî û taybetmendiyên xwe hebin. Pertûka Bêserûşûn êk ji wan pertûka ye, yê mirov bi dîmenên wê serincrakêş dibînit û bi xwandina wê ve bêzar nebit û li xwandina wê poşman nebit, her ji destpêka xwandina wê mirov pêve dihête girêdan û neşêt destan ji xwandina wê berdit, çend mirov pitir bi nav romanê ve diçit pitir bi ser girift û arîşeyan hildibit û komeka mijaran serhildidin.
Naveroka romanê ji mijareka sereke û hindek çeq û tayan pêk dihêt, ya destpêkê û ya sereke, qurtalbûyekê Enfalan yê birîndar ji mirineka bi komel ji nav komeka hevalên xwe yê bi guleyên dujminî hatîn gulebaran kirin qurtal dibit û xwe ji nişkan ve digehînit ciheki. Hewara xwe dibit dev noşdarekê Mesîhî yê dilovan û xudan wijdan li deverdariyekê bi ser parêzgeha Mûsilê ve. Serbora wî noşdarî gelek ji ya yê Kurdê Enfal bûyî dûr nîne, ew noşdar wî diparêzit û lê dibit xudan heta bi ser pê diêxit, lê Şêro ku qaremanê sereke yê romanê ye bo demekê dirêj di nav jûrekê da dihêt parastin li mala noşdarê Mesîhî gelek bîrhatinên wî dihên bîrê û di nav çîrok û serhatiyên xwe da yê zivêr û alizî ye, nivîser vedigêrit:
«Ji şevêdî were zivêriyê bernedaye, her yê dinjinit û diherêfit, gulolka hizrên wî wesa aliziye, ji tevnê tevnepîrkê dialozitir in, ser yê lê bûye mêrgeka himbiz ji rengên texmîn û hizran..»
Di nav vê mijara sereke da gelek tayên dî jê diçin û her tayek hindek rûdan û serhatiyan bi xwe ve digirit, vegêranên wî li ser astengên jîn û jyara civakên Kurd û Ermenan e û wê zordariya li ser wan û wê rewşa xirab ya wan serdeman û wan kawdanên giran yê ew ligel jyayîn. Êk ji xweşiyên romanan ewe pirî mijar û rûdan bin û gelek alozî têda hebin, li vêrê jî nivîserî gelek bizav kirîne romaneka pirî mijar bit û têda yê serkeftî ye û şiyaye ji mijarekê derbasî mijareka dî bibît bêyî vebirîn.
Derbareyî karekterên romanê nivîser şiyaye mirovên baş jê bigirit û rolên baş li ser wan belav biket, qaremanên romanê gelek in lê rolê sereke yê Şêroyê Bêserûşûn e, cihên rûdanan ne cihek bi tenê ye, dîmenên romanê li gelek cih û qulaçên Kurdistanê dihên kêşan.
Lê min hest bi kêmasiyekê kir ku ji romanê yê kêm bû, karekterên romanê bi başî nehatîne saloxet dan, anku wênekeriin, mirov neşêt wêneyê wan di mejiyê xwe da baş ava biket. Her çende pêdivî naket hemî karekterên wê bihên saloxet dan, lê bi kêmî yê rolê sereke di romanê da heyn pitir bihên wênekerin, demê navê wî dihêt xwandan êkser wêneyê wî û kesayetiya wî di naxî da diyar bibît, ez bawer dikim nivîser vê çendê baş dizanît, lê nizanim di vê çendê da gelek pûte bi wênekirina karekterên romanê nedaye, lê tiştê baş li vêrê ewe yê rolên sereke di romanê da heyn gelek bi şarezayî rolê wan vegêraye. Saloxetên wan yê rewştî bi ciwanî behs kirîne:
«Azad ji wan mirovan bû yê bi rewşt û têgihiştina xwe şiyayî bibîte nimûneya rewşt bilindiya kesê Kurdperwer û şoreşgêr…»
Livîn û nêrînên wan wênekerine, lê wêneyê bejn û balan û ser û sîmayan diyar nabît, bo mînak da temaşey vî dîmenî bikin, çend çirkeyan berî guleyên dujminî sîngê wan bisomin demê Şêro ku êk e ji qaremanên romanê temaşey hevalê xwe Azadî diket û bi çavan xatirxwastina dumahîyê dihavêjin berêk:
«Berêxwedana Azadî bo min, berê min ji dêmê roja dê bite dumahîk dîdevan li ser mirina me wergêra. Rengê Azadî ji berê cantir hate ber çavên min, girinijînek tije hesret û viyan di min werkir û çavên wî şorrî çalê bûn û dubare li min zivirî, vê berêxwedana wî sotim û agir di hinavên min da bû êtwînek ji dojehê hartir…»
Di dîmenek dî da çend livînên Şêroyî wêne diket:
«Wek dizekê şehreza xwe veçilîsand ber pencerê, li kolanê meyzand, şehrezayiya wî têra hindê nekir, bizanît kanê nuke li kîj taxî ye, perde pîçekê da layekî minara mizgefta Nebî Yunis lê diyar bû, aramiyekê xwe li hestên wî da, westiyan û tirs hemî ji bîrê birin…»
Hindek peyamên sereke di vê romanê da hene, her çende roman ne ji qebareyekê gelek mezin e wekî hindek romanan ya mezin bit û çu peyamên giring têda nebin, lê di ser hindê jî ra gelek peyaman digehînit û dîrokeka dirêj bo me vedigêrit. Romanek e ji mijar û rûdanan ya têr dewlemend e, taybet girêdana çameyên Kurd û Ermenan pêkve û gelek bi şarezayî dayne berêk û lêk înayne, li gor ketwarê wî serdemî çîrokên wan di êk cografiyayê da pêkve girêdayne.
