بابەت

Operasiyonên Enfalan “Amaliyat al-Anfal” yên hikûmeta Îraqê li salên 1987 / 1988 dihênê hejmartin bi gopîtka siyaseta qirrkirinê û jnavbirinê ya dewleta Îraqê li hemberî Kurdan. Lewma jî mijara Enfal – Cînosayd berî her tiştî pirsek a neteweyî ye û peywendiyek a xurt ya bi dîrokê, siyasetê, aborî, yasayê û civakê Kurdî ve heye. Lewma jî prosesa Enfalikirina Kurdan peywendî bi çarenivîsê Kurdan wek netewe ve hebû û hêj heye û rehendên pirr semtî li paş xo hêlayne û hêj kartêkirinên wê yên xurt li ser siyaset, civak û aboriyê Kurdistanê hene.

Enfal proje qirrkirina Kurdan bû, Kurd ne bi tenê bi dehan hezaran ji layê cesteyî ve li gorên bi kom li biyabanên Îraqê hatine kuştin û jnavbirin, belkî bi sedan hezaran mirov ji gundên wan hatine derêxistin, girtin û ji tirsa çekê kîmiyayî û kuştinê ber bi sînorên Îranê û Turkiya çûn Û herwesa pitir ji çar hezar gund hatine xirapkirin û jiyan li pitirya cografiya Kurdistanê hate heramkirin.

Wek abor Kurdistanê bi berhemên xo yên çandinê Îraq hemî têrdikir, lê piştî operasiyonên Enfalan û ta niha jî kartêkirin û rehendên operasiyonên Enfalan yên pirr semtî li ser Kurdistanê mayine: pitiriya gundan hêj nehatine avakirin, hejmara mezin ya xelkê Kurdistanê li bajêran û hêj li “komelgehên bi zorî” dijîn û destê wan li ber hikûmetê yê vekirî ye û çavê wan yê li berhemên welatên hevsoyên xwe.

Enfala Heştan dihêtê hejmartin bi qonaxa duymahiyê ya operasiyonên Enfalan li dijî Kurdan. Ji ber hindê jî di gelek dokomênt û ragehandina fermî yên hikûmeta Îraqê da bi “xatimat al-Anfal”, anko duymahik Enfal, jî hatiye binavkirin. Cografiya devera Badînan jî dikevitê bakurê herêma Kurdistanê û layê rojhilatî yê robarê Dîcle û ew hemî deverên dikevine di navbera rubarê Hîzel ji layê rojhelatê û ta digehitê Kêleşîn li ser tixûbê Îranê ji aliyê rojava ve û deverên Tiyariya yên nêzîkî Colemêrgê ji layê bakurî ve û ta dihêtê xwarê bo bajêrê Mûsil ji layê başûrî ve bi xove digrît. Ji layê ciyositratêjî ve jî devera Badînan giringiya xo ya hey, çunkî her sê welatên Îraq, Îran û Turkiya pêkve girêdidet û bi derazînka êkane ya Îraqê ber bi Ewropa ve dihêtê hejmartin.

Dewleta Îraqê berî dest bi Enfala Badînan biket, bi rêka encamdana Enfalên Pênc, Şeş û Heft pêkol kir sînorên Îraq, Îran û Turkiya kontrol biket û herwesa li roja 19ê Temmuz a 1988ê dest bi hêrşek a dijwar kir li ser devera Xwakurk ko dikevitê ser sêgoşê Îraq, Îran, Turkiya bi armanca girtina rêka Îranê li xelkê sîvîlê devera Badînan.

(Elî Hesen El-Mecîd) endezyar û rêkxer û berpirsê êkê yê operasiyonên Enfalan ji ber van faktoran devera Badînan wek qonaxa duymahiyê “xatimat al-Anfal” ya prosesa Enfalikirina Kurdan helbijart:

  • Cografiya operasiyona Enfala Heştan dihêtê hejmartin mezintir ji hemî deverên qonaxên dî yên Enfalan.
  • Ji ber hebûna gelek dol, gelî û çiya kontrolkirina wê ji layê hikûmeta Îraqê ve ya bi zehmet bû.
  • Ji ber ko vê deverê sînorekê dirêj di gel Turkiya heye û gelek xelk dê revîte Turkiya û dengûbasên girtin, kuştin û bikarînan a çekê kîmiyayî dê li Cîhanê belav bît.

Faktorekê dî jî yê giring yê Enfala Badînan ewe ko devera vê operasiyonê dûr ji sînorê Îraqê û Îranê, anko dûr ji bereyên şerê Îraqê û Îranê, û piştî rawestandina şerê Îraqê û Îranê hatiye encamdan. Ji ber van egeran bo rejîma Îraqê gelek ya giring bû, ko qonaxa heştê ya devera Badînan bi zûtirîn dem bi duymahî bihêt. Lewma jî hikûmeta Îraqê gelek hêzên eskerî di gel tank, top, firoke û çekê kîmiyayî û hejmarek a mezin ya caşan bo encamdana vê qonaxa operasiyona Enfalan berhevkir. Bi taybetî jî piştî rawestiyan a şerê Îraqê û Îranê gelek hêzên serbazî ji bereyên şerî hatine vekêşan bo Kurdistanê.

