Berhevkirin: Metîn
Mijara Xanî, Mijareka vekirî ya heyvaneye, ji aliyê Kovara Metîn a Rewşenbîrî – Giştî ve dihête birêve birin. Her car dosiyeka gerim a rojevê, gengeşe û binkol diket. Li roja Çarşembî rêkkeftî 18ê Kanûna duyê a 2024ê, mijara çardê ya vî sekoyê heyvane, hijmareka taybetmend û şarezayên buwarên cuda cuda di çewaniya berhingariya madeyên hişber hatbûne daxwaz û mêhvankirin, ku li dor “Madeyên Hişber, Çewaniya berhingarîkirin û berbestên di rêka berhingarbûnê da,” dîtin û boçûnên xwe eşkere bikin.
Mijar, ji aliyê Şemal Akreyî, sernivîskarê Kovara Metîn ve hat birêvebirin. Ji aliyê xwe ve Şemal Akreyî, kurtiyek liser mijarê û giringiya mijarê da, bi taybet mijarên borî yên Xanî. Herwisa Akreyî behsê giringiya hişyariyê li beramber metirsiya belavbûna madeyên hişber û çewaniya zalbûnê liser axift û got:” madeyên hişber dujminekê bi metirsî ye, ku îro di dergehê civaka me deye û gefê li şîraza civakî dike, hişkkirina rih û rîşalên wê erkê hemû saziyên rewşenbîrî, ekadîmî û saziyên ewlehiye. Takê saxlem binyatê xêzaneka saxlem û xêzana saxlem jî binyatê civakê saxleme. Bo wê çendê nehêlîn madeyên hişber ji rûdan û keysên kit kit bibîte diyardeka berbilav û giştî, pêdiviye hemahengî di navbera hemû saziyên ewlehî, rewşenbîrî, civakî, saxlemî û perwerdeyî da hebît. Her ji ber dijwariya metirsiya madeyên hişber, me mijara vê carê liser babetê navhatî grêdaye.”
Ebdulla Ce’fer Kovilî, wek nivîser û şareza di biyavê Asayişa Neteweyî da, ji pişikdarên serekî yên mijara Xanî bû. Wî liser madeyên hişber û metirsiya wê liser asayişa neteweyî axifî û got:” madeyên hişber û dîroka wê gelek ya kevnare, em neşên bêjîn, ku diyarda belavbûn û bikaranîna madeyên hişber ya xomalî ye, belku diyardeka dîrokî ya cîhanî ya sertanserî ye, ku bi gelek coran hatiye bikar anîn û bi gelek şêweyan bazirganî pê hatiye kirin û pê dihête kirin. Di serdemê dîrokên şaristaniyetên Babilî, Aşûrî, Somerî û Çînî da ev diyardeye hebûye, ku bi gelek şêwa û bo gelek merem û armancên siyasî – leşkerî hatiye bikar anîn; çunkî madeyên hişber ji jinavbirina mirovayetiyê zêdetir êk armanca dîtir nîne, lewma jî cudahiyê ne êxîte dinavbera civakên paşkeftî û pêşkeftî da. Bi dirêjiya dîrokê madeyên hişber weku çek û hêz hatiye bikar anîn ji aliyê welatan ve li beramberî hevdu, mînak Berîtaniya li dijî Hindistan û welatê Çînê û piştî cenga dûyê a cîhanî û bikaranîna madeyên hişber weku gef ji aliyê Îsraîlê ve li dijî Elmaniya.”
