بابەت

Li ser wê tabloya bi dîwarê goristana wî ve hatiye helawîstin, ew goristana dikeve devera Uskudarê li layê Asyayê ji bajarê Stenbolê bi vî rengî ew yê hatiye nasandin: “Hezretê Ebdulfettahê Bexdadî yê Akreyî -qudis sirruhû- yek ji sê mezintirîn weliyên Stenbolêye”(1) Eve goristana gorîn hijmareka ne ya kêm ji zana û şêx û maqûlên Stenbolê di nav xwe da dihewîne. Eve pitir ji sed û pêncî salane bi navê şêxekî Kurd, ji xelkê devera Badînan û bi taybetî bajarê Akrê tê nasîn.

Ev şêxê xelkê wî berî her kesekî dî jibîrkirî, yan her neniyasî! Kî bû? Kengî jiyabû? û serhatiya wî çi bû? Eve dê naveroka nivîsîna me ya vê carê bit.

                          Şêx Ebdulfettah kî bû?

Wekî pirtiriya şêx û zanayên Kurdan jiyannameya Şêx Ebdulfettahê Akreyî bi firehî nehatiye zanîn û kar û berhemê wî jî mixabin nehatiye parastin, li nêzîkî ziyareta wî tabloyek bi Turkiya nû ya hatiye helawistin, hinek zanîn wek danasîn bo wî têda hene, me divêt li destpêkê wan zanînan bo xwendevanan vegerînin, ew jî evene: “Hazretê Ebdulfettah li sala (1192K/ 1778Z) yê hatiye ser dunyayê û ew yek ji şagirdên Hazretê Mewlana Xalidê Bexdadiye, ewê bi hezaran welî perwerde kirine, wî maqamekî bilind di tesewwûfê da hebû û zanayekî mezinê fiqhê bû, xelkê Stenbolê gelek salan mifa ji ilm û bereketa wî dîtibû.

 li roja Eyîniyê li neha heyva Muherrema sala (1281K/ 1864Z) miribû.
Hazretê Ebdulfettahê Bexdadî xwe qurbanî bi cîanîna fermanên şêxê xwe dikir û her careka şêxê wî daxwaza karekî ji wî dikir wî bê gîrobûn yekser ew kar bi cî dianî, wî nefsa xwe girêdida û dilçûnên xwe laxav dikirin û ew di jiyana xwe da yê zahid bû, her malekê heram ba yan guman têda heba wî ew wernegirt û gelek xwe ji gumanan dida paş, hemî deman ew yê hişyar bû û xafil nedibû û ew bi jîn û exlaqê xwe bibû cîhê çavlêkirinê. Şêxê wî Hazretê Mewlana Xalid gelek bawerî pê hebû û ji ber kemalatên wî yên mişe wî gelek kar dixistine beroka wî û hijmareka mensiban hildispartne wî û pitir ji carekê wî ew hinartibû Stenbolê bo belavkirina xêr û bereket û îrşadê û li wirê ew zêde dihate qebûlkirin.
Ji ber zîrekî û dilsoziya wî bo şêxê wî, ew gehiştibû maqamê tewecuhê û ketibû di nav lîsteya şagirdên wî yên nêzîk da, li akincîbûn û seferê jî wî hevalîniya şêxê xwe kiribû û tu caran ji wî dûr nediket û di gelek delîveyan da wî xizmet kiribû, heta, ku mertebeya xîlafetê bi dest xwe êxistî û piştî mirina Şêx Ebdullahê Heratî ew li cîhê wî hate danan.

Bi fermana şêxê xwe ew li Stenbolê li devera (Uskudarê) akincîbû û tekyayek li wirê avakir û demê aşiqên rastgo bi wî hesiyan di gavê da qesta wî kirin.
Hazretê Ebdulfettahî seredana nexweşan dikir û bi duayên xwe îrşada ruhên miriyan dikir û wî feyz û îrşada terîqeta Neqşbendî ya Xalidî pêşkêş dikir û berê xelkê dida rêka heq û şagirdên xwe li ser bawerî û îxlasê perwerde dikirin. Bi vî rengî û piştî salên dirêj ji xizmetê ew bû egera hîdayeta gelek mirovan.. Hazretê Ebdulfettahê Akreyî tê hejmartin yek ji sê mezintirîn weliyên Stenbolê, evîndar û aşiqên wî qesta ziyareta wî dikin û bo mifa wergirtina ji ronahî û bereketên wî seredana wî dikin.”

                            Şêx Ebdulfettahê Xelîfe:

Hemî jêder li ser hindê rêkeftine, ku Şêx Ebdulfettah xelkê bajarê Akrê bû, belê jiyana wî ya destpêkê, malbata wî, dayîk û bavên wî û zarokîniya wî çawa bûye, evê hemiyê em nizanin; ji ber, ku hêşta tu jêderên dîrokî bi dest me nekeftine van mijaran bo me zelal bikin.

Ji wan zanînên peywendî bi malbata Şêx Ebdulfettahî ve hene ewe wî birayek hebû ew jî yek ji xelîfeyên Şêx Xalidê Şehrezûrî bû û belkî ew bi jiyê xwe ve ji Şêx Ebdulfettahî mezintir bit û peywendiya wî jî bi şêxê Neqşbendî ve zûtir û berî ya birayê wî Ebdulfettahî dest pê kiribt, ew jî Şêx Ebduhrehman bû, Şêx Ebdulmecîdê Xanî demê behsa xelîfeyên Mewlana Xalidî di kitêba xwe (El-Hedaiq el-Werdiye) da dike û navên wan dihejmêre, dibêjt: “Ji wan xudanê hîmmetê bilind û yê rastgo di xizmetê da, hevalê Hazretê Mewlanayî di wexera Hîcaz û Hindistanê da, Şêx Ebduhrehmanê Akreyî yê Kurdî û ev hêjaye yekemîn xelîfe bû hatiye Dimeşqê..”(2) Paşî ew behsa birayê wî dike û dibêjt: “Û ji wan birayê wî yê salih û falih Murşidê Kamil û nasih Şêx Ebdulfettahê Akreyî çaremîn kesê Hazretê Mewlanayî wesiyet pê kirî û postegehînê wî yê serkeftî” û birastî tu zanîn li dor Şêx Ebduhrehmanî di dest me da nînin û ew wekî xudanê (El-Hedaiq el-Werdiye) dibêjt, yekemîn xelîfeyê Şêx Xalidî bû hatiye hinartin bo Dimeşqê û diyare Şêx Xalidî ew hinartibû Şamê bo îrşadê berî ew bi xwe qesta Şamê bike.