Nêzîkî 38 lîwayên piyade û dû lîwayên tank û sê ketîbên topan û 171 fewcên caşan ko hejmara wan hemuyan giştî dibitê pitir ji 200,000 hezar serbaz û caş û Cêş El-Şeibî di hêrşa Enfalkirina devera Badînan da. Piştevaniya van hêzan ji layê firoke û yekeyeka çekê kîmiyayî hate kirin.

Lîwa Yûnis Muhemed El-Zerib fermandê feyleqa pênc yê sopayê Îraqê ko serokatiya eskerî ya operasiyona heştan ya devera Badînan dikir, vê çendê di şirovekirinek a eskerî da li dor şerê duymahik Enfal “ma’rakat xatimat al-Anfal” ko di navbera 28 Tebaxê ta 3 Eylûla 1988ê, anko di nîva operasiyona Enfala heştan, da nivîsiye û ji 29 rûpelan pêkdihêt, piştrast diket û dibêjît: “A. Dever bi şêweyekî giştî çiyayî û seht e li pişkên bakurî û rojhelatî yên dikevine ser hêla sînorê Îraq û Turkiyê hemî bîstan û darên siruştî ne. Topogirafya deverê pêkhatiye ji erdên kevrîn û kilsî li deverên bilind û binârên çiyayan têkel eke ji erdên reh di gel texek a teqnê û axê dest pêdike bi nizam bûnê ji rojava û “başûrî” ta deşta Silêvanêya û deşta Akrê û komek a nehal û şîv û şikeft û cokên avê li vê deverê hene ko belav dibine başûrî û rojhilatî û rojavayî (…) û ji ber hebûna zincîrên çiyayên bilind livînên kertan (yên eskerî) hatine sînordarkirin”.

Paşî ew li cihekê dî wek bersivek bo van astengan dinivêsît: “Mana berdewam ya kertan li deverên astengî lê hene û yên sersînor û dest nîşankirina livînên têkdêran. Deverên çiyayî, deverên asê ne, divêt lêgerînên baş û temam li van deveran bihênê kirin û pitir dem pêtivî ye”.

Ev şiroveya topografî, eskerî û siyasî ko navên hemî rubar, çiya û dolên asê têda hatine rêzkirin, bo me gelek bi ronî aşkira diket ko operasiyonên Enfalan gelek bi hûyrî û pêşwext ji layê eskerî û lojîstîkî ve hatine pilankirin û hemî şiyan bo ser êxistina wan di demekê kêm da hatine terxankirin. Lîwa Yûnis Muhemed El-Zerib di vê pilana xo ya operasiyona Enfala heştan da hosa armanca xo ya eskerî di van her sê xalan da diyardiket:

  • “A. Divêt armanc jnavbirin û nehêlana têkdêran bît.
  • B. Bihênê dorpêçkirin û durgirtin.
  • C. Bikaranîna dijwar tirîn dilreqiyê di gel têkder û piştevanên wan.”

Û hosa jî li dûv vê pilanê û bi dilreqî dest bi hêrşên li ser deverên Enfala heştan hate kirin û ev hêrşe hatine parvekirin bo ser yazde teweran:

  1. Ji Zaxo bo Gelnaskê û Çiyayê Bêxêrî
  2. Ji Zaxo ber bi deşta Xabûr
  3. Ji Kanî Masê ber bi Zêwe û Amêdiyê û Reşava
  4. Ji Bêgova ber bi Îkmalê û Bamernê û Çiyayê Metîna
  5. Ji Balinda ber bi Şemzînan û Bîbo
  6. Ji Şêrwan ber bi Barzan
  7. Ji Dînarte ber bi Bilê û Barzan
  8. Ji Bêgova ber bi Mangêş û Zawîte
  9. Ji Sersingê ber bi Mêrgetî û Çiyayê Gare
  10. Ji nahiya Etruş ber bi gundên Siyar û Sipîndara
  11. Ji Siyaretîka ber bi Sipîndar û Etruş

Li şeva 24/25ê meha heştan hikûmeta Îraqê dest bi hêrşa li ser Badînan kir. Li pêşiyê firokeyan bi çekê kîmiyayî baregayê liqê yek yê Partî Dîmokratî Kurdistan, Geliyê Bazê û gundên deverên Amêdiyê, Kanî Masê, Bêgova, Mangêşkê û Zawîte bi taybetî jî gundên Bircînî, Tûyîka, Gelnaskê, Tilakûr û Wermêlê, Bazê, Bilêcanî, Banê, Avokê, Siyarê, Sipîndarê, Bawerka Kevrî, Mêrgetî, Serge û Gîzê û Şêran bombebaran kirin.