Kovilî di berdewamiya axiftina xwe da, got:” Tîror, ku rasterast gefê liser asayişa neteweyî dike, metirsiya wê îro yeksan bûye li gel madeyên hişber û gelek caran jî li gelek welatan, saziyên ewlehiyê destpêkê di dene berhingarbûna madeyên hişber li berî tîrorê, ji berkû metirsiya tîrorê demkî û a madeyên hişber jî pirose û dirêjxayene. Ankû: diyar dibe asayişa neteweyî û metirsiya madeyên hişber girêdaneka êkcar mezin a li gel hevdû hey. Pênasa asayişa neteweyî, ku siyanên welatekî ne bo berhingarîkirina gefên derekî û hundir, ev gefe jî çi siyasî, leşkerî, siruştî, ewlehî, yan jî saxlemî, perwedeyî û civakî..htd bin. Liser vê esasê û jiber van sekteran hemiyan pêkvegirêdan heye, lewma jî peydabûna gef û metirsiyan liser êk ji evên li serî hatîn diyar kirin, dibe egerê werara metirsiyê bo ser ên din hemiyan. Madên hişber, ku gefe hem liser tak, hem xêzan û civak hem jî saxlemî, abûrî û perwerde..htd dibe kabûsa hemû metirsiyên dîtir ên tîrorê jî. Wek me li pêşî jî day diyarkirin û gotî; çunkî tîror demkî ye û şiyanên binbirkirina wê bi hêzin, belê madên hişber berûvajî, dikeve nav comkên civakî û dişên pîroziyên netewayetî ji nav bibetin. “
Ebdulla Ce’fer Kovilî, behsê datayên werar û berfirehbûna bikarhêner û bazirganên madên hişber kir û got:” Gelek mixabin, amarên li ber dest yên bikarhêner û bazirganên madeyên hişber liser asta cîhanê roj bi roj bi berfirehbûnê da ne, li gor datayên Neteweyên Hevgirtî li sala 2023ê hijmara bikarhêneran, ku 292 milyon bûyne, li sala 2024ê hijmar bûye 300 milyon bikarhêner. Ev data û hijmare sor bi sor wê çendê dibêjne me, ku metirsî liser asayişa cîhanê di berfirehbûnê daye. Belavbûna wê dibîte egerê:
1- Bilindbûna rêja tawanên rêkxistî (kuştin, dizî, gef û çeteyî).
2- Delîve bo guropên tîrorstî dirust dibin, ku zûtir armancên xwe pêk bînin, herwekî rêkxirawa Da’şa tîrorist û bikaranîna madeyên hişber bo sergerimkirina endamên xwe di sengeran da û teqandina xwe.
3- Made dibe egerê wê çendê, ku hizra tawanê li dev alûdey peyda bibît. Lewma jî dê yê berhev bît her karekî biketin ji pêxemet bidestve anîna madey.”
Di dûmahîka axiftina xwe da, Kovilî behsê rola saziyên ewlehî yên herêmê û bi taybet li parêzgeha Duhokê ji aliyê berhingarîkirka madên hişber ve axift û got:” li gor wan yasayên Herêma Kurdstanê yên girêday berhingariya madeyên hişber, dezgehên ewlehî çi dirêxî nekiriye di parastina asayişa hawelatiyê xwe da, bo vê meremê jî kar û erk hatîne rêkxistin û belavkirin, Rêveberiya Giştî ya berhingariya Madeyên Hişber, Nivîsîngeha Nehêlana Tawanên rêkxistî û bingehên asayişê yên berhingariya madên hişber hatîne danan û erk û karê van saziyan parastina hawelatiyaye. Parastina hawelatyên herêmê bûye karê destpêkî yê ecindaya dezgehên ewlehiyê. Mixabin serbarî çavvekiriya dezgehên ewlehî û dûvçûna wan ya hûr liser keysî, belê amar roj bi roj di bilindbûnê da ne. Li parêzgeha Duhokê û li gor amarên saziyên peywendîdar yên sala 2024ê؛ 400 dadgehkirî û 200 ragirtî, 19 afret, 20 sinêle hene, 60% bazirganîpêkirin û 40% jî bikarhênerin. Rêjeya jiyê wan di navbera 16 – 30 saliyê daye, berbelavtirîn cor krîstal û hîroyênin. Herçende xelk kêmterxemyê naketin, belê dûbare dê bîra wan lê înên û daxaza harîkarî û hemahengiyê jê keyn, ku pêkve û li gel saziyên ewlehî liser xet bin bo parastina asayişa civakî û neteweyî.”
