Çevengê Sêvê li Deqê (Mizûrî) û Boçî Sêva Berwarîyan!!

Cemîl Mihemed Şêlazî

 

 Destpêk:

Di hejmarê (1) ji kovara (Nûxazî) sala (1991), vekolerek (Badî), babetek li bin navê [Çevengê Çîvanokê di hozana (Ebdulrehman Mizûrî) de] belavkiriye, ku wêneyê hindek ji wan çevengên Çîvanokê ne [her çend piraniya wan ne çîvanok in, belkî efsane ne, babеt di navbera efsanê û çîvanokê de têkelkiriye, heta ew taybetmendiyên ji bo çîvanokê danayn jî ne taybetmendiyên çîvanokê ne, belkî taybetmendiyên folklor bi giştî ne, hindek jî yên efsanê ne, lê ew babetek din e, li vêrê pêdivî nake li ser rawestin], tiştê (Badî) di ser ra derbazbûy, ew jî çevengê (sêvê) îşaret pê nekiriye ka (Mizûrî) ev çeveng ji kû wergirtiye?! Paşî di her du hejmarên (248 û 249) ji kovara (Metîn), (Hezîran û Tîrmeh)a sala (2024) vekolerek bi nav û nîşanên [wêneyê çevengî di şi’ra (Ebdulrehman Mizûrî) de] ji aliyê (D. Arif Hîto) ve hatiye belavkirin, ku têde çendîn wêneyên wan çevengên (Mizûrî) bi kar anîn êxistine ber ronahiya şirovekirinê, gelek ji wan çevengên efsaneyî ne, ku (Mizûrî) mifa ji wêneyên efsaneyî wergirtiye, lê dîsan (Hîto)yî jî di ser çevengê (sêvê) ra bazda, nizanim çima yek ji wan wêneyên gelekî aşkera û berçav di efsaneyên Kurdî de û di hozana (Mizûrî) de jî, îşaret pê nekiriye, ew jî hêmaya sêvê weke nîşana evîndariyê û hilbijartina hevkûfiyê di navbera (keç û kur)an de, ku weke nerîtekê di nav efsane û çîvanokên (keç û kur)ên sultan, mîr û hakiman di demê hilbijartina hevkûfiyê, sêv li sîngê hilbijartiyê xwe didan.

 

Peydabûna Sêvê:

Her ji serdemên kevin, sêvê serinca xelkî ji bo xwe rakêşaye û çendîn efsane û bîr û bawerî li ser hatine veguhastin, lewma behsê wê bi nihênî û cadûyê ve hatiye girêdan. Dergehek bû ji bo evînê, şer û zanînê. Renge ji kevintirîn corên fêqiyan bit, ewê mirov nasîn, dibe ku ew dara marifetê bit, ewa Adem û Hewayê jê xwariye, vekolînên zanistî ducarî dikin, ku mirovî li çerxên berîn ji dara sêvê xwariye, mirovî fêqiyê sêvê parastiye, da ku di zivistanê de bixwe, li cihekê tê parastin, ku tîroja rojê negehiştê û hewa gehiştê, lewma ji bo demê du heyvan dimaye geş û nedçirmisî, parastin li ser sexletên xwe yên sirûştî dikirin, belê heger xwestibin ji bo demekê dirêj biparêzin, ker dikirin û hişk dikirin, dikirin kaçkaçk.(1)

Herweha li Kurdistanê hinek rûwekên seyr hene, ku şêweyekî asayîyan heye. Li pêş hemûyên din rûwekê (Sirac el-qetrb man, Dragore) ku gelekî baş naskirî ye û berekeyî (şêwe cinokane)yê pê dibêjin, di Encîlê de jî hatiye gotin ku hêzdar û alozênerê şehwetê ye)) (Bûwa, 1980: 220).

Di nav dîrokê de ew dar di peymanên kevin (Ehdê Qedîm) û (Qur’an)ê de hatiye, ku Xwedê ferman li (Adem û Hewa)yê kiriye jê nexun, piraniya nêrînan ji bo vê çûne, ku ew dara nemiriyê (dara sêvê) bûye, ku renge her ev karîgeriya heye kiriye ser efsane û çîvanokên me gelek çevengên sêvê têde hatine behskirin, belê babeta dirêje li vêrê delîve nîne behsê hemûyan bikin(2), tenê ê hindek mînakarî ji wan werdigirin, yê (Mizûrî) mifa jê wergirtiye û wêneyê wê weke çeveng di hozana xwe de bi kar anîye.

