Furat Kurdzade
Pêşekî:
Sofîgerên Îslamî ne bi tenê bi (can û cemala) xudayîve di girêday ne, belku her di kevin da pişikdariyeka çalak di şer û şoreşên civakî û bizavên siyasî da kiriye(1). Ev pişikdariya wan li hemû layên rojhelatî dihête dîtin, heta dema sofîgerî gehiştiye Qefqasya demlidest xelkê wê, bi rêberatiya şêxên terîqetan şer bi dijî hejmûna Rûsî berpakirin bi navê xezewat(xezwe),(2) tekyayên berçav di vî warî da herdu tekyayên Neqişbendî û Qqadirî bûn, bi rengekî her lawekê taze pêgehiştî diviya murîdê Neqişbendî yan derwêşekê Qadrî ba, Rûsan jî bo jêkcûdakirina wan destewajê (şîbtunî: xudanên zikrê bêdeng) bo Neqişbendiyan bikardîna û ji Qadiriyan ra digotin (zîkrîstî: xudanên zîkrê bi deng).(3)
Derazînik : erdnîgariya Qefqasya
Qefqasya devereka çiyayiya sext û berfirehe bi dirêjahiya 600km li navbera derya Qezwîn(Xezer) li rojhelatî û derya Reş li rojavayî, li bakurî sînorên wê digehne rûbarê Koban(koma) û li başûrî ta rûbarê Aras û bajêrê Qersê li bakurê kurdistanê vedkêşît.
Bi sedema hebûna komên gelêrî yên gelek û belav li ser erdnîgariyeke fireh, ev sînor tên guhertin, ku tê zanîn coxrafînasên ereb di kevin de navê “çiyayê zimanan” lê kiribûn. Her wiha lêkolîner Firederic Coene dibêje “mirov nikare sînorê Qefqasyayê bi rast û dirustî diyar bike.”
Ji wan komên gelêrî yên li Qefqasyayê dijîn: Lezgî(Laz), Daxistanî, Osîtî, Gurci, Tirkên Azerbaycanî(Ecem), Kurd, Çeçenî, Balqar, Qumûk, Qabardînî, Çerkes, Abxaz, Adîgê, Quşan, Ermenî, Qeraçay, Nogay, Qalmûk, Avar, Agul, Dargin, Lak, Îngûş, Tatar û htd.(4)
Yek: tevgera sofîgeriyê li bakurê Qefqasyayê 1785 – 1895
Gelê Qefqasyayê, bi taybetî yên li parçê bakurê çiyayên Qefqasyayê li Gurcistanê dijîn, di eslê xwe de oldarên radîkal, mêrxas, lê azadîxwaz û xwedî âdet û kevneşopiyên wek mêvangirî, dexîlî, emanet û wefadariyê ne. Hewildana wan ji bo bindestê qewreyên derdora xwe, bi taybetî jî Rûsya, ji bo çendîn sedsalan qurbaniyên mezin dane ji her du aliyan, heta gelên cîran jî bi hişyarî tevgeriyane û di vî warî de gotineke farsî heye ku dibêje “eger şahekî farsî nezanibe û bêaqil be, wê li dijî wan raweste.”(5)
Rûsya ji bo fireh û dewlemendkirina vê herêmê û paşê ji bo gihîştina avên gerim, ji sedsala şazde ve hewil didan vê herêmê dagîr bikin, lê rûbirûyê berxwedaneke tund a gelê wê dibûn.(6)
Berxwedana Qefqasyayê bi derketina rêbazên sofîgeriyê hêztir bû, bi taybetî rêbaza Neqişbendî, ji ber zêdebûna murîdan û dirêjbûna tevgerê. Yekemîn tevgera mezin a Neqişbendiyan bi serkirdatiya şêx Mensûr di navbera 1785 – 1793yê destpêkir. Şêx Mensûr, ku di eslê xwe de çeçenî bû, wek yekemîn îmamê Qefqasyayê tê naskirin, ku cîhadê li dijî Rûsyayê ragihand. Bi girtin û zîndankirina wî li sala 1793ê, murîdên wî xwe avêtin çiyan û ji bo demê sîh salan berdewamî dane berxwedanê.(7)
Murîdên terîqetê, ne tenê şerê Rûsyayê dikirin, lê belê şerê xwe yê li gel çeteyên herêmê jî ji derebegan û mîrzayan dikirin, bi awayekî ku dixwazin yan hevpeyman yan jî ji nav bibin û li şûna wan qewara sofîgeriyê bi navê îmamayetê ava bikin. Ji ber vê yekê, îmamê duyemîn ê Qefqasyayê şêx Xazî Mihemed şer li dijî xanên Avarayê kir.(8)