Şareza di biyavê rêkxirawên civakê medenî da, nivîser Ebdulezîz Muhsin Barzanî liser “Rolê rêkxirawên civakê medenî di berhingarbûna madeyên hişber da,” bo mjarê axift û got: Karê rêkxiraweyî dihête hijmartin kertê siyê di navbera kertê giştî da ku hukûmete û kertê taybet da ku li dûv qazancê digerit. Belê karê rêkxiraweyî karekê xwebexş, mirovayetî û qazanc newîste, anku herdem pireke di navbera xelkî û desthelatê da. Liser astê cîhanê çend diyardeyên metirsî hene, ku dibine egerê têkdana şîraza civakî mîna:
- Têkçûna keş û heway.
- Karesatên siruştî.
- Pîsbûna jîngehê.
- Nesaxiyên cudacuda mîna kuronayê.
- Jinavçûna daristanan.
- Hevrikiyên çekdarî û awarebûna mirovan û koçkirin.
- Hejarî û bêkarî.
- Tund û tîjî bi hemû corên wê ve.
- Sîstemên dîktatorî û dijayetiya mrovayetiyê.
- Madeyên hişber û bazirganî pêkirin.
Li vêre demê madeyên hişber dihêne bikarînan, dîmokrasiyet bi hemû binema û naveroka xwe ve dikevîte di metirsiyê da; çunkî belansa takî, xêzanê, civakî û welatî dikeve di metirsiyê da”.
Li ser erk û rolê rêkxirawên civakê medenî di berhingariya madeyên hişber da, navhatî got: “Rêkxirawên civakê medenî dişên rolekê mezin bigêrin di berhingarbûna madeyên hişber da û çend çalakiyên cudacuda encam biden, ku armanc ji wan: xweparastin, huşyarî, çareserkirin û piştevaniya civakî ye, ku dê hind ji wan behis kem:
1) Huşyarî û xwe parastin:
– Perwerdekirina civakî: pêşkêşkirina hewên huşyarkirinê bo zêdekirina huşyariyê sebaret bi metirsiyên madeyên hişber û çewaniya xwe parastinê ji wan, bi taybet ji layê sinêle û genkan ve.
– Bernamên perwerdeyî: rêkxistina workşop û simînaran li qutabxanan û di nav civakî da, bo fêrkirina takekesan bo hindê dê çawa berhingariya metirsiya madeyên hişber bin.
2) Piştevanîkirin û çareserî:
– Senterên çareseriyê û çaksaziyê: damezrandina navendan bo dabînkirina palpiştî û çareseriya derûnî bo kesên tûşbûyî, bi armanca harîkariya wan û çareseriya wan û zivrandin û têkelkirina wan bo nav civakî.
3) Dirustkirina toran li gel saziyên hukûmetê:
– Gelek caran rêkxirawên civakê medenî bi hevkarî li gel hukûmetê û saziyên saxlemiyê kar diken bo baştirkirina siyasetên kuntirolkirina madeyên hişber û dabînkirina çareseriyên dahênerane bo kêmkirina rêja bi karînana madeyên hişber.
– Hemahengî bo hewên nîştimanî li deverên cuda cuda liser madên bêhişker û cêbecêkirina stiratîciyetên dirêjxayen bo sinurdarkirina diyarda bikarînana madên navhatî.
4) Dakokîkirin û handana gorankariyan:
– Pêdivî ye fişarê bêxîne ser hukûmetê bo geşepêdana siyaseta karîgertir bo berhingarbûna madeyên hişber mîna: (hemwarkirin û derêxistina yasayên tundtir – baştirkirina xizmetguozariyên saxlemî bo kesên tûşbûy).
5) Çalakiyên civakî:
– Rêkxistina bîreweriyên werzişî yan yên rewşenbîrî bi armanca dirustkirina jîngeheka pêguhor anku bedîl bo gencan, ev çende dê harîkariya wan ket bo hindê xwe dûr bêxîn ji bikarînana madeyên hişber.
– Dabînkirina delîvên karî û rahênanên pîşeyî bo kesên tûşbûyên madeyên hişber, ku çareser dibin bo hindê bişên jiyaneka aram û saxlem binyat binên.