 

Sêv û hilbijartina hevkûfiyê:

Piştî afirandina Ademî, Xwedê jê naxê wî jinek afirand bi navê (Hewa), da ku bikete hevjîna xwe, herwekî Xwedê di fermot: ﴿هُوَ الَّذِي خَلَقَكُم مِّن نَّفْسٍ وَاحِدَةٍ وَجَعَلَ مِنْهَا زَوْجَهَا لِيَسْكُنَ إِلَيْهَا ۖ فَلَمَّا تَغَشَّاهَا حَمَلَتْ حَمْلًا خَفِيفًا فَمَرَّتْ بِهِ ۖ فَلَمَّا أَثْقَلَت دَّعَوَا اللَّهَ رَبَّهُمَا لَئِنْ آتَيْتَنَا صَالِحًا لَّنَكُونَنَّ مِنَ الشَّاكِرِينَ﴾ (Eraf/ 189). Anko: ((û ewe [anko Xwedê] hûn jê yek kes bi tenê çêkirin, hevsera wî jî jê çêkir, da bîna (sebrê) wî pê bê û li ber vehesyêt, vêca wextê çûyîye nivîna wê, bi hal kevt, halekî sivik, ma di vî halî da, vêca wextê giran bûyî, [û biçûk di zikî da mezin bûyî] wê û zelamê xwe du’a ji Xwedê kirin: Eger tu zarokekî bi kêrhatî bideye me, em ê ji şukurdaran bîn)) (Sigêrî, 2002: 175).

Lewma wek sunnetekê Xwedayî, di nav her civakekê da, pêkînana hevjîniyê bûye nerîtek û li dûv hindek rêz û serûberan hevjîniyê pêktînin, Kurdan jî wek nerîtek herwek di nav efsane û çîvanokên Kurdî da gelek di berbelav, ew jî, ku kur û keçan (taybet yên sultan û hakim û mîr û wezîran), dema dixwestin hevkûfekî (kur/ keç) hilbijêrin, da xelkê bajêrî bi kom ji bo seyranê derkevin cihekî ji derveyî bajêrî û li ser aveka xweş û tezî û meydaneka berfireh dest bi dîlan û dawetê kin, keç/ kur da sêvekê di destê xwe girit (dibe hindek caran pirtir ji keçekê yan kurekî bû), da bi rêza dawetê ji genc û qîza ra hêt û çît, her kurê yan keça dilê wî ketbayê, da sêva xwe li sîngê wî det û wî/ wê bo xwe wek hevkûf hilbijêrit, hindek caran jî renge ev di nav bajêrî bi xwe da li meydanekê hatibane komkirin, her bo heman armancê. Ku tiştê cihê rawestanê û dûvçûnê ew e, ka çima sêv hate hilbijartinê û sêv li sîngê (keçkê yan kurkî) dida?

Hindek caran her di nav bajêrî da cihek tê diyarkirin yan ji derveyî bajêrî, wek meydanekê xelkê bajêrî lê komvebibin, dawet û keyfa xwe bikin, kur yan keçên hakim û mîran bo xwe berê xwe didene hevkûfekî, her wek di efsaneya (Nûjê) da hatî: (Roja paştir hindî keç di bajêrî da hene hakimî komkirin, hakim û hersê kurêt xwe li gel herdu wezîra çûne serbanekî hindav xelkê bajêrî û her kurekê xwe hakimî sêvek da vê û got: Dê bo xwe berê xwe bidin keçkêt bajêrî, heçiya we viya û dilê we ketê, sêva xwe li sîngê wê bidin.) (Binavî, 2005: 199).