Ez dûr nabînim mirina wî berî ya Şêx Xalidî bit, lew Şêx Xalidî wesiyet bi birayê wî Şêx Ebdulfettahî kiribt, ku piştî mirina wî ew piştî du sê xelîfeyên dî cîhê wî bigirt.

Ji ber nemana şecere û kitêbxaneya vê malbatê tu zanîn li dor kesayetiyên vê malbatê berî herdu birayan: Şêx Ebduhrehmanî û Şêx Ebdulfettahî niha di dest me da nînin.

Berçavtirîn rûyîdan di jiyana Şêx Ebdulfettahî da peywendiya wiye di gel şêxê navdarê terîqeta Neqşbendiyan Xalidê Şehrezûrî ewê ji layê dûketiyên wî ve bi nasnavê (Mewlana Xalid) tê nasîn, hemî ew jêderên behsa Şêx Xalidî dikin wê çendê misoger dikin, ku Şêx Ebdulfettahê Akreyî yek ji xelîfeyên Şêx Xalidî yên mezin û destpêkê bû, belê em nizanin kanê ev peywendiya wan li kîve destpêkiribû: li Silêmaniyê di navbera salên 1230-1236, yan jî li Bexdayê di navbera salên 1236-1238, her çawa bit şêxê Akreyî li ser destê Şêx Xalidê Şehrezûrî ket nav rêzên terîqeta Neqşbendiyan û di silûkê da pêşda çû heta bû yek ji xelîfeyên wî yên berçav û bûye cihê baweriya wî.. û tê gotin, ku Şêx Xalidî di wesiyeta xwe da, berî, ku li Şamê bimirt li sala (1242K/ 1827Z) sê kes hilbijartin (3) da ew yek li dûyv yekî cîhê wî li tekyayê bigrin û çavderiyê li xelkê mala wî bikin, ew jî eve bûn: Şêx Îsmaîlê Henaranî û Şêx Ebdullahê Heratî û Şêx Ebdulfettahê Akreyî.

Piştî mirina Şêx Xalidî xelîfeyê wî yê yekê Îsmaîl Henaranî bi demekê kêm mir û piştî wî bi du sê salekan Şêx Ebdullahê Heratî jî mir, lew her ji sala 1245 û heta sala 1259 Şêx Ebdulfettahê Akreyî li cîhê şêxê xwe û li tekyaya wî li Şamê şêxatî kiribû (4). Tiştê hindê digehîne, ku Şêx Xalidî baweriyeka baş bi xelîfeyê xwe yê Akreyî hebû û hinek karên girîng hildispartine wî, ew bû demê wî Şêx Ebdulwehabê Sûsî hinartiye Stenbolê da çavderiyê li tekyaya Neqşbendiyan bike û deng û bas gehiştînê, ku şêxê Sûsî yê ji wê rêkê derketî ya wî bo danayî, wî Şêx Ebdulfettah hinarte Stenbolê da wan dengûbasan piştrast bike û piştî ew ziviriye nik Şêx Xalidî û rastiya babetî bo wî zelalkirî, Şêx Xalidî biryar da Ebdulwehabê Sûsî ji terîqeta xwe derbêxe.

                                   Destpêk ji Akrê bû:

Ji wan serhatiyên gehiştîne me ji jiyana Şêx Ebdulfettahî bo me aşkera dibit, ku wî emrê xwe di navbera Akrê û Bexda û Şamê û Stenbolê da derbas kiribû û hatin û çûn û geryanên wî di navbera van her çar bajaran da berdewam bûn û aşkera ye, ku ev çende ji encamê girêdana wî bû bi fermanên şêxê wî yê Neqşbendî ve ewê bizaveka zêde dikir bo belavkirina terîqeta xwe.
Wesa diyare, ku bûna Şêx Ebdulfettahî li bajarê Akrê bû û zarokînî û feqiyatiya xwe jî wî her li wirê derbas kiribû, heta, ku bûye melayekî duwanzde ilim û seydayekî navdar, paşî ew jî wekî gelek melayên serdemê xwe ber bi (Sûfiyatiyê) ve çû û hez kir xwe bide nav terîqeteka wan û hingî du terîqe bi rengekî giştî li deverê hebûn: terîqeta Qadiriyan û eve pirtir ya belavbûyî û terîqeta Neqşbendiyan, ku nû ber bi belavbûnê va diçû nexasim piştî Şêx Xalidê Şehrezûrî ji welatê Hindistanê zivirî û kar bo belavkirina wê kirî. yekemîn car di nav Kurdan da, paşî di nav Ereb û Turkan da jî.