Di rêka van rol û çalakiyên cudacuda rêkxirawên civakê medenî dê şên pişikdariyeka berçav ken, li berhingarbûna diyarda madeyên hişber û kêmkirina wan û kartêkirina wan liser tak û civakî.”
Li dumahîkê Ebdulezîz Muhsin Barzanî, hindek pêşniyarên kurt berçav kirin û got:” bo huşyarî û xweparastin û kêmkirina diyarda bikarînana madeyên hişber, divêt ev layene mil bi milê rêkxirawên civakê medenî bi erk û rolê xwe rabibin:
- Perwerda xêzanê û rolê dayk û baban.
- Sîstemê perwerde û fêrkirin û pirogramên xwandinê û rolê mamostayan.
- Mînberên eynî û rolê zana û mamostayên ayînî.
- Saziyên ragehandinê bi dîtin, bihîstin, xwandin, eliktironî, pilan, stiratîjiyet, kar û bernamên wan.
- Komelên medenî bi layenên siyasî ve û zanko û sendîkayên pîşey û bername û pilanên wan.
- Dirustkirina fîdirasyonekê di navbera hemiyan da bo darêjtina pilanên hevpişk û şêwazê dabeşkirina karkirinê bo arastekirin û gehandina peyama rast û dirust.”
Abûrnas, Dr. Kawe Ebdulezîz, ji rûyê abûrî û gefa madeyên hişber liser abûrî axift û got:” Abûr û bazirganî, ji stiratîjiyetên serekî yên dezgeh, hukûmet û kompaniyane. Madên hişber û hebûna wan karîgeriyeka mezin heye liser hemû comgên bazirganî û abûrî, bigre ji weberhênan, berhemînan û kirîn û firoştinê. Bi dîtina min nabît em bêjîne qeçaxçiyetîkirin bi madên hişber bazirganîkirin bi madên hişber; çunkî di zanistê abûrî da kirîn û firotinê pêdivî bi mîkanizmên xwe yên taybet heye û bazirgan bacê didete hukûmetê, belê berûvajî kirîn û firotina madeyên hişber mezintirîn dirbe bi ber her hukûmetekê dikevît.”
Dr. Kawey zêdetir got:” karîgeriyên madê hişber, bi polînkirin liser takî, paşî xêzanî û paş xêzanê jî liser civakî û hukûmetê diyar dibît! Eha liser vî binyatî, pêdiviye li destpêkê kar liser takî bihête kirin bo wê çendê şiyanên wî yên hizrî û cesteyî ji egerê bikaranîna madên hişber ve nehêne ji destdan; çunkî bo her tuşbûyekê madên hişber salê hukûmetê pêdivî bi 4 hizar dolaran heye, di maweyê wergirtina çareseriya wî da jî, cihê wî lê kar dikir dimînite vala, ku eger em bixemlînîn bi 4 hizar dolaran bo destê wî bo êk sal û berhemê wî karê wî jî dikir bi kêmî 4 hizar dolar bin, eve sê çar hizar dolar ji ruh û giyanê weberhênanê dihête wergrtin. Heku me li Kurdistanê hizar tûşbûy hebin (1000 x 4000 dolar = 4 milyon dolar), anku eve barekê gelek giran bi tinê liser hukûmetê, ji bilî aliyê dî yê weberhênanê û ji bilî parastina xêzanê û şîraza civakî.”
Dr. Kawe Ebdulezîz, liser belavbûna diyarda madeyên hişber di civakî da û rengvedana wê liser hukûmetê, got: “Zerermendtirîn hukûmet liser astê cîhanê ewe ya civakê wê tûşî madeyên hişber dibît, eve hem ji rûyê siyasî û hem jî ji rûyê ewlehî û abûrî ve. Eger em behsê xerciyên hukûmetekê bikeyn, ku civakê wê tûşî bikarînana madeyên hişber bibît, dê bargiranî û fişara liser hukûmetê bi ron û aşkirayî diyar bît, ku ew hukûmet dê ya neçar bît polîs, asayiş û dezgehên xwe yên dî yên ewlehî û xalên xwe yên sinûrî bêxîte amadebaşiyê, ku evê jî pêdivî bi budceyên zexim heye, zêdebarî, nexoşan pêdivî bi cihên vehewyanê, amîr û sonar û bingehên çareserkirinê hene. Pirosa weberhênanê dê sist bît, sermayedarên biyanî berê xwe nadete wî civakî yê madeyên hişber û bikarînana wî lê bûye diyarde; çunkî qeçaxîkirin bi madeyên hişber karê çete û mafiyaye û bi vî rengî jî dê dahatê hukûmetê kêm bît.”