Pitir ji 77 gundan ketine ber van hêrşên kîmiyayî. Operasiyona Enfala heştan bi hêrşên kîmiyayî, wekî fermandê feyleqa pênc Yûnis Muhemed El-Zerib dibêjît bi “bikaranîna dijwartirîn dilreqiyê di gel têkdêr û piştevanên wan” hate destpêkirin. Armanca ji bikaranîna çekê kîmiyayî ew bû ko vê qonaxa “Duymahik Enfal” bi zûtirîn dem bi dawî bînin û wureya pêşmergeyî û xelkî bişkêt ji çeper û gundên xo derkevin û dest ji berevaniyê bihêtê berdan. Û hosa jî xelk bi sanahî bihêtê girtin û jnavbirin.

Tenê li Geliyê Bazêw ko 200 mal ber bi Turkiya diçûn 1300 kes ji egera bikaranîna çekê kîmiyayî şehîd bûn. Lê bi sedan birîndarên kîmiyayî paşî çend roj û heftiyan ji encamê nebûna çareseriyê mirin. Gaza easaba di hêrşên Enfala da hate bikaranînan, çunkî ya sivik bû, mirov zû dikuştin û wureya xelkî û pêşmergeyî dişkest û kartêkirina wê li wan cihan nedima, çunkî hêzên çekdarên Îraqî piştî hêrşan diçûne wan deveran, lê li sala 1987ê gaza xerdel dihate bikaranînan, çunkî ya bi seng bû û ew cihê lê bikardîna li jêr kontrola pêşmergeyî bû û bo demekê dirêj pîs dima û jiyan lê nedibû.

Çekê kîmiyayî kartêkirnek a gelek a mezin li xelkî kir. Berî hêzên Îraqî bigehinê ser sînorê Turkiya bi dehan hezaran xelk ji hemî semtan ber bi sînorên Turkiya revîn, piştî wana hemî mal û mûlkên xo hêlan û gelek ji wana bi rê ve careka dî bûnê armanca çekên kîmiyayî ve. Gelek jêder hejmara wan kesan yên xo qûrtal kirîn û gehandine ser sînorên Turkiya bi 65,000 – 80,000 hezaran didene zanîn.

Berovajî qonaxên dî yên operasiyonên Enfalan di vê qonaxê da gelek xelk dema hatine girtin yekser bi kom hatine kuştin. Wekî rêkxirawa Çavdêriya Mafên Mirovî – beşê Rojhilata Navîn PHR/MEW di lêkolîna xo ya li ser komkûjiya gundê Korêmê xûyakirî, hêzên serbazî yên Îraqê li roja 28/8/1988 nêzîkî 150 – 300 gundiyan girtin. Esker ew girtî parvekirine ser sê beşan: beşa jin û zarokan, beşa pîremêr û pîrejina û beşa zelama. 33 zelam ji temenê 13 saliyê û pê hel hatine rêzkirin û ji layê 12 serbazan ve ko pênc metiran ji wan dûr bûn hatine golebaran kirin. Herçende her kesek ji wan “gûleyek a rehmê” jî hate lêdan, lê dîsa jît şeş kes ji wê komkûjiyê rizgar bûn.

Piskek a mezin ya xelkî ko neşiyan xo bigehînnê sînorê Turkiya ji layê eskerê Îraqê ve hatine girtin. Lîwa Yûnis Muhemed El-Zerib di raportekê da bo serokatiya leşkerê Îraqê didete xûyakirin ko hêzên Îraqî 13395 kes di operasiyona heştan da girtine ko 6964 ji wan zarok bûnê û 3368 jin bûnê û 3063 zelam bûnê. Lê ev hejmare ne gelek a temam û ya dirust e, çunkî gelek xelkê dî ji layê dezgehên emnî ve hatibûnê girtin û herwesa jî gelek kesan piştî ragehandina lêborînê li 6ê Eylûlê xo radestî hikûmeta Îraqê kirin û ew jî hatine girtin. Di encam da 663 gund di vê qonaxa Enfalê da hatine talankirin û xirapkirin.

Ji layê leşkerî ve operasiyona Enfala heştan li Badînan bi biryarek a serok komarê Îraqê yê wî serdemî Seddam Husên li roja 6/9/1988 bi duymahî hat. Belê girtin, zîndanîkirin û kuştina bi kom ya xelkî ta serhildana sala 1991 jî ya berdewam bû.

ڤان بابەتان ببینە

Peybirin û nasîna Xwedê, mijarek dijwar û hesas e. Gelek zana û arîfan hewla nasandina …