Her ji wan çîvanokên, ku têda sêv wek alavek bo hilbijartina kurkî hatiye bikarînan, çîvanoka (Dêwê Kore) da, mîrî her keçeka xwe sêvek da vê û gotê her gencekê ve sêva xwe kire di destî da, ew genc dê bîte rizqê we: (Roja paştir sipêdê nêzîkî sêsed gencan li meydana bajêrî berûhev bûn, mîr jî rabû her çar keçên xwe anîn û her êkê sêveka sor xelatî kire di destî da û gotê: Keçên min, kî ji we sêva xwe bikete di destê kîş gencî da, ez ê wê keça xwe bideme wî gencî. Gencên bajîrî hemî rêz kirin, keça mîrî ya mezin çû sêva xwe kire di destê kurê qazî da, keça wî ya di dûvra çû sêva xwe kire di destê kurê miftî da, keça wî ya biçûktir çû sêva xwe kire di destê kurê melayî da, bû dora keça mîrî ya biçûk, hindî di ber rêza genkan ra hat û çû û hat û çû sêva xwe neda kesê, sêva wê ma di destî da, keçik gelek ya ciwan bû… Çûn qazvanok anîn, hêşta ji dûr ve keça mîrî ya biçûk sêva xwe havête ber sîngê qazvanokî! Demê keçkê wekirî, hemî mane hêbetî! Hemiyan xeber dane keçkê, gotinê: Dê çewa şû bi qazvanokî key?! Pa berî hingê keçkê qazvanok yê dîtî ka çend gencekê lav û berketî ye!!…)) (Oreyî, 2020: 255 – 256)

Di çîvanokê (Nûjê) de sêv wekî alava siruştî û dîsan alava cadû hatiye bikarîn, çimkî du karên ji hev cuda pê tên kirin, lê bi her du karan jî tenê ji bo hilbijartina hevkûfê ye, her wekî têda hatî: (Her kurekî xwe sêvek dayê û got: Ê ji bo xwe berê xwe bide kîjan keça bajarî, kîjan herî zêde we xwast û dilê we ketê sêva xwe têxe ber sînga wê. Hesenî sêva xwe di lepê xwe girt û çavên xwe li nav keçên bajarî gerand û avêt li sînga keça wezîrê milê rastê da. Husênî jî sêva xwe hilgirt û avêt li sînga keça wezîrê milê çepê da. Ma Ehmed, Ehmedî sêva xwe hilgirt û ji kesî negirt û çû bi kelekekî ket, sêvek din anî û hakimî û her du wezîran got: (Vê carê lê nebû, ha vê jî pavêjê). Dirêj nakem sê carên sêva xwe avêt, her sê caran çû bi kelekekî ket.) (Binavî, 2005: 199-200)

Di efsaneya (Ehmoyê Keçel) de piştî ku hakimî gotiye xulamên xwe her gencekî hûn bibînin, bînin li meydanê kom bikin, hakimî daxwaz ji her sê keçên xwe kir, ku sêva xwe bikin di destê wî gencî de yê dilê wan ketiyê, ew ê bibe rizqê wî gencî: (Rojekê hakimî her sê keçên xwe anîne ber meydana mezin û gotê xulamên xwe herin çi ciwanekî di bajarê de kom bikin vêderê. Gotê keçên xwe jî her çî yê we sêva xwe lêda ew ji we re ye. Xulam çûn, çend genc û ciwanên bajarî li meydanê kom kirin û hakimî her keçeka xwe sêvek kire di destî da û gotê keça mezin sêva xwe bavêje. Keça mezin sêva xwe avêt li sînga kurê wezîr da. Û gotê ya navîn: Dê sêva xwe bavêje. Ewê sêva xwe avêt li sînga kurê feqîr da. Ma keça biçûk, gotê: Tu jî sêva xwe bavêje. Neavêt! Gotê: Çima tu nahavêjî? Got: Hêjî gelek ciwanên din mane. Hakimî gotê xulaman: Herin sehkenê, her çî yê mayî bînin. Gotin: Ehmo bi tenê yê mayî. Gotê: Sehkenê Ehmoy jî bînin. Li Ehmoy geryan, dîtin yê li ser pişta kerî tê. Xulaman Ehmo bi kerve anîne meydanê. Keça hakimî sêva xwe avêt li sînga Ehmoy da! Lê hakimî gote keça xwe: Madem te ji hemûyan Ehmo hilbijart, tu ne keça minî û ne ez te dinasim, ne tu min dinasî! Ehmoy jina xwe bir û çû malê…))

Ev hinek nimûne bûn, ji çendîn nimûneyên di efsane û çîvanokên Kurdî de, ka çawa (keç û kur) yek û din hidilbijêrin bi rêka avêjtina sêvê li sînga yê ji bo xwe destnîşan dikin, ku (Mizûrî) jê wergirtiye û wekî çeveng di nav hozanên xwe de bikaraniye.