Dr. Kawey di dûmahîka axiftina xwe da got: “Gelek mixabin, di civakê me da û ji hemû bisporî û tex û çînan alûdebûyne bi madeyên hişber. Mamostayê zankoyê, kasb û bazirganên mezin û jîrmend, zarok, sinêlê 11 salî, jina bi temen ya 58 salî…htd. Gelek ya giring û pêdviye xêzan çavdêriyê liser xerciyên takê xwe biketin, Eger hat û xercî zêdekirin çi berhem n hate şûnê, di wî demî da tak yan qumarçiye yan jî alûdebûyê madên hişbere. Mixabin bikir û firoşyarê madeyên hişber gendele û dişêt karîgeriyê liser pirsên siyasî biken; çunkî Ew xudan lûbiyên bi hêzin. Kurdistan û pêgehê wê yê cugrafî gelek yê hestyare, li layê rojhelatî Îran û Efxanistan û li layê rojavay jî Sûriya, ku me dît piştî keftina Esadî li Sûriyê 5 milyar û 700 milyon dolar dahatê madeyên hişber yên Mahir Esadî bûn, ku li gor amaran Sûriya qebarê 80% ji berhemînana madên hişber liser astê cîhanê hemiyê pêk diîna. Hîviya me ewe her takekê civakê me bi rolê xwe rabît bo berhingariya madên hişber.”
Parêzer Ebdulla Geverkî jî pişikdarekê dîtir yê mijara Xanî bû, wî ji rûyê yasayî ve xandinek bo madeyên hişber û çewaniya berhingarîkirina wê kir û got:” di pirosa bikarînan û kirîn û firotina madeyên hişber da, layenê yasayî dûmahîk wêstgehe, ku dosiye digehîte ber sîngî. Layenê yasayî navenda biryardana dûmahîkê ye liser pirosa navbirî, belê piştî ji rûyê dezgehên ewlehî ve dûvçûn û vekolîn bo dihête kirin, dozgerê giştî çavdêriya pirosê diketin û parêzer jî liser dosiyê radiwestît, ji nûka dadwer liser binyatê paşxana keysî biryarê didetin. Êraqê yasaya hijmare 50 li sala 2017ê û Kurdistanê jî yasaya hijmare 1 li 2020ê derêxstiye, ku bi têr û teselî behis liser çewaniya serederîkirina keysê madeyên hişber diketin, ku pêkdihêt ji sêdaredan, zîndankirina heta hetayî, zîndankirina demkî, zîndankirina giran, zîndankirina sivik û sizayên darayî û …htd”.
Li ser çewaniya serederîkirina tawanbarên madeyên hişber, parêzer Ebdullay got: “Em parêzer, biker (fa’il)ên parêzvanîkirina wan kesanîn yên dikevne hindek xefkên yasayî, yan jî dihêne lêhbandin û di serdabirin, bo me bi çi awayan ne exlaqî û ne jî civakî ya rewa nîne em parêzvaniyê li tawanbarî bikeyn û ji rûyê yasayî jî ve pirosa parêzvanîkirinê ji tawanbarî ya serkeftî nabît; çunkî ji bilî parêzerî, dozgerê giştî jî yê hey, ku çavdêrekê karaye û weku nûnerê civakî serederiyê li gel doseyan diketin. Ne parêzeran, belkû yasayê bi xwe cudahî êxistiye di navbera çewaniya serederîkirinê li gel bazirganê madeyên hişber û bikarhêner û alûdebûy da. Anku sizayê tawana bikarînanê siviktire û weku nexweş serederî li gel dihête kirin û dihête veguhastin bo nexoşxanê û bingehên dî yên çareseriyê”.