Piştî kuştina îmamê duyemîn, Hemzê begê Hotsalî wek îmamê sêyemîn dest bi kar bû. Ew şiya xanên Avarayê ji nav bibe, lê zû ji aliyê murîdekî xwe ve bi navê hacî Murad hat teror kirin, wek tola kuştina xanê Avarayê, ku birayên şîrî ên hacî Murad bûn!(9)
Bi kuştina Hemzê begî, şêx Şamil ê Daxistanî bû serkirdê terîqeta Neqişbendî û seroktiya tevgera siyasî. Ew perwerdeyeke cuda wergirtibû û berî wextê bi xizmetê mewlana Xalidê Şehrezûrî gihîştibû û bibû murîdê wî li Şamê.(10)
Navbera salên 1811–1820 wek salên herî berhemdar ên rêbaza Neqişbendî li Kurdistanê tê hesibandin, ji ber van guhertinên mewlana Xalidê Şehrezûrî. Neqişbendî dijberiya derebegan û piştgiriya bindestan dikirin. Her wiha sîstema şêxatiyê ji bav bo kur hat guhertin û roleke sereke di birêvebirina eşîr û komên civakî de lîst. Her wiha ronakbîrî û tolerans ji ber gerên mewlana li Hindistanê, Îranê, Efxanistanê, Şamê, Îraqê û Kurdistanê, hejmara mezin a murîdan gihîştin wî û li herêmên cîhanê belav bûn, ji wan ên li Qefqasya.(11)
Şêx Tahayê Nehrȋ
Sala 1853, bavê şêx ‘Ubeydullah Nehrȋ, ku xelîfeyê mewlana û hevalê şêx Şamil bû, jimareyek ji murîdên xwe şandin bo Qefqasya li ber şêx Şamil û şêx Şamil sûd ji wan wergirt. Ew jî xwediyê murîdên gelek bû li nav kurdên Azerbaycanê û Ermenîstanê.(12)
Şêx Şamil, sereray hebûna çekên kêm û pêdiviyên şer, karî bo 27 salan (1832-1859) bi mêrxasî berxwedanê li bakurê Qefqasya bike, heta yekîneyên leşkerî yên Rûsya qeyserî nekarin biçin nav gundekî tenê. Ew berdewam ma li qewareya îmametê(13), û di heman demê de murîdên xwe şandin bo Çerkesiyê ji bo derxistina Rûsya ji herêmê.(14)
Lê bi dirêjbûna dorpêçkirinê li bakurê Qefqasya û hebûna şêx Şamil bi murîdên xwe yên sade li hemberî Rûsya, gelek kerbên wî vebûn û di heman demê de li hemberî raya giştî şermezar bû. Ji bo vê yekê, bi her buhayekê be jî, biryar da ku şêx Şamil têk bibe. Piştî girtina Qersê ji dewleta Osmanî di sala 1855ê, wan karî ji her çar aliyan şêx Şamil dorpêç bikin û di sala 1859ê bi temamî bizava wî bi dawî bînin û wî jî sînordar bikin bo dewleta Osmanî.(15)
Bi têkçûna wî, Rûsya pêdivî dît ku koçberiyeke fireh li bakurê Qefqasya pêk bîne, da ku di pêşerojê de rûbirûyê serhildaneke din nebin. Ji bo vê yekê, di navbera 1859-1864an de, koçberiya navdar a Qefqasya encam da û bi dehan hezar malbat bo Îranê û dewleta Osmanî sînordar kirin, bi mercekê ku li ser sînoran cih negirin.(16)
Bi jinavçûna bandora nexşebendiyê, şêxên Qadirî bi serkariya hacî Keşîf Kont (yê ku Rûsya jê re digot: hacî kontakçiyêf) berdewam bûn heta 1895ê.(17)
Tê zanîn ku di vî demî (1785-1877) de, rêbaza Neqişebendiyê bi tenê serkariya bûyera azadiyê dikir. Piştî vî demî û belavbûna tekyayên Qadiriyê, êdî girêdana wan qayîm bû. Bi vê yekgirtinê, Rûsya gelek tengav bû û heta şerê cîhanê yê duyem jî ev pirisgirêk berdewam bû.(18)
Du: rengvedana wê di edebiyata Rûsî de
Herêma Qefqasya ji bilî berjewendiyên siyasî-abûrî girîngiyeke çandî jî ji bo Rûsya hebû. Taybetî jî hebûna çandên cuda, ji alîkê ve derfeta lêkolîn û nîşandinê dida Rûsya, ji aliyekî din ve jî berxwedana wan gelan, bi taybetî li bakurê Qefqasya, di bin serkariya sofiyan de; ji bo hozanvan û çîroknivîsên nûjen, yên Rûsî di vî demî de bi romansîzma Rûsî tên naskirin, wareke dewlemend a hizir û ilhamê bû.