Mizûrî û Çeveng: (İsmaîl Badî) gotina (Mizûrî) li dor karînana wî bo çevengê çîvanokî di şî’ra xwe da, gotina wî vedgêrît: (Ez pêkolê dikem, bikarînana çîvanok û serhatiyên xurafî yên kurdî di hozanên xo da, min mifa ji çîvanoka (Ferhad)î dît, ewê çiyayê Bîstûn dikola sexmeratî xoştiviya xo, çîvanoka (Bûka me baran divêt) ji bo şînbûna keskatiyê, rêka (Hat û nehat)ê ya tijî ji meçêtir û dirinde, ji çîvanokên cîhanî min mifa ji (Eyûb)ê pêxemberê ‘erebê ‘ezabdayî wergirt, ji (Kavir)ê Xudê virêkirî bo (İsmaîl)î.. Eve (İslamî)ye, bara pitir, ku cîhanî bît…)(1991: 13).

U (Hîto) derbareyî çeveng û (Mizûrî) bi vî şêweyî xoya diket: (Mizûrî efsane weku çeveng bikarînaye, ku wêneyê şi’rî pê kurtir lê biket û serederiyê di gel naxê koma mirovatiyê pê biket)(2024: 104). Paşî li cihek dî dibêjît: (Çîvanokên kurdî, herçende bi dirustî nehatîne çinîn, belê ewên heyn hozanvan dikarît, li dor şiyanên xo bikete kolorên gerim û qelandî…)(Hîto, 2024: 96).

Daku gelek babet dirêj nebît, tinê dê bêjîn (Mizûrî) di hozana xo ya bi navê (Welat) da, çevengê (Sêv)ê înaye, ka çawa di efsane û çîvanokan da (kiç û kur) sêva xo li sîngê (evîndarê/evîndara) diden, ew jî wesa evîna xo bo welatê xo diyar diket, sêva xo ewa ji rengê (sêvên Berwariya) heldigrît û dihavêjît li singê welatê xo didetin, dibêjîtê ji bo evîna xo min tu ya helbijartî.

(Welat)

Ne min genc û xezîne ne..

Evro ji bejna, Te ra bidem

Ne min pelge zêrîne..

Hindav serê te ez vedem

Ne min stiran û lawjene..

Li te veşêrim yan nedem

Welatê min

Min çi heye?!

Eve dilê min sêveka Berwariyan e..

Dê havêjim Li singê te dem

Li singê te dem… (Mizûrî, 1980: 58-59).

 

Boçî Berwarî û sêva sor?!

Tiştê mayî bêjîn, erê boçî (Mizûrî) ji sêvan (sêveka Berwariya) helbijart? Boçî (sêva sor) bi Berwariya ve hatiye girêdan? Da gelek dirêj nekeyn, mebesta Mizûrî bi (sêveka Berwariyan), ew jî (sêv Emrîkan)e, ku em hemî dizanîn, sêva Emerîkanî ya sore, lê boçî got (sêveka Berwariya)? Helbet wê jî çîroka xo ya heî. Her wek (Mela Enwerê Mayî) li dor vê sêvê dibêjît: (û ya pêdivî bîranînêye, ku sêvên Mezherî(3) li devera Berwarî Bala li rêza pêşiyê dihêt di nav sêvên cihanî da) (1999: 38-39). (Asim Mayî) dibêjît: (Şêx Mezher êkem kes bû sêva Berwariya li salên çila ji Amêdiyê înay û li gundê Mayê çandî, paşî belavbûn…)(2009: 37).

Ji wan belgeyên diselmînin, ku [Şêx Mezher (1885 – 22/10/1974)] êkem kes bûye, (sêv Emerîkan) li Iraqê çandî, ew jî kaxezek(4) wekîlê mesîfê Sersingê (Qeşe Ebdulyeşû’)î li rêkeftî (4/9/1951)ê têda daxwaza (çar) minên sêvan ji corê (Emrîkanî yên law) diket, bo cenabê (Ebdullilah)ê (wesiyê Şah Feyselî) li dûv daxwaza wî bo bînîte (Sersing)ê(5) ku eve deqê kaxezêye:

Mesîfê Sersingê 4/9/951

                                   Bo cenabê Şêx Mezher Neqşebendî berêz…

Silav û rêz..