Wekî berî niha jî me gotî em nizanin kanê li kîve û çawa Şêx Ebdulfettahî xwe gehandibû şêxê xwe û kengî li ser destê wî ketibû nav rêzên Neqşbendiyan, belê tiştê em dizanin ewe ew bibû xelîfeyê wî û îcazeya îrşadê jê wergirtibû û diyare wî jiyana xwe ya îrşadê ji Akrê dest pê kiribû û belkî ew yekemîn kes bit xelwexane û tekyayeka Neqşî li Akrê danabît û tiştekî belav e, ku wî li camiya mezina Akrê dersên feqiyan didan.. û zana û edîbê navdar Mela Mihemed Seîdê Mehrî neviyê Mela Yehiyayê Mizûrî yek ji şagird û mensûbên wî bû.

 wekî ew bi xwe di keşkoleka xwe da amajê dide vê çendê, demê behsa dîroka bûna Mihemed Salihê, kurê Şêx Ebdulfettahî dike û dibêjt: “قرة عیني محمد صالح نجل شیخنا ومرشدنا الشیخ عبدالفتاح أفندي أطال الله تعالى عمرهما آمین” wate: Ronahiya çavê min Mihemed Salihê, kurê şêx û murşidê me Şêx Ebdulfettah Efendî Xwedê emrê herduyan dirêj bike (5).

Heta çi sal şêx li Akrê mabû? û bizavên wî bo belavkirina terîqeta Neqşbendî li wî demê, ku deshelat zêdetir ya Qadiriyan bû çi kar li ser mela û sûfiyan hebû? û kengî û bo çi ew ji Akrê derketibû? û kî cîhê wî li tekyayê girtibû? Bersiva van pirsyaran hemiyan li ber me ya zelal nîne.

Ji belgenameyeka Osmanî (6) tê wergirtin, ku berî sala (1256K/1840Z) demê hukim hêşta yê mîrên Amêdiyê, du gundên devera Berdereşê: Kevne Bak û Baka Deştê (7), bi berateka Humayûnî û bi şêweyê vebirî (maqtu) bo Şêx Ebdulfettahê Akreyî hatibûne dan; da ew dahatiyê wan li ser tekyaya xwe xerç bike, paşî li sala 1840 biryar hate dan, ku ev dahatiye bo gencîneya dewletê bête dan, lew şêxî daxwaz ji wezareta maliyetê û encûmenê bala kiribû, ku ev dahatiye wekî berê bo wî bête dan, her wesa wî daxwaz kiribû dahatiyê coya Berdereşê jî, ku li nêzîkî cîhê wiye, bo wî bête terxankirin. Ji hamîşa belgenameyê tê zanîn, ku ev daxwaza wî hatibû bi cîanîn û fermana resmî bi vê çendê derketibû.

Di belgenameyeka dî da, ku ji layê muteserifê Musilê Hilmî Paşayî ve hatiye bilindkirin (8) hatiye, ku li sala 1853 miltezmê Musilê yê berê Emîn Axay dibêjt: Dahatiyê coya Berdereşê mafê wiye û divêt ew wî wergirt, belê piştî dûçûnê aşkerabû, ku tu rastî bo gotina wî nîne û ev dahatiye (ku dehîka şeriye) di gel dahatiyê baca pezî û herdu gundên Kevne Bak û Baka Deştê ji mafê Şêx Ebdulfettahiye, lew daxwaza Emîn Axayî divêt bête redkirin û guhdarî bo neêtekirin.
Li sala 1858 Şêx Ebdulfettahî erzûhalek pêşkêşî encûmenê jimêriyariyê (Mecilîs el-Muhesîbe) pêşkêş kiriye têda hatiye, ku dahatiyê salane yê gundê Kevne Bakê û Baka Deştê di gel coya Berdereşê û baca pezî digehişte bîst û neh hezar û nehsed û pazde qirûşan û ew dibêjt: Du hezar û nehsed û pazde qirûş ji vî pareyî dimîne di gencîneya dewletê da û yê mayî, ku bîst û heft hezar qirûşe bila pazde hezar ji wî bibine ratib bo, kurê wî Salih Efendî û duwazde hezarên mayî di navbera keça wî Xedîcayê û kabaniya wî Fatima Xatûnê da wek ratib bête lêkvekirin (9).

Endamên encûmenî (10) di bersiva şêxî da aşkera dikin, ku ev gund û cîhên behs jê hatiye kirin eve ji sala (1274K/ 1858Z) were ji layê fermanberên dewletê ve têne birêvebirin û kirêkirin û ji berku daxwaza şêxî dijî wan qanûnaye yên kar pê tê kirin, lew daxwaza wî naête bicîanîn.
Ji van belgenameyan tê zanîn, ku dahatiyê gundê Kevne Bakê û Baka Deştê di gel komeka gundên dikevin ber coya Berdereşê û baca pezî jî ewa ji xelkî dihate wergirtin ji layê dewletê ve li bin (teserrufa) Şêx Ebdulfettahî dihate danan her ji berî sala 1840 û heta sala 1858 Z û wî ew li ser malbat û tekyaya xwe xerç dikir.

Hejiye bêjîn, ku li ser demê mîrnişînên Kurdan û dewleta Osmanî jî, sîstemek bi navê (Maqtû’iyet) yan (Îqta’) hebû, ew jî eve bû milkê mîrî (yê dewletê) bi kirê bo cotyaran dihate dan; da ew wî şîn bikin û biçînin û dewletê hinek ji dahatiyê wî milkî wek xelatkirin û rêzgirtin dida wan kesan yên xizmeta dewletê yan jî xizmeta xelkî bi giştî dikir, wekî mîr û zana û şêx û maqûylan, li ser vî binaxeyî ev milkê jêgotî bo Şêx Ebdulfettahî hatibû dan.

                          Li Tekyaya Neqşbendiyan li Bexdayê:

Piştî Şêx Xalidî biryar dayî li sala 1822 Bexdayê bihêle û qesta Şamê bike û li Dimeşqê akincî bibit, wî tekyaya xwe hêla bi hîviya hinek ji xelîfeyên xwe ve; da ew çavderiyê lê bikin û ew xelîfeyên wî bûn cîhê rêzgirtinê li nik walî û mezinên Bexda.