Ji ber vê yekê, bi zehmetî nivîsereke Rûsî di vî demî de dibînin ku neketibe bin tesîra wȋ şerê dûr û dirêj ê navbera welêtê wan Rûsya û gelê bakurê Qefqasya, ku jêra dibêjin “çiyayî”.
Li vir em hin nimûneyan ji edebiyata Rûsî ya vî demî bas bikin, ku li ser vî warî nivîsîne. Ji wan:
Alêksander Poşkîn 1837
Poşkîn hê di temenê 21 salî da bû, dema ji ber hejmara nivîsînên xwe ji Mosko hate dûrêxistin, dema ber bi herêma Kişinev diçe, di rê da nexweş dibe, naçar wî ber bi Qefqasê dibin û ji bo maweyê sê heyvan di sala 1820an da dimîne li wêrê. Di van sê heyvan da ew zor dilgiran bi çand û berxwedana Qefqasiyan dibe û ji bo wî dibin cihê ilhamê ji bo nivîsandina hejmarek helbestên wek: êxsîrê Qefqasê, tazît, parçe helbest, geşta erzirûmê.
Yekem berhem ê poşkînî êxsîrê Qefqasê bûye, di rastî da ev helbesteke ya her yekî ji Bestozhev, Lêrmontov û Tolistoy û… hwd nivîsî, binyatê wê ji bo wê helbestê ya navdar a efserê Firansî di leşkerê Rûsî da Xavyer de Maystire vedigerîne, têda çîroka tirajîdî ya efserê Rûsî vediguhere, ku bi êxsîrî ketiye destê Qefqasiyan û dixwaze birevê, lê herweha Qefqasî wî têşînin û bi vê çendê dimire. Vê helbestê dengvedaneke mezin di nav civaka rewşenbîrî ya Rûsî û cîhanî da hebû, nexasme ku di wî demî da sipahê Rûsî bi berber dihat li qelemdan, lê bi vê helbestê diyar bû, ku herweha berberên dirust sofiyên Qefqasî ne!
Lê Poşkînê Rûsî wek dîdêvanekî zindî ji bo rûdanên şer, berevajî din Maystire Firansî dibêje û diyar dike, ku miletê wî di vî şerî da di zordest û bê dade! Li ser zêde dike, ku takê Rûsî ji fedakarî û hezjêkirinê di valane, berevajî dijminên xwe yên şanaz:
“Dostê sirûştî, ku pişt daye civaka xwe û bicihdihêle cihwarê xwe firî berev herêmên dûr bi hestê azadiyê û lêgerîna xwe ey azadî! Ew [Rûsya] hê yê bi tenê ye li vê cîhana xirr û xalî li te digere! bi borîna demê nêrîna Ewropiyan diçû van mirovan yên cuda [dostî] ji nişkêve xwe di nav çiyayan da dît bi bawerî, dab û nerît û perwerdehiya wan bi sadeyiya wan dilgiran bû û hezjêkir bi şervanî, mêrxasî û mêvançeriyê wan bi hêza destî û sivkiya piyên wan”
Alêksander Bêstojêv – Marlînskî 1837
Bêstojêv yek ji edîbên pêşwext bû, yên nêzîkî tevgera bakurê Qefqasê bûyî, nexasme ew di germahiya şer da di sala 1830î û bi erkê leşkerî li wê herêmê amade bûye. Wî hejmarek berheman li ser vê çendê ji çîrok û helbestan nivîsîne, wek: nameyek ji bo doktor erman, name ji dağistanê, çîroka efserê êxsîrê Qefqasiyan, nameya mala bêk, mela nûr, nameyên Qefqasiyê.
Di van berheman da, ku wisa xuya ye piraniya wan name ne, Bêstojêv ji bo birayên xwe bi şêwazekî edebî behsa Qefqasiyan dike, di yekê ji wan da dibêje: “Taze di vê payîzê da bêhna min hat! Lê çi bêhin? Tijî ji barûdê û mija çiyayên Qefqasê! Li ser befra wê ya çir û stûr, me şerê kurên wê kir, bi rastî jî hindî bêjî ew dijminên serfiraz û ji hejî ne, ne Faris û ne Tirk digihine rêza wan û ew li ber van çiyan wek bûkên pateyê ne. Wey te dîtiba wan çawa bi şarezayî êriş dikir û bi qehremanî dihatin kuştin, navê Rûsî, ku li ser hemû cîhanê bi tirs û sehim tê ser zimên, li ber van mirovan cihê pêkenîn û sivkiyê ye!“
Hejî gotinê ye ku Bêstojêv di sala 1837an da her di şer da tê kuştin.