Pişti ciwantirîn û silavên me, daxwaza saxlemiyeka baş bo hewe dikem, û me çu nevêt ji bilî nedîtin dûratiya hewe.. Û paşî… Hêvî ji hewe dikem bo înana çar minên sêva di du sindoqan da bo wesiyê mezin li dûv daxwaza wî, min hêvî heye ku sêv ji corê Emrîkanî ya law bin, ji ber vî pirojeyî, hîviye sêva bihinêriye nik me li demê gehiştina wan. Li dûmahiyê di gel ciwantirîn rêzên min bo cenabê hewe.

Hevalê hewe yê muxlis (Qeşe Ebdulyeşû’, Birîkarê Mesîfê Melikî li Sersingê)

 

Dehmen:

(1)  Malperê: https://www.bukja.net/archives/719705 şembî, 15/7/2027, (10:30).

(2)  Me vekolînek berhevkirîye bo nehemîn konfiransê senterê vekolînên kurdî – zankoya Zaxo, li bin navê (ḧinêra sêvê di efsane û çîvanokên kurdî da), ku li bere li (22 – 23/ 4/ 2025) bihête gêřan, babet bi berfirehî hatiye beḧiskirin.

(3)  (Me’ṣum Mayî) dibêjît: mebest pê (şêx Mezher Neqşebendî)ye, êk ji dîndarên Berwarî Balane li vî çerxî, ew êkem kes bû sêvên Emrîkan li ‘Iraqê çandî, li van saɫên dûmahiyê beɫav bûye û ta niho rewaceka baş li ser heye. (El-mayî, 1999: 39).

(4)  Ev beɫgename, ji layê xudê jê řazî (Şe’ban mela Miḧemed Bêduhî)ve (li saɫa (1990)ê gehiştiye destê me, li (Duhok)ê, taxê (Şêlê), niho li dev me ya parastiye.

(5)  Bo pitir zanyarî li ser vî babetî binêře: (Cemîl Miḧemed Şêlazî, Çend berpeřên veşartî ji dîroka deverê, çapa êkê, Duhok, 2013, rûp (106 – 114).

 

Jêder:

  1. Qur’ana pîroz.
  2. Badî, Isma’îl (1991), Çevengê çîvanokê di hozana “’Ebdalreḧman Mizûrî” da, govara (Nûxwazî), hijmara (1), rûp (13).
  3. Binavî, Miḧmid ḧesen (2005), Reşkê şevê, çapa êkê, dezgehê Spîrêz yê çap û beɫavkirnê, Hewlêr.
  4. Buwa, Toma (1980), Jiyanî kurdewarî, Awaz Zengene le Ferensîyewe kirdûyetî be ‘Erebî û Heme Se’îd Heme Kerîm kirdûyetî be Kurdî, çapî yekem, Silêmanî.
  5. Ce’fer, Hecî (2017), Çîřok û çîvanok (ji fulkilorê kurdî), çapa êkê, enistîtuya kelepûrê kurdî – Duhok, Silêmanî.
  6. Hîto, d. ‘Arf (2024), [Wêneyê çevengî di şi’ra (‘Ebdulreḧman Mizûrî) da], xeleka êkê, govara (Metîn), hijmara (248), Xizîrana 2024, rûp (94 – 111).
  7. Sigêrî, Isma’îl (2002), Tefsîra jiyan, çapa êkê, Qum – Îran.
  8. Şêlazî, Cemîl Miḧemed (2013), Çend berpeřên veşartî ji dîroka deverê, çapa êkê, Duhok.
  9. Elmayî, Enwer (1999), Elkurad fî Behdînan, çapa duwê, dezgehê Mukriyanî Spîrêz yê çap û beɫavkirnê, Duhok.
  10. Mayî, ‘Asim Miḧemed Mezher (2009), Şêx Mezher Mayî, çapa êkê, Duhok.
  11. Oreyî, Cotyar Şe’ban (2020), Çîřokên mam Şe’banê Oreyî, çap êkê, enistîtuya kelepûrê kurdî-Duhok, Silêmanî.

ڤان بابەتان ببینە

Bizava siyasî ya sofîgerî li bakurê Qefqasya Û rengvedana wê di edebiyata Rûsî da 1785 – 1895

Furat Kurdzade Pêşekî: Sofîgerên Îslamî ne bi tenê bi (can û cemala) xudayîve di girêday …