Şêx Ebdulfettah yek ji wan xelîfeyan bû û bi rastî dengûbasên wî li vî demî bi firehî em nizanin, belê ji tiştên așkera ye, ku li derûdora salên 1831 ew li Bexda şêxekî navdar bû û gotina wî ji layê walî ve dihate guhdarîkirin û baştirîn delîl li ser vê çendê mehdera wî bû bo muftiyê Bexdayê Ebû Senayî Alûsî.
Di jêderên dîrokê da hatiye, ku li sala )1831 Z) xelkê Bexdayê dijî waliyê wê yê nû Elî Rizayî rabûn û walî bi paldana hinek kesan zanayê navdar Alûsî sûcdar kir lew wî neyaretiya Alûsî kir, heta Alûsî xwe ji ber wî veşartî, belê demê Ebdulxenî Cemîl hatiye Bexda û walî ew kiriye muftî, Alûsî bi wî hate parastin û li nik wî bû (Emînê fetwayê) û demê li dawiya vê salê Ebdulxenî di gel hijmareka xelkê Bexdayê dijî walî rabûyî û walî ew ji bajarî derêxistî, walî li neyaretiya Alûsî zivirî ve û vê carê wî ew bi hinek gunehên mezintir sûcdar kir, heta dilê wî çûyê ew wî bikujt.

 Hingî Şêx Ebdulfettahê Akreyî mehder bo wî li nik walî kir, îna walî ferman da ew bimîne li tekyaya Neqşbendî, belê hinek kesan fesadiya wî bo walî kir, lew walî ferman da ew bimîne li taxê Şêx Ebdulqadirê Geylanî û jê derneket û hemî kar û mensib jê bên sitendin û salek û nîva ew bi vî rengî ma (11).
Piştî Şêx Ebdulfettah ji Bexda çûye Stenbolê û li wirê akincîbûyî, deshelata wî li ser tekyaya Neqşbendiyan ya li Bexda her hebû, di erşîfê Osmanî da erzûhalek heye (12) li )sala 1860 Z( ji layê kesekî bi navê Ebduhrehman ve hatiye pêşkêşkirin, têda aşkera dike, ku bav û xezûr û birayê wî ji xelîfeyên Şêx Xalidî bûn û eve ji sala 1845 were ew bi rêka berateka Humayûnî wî şûna bavê xwe girtiye û bûye îmam û xutbexwînê tekyaya Îhsaiyê (ku tekyaya Şêx Xalidiye) û ratibê wî yê heyvane sed qirûşe.. belê eve du sal e zelamekê dibêjine: (Fettahê Eqrelî) hevrikiya wî dike û kar û bizavên ladana wî ji vî mensibî dike, bêyî wî gunehek yan sûcek hebit.

Piştî hingî ew gazindeya halê xwe dike û aşkera dike, ku ew kesekî berdest kurt û hejare û yê xudan eyal e û eger ew ji vî karî bête ladan û ratibê wî bête birîn û daxwaza derketina wî ji Bexdayê bêtekirin, ew dê tûşî belayeka mezin bit, lew daxwaza wî ewe rehm û dilovanî bi halê wî bêtebirin.
Û aşkera ye, ku li vê dîrokê Şêx Ebdulfettah li Stenbolê bû, belê diyare ew yê bi serûberê tekyaya Bexdayê agahdar bûye û wî mayê xwe tê dikir.

                               Cîhnişînê Şêx Xalidî li Şamê:

Berî niha me gotibû, ku di hinek jêderan da hatiye: Demê Şêx Xalidê Şehrezûrî li Şamê mirî li sala 1242 koçî, wî wesiyet kiribû, ku hersê xelîfeyên wî: Îsmaîl Henaranî û Ebdullahê Heratî û Ebdulfettahê Akreyî, yek li dûyv yekî, li cîhê wî bibine şêx û çavderiyê li mala wî bikin, Îsmaîlê Henaranî û Ebdullahê Heratî herdu di sê salên piştî mirina wî da mirin, lew li sala 1245 Şêx Ebdulfettah li cîhê şêxê xwe bû şêxê tekyaya Dimeşqê û heta sala 1259 ew bi vî karî ve yê mijûl bû (13), belê li virê aloziyek tê pêşiya me, ew jî eve li sala 1247 wekî ji serhatiya Alûsî ewa berî niha me vegerayî bo me aşkera dibit, Şêx Ebdulfettah li tekyaya Bexda bû.. Her çawa bit Şêx Ebdulfettah piştî qûnaxa Bexdayê çend salekan li Dimeşqê jî mabû û li cîhê şêxê xwe rêberiya terîqeta wî kiribû.
Yek ji berçavtirîn kesên li Dimeşqê li ser destê wî hatine perwerdekirin û di rêka wî ra bûyne ji dûketiyên terîqeta Neqşbendiyan Şêx Mihemed Refîqê Boşnaq Zade bû ewê li sala 1813 li Bosne hatiye ser dunyayê û li sala 1871 li Stenbolê mirî û li sala 1866 bûye Şêx Îslam û Muftiyê dewleta Osmanî, ku bilindtirîn mensibê dînî bû di dewleta Osmanî da, li sala (1253K/ 1837Z) Şêx Mihemed Refîq di gel zirbavê xwe Husên Efendî ewê bûye qaziyê Şamê çûbû Dimeşqê û hingî li wirê ew li tekyaya Şêx Xalidî bû yek ji şagirdên Şêx Ebdulfettahî Akreyî (14).