Mîxayîl Lêrmontov 1841
Lêrmontov, ku di temenekî biçûk da dê û bavên xwe ji dest dan, li ber dapîra xwe li eyaletê 15an a Rûsî li nêzîkî Qefqasê mezin bû, dema vegeriya Mosko; sera helbestekê ya bi mirina Poşkînî vehandî ji aliyê desthelata Qeyserî ve tê dûrêxistin û şandin ji bo sengerê şer li Qefqasê. Wî jî wek hevkarên xwe, hejmarek berheman li ser şer û Qefqasê nivîsîn, wek: çerkez, êxsîrê Qefqasê, xwînawî, avloyê gupalçî, îsmaîl beg, hacî abrek, qaçax, îblîs, mîsterî, qehremanekî serdema me, Qefqasî.
Parçeyek ji helbestê çerkez, ku têda çîroka rizgarîxwazekî şamîl vediguhere, ku birayê wî êsîrê Rûsan bûye:
Gelî çerkezan!
Xelkê min ê şervan
hemû kes ji hêjayî nînin
Bo canfedaiyê û mirineke serbilind.
Sehkene vê kelha bilind
Birayê min ê têda ketiye zîndan
Bi xem û bêçare û perîşan
Tak û tenê û bê xwedan
Yan dê mirim di rêka rizgarkirina wî da
Yan jî li min heram bibe jiyan!”.(22)
Parçeyek ji helbestê (êxsîrê Qefqasê):
“Qefqasya!
Ey welatê dû
Ey xaneyê azadî û serbestiyê
Wey tu çiqas pirî
Ji bextreşî û bê şensiyê
Ya niqum bûy di nav xwînê da
Li hêviya elenda azadiyê.
Erê ka bêje min?
Şkeft û kevrên te
Guh li qêjiyên dilsotiyan heye
Di bin texê befrê û mija çiyayên Qefqasê da?
Yan jî bêjim: nexêr çerkez!
Nexêr ji xwe ye
Bendeman bê mifa û ji xwe ye
Rojên berê yên nîştimanî çûn
Roja çûy jî, nezivriye!“(23)
Liyo Tolistoy 1910
Di sala 1851an Tolistoy, sererayî ku dema wî jî tune bû, lê xwest erkê leşkeriyê bike, sedema vê yekê nas bûna wî bi berhemên Poşkînî, Bêstojêvî û Lêrmontovî bû. Lewra wî dixwest ji nêzîk ve Qefqasê bibîne. Cudahiya wî di vê çendê da bû, ku ne bi tenê bi helbesta derbirîn dikir, belku hejmarek çîrok û romanan jî nivîsîn wek: birîna daristanê, efserê pile jêstandî, rav û nêçîr li Qefqasê, quzak, êsîrê Qefqasî, hacî murad.
Karîgeriya Qefqasê li ser Tolistoy bi dirêjahiya jiyana wî berdewam bû. Lewra di sala 1904an, piştî pênc salan ji seredana xwe, romana hacî murad nivîsî, ku ew bi xwe dibêje “bextewertirîn rojên min ew dem bû, yê li Qefqasê jiyame”.(24)
Parçeyek ji romana hacî murad:
“Şêx Mensûr [Ûşûrma] şêxekî zor mezin bû, li serdema wî miletê me yê cuda bû. Dema ew derketiba, xelkê gundan diketin pişt wî û destê wî maçî dikirin û lavên xêrê jê distandin. Li gorî gotina kalan, xelk li ser dema wî wekî weliyên xwedê dijiyan, wan perestina xwe eda dikir û tûtin û şerab venedxwarin, hezjêkirina wan ya zor bû û kîndarî bi carekê nebû… Heta ew pareyên berze bibûn jî bi serê stûnekê li seriyên gundan dihat girêdan.”(25)
“Henefî – dengbêj û alîkarê hacî muradî – dengekî nerm û karîger hebû, wî dest avête strana:
Dema axa li ser gorê min hişk dibe
Dayê tu jî dê min jibîr bikî
Bavê min dê giyayê ji qedera min dirêjtir
Ewê li ser gorê min hatî, bo xwe çinî..