Di dûmahîka axiftina xwe da, parêzer Ebdulla Geverkî, got: “Mixabin jîngeha madeyên hişber, çi bazirganîpêkirin û çi bikarhêner li Kurdistanê di werar û berfirehbûnê daye. Li gor serbora min ya karî em hemû xelkê Kurdstanê û Duhokê minetdarên dezgehên xwe yên ewlehî ne. Bi rastî jî wan gelek gelek barê giran hem yê liser civakî û hem liser saziyên dîtir yên dadwerî û perwerdeyî sivikkiriî û berpirsyaretiya wî barî danaye ser milên xwe. Berî me hemiyan dezgehên me yên ewlehî her hebin û her bijîn. Bangewaziya min hemahengî û hevkariya xelkî ye li gel dezgehên me yên ewlehiyê.”
Dilîn Serdar Zuhdî, berpirsa Senterê Cênderî li Zankoya Duhokê û şareza di biyavê jinê da, pişikdarî mijarê bû, wê liser karîgeriya madeyên hişber liser afretê axift û got: “pêdviye her çewa bît, hukûmet û hemû saziyên dî yên ekadîmî û navendên vekolînan li gel dam û dezgehên ewlehiyê bi şêweyekê rijdtir babetî bihelsengînin hem liser astê takî, hem xêzanî û hem jî civakî. Sebaret bi jinê û karîgeriya madeyên hişber liser jinê di dû rehend yan jî astan da dihête polînkirin û liser binyatê van herdû astan vekolîn bo dihête kirin: erê tûşbûy afret bi xwe ye yan jî endama xêzanekê ye, ku di nav da alûdebûyên madeyên hişber hene? çunkî liser van astan û li gor şertûmerc û serûberê xêzanî û takî yê tûşbûyê serederiya çareseriyê li gel dihêtekirin. Belê bi her şêweyekê hebît, kin jiber cudahiya hest û sozan û pêkhata xwe ya taybet ya fîzîkî ve li gel zelamî, pitir ya bi sanahî ye bo tûşbûn û alûdebûn bi madeyên hişber.”
Mamosta Dilînê pitir liser babetî axift û got: “wekî me li serî gotî; eger hat û jin bi xwe ya tûşbûy bît bi madeyên hişber û eger layenê wê yê abûrî yê baş nebît, neçare rêkê bibete ber gelek karên dî yên ne rewa, ku gelek caran hizrê bo bazirganîkirinê bi leşê xwe dibet bi merema bi destkeftina madey, ku eve bi xwe jî destpêkirina qonaxeka tale bo jinê; çunkî bedrewiştî û bazirganîkirin bi leşî dibîte egerekê serekî li pişt tund û tîjiyê û piştî hîngê penabirin bo xwekuştin û jinavbirinê. Xwe eger jin endama xêzanekê bît û di wê xêzanê da endamên bikarhêner yên madeyên hişber hebin bi taybet hevjîn, hîngê jî helweşyan û jinavçûna xêzanê dihête meydanê, ankû hindî rêja bikarînana madeyên hişber zêde bibît, dê di gel da rêja jinavçûna xêzanê û pirsên xwekuştin û tund û tîjiyê jî zêde bin, zêdebarî hindê eger aliyê abûrî û astê wî yê lawaz bît, ev pirse zêdetir têk dializît û mezintir dibît. Eger têbînî bikeyn dê bînîn, ew madeyê li welatên pêşkeftî û dewlemend dihête bikarînan gelek cudatire ji wî corê li welatên paşkeftî û hejar dihête bikarînan. Bi heman şêweyî bo tak û xêzanê û bo jin û zelamî jî bi heman şêweyî ye.”