                          Qûnaqa dwîmahiyê Stenbol bû:

Li sala 1259 biryara Sultan Ebdulmecîdî derket, ku Mehmûdê Sahib li şûna Şêx Ebdulfettahî bibit şêxê tekyaya Xalidî li Dimeşqê û hingî Şêx Ebdulfettah zivirî Bexdayê û li tekyaya wê dest bi îrşadê kir (15) û piştî nêzîkî salekê ji mana wî li wirê wî qesta Stenbolê kir.

Ji belgenameyeka Osmanî tê zanîn, ku li destpêka sala )1845 Z( Şêx Ebdulfettah gehiştibû bajarê Stenbolê bi niyeta hindê, ku ew li wirê akincî bibît û rêberî û çavderiya tekyaya (Elace Minare) ya Xalidî bike ewa dikeve Uskudarê û daku dewlet destûra vê çendê bide wî nameyeka Muşîrê Sêwasê bo serokatiya Wezîran (El-Bab El-Alî) di gel xwe biribû û berî hingî Muşîrî hemî zanîn di derheqa wî da hinartibûn û daxwaza wî pesend kiribû û belge wê çendê aşkera dike, ku pêtivî ye Şêx Ebdulfettah ji layê Şêx Îslamî ve bête vexwandin da ew guhdariya gotinên wî bike, paşî biryarê bide kanê daxwaza wî bête bicîanîn yan ne (16).

Berî Şêx Ebdulfettahî kesekî bi navê Elî Riza şêxatiya tekyaya Uskudarê dikir û jêderên dîrokî aşkera dikin, ku mirina wî li sala 1862 bû û diyare piştî mirina wî ji nû Şêx Ebdulfettah bi rengekî resmî yê bûye şêxê tekyayê û bi vê çendê ew dibit şeşemîn şêx, ku rêberiya vê tekyayê kirî (17).

Di belgenameyekê da ya li sala )1853 Z( hatiye nivîsîn îșareteka aşkera heye, ku Şêx Ebdulfettah li vê dîrokê akinciyê Stenbolêye, herwesa têda hatiye, ku (îqta’a) devera Kemaliyê, ku dikeve qaimqamiya Kerbelayê û ji weqfa Îmam Husêniye ewa ji berê were di destê Şêx Ebdulfettahê Akreyî da niha ji layê gencîneyê ve ya hatiye desteser kirin û pêş wê çendê ve ratibekî heyvane, ku dused qirûșe bo wî tê dan, lew şêxî daxwaznameyek pêşkêş kiriye têda hatiye, ku xaneqaya wî û ew feqîr û derwêşên li wirê hene hewceyiyeka zêde bi dahatiyê vê (îqta’ê) heye, lew eger Sultan biryarê bide, ku ew wekî berê bimîne di destê șêxî da, ev çende dê bit eger, ku ew duayên xêrê bo meqamê xîlafetê bike! (18)

Piştî daxwaza şêxî bo wezareta maliyetê û meclîsa bilind hatiye pêşkêşkirin biryar hate dan, ku ew (îqta’) dubare bo şêxî bête zivirandin û hindî ew yê sax bit ew di destî da bit û qiyasa wî di gel şêxên dî neêtekirin.. Yani serederiyeka taybet di gel wî bêtekirin û eve hindê digehîne, ku ji ber bahayê wî yê mezin dewletê rêzeka taybet lê digirt.. Şazde hevde salên dumahiyê ji emrê xwe Şêx Ebdulfettah akinciyê Stenbolê bû û li van salan gelek kesan îcazeya terîqetê ji wî wergirtibûn û li ser destê wî hatibûne perwerdekirin, ji wan:
1- Mihemed Rustem Reşîd Efendî û eve xelîfeyê wî bû, li sala 1863Z miribû.
2- Hesen Hilmî Efendî û eve jî xelîfeyê wî bû û li sala 1914Z miribû.
3- Ehmed Hicabî yê Qestemonî, ewê silûka xwe li sala 1856 li nik wî bi dumahî înayî (19).

Muftiyê Edirne Mihemed Fûzî Efendî vehînokek bi zimanê Turkî heye li bin navê: (Hediyet el-Xalidîn Fî Menaiqib Qutb el-Arifîn Mewlana Ehmed Ziyadîn bin Mustafa el-Kemşexanwî) di çend malkekên şe’rê da ew behsa Şêx Ebdulfettahî dike û dibêjt: “Li vî demê şerîf Şêx Ebdulfettah li virê wekî çirayî bû, ew zat ji zilamên kamil bû, wî murîd bi nik xwe ve kişandin heta gehandine mertebeyên bilind, wî ronahiya terîqetê ji roja şêxê şêxan Xalidî wergirt û geş kir û gelek caran ew ji Şamê hate vî welatî, wî ev cîhe zêndî kir û şûnwarên wî berdewam man û ew yê bijare bû di nav arîfan da, heta ku ji Bexdayê hatiye virê, di encam da –ey daxwazkerê heqiyê – karê vî Şêxî zîndîkirina dilan bû, paşî ew hate bajarê Sûltanî da îrşadê bi ronahiya Rehmaanî belav biket.. Demekê dirêj ew li vî welatî ma, heta ku dûmahiyê li Uskûdarê hatiye veşartin û xelkê pitir ji deh salan mifa jê dît, wan pisyara hevdû dikir û li meqamê wî seredana hevdû dikir, heta ku Ebdilfettahî ji dinyayê wexerkirî û agirê fîraqê ji perdağê ecelî vexwarî” (20).

Li van salan ew ne bi tenê bo îrşadê li Stenbolê dirûnişt, belkî hinek caran ew di gel murîdên xwe derdiket û qesta hinek welat û deverên dûr jî dikir, êk ji wan caran ew bû demê ew di gel sê murîdên xwe çûye welatê Bosna li sala 1856, belgeyeka Osmanî heye (21) daxwaz têda ji wan qaymeqamî û qezayên dikevin ser rêka Bosnayê diêtekirin, ku ew harîkariyan bo Şêx Ebdilfettahî pêşkêş bikin da ew bi selameti û aramî bigehete bincîha xwe.