Tiştikê dî ku dilê mirovî gelek geş diket, ew hevkari û dostanî û wefadariya Kurd û Ermenan e bo êkûdu, dîrok dîdevan e ku eve rastiyek e û hemî serdeman Kurd û Mesîhî hevkarên êkûdu bûyîne. Aydiyolojiya dînî bandor li ser Kurd û Ermenan nekirine ku nakokî di navbera wan da hebin, lê rijêma Tirkên dagîrker dîn bo berjewendiyên xwe bi kar înaye û gelek bizav kirine Kurd û Ermenan li bin dirûşmên Îslamê bikin dujminên hevdu.
Lê piraniya Kurd û Ermenan di planên dujminî digihiştin û nehêla bigehit wî radeyî ku bo heruher Kurd û Ermen bibin dujmin, nabêjim kiteka kêm tê nebin ji Kurdên xwefiroş bo pariyê nanî hevkariya dagîrkeriya Tirkiya kiribit. Yan jî bi navê dînî hatibin xapandin li dijî Ermenan, lê bi giştî Kurd harîkarên Ermenan bûn û gelek Ermen parastîne û ji bin zordariya Tirkan rizgar kirîne, ya baş ewe di vê romanê da nivîserî rûyê baş yê Kurd û Ermenan nîşa daye.
Cudahî û taybetmendiyeka dî ewe nivîserî nav û cihên rûdanên romanê hindek caran wek xwe hêlayne û cihên berniyas in, demê mirov navên wan cih û gundan dixwînit, her wekû mirov hindek bîreweriyan dixwînit. Hindîke roman in dibê bîrewerî nabin, lê rengê nivîsîna bîreweriyan di romanê da baştir e yê cuda bit ji nivîsîna pertûkên bîreweriyan, bi dîtina min dibît nivîserî di vêrê da ew hizir nekiribît yan jî bi merem ev çende kiribît, bo dîrokê bîrhatinên xwe di romanê da vegêra bin, di vê nimûneya jêrî da navên çend cihan dînît:
«Li sipêdeka roj kemerekê ji çiyayî bilindtir, dengê teqeka boş li derdora zîyareta Zembîlfiroşî bêdengiya wê deverê şilqand, komeka pêşmergeyan li nêzîkî gundê Bêxebarê bûn… , dengekê nasyar ji hêla gundê Sîrkutkî ve hate me, ew deng dengê Emerê Sîtoy bû…»
Li cihek dî dibêjit:
«Min li hevalê xwe meyzand û min dixwast pîçekê digel baxivim û behsê «romana Keleha Gurg» ya Hisên Arifî bo bikim, ew çend roj bûn bi xwandina wê ve mijûl bûm. Hevalê min Cume Îbrahîmî digel çend pertûkên dî û govara «Dengê Me» bo min hinartibûn mala hevalê me herduka Muhsin Sipîndarî…»
Helbet çu karên bê kêmasî nînin, Bêserûşûn jî wekî piraniya pertûkên Kurdî ji layê rênivîsê û rêzimanê ve ya bêy şaşî nîne, ez bi fer dibînim her pertûkeka hebît berî bihên virêkirin bo ber çapê, pîdivî ye zimanzanek pêdaçûnekê li ser rênivîs û rêzimana pertûkê biket û piştî şaşî dihên rastvekirin paşî pertûk bihête çap kirin.
Têbîniyeka dî ya giring ewe, nivîser di vê romanê da vegêrê çîrok û serhatiyên romanê ye, lê li hindek cihan nivîserî xwe li cihê qaremanê romanê dîtiye û pêş wî ve diaxivît, dibît li dev nivîserî eve êk ji hunerên nivîsîna romanê bit, her çende ez bi şaşî nizanim lê bi dîtina min heke wesa nebaya da baştir bît, ji ber ku çîrok li ber xwandevanî berze dibît.
Têbîniyeka dî li dumahîya romanê min kir, rûdanên romanê gelek bi lez û bi kurtî bi dumahî dihên, ragehandina mirina malbata qaremanê romanê bi sivikî hatiye diyar kirin, da baştir bit heke pitir rolê malbata qaremanê romanê diyar kiriba û piştî bêserûşûniya kurê wan, hindek ji şînî û xem û kovanên wan ravekiriba û paşî hatiba ser nemana wan li jiyanê.
Ravekirina min ya giştî û bi kurtî bo romana Bêserûşûn, li dumaîyê dibêjim îsîlekê dî yê mukum di nav dîwarê pertûkxaneya Kurdî ra hat danan, ez dişêm bêjim kak Mihemed Çelkî pertûkeka gelek baş pêşkêşî pertûkxaneya Kurdî kiriye û êk e ji romanên gelek baş, yê bivêt bivegerît serdemê komelkujiya Ermenan û Enfalên Kurdistanê bila romana Bêserûşûn bixwînît.
گۆڤارا مەتین گۆڤارا مەتین