Dilîn Serdarê di dûmahîka axiftina xwe da, got: “bi kurtî cesteyê jinê û hestên wê pitir di sanahîne bo tûşbûn bi madeyên hişber. Çareserî û pêşniyazên me dê ew bin, ku ragehandin pitirî her layenekê dîtir bi rolê xwe rabibît bo bilindkirina astê huşyariya takî û civakî, dirustkirina pilatform û haştakekî û hukûmet û saziyên girêdan bi madeyên hişber ve bihêne serxet bo dirustkirina senterên mezin yên çareseriyê.”
Dr. Serwer Ebdulcebar, çareserê derûnî li bingehê Çareseriya Derûnî li nexweşxana fêrkarî ya Azadî, ku xwedan serbora pitir ji deh salaye, êk ji pişikdarên mijarê bû, wî liser karîgeriya derûnî û civakî ya madeyên hişber liser takî axift û got: “li gel berfirehbûn û bi lezkeftina teknolojiyayê, şîraza civakî jî têkçûye û têkçûna şîraza civakî jî bûye egerê wê çendê, ku êdî tak tamê ji peywendiyên civakî, geryan, werziş û têkeliyê nebînît! Her ev çende bûye eger, ku tak li pêguhork (elternatîv)ekê sade bigerît bo gehiştin bi peydakirina xweşiya giyanî, ji wan jî: penayê bo vexarina elkolî, madeyên hişber, berêxwedana dîmenên rût (sex)î… htd.”
Dr. Serwer Ebdulcebarî liser karîgeriyên derûnî yên madeyên hişber û asewarên bikarînanê axift û got: “raste vexarin û bikarînana madeyên hişber xweşiyeka demkî bo takî dirust diketin, belê mixabin dibîte egerê wê çendê, ku xemokî, tirs, dûdilî, stirês, torebûn û dilreşî li beramber jiyanê li dev takî dirust bibît. Lewma gelek ya giringe pitir pûte bi senterên çareseriya nexwesiyên derûnî bihête dan. Çareserî birêveçûn, geriyan, têkelî, xwe mijûlkirin û peydakirina rewşenbîriya huşyaryê liser perwerda xêzanî ye; çunkî pitiriya tûşbûy yan jî alûdeyên madên hişber, ewin yan yên bê babin, yan dayk yan jî herdû neyî, ewên ji biçûkatî hatîne şikandin û piştguh havêtin û xudanên kesayetiyên lawaz. Firoyd dibêjît: kesayetiya mirovî liser pênc salên destpêkê ji jiyê mirovî dihête binyatgirtin, lewma perwerde rewşenbîriya xêzanî – civakî gelek ya giringe di vî warî da rolê xwe bibînît.”
Dr. Serwerî di dûmahîka axiftina xwe da tekezî liser bilindkirina astê rewşenbîriya xêzanî û çavdêriya zarokan kir û got: “gelek mixabin hijmareka baş ya tûşbûy bi madeyên hişber zarok û sinêlene, me gelek nimûneyên tehil hene, ku bi rastî jî dilê mirovî pê diêşît, liser vê çendê, her çewa bît pêdiviye xêzan astê rewşenbîriya xwe bilindtir lê biketin û çavdêriyeka baştir li zarok û endamên xêzana xwe biken û bizanin jîngeha têkelyên wî di çi rewş daye bo wê çendê metirsiyên liser zarokî û sinêleyan bihêne sansorkirin.”
Di dûmahîka mijarê da, her êk ji berêzan Dr. Emced Obeyd, Hunermend Şe’ban Silêman, Dr. Cum’e Bendî, Mamosta Eyşa Şewket û Mamosta Welat Tofîqî dîtin û boçûnên xwe û ew têbîniyên wan liser mijarê û naveroka wê heyîn pêşkêşî mêhvanan kirin û dan û standin gerimtir lê kr. Ji aliyê xwe ve mêhvanên serekî jî, piştî guhdana rexne û pêşniyaran bersiv û rastvekirinên xwe dan û herdu layen gehiştine hindek encam û pêşiniyaran bo wê çendê kar liser bihête kirin bo wê çendê şîraza civakî û asayişa takî û xêzanê ji egerê belavbûna madeyên hişber pitir têk neçît.