                          Di Gel Şêx Mihemed Şamilê Daxistanî:

Êk ji navdartirîn wan kesên Şêx Ebdilfettahî îcazeya terîqeta Neqşebendiyan dayê Şêxê navdar Mihemed Şamilê Daxistanî bû û Şêxê Daxistanî li sala 1797 hatibû ser dinyayê û li sala 1871 mirbû û ew serkêşekê leşkerî yê mezin bû li devera bakurê Qewqazê. Demê Rûsan viyayî Misulmanên devera Qewqazê bêxne bin destê xwe û erdê wan dagîr bikîn, Şêx Mihemed Şamilî bergiriya wan kir û her ji sala 1834 heta sala 1859 ew serkêşê vê bergiriyê bû, herwesa wî pişkdarî di şerê Qermê jî da kiribû dijî Rûsan.

Li 3 heyva Şewwala sala (1249K/ 12 Şibata 1834Z) demê hêşta Şêx Ebdilfettah li Şamê, Şêx Şamilê Daxistanî kaẍezek bo wî hinartibû, li destpêkê dibêjit: إلى عین أعیان أهل التحقیق و ملاذ أرباب التدقیق، عمدة الأذكیاء و زبدة الأولیاء الأصفیاء.. سیدنا و مولانا و مرشدنا الشیخ عبدالفتاح أطال الله بقاءه‌ و أینع إرشاده‌ بانتشار حكمته على جمیع عباد ربه‌..  paşî ew pêda diçit û aşikera diket, ku wî bi rêka Mela Mehmûd Efendî dengûbasên Şêxî bihîstin, lew wî viya kaẍezekê bo wî bihnêrit, pêş hatina wî ve; ji ber ku cihê wan yê jêk dûre û (El-Murasele nisfu el-muwasile).

 Piştî hinartina vê nameyê bi bîst û êk salan wesa çêbû Şêx Şamil hate Stenbolê di rêka çûna xwe da bo welatê Hicazê û hingî dîtina rû bi rû di navbera wî û Şêxê Akreyî da çêbû. Di vê dîdarê da Şêx Ebdilfettahê Akreyî îcazeya terîqetê pêşkêşî Daxistanî kir, li destpêkê hatiye: من خادم الفقراء عبدالفتاح الخالدي المجددي إلى من هو ولدي وأعز من الحقیقي عندي، المجاهد في سبیل الله محمد شامل أفندي لا زال مؤیدا بالنصر الأبدي، ومبعدا من القهر الصمدي، فغب السلام علیكم و رحمة الله و بركاته‌، ریثما دمنا نشر فيض ذي الفیض و فتوحاته و شاهدنا قابلیة قالبكم و خلوص قلوب غالبكم أجزناك بالإفاضة و الاستفاضة في الطریقة العلیة النقشبندیة... Dîroka îcazeyê wekî li dûmahiyê hatiye nivîsîn (5 heyva Muharrema sala 1270K/ 7 Çirriya pêşiyê 1853Z) ye (22).

                          Mirina Şêx Ebdilfettahî û Dûndeha Wî:

Li havîna sala 1864 Şêx Ebdilfettahî di gel hinek dostên xwe qesta Bursayê kir û piştî zivrrîna wan bi çend rojekan ew nexweşbû, paşî li 9 heyva Muharremê ji sala 1281 (beramber 13 Xizîrana 1864 Z) mir û ew li tenişt tekiyaya wî (Elce Minare) ewa li Uskûdarê hate veşartin û ziyaretê wî heta noke yê aşikera ye û cihê qestkirinê ye.

 Li dûyv wan belgeyên Osmanî yên keftîne destê me, Şêx Ebdilfettahê Akreyî çar zarok hebûn, navê kabaniya wî Fatime Xatûn bû û wî kurrek û sê keç hebûn, navê kurrê wî Mihemed Salih bû û keçên wî Xedîce û Ayşe û Nefîse bûn. Diyare wî li demekê dereng ji jiyê xwe ji nû jin înabû; ji ber ku dîrokên bûna zarokên wî li pîratiya wî bûn. Di keşkolla Mela Mihemed Seîd Mehrî da li cihekî ev nivîsîne heye: تاریخ ولادة قرة عیني محمد صالح نجل شیخنا ومرشدنا الشیخ عبدالفتاح أفندي أطال الله تعالى عمرهما آمین: ولد في أواسط شهر الله المبارك شعبان سنة اثنتین وسبعین بعد الألف والمائتین سنة 1272 وقد جمعت تاریخه في هذا المصراع: صالح بعمل بادا توفیق رفیق أو û ev sale dikefte beramber sala 1855Z û di belgeyeka li sala 1274 hatiye nivîsîn navê keça wî Xedîca heye, tiştê hindê digehînit, ku ew jî li vê dîrokê hebûye.

Mirina Şêx Ebdilfettahî bi nêzîkî dû heyvan waliyê Bexda Mihemed Namîq Paşayî erzuhalek bo meqamê (Sedarûtulûzma) hinartiye (23) têda aşkera diket, ku Şêx Ebdilfettah Efendî yê li Stenbolê mirî û di jiyana wî da rûbarê kemaliye li Muteşerrifiya Kerbelayê wek (Îqtarek) bo wî hatibû destnîşankirin hindî ew yê sax bit û dahatiyê wê îqtaî yê salane dû hezar û pêncsed quruşe û piştî mirina wî ew dahatî bo gencîneyaya dewletê diête hinartin.

ji ber ku Şêxî bi tenê dû keç li paş xwe hêlayîne: ya mezin Ayşaye û jiyê wê pênc sale û ya biçûk Nefîsaye û jiyê wê dû sale û wan hîç dergehekê riziqî nîne û da jiyana wan nekefte tengaviyê ew daxwaz diket ratibekê heyvane ji Xizîneya Bexda bi kûjmê sîsed quruşan wek qencî û sedeqe ji layê Sûltanî ve bo wan bête dan.