Gava rondik di çavên te neman
Xwişkê dê tu jî min hêlî
Tenê tu min ji bîr nakî
Heta dihêye def min birayê min!
Wey bo wê gulleya bikuj û peykê mirnê
Tu ya germî
Disojînê cergê min
Dikujî min..
Belê çi caran derneketî ji guhdariya min
Heta min tu nedrêrxistî
Tu neçûyî ji def min!”(26)
Lîsta jêderan:
.1یوهان کریستوف بیرغل، القهر و السلطة ـ القدرة الٳلهیة و القوة المستمدة منها الدین و العالم في الٳسلام، ترجمة : محمود كبیبو، ط۱، دار الوراق بیروت : ۲۰۱٦، ص ٤۹۳.
- Berzanî meɫa Teha, sofîzm û şořiş tuwêjîneweyekî siyasî – beɫgenameyiye, çapî yekem Silêmanî : 2018, li 27.
.3الکسندر بییغن و شانتال کیلکخاي، المسلمون المنسیون بالٳتحاد السوفیاتي، ترجمة : عبدالقادر ضللي، دار الفكر المعاصر بیروت : ۱۹۷۹، ص ۱۹٦
- 4. I. O. Akdemir Ve M. K. Türk, Zihinlerdeki Kafkasya, ViSBiD Dergisi, sayı 6 Aralık 2023, s 134.
- Xelîl ‘Elî Mirad, Dîroka Îranê ya nwî û hevçerx 1501 – 1979, wergêřan : bihzad miḧmid tahir rimzan, dezgehê sipîrêz hewlêr : 2011, li 71.
- 6. Akdes Nimet Kurat, Rusya Tarihi – Başlangıçtan 1917’ye Kadar, 2. Baskı, Türk Tarih Kurumu, Ankara : 1987, s 156.
- Hesen Yasîn, Çaçanistan le nêwan serbexoyî û nakamîy xebatda, werznamey keltur, jimare 2, saɫî yekem kanûnî yekem 2010, li 22.
- 8. Akdes Nimet Kurat, A. G. E, s 331.
- 9. Магомедов Р. М.Борьба горцев за независимость под руководством Шамиля Махачкала : 1991 c 60.
- Mela ‘ebdulkerîmî muderrîs, Yadî merdan, çapxaney çuwarçra Silêmanî : 2013, bergî yekem, li 122.
- Dr. Ce’fer ‘Elî, Sofîzim û karîgerîy le bizûtnewey řizgarîxwazî neteweyî gelî kurd da 1880 – 1925, çapî duwem, nawendî endêşe hewlêr : 2013, li l 39 – 41.
.12عثمان علي، دراسات في الحركة الكوردیة المعاصرة ۱۸۳۳ – ۱۹٤٦، مكتب التفسیر ٲربیل : ۲۰۰۳، ص ۸٤.
- 13. Akdes Nimet Kurat, A. G. E, s s 331 – 332.
.14د. راغب السرجاني، الموسوعة المیسرة في التاریخ الٳسلامي، ط ۳۹، مؤسسة اقرٲ القاهرة : ۲۰۱٤، مجلد ۲، ص ۳۰۳.
15 کارل بروکلمان، تاریخ ملل و دول اسلامی، مترجم : هادی جزایری، انتشارات علمی و فرهنگی تهران : ١٣٨٣ ش، ص ٣٥٨.
- 16. Akdes Nimet Kurat, A. G. E, s 332.
- 17. Hesen yasîn, serçawey pêşû, li 22.
.18الکسندر بییغن و شانتال کیلکخاي، المصدر السابق، ص ص ٤٠٣ – ٤٠٤.
- 19. Murat Topçu, A. G. E, s 128 – 129.
- 20. S. Puşkin, Kafkas Tutsağı, Çeviri : Kayhan Yükseler, Yapı Kredi Yay. Istanbul : 2012, s 29.
- 21. Murat Topçu, A. G. E, s 158.
- 22. Y. Lermontov, Hançer – Seçme Şiir ve Manzumeler, Çeviri : Ataol Behramoğlu, Adam Yayınları Istanbul : 1985, s 95.
- 23. Murat Topçu, A. G. E, s s 194 – 195.
- 24. Nermin Akdoğan, L. N. Tosltoy’un Yapıtlarında Kafkas Teması, Yayınlanmamış Doktora Tezi, Istanbul Universitesi 2010, s s 58 – 62.
- 25. Tolstoy, Hacı Murat, Türkçesi : Ayşe Yılmaz, Karizma Yay. Istanbul : 2005, s 73.
- 26. Aynı Eser, s 124.