Di belgeyeka dî da (24) bersiv ji Meclîsa bilind bi razîbûnê li ser daxwaza walî hatiye û bi rengekê reşmî biryar ya hatiye dan, ku her ji destpêka heyva Êlûlê ratib bo her dû keçên Şêx Ebdilfettahî bête serfkirin û ferman bo Xezîneyê bête hinartin. Ji van her dû belgeyan diête zanîn, ku kurrê Şêxî Mihemed Salih û keça wî ya mezin Xedîca di jiyana wî da mirbûn û demê ew mirî bi tenê wî dû keçên biçûk (Ayşaya pênc salî û Nefîsaya dû salî) li paş xwe hêlabûn. Li ser vî binaxeyî ew malbata noke li Akrê wek malbata Şêx Ebdilfettahî diête niyasîn dibit ji dûndeha Şêx Ebdirrehmanê birayê Şêx Ebdilfettahî bit.

Hejî gotinê ye, ku sê bira bi navê: Ebdirrehman û Ezîz û Mela hebûn, kurrên Şêx Emînî bûn û Şêx Emînî birayek bi navê Şêx Ebdilfettah hebû û ew her dû, kurrên Şêx Ehmedîne û vî Şêx Ebdilfettahê duyê dû kurr hebûn: Hecî û Celal. Û bi duristî naête zanîn kanê ev Şêx Ehmede çawa digehe Şêx Ebdilfettahî û wekî me gotî hizir pitir bo hindê diçit, ku ew birazayê wî bit, kurrê Şêx Ebdirrehmanî (25).

Herwesa li Akrê li pişt Mizgefta Mezin qesrek hebû digotinê: Qesra Şêx Fettahî, heta berî çil pêncî salan avahiyê wê mabû û li ser terzê berê bû, ji sê qatan pêk dihat û gelek jor têda hebûn wekî: Xelwexaneya Şêxî û kitêbxane, ku hijmareka mezin ya destnivîs û kitêbên kevin têda hebûn û jôra xezînê û ya xerabendeyan (ya heywanetan) û jôra mêvanan û h.t.d.. Herwesa birkeka avê jî têda hebû ava wê ji geliyê Şêx Ebdilezîzê dihat. Piştî qesir kavil bûyî ew hate xirabkirin paşî ji layê malbatê ve bo Mizgefta Akrê ya mezin hate pêşkêşkirin û noke avahiyekê nû li şûna wê durist bûye qata binî jê cihê tazî û helkefitnan e û qata serî wek medreseya dînî diête bikar anîn.

                                    Îbretek li Dûmahiyê:

Piştî mirina Şêx Ebdilfettahî bi pazdeh rojan, êk ji (ehlê ilmî) û (meşayixên terîqeta Neqşebendî ya eliye), ku navê wî jî Ebdilfettah bû, belê niza yê ji kî bû! Û wekî ew dibêjit ew li Bexda êk ji hevalên Şêx Ebdilfettahê Akreyî bû, erzuhalek bo Stenbolê hinartiye têda dibêjit: Ez êk ji seydayên (Bihişt Abadê) me û min meaşek heye sed quruşe, belê ew têra min naket û tengaviyê ji ser min ranaket û noke ji ber ku hevalê min Şêx Ebdilfettah ewê li Uskûdarê dirûnişt mir û meaş û salaneya wî ma vala, hîviya min ji hewe ewe hûn meaş û salaneya wî bo min veguhêzin belkî ew min ji vê tengaviyê rizgar biket ya ez têda.. Û emir û ferman yên wîne yê ferman di destan da (26)!

Perawêz:

([1]) مـه‌خـســه‌دا وان ب هــه‌ردو وه‌لـیـیـێـن دى ئــه‌ڤــه‌نــه‌: شێخ مورادێ مه‌زنلزاده‌ ئه‌وێ ل نێزیكى ده‌رگه‌هێ ئه‌درنه‌ هاتییه‌ ڤه‌شارتن، و شێخ محه‌مه‌د ئه‌مینێ تۆكادى ئه‌وێ ل زه‌یره‌ك قاپى هاتییه‌ ڤه‌شارتن.

(٢) عبدالمجید بن محمد الخاني: الحدائق الوردیة في حقائق أجلاء النقشبندیة، ط دار آراس أربیل، 2002، ص 343.

(٣ شێخ عه‌بدلمه‌جیدێ خانى ئاشكه‌را دكه‌ت كو وى چار كه‌س بۆ ڤێ چه‌ندێ هلبژارتبوون.

(٤) مه‌لا عه‌بدولكه‌ریمى موده‌ریس: یادى مه‌ردان، چاپى دووه‌م 2011، هه‌ولێر، به‌رگى یه‌كه‌م، بپ 44-46.

(٥) ده‌مێ ئه‌م به‌حسێ دوونده‌ها شێخ عه‌بدلفه‌تتاحى دكه‌ین دێ ل ڤێ مه‌سه‌له‌یێ زڤڕینه‌ ڤه‌.

(٦) یا ل بن ناڤ و هژمارا (İ.DH 100/5011) پاراستى و ل 9 ره‌بیعولئه‌ووه‌لا سالا 1261 (17 ئادار 1845 ز) هاتییه‌ نڤیسین‌.

(٧) ئه‌ڤ هه‌ردو گونده‌ ژ گوندێن گۆرانانه‌، و دكه‌ڤنه‌ ڕۆژهه‌لاتا به‌رده‌ره‌شێ.

(٨) ل بن ناڤ و هژمارا (A.MKT MHM 52/25) هاتییه‌ پاراستن، و ل 2 ره‌بیعولئاخه‌را سالا 1269 (22 كانوونا 1853 ز) هاتییه‌ نڤیسین‌.

(٩) به‌حسێ عه‌رزوحالا وى د وێ به‌لگه‌نامه‌یێ دا هاتییه‌ یا ل بن ناڤ و هژمارا (A.MKT.MVL 95/45-1) هاتییه‌ پاراستن، و ل 19 جومادا ئه‌لئاخر سالا 1274 (3 شوباتا 1858 ز) هاتییه‌ نڤیسین‌.

(١٠) هژمارا وان بیست و هه‌شت كه‌سن، وه‌كى ناڤێن وان ل سه‌ر به‌لگه‌نامه‌یێ هاتینه‌دانان.

(١[1]) عباس العزاوي: تاریخ العراق بین احتلالین، بغداد 1955، 7/15-16.

(٢[1]) ل بن ناڤ و هژمارا (MVL 362/27) هاتییه‌ پاراستن، و ل 5 صه‌فه‌را سالا 1277 (22 ته‌باخا 1860ز) هاتییه‌ نڤیسین‌.

(٣[1]) مه‌لا عه‌بدولكه‌ریمى موده‌ریس: یادى مه‌ردان، به‌رگى یه‌كه‌م، بپ 44-46.

(٤[1]) أحمد صدقي شقیرات: تاریخ مؤسسة شیوخ الإسلام في العهد العثماني، ط 1، اربد الأردن 2002، 2/221-222.

(٥[1]) مه‌لا عه‌بدولكه‌ریمى موده‌ریس: یادى مه‌ردان، به‌رگى یه‌كه‌م، بپ 46.

(٦[1]) ئه‌ڤ به‌لگه‌ ل بن ناڤ و هژمارا (A.AMD 1/20) یا پاراستییه‌، و ئه‌و ل 29 ذولحججه‌یا سالا 1260 (8 كانوونا مه‌زن 1845 ز) یا هاتییه‌ نڤیسین‌.

([1]٧) ئنسكلۆپه‌دیایا ئیسلامى ئه‌وا ژ لایێ ده‌زگه‌ها دیانه‌تا توركى ڤه‌ هاتییه‌ وه‌شاندن، ئه‌ڤ مادده‌ ژ نڤیسینا عومه‌ر كۆچیت، بپ 27-28، و ئه‌و ل سه‌ر تۆڕا ئنترنێتێ هه‌یه‌: https://islamansiklopedisi.org.tr/abdulfettah-el-akri

(٨[1]) ل بن ناڤ و هژمارا (11629/I.MVL 290) دیرۆكا 15 صه‌فه‌را سالا 1270 (16 چرییا پاشییێ 1853ز).

(٩[1]) ئنسكلۆپه‌دیایا ئیسلامى، ژێده‌رێ به‌رێ، بپ 27-28.

(٢٠) محمد فوزى افندی: هــدیـة الخالدین، إسطنبول 1313، ص 32، دانـه‌یــه‌ك ژێ د كتێبخانه‌یا سلێمانییێ دا ل سته‌نبۆلێ ل بن هژمارا (650124) هه‌یه‌.

(٢١) ل بن ناڤ و هژمارا (BA, A.DVN, nr. 147/11-2).

(٢٢) نامه‌یا شێخێ داغستانى و ئیجازه‌یا شێخێ ئاكره‌یى بۆ وى د كه‌شكۆلا مه‌لا محه‌مه‌د سه‌عیدێ مهرى دانه‌، و ئه‌و نوكه‌ د كتێبخانه‌یا سه‌یدا بلند محه‌مه‌د شوكرى دا یا پارستییه‌ ل ئاكرێ، د سه‌ره‌دانه‌كا مه‌ دا بۆ مالا وى ب سوپاسى ڤه‌ وى ئه‌ڤ كه‌شكۆله‌ نیشا مه‌ دا و مه‌ وێنه‌یه‌ك ژێ گرت.

(٢٣) ل بن ناڤ و هژمارا (23430/I.MVL 521) ل 25 روبیعولئاخرا سالا 1281 (13 ئه‌یلوولا 1864 ز).

(٢٤) ئه‌و ژى هه‌ر ل بن ناڤ و هژمارا (23430/I.MVL 521) هاتییه‌ پاراستن به‌لێ ل 14 جوماده‌لئاخرا سالا 1281 (13 چرییا پاشییێ 1864ز) هاتبوو نڤیسین.

(٢٥) زانین ل دۆر كه‌ساتییێن ڤێ مالباتێ و قه‌سرا شێخ عه‌بدلفه‌تتاحى مه‌ ژ سه‌یدا شێخ خوسرۆیێ كوڕێ شێخ عه‌زیزى وه‌رگرتینه‌، و وى دو برا ب ناڤێ لوقمان و ئه‌مین هه‌نه‌، داخوازا ژییه‌كێ درێژ بۆ وان دكه‌ین.

(٢٦) ئــه‌ڤ عه‌رزحالا وى ل بن ناڤ و هژمارا (MVL 446/66) یا پاراستییه‌ و ئـه‌و ل سته‌نبۆلێ ل 24 موحه‌رره‌ما سالا 1281 یا هاتییه‌ نڤیسین، پشتى مرنا شێخ عه‌بدلفه‌تتاحى ب پازده‌ ڕۆژان، و ئه‌و ئاشكه‌را دكه‌ت كو ئه‌و ژ ئاكنجییێ (سلێمانییێ)یه‌، كو تاخه‌كێ سته‌نبۆلێ بوو!

ڤان بابەتان ببینە

Dê ji gotina nivîserê Nerwîcî yê navdar (Jostein Gaarder 1952)ê dest pê kim, xudanê